Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin

  • rojane
  • 09:15 17 Sibat 2024
  • |
img

 ENQERE - Parêzer Mahmût Şakar pêşî û paşiya komploya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hedef girtiye û ketiye sala 25'an nirxand û bi van gotinan Şoreşa Rojava nirxand: "Birêz Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a ku bi komployê jê hatibû derxistin.”  

Hêzên komploger ên navneteweyî û herêmî, xwestin çarenûsa kurdan li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve diyar bikin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li dijî vê yekê perspektîfa neteweya demokratîk pêş xist. Hêzên komploger perspektîfa hatiye pêşxistin ji xwe re wek talûke dîtin û di encama komploya navneteweyî Ocalan 15’ê sibata 1999’an de teslîmî Tirkiyeyê kirin. Bi ser komploya ku Ocalan wek “Operasyona herî mezin a Gladyoya Natoyê” pênase dike 25 sal derbas bûn û ji wê rôjê heya niha Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîdeke mûtleq de tên ragirtin.  
 
 Ji ber vê komploya hatiye lidarxistin li Tirkiye û Rojhilata Navîn krîz û qeyran bi dawî nebûn û li gelek navendên cîhanê bi navê “Ji Abdulllah Ocalan re aştî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” kampanyayek ku 5 mehan li pey xwe hişt dan destpêkirin. Gelê kurd û gelên cîhanê bi kampanyaya hatiye destpêkirin, ji bo azadiya Ocalan dengê xwe bilind dikin.  
 
 Di çarçoveya kampanyaya hatiye destpêkirin îro li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê, Nobetên Edaletê, Maşa Azadiyê û bi heman awayî gelek çalakiyên cihereng ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan tên li dar xistin.  
 
Parêzerê Ocalan, Mahmût Şakar
 
Ji parêzerê Ocalan, Mahmût Şakar ser pêvajoya komploya hatiye pêşxistin, sedem û encamên tecrîda li Îmraliyê tê meşandin, pirsên ajansa me bersivandin.  
 
25 sal berê DYA, Almanya, Îngilîstan, Îsraîl, Yewnanîstan, Erebîstana Siûdî, Sûriye, Fransa, Îtalya, Rûsya, Îsvîçre, û Kenya di çarçoveya komployê de Ocalan tecrîd kirin. Dema em dinêrin ev dewlet di nava xwe de bi nakok in û di heman demê de di nava komployê de jî cih digirin. Dema em li vê rewşê dinerin ev komlo çi dibêje me? 
 
 Divê ez pêşî vê yekê bînim ziman; nîqaşkirina komploya navnetewî, nîqaşkirina roja me ye. Ji ber ku komploya ku ji gelek aliyan de hatiye pêşxistin û helwesta li dijî vê komployê hatiye nişandan, geşedanên îro diyar kiriye.  
 
 Ji ber komplo wek dîrokî û wek rojane bandor li ser jiyana dike em li ser nîqaş dikin. Ev komplo ji bo kurdan weke destpêkeke pir girîng e, ji ber wê divê em nîqaş bikin. Dema ku birêz Ocalan ji hêla korsanan ve hate revandin û dema hevdîtinên ku me li Îmraliyê pêk dianî, ji rojeveke sereke yek jî komplo bû.  
 
Dema we der barê komployê de hevdîtin pêk anî, gelo Ocalan analîzek cudatir bi we re parve kir? 
 
Di pêvajoya ku me bi Ocalan re hevdîtin pêk dianî de tevî ku agahiyên di destê me de kêm bûn jî, analîzên ku birêz Ocalan pêş xistine di roja me de jî rastbûna xwe diparêzin. Jixwe geşedanên piştre rû dane jî vê yekê piştrast kirin. Niha gavên siyasî û stratejik ên buyerê tên zanîn lê belê dema em îro lê dinêrin, divê em careke din balê bikêşin ser vê rastiyê. Çima di şexsê Ocalan de li dijî gelê kurd ev komplo pêk hat. Divê em vê yekê hinekê fêm bikin. Birêz Ocalan bi ser vê mijarê de gelek tiştan tîne ziman. Hêj ku li dijî Ocalan komplo pêk nehatibû, ankû hêj di Rojhilata Navîn de bû bi xwe anîbû ziman ku dewletên wek DYA’yê di piştperdeyê de jê re gotibû ku li dijî Rojhilata Navîn, polîtîka û pêngavên wan hene, divê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî bi van polîtîkayan re li hev bike, nexwe dê wî tasfiye bikin. Bi xwe gotibû ku hin agahiyên bi vî rengî jê re hatibûn parvekirin. 
 
Bersiva Ocalan a ji bo vê çi bû? 
 
 Bersiva birêz Ocalan a li dijî pêngava hêzên neteweyî wiha bû; ‘Em ne leşkerên hêzeke din in. Em şervanên gelê xwe ne, em hewl didin hêviyên azadiya gelê xwe pêk bînin. 
 
Anku hûn dibêjin sedema komployê ev rastî bû?
 
 Erê. A rastî 2 bingeha her du rastiyên ku îro jî dom dikin e. Li aliyekê plansaziyên Rojhilata Navîn a hêzên navneteweyî, li aliyê din têkoşîna hêzên azadiyê yên ji bo gelên xwe têdikoşin. Ankû xeta siyaseta gelparêz, demokratîk, azadîparêz, gelê xwe esas digire, gelê xwe, jiyana xwe, pêşeroja xwe esas digire. Em dikarin pêvajoya 25 salan ser van her du xetan bigirin dest.  
 
Anku hûn dibêjin serdestiya ser Rojhilata Navîn bi serdestiya ser gelê kurd re wekhev in? 
 
Dibe ku siyaseta li ser her çar perçeyên Kurdistanê ser hemû Rojhilata Navîn serwer be û jixwe tê wateya serweriya welatên ser van her çar perçeyan jî. 
 
Erê, serweriya Rojhilata Navîn bi serweriya ser gelê kurd re dest pê kir. Berî ku DYA mudaxileyê li Rojhilata Navîn bike vê komployê li dar xist. Nêzîkatiya wan ew bû ku berî gav avêtinê, Rojhilata Navîn ji bo mudaxileyê amadekirin bû û di vê qonaxê de xwestin siyaseta kurdan têxin bin kontrolê. Gelek caran hinek kes hêzên li Kurdistanê lewaz dibînin. Dibêjin ma tevgera PKK an jî hêzên din ên li Kurdistanê çi ne ku ewqas siyaseta navneteweyî ser wan hesaban dikin.  
 
Li vê derê av xal li ber çavan nayê girtin; li gorî min Kurdistan bi xwe tê wateya Rojhilata Navîn. Dema em her çar perçeyên Kurdistanê û dewletên li ser van her çar perçeyan ên Îran, Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê digirin dest, ji xwe Rojhilata Navîn ava dibe. Ji ber wê siyaseta ku li Kurdistanê serwer dibe dibe ku li ser Rojhilata Navîn jî serwer bibe, jixwe tê wateya serweriya li ser dewletên ser van perçeyan jî. Xwestin piştî kontrolkirina Kurdistanê, Rojhilata Navîn ji nû ve ava bikin. Li vê derê du xal bala min dikêşin. Li aliyekê birêz Ocalan û tevgera PKK’ê tê tasfiyekirin, li aliyê din pêşiya berî ku komplo dest pê bike, di bin çavdêriya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê PDK û YNK di çarçoveya Peymana Washingtonê de, li hev hatin. Hêzên navneteweyî li aliyekê ji bo kurdan serokatiya PDK’ê û YNK’ê esas digirin li aliyê din şervanên azadiyê yên gelê kurd tasfiye kirin. 
 
Em dikarin bêjin qebûlkirina serokatiya PDK, perçeyeke komploya hêzên navneteweyî bû? 
 
Ev kurdan temsîl dikin, nêzîkatiya wan tasfiyekirina kurdên din bû. Ev nêzîkatî bingeha têkoşîna heya roja îro hatiye ye. Ev her du dinamik jiyana me diyar dikin. Hêzên komploger bi vê siyasetê xwestin di şexsê birêz Ocalan de, hêviya azadiya Kurdistanê, xeta wê ya demokrasiyê ji holê rakin. Di heman demê ji bo xwe temsîliyeteke kurd jî ava kirin û xwestin bi ser vê yekê Rojhilata Navîn ji nû ve ava bikin. Ev siyaset di gelêk helan de bandora xwe li ser siyaseta roja îro dike. Li aliyeke nêta hêzên komploger heye û di aliyê din de li dijî vê yekê têkoşînek heye. Divê em rastiyê fêm bikin. Dema ku me got çima komploya navneteweyî siyaseta me ya îro diyar dike, em ê bi nêrîna van her du hêzan karibin bersivê bidin. Yek hêzên komploger e, yek jî di serî de têkoşîna birêz Ocalan, têkoşîna gelê kurd dide meşandin e. Têkoşîna di navbera van her du hêzan roja me diyar dike. 
 
Lêhûrbûnên Ocalan ên li ser komployê bi giştî kijan alî de bûn?  
 
Birêz Ocalan ser du xalên komployê disekinî. Ya yekemîn, bi israr digot çima ev komplo hat lidarxistin. Ya duyemîn digot, em ê çawa vê komployê vala derbixin.  
  
Birêz Ocalan ser du xalên komployê disekinî. Ya yeke bi israr digot çima ev komplo hat lidarxistin. Bersiva vê yekê digeriya û min hinekê vê eşkere kir. Vê tiştê digot; “Dostên rast ên kurdan kê ne dijminên wan kê? Kê ev komployê kirin? divê gelê kurd vê yekê bizane.” Ji ber vê yekê xwest hêzên komploger perçe perçe pênase bike. Di her axaftneke xwe de qala hin derdorên li Yewnanîstanê kir, di parêznameyên xwe de jî cih dayê. Xwest feraseteke dîrokî jî bide gelê Kurdistanê. 
 
Ya duyemîn jî pirsa ‘Em ê çawa vê komployê vala derbixin’ bû. Ev pirs têkoşîna li Îmraliyê jî diyar dike. Li gorî vê yekê birêz Ocalan bi awayeke du hêlî vê nêzîkî mijarê bû. Ya yekemîn rojane ye û bi taktîkî ye. Wek lezgînî bandora xerabker a vê komployê dê çawa were sekinandin. Ya duyemîn û herî girîng jî afirandina têkoşîneke ku gelê kurd bi tu komployan re rû bir û nemîne û tu komplo nikaribin xera têkoşîna gel hilweşînin dê çawa were avakirin. Bimin têkoşînê li ser van her du xalan honand. Di têkoşînên gelên cudatir de jî wisa bû. 
 
Yekem gava têkoşînê sekinandina komployê bû. Ev mijareke pir dîrokî ye bi rastî. Dema ku me berê xwe da serhildanên pêşiya têkoşîna PKK’ê ya Kurdistanê ji Şêx Seîd heya Agiriyê, dema me berê xwe da Dêrsimê, Zîlanê, dîlgirtina rêberên serhildanê, ji gel re weke şikandina têkoşînê û qirkirina gel vegeriyaye. Nêzîkatiya serdestan a li dijî serhildanan wisa ketiye meriyetê. Li Dersimê ne tenê darvekirna Seyîd Riza û hevalên wî zêdetir 50 hezar kesan zêdetir mirov hatin kuştin. Di vê hêlê de şikandina serhildanekê tê wateya kirkirinê. Li Zîlanê jî, rewş wisa ye, demeke dirêj xwîn herikî. Ji ber vê yekê di pêvajoya dilgirtina Rêberê PKK’ê birêz Abdullah Ocalan de îhtîmala qetilkirinê jî hebû. Ev rewş divê bi qirkirina gelê kurd re were destgirtin. Birêz Ocalan ê wek xwedî hişmendiyeke pêşketî yê dîrokî, ji roja ewil ji me re vê yekê got û wek refleks wek parastinên Îmraliyê, gavên piştre avêtine, derxistina derveyî sînor a gerîlayan, anîna hin komên aştiyê, amadekirina deklerasyona aştiyê de… Anku şovenîzma tirkan di wê demê de ewqas pêşketî bû kul i derve rasthatina nijadperestiyê, şovenîzmê, çanda lînçkirinê, di pêvajoya dîlgirtinê ya birêz Ocalan de pir dihat dijîn. Difikirîn ku wan têkoşîna gelê kurd têk biriye. Dixwestin destkeftiyên gelê kurd tune bikin. Birêz Ocalan dixwest li dijî vê yekê bibe bendavek. 
 
Dema ji gotinên we digirim dest û bipirsim, gelo aliyê têkoşîna dîrokî ya Îmraliyê bi parastinên Ocalan ve hate lidarxistin? 
 
 Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a birêz Ocalan a em behsa wê dikin, afirandina paradîgmayeke ku di navenda wê de birdoziya neteweya demokratik hebû ye. 
 
Birêz Ocalan ji bo ku helwestên şoven, nijadperest, mîlîtarîst û qirker, zirarê nedin gelê kurd û şervanên têkoşînê, ev parastin bi pêş xist. Bi pêşxistina gotina aştiyê û refleksên gava din min qala wan kirine, hêrsa şovenîzmê berteref kir. Me di sekna Îmraliyê de jî vê yekê pir zelal dît. Ya rastî armanc pêşîlêgirtina hêzên qirker, astengkirina helwesta van hêzan a li dijî gel bû. Nexwe ji xwe birêz Ocalan ji sala 1993’yan heya îro aştî dixwest. Dixwest ku pirsgirêk, bi çareseriyên aştiyane were çareserkirin lê dizanî ku şovenîzma tirkan di şert û mercên salên 1999’î de nayê ser vê. Piştre got: “Îmralî ne parastinek bû, şanoyek bû. Min tenê banga aştiyê kir û armanca min hêdîkirina şovenîzmê bû. Helbet aklê serdest yê tirk weke stratejik tevgeriyaba, dikarî tişteke hevpar di wê demê de derbikeve holê. Lê wekî min got, wê çaxê ji ber xwe wek serkeftî didîtin, nêzî çareseriyeke aştiyene nebûn.”   
 
Rêberê Gel ji bo ku pêşî li qirkirina gelê xwe bigire, xwe kir weke dîwarekê. Ev sekna birêz Ocalan bi tena serê xwe sekneke serokatî û helwesteke dîrokî ye. Gava yekem ev bû û me encamên vê yekê dîtin. Tevî ku kesayeke stratejîk ê weke birêz Ocalan dîl hate girtin, ne destkeftiyên Kurdistanê yên siyasî, ne jî mekanîzmayên çekdarî û dîplomasiyê zirarê nedîtin. Helbet hin windakirin çêbûn, bedel hatin dayîn lê belê tevî komploya hatiye kirin, destkeftiyên gelê kurd hatin parastin.  
 
Gava yekem a têkoşîna birêz Ocalan li Îmraliyê daye, parastina destkeftiyên Kurdistanê bû. Em çima girîng e? Ya rastî her windakirineke wê derê, dê rewşa têkoşîna jinûve, ji holê rakirina. Ji holê rabûna gerîla dê bûba sedema têkçûneke dîrokî. Ji hêla parastina destkeftiyên Kurdistanê û domandina têkoşîna azadiyê pir girîng bû. Pêngava wî ya yeke ev bû. Bi awayeke veşartî be jî ji me re got ‘Min qirkirinê dît, ez bi stratejiyeke cudatir tevgeriyam.’  
 
 Aliyê din ê têkoşînê jî afirandina paradîgmaya ku di navenda wê de neteweye demokratîk hebû ye. Ev paradîgma a rastî bersiva herî xurt a li dijî komployê hatiye dayîn bû. Me encamên wê jî di têkoşîna azadiyê ya jinan de, di têkoşîna azadiay jinan a Rojhilat de, di şoreşa Rojaveyê de dît. Birêz Ocalan bi komployê ji Rojhilata Navîn hate derxistin, lê şoreşa Rojava ya di encama paradîgamaya neteweya demokratîk derketiye holê de, zêde nêzîk nebe jî, em dikarin bêjin vegeriya li Rojhilata Navîn.  
 
Ji ber wê dema em dibêjin ‘komplo hêj jî rojane ye, têkoşîna li dijî komployê jî rojane ye’ em qala vê yekê dikin. Her du aliyên vê têkoşînê, sedema hebûna me ya îro û ji nû ve meşandina têkoşîna me ya li hember hêzên navneteweyî ye.  
 
Tecrîda ser Rêberê PKK’ê ya 25 sal in dom dike, bi 35 mehan astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê ve veguheriye bêragihanina mutleq. Wateya vê çi ye, çima serî li vê rêyê dan?   
 
Divê 3 salên dawî, weke qonaxeke ku pergal hatiye lê, were dîtin. Tişta bingehîn a derbarê pergala Îmraliyê de ez bêjim ev e; tecrîda li vê derê, ji sala 1999’an heya îro bi xerabbûnê hat. Yên ku vê pergalê ava kirine jî wisa ava kirine. Di serî de tecrîd hebû. Niha perdeyeke reş kişandine di navbera me û Îmraliyê û em nizanin bê ka çi dibe. Ji ber di navbera komplo û tecrîdê de têkilî heye, berdewamiya komployê yê. Mînak nexwestin Ocalan ji Ewropayê bînin Tirkiyeyê. Hêzên navneteweyî ji bo teslîmkirinê Kenyayê hilbijartin. 4’ê sibatê dest bi valakirina Girtîgeha Îmraliyê kirin û dewrî Serfermadariya Giştî kirin. Dîsa 4’ê sibatê di navbera CIA û MÎT’ê hevdîtin çêbûn. Ecevît got ku DYA dê Ocalan teslîmî wan bike. Hêj ku birêz Ocalan li Kenyayê bû, Girtîgeha Îmraliyê ji nû ve hate avakirin. Birêz Ocalan ji bo wê derê digot “Guantanamoya proto”. Vê şibandinê ji ber vê dikir, Guantanamo di bin serweriya DYA’yê de bû lê li wê derê hiqûqî DYA’yê derbas nedibû. Îmralî jî di nava sînorên 
 
Tirkiyeyê de ye lê ciheke ku hiqûq lê derbas nabe ye. Li vê derê keyfiyet esas e, qanûnên herî paş jî derbasdar nîn in. Tim bi halê awarte hatiye birêvebirin. Ev tecrîda girankirî, bi nêzîkatiya rojane ya dewletê ve, perçeyeke “Plansaziya Çokdanînê” ya gelê kurd a salên 2015 û 2016’an e.  
 
Xala duyem jî ev e; bi qasî ku parastinên birêz Ocalan, hevokên parastinê, pirtûkên hatine wergerandin, ev paradîgma bêhtir hate zanîn. Anku divê gelên derveyî kurdan, derdorên di bin zextan de dijîn divê vê paradîgmayê nas bikin, divê ev paradîgma bê wergerandin, belavkirin û parvekirin. Di vê hêlê de bi qasî ku geşedan çêbin, paradîgma hem wek fikir hem jî wek nivîskî belavî gelek gelan dibe. Hem şoreşa Rojava, veye şoreşa jinê ya bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li Rojhilat rû daye. Ev hemû bûn sedem ku paradîgma wek berfirehî ji hêla gelan ve hate naskirin.  * Li aliyekê çawaniya tecrîda li Îmraliyê tê meşandin diguhere, li aliuyê de jî em dibin şahid ku li dijî vê yekê dengê nerazîbûnê jî bilind dibin…  
 
 
 Bi qasî ku paradîgmaya birêz Ocalan di nava gelan de belav bibe, dê têkoşîna li dijî tecrîdê jî bêhtir navneteweyî be.  
 
Bi qasî ku ev paradîgma belav bû, avakarê vê paradîgmayê jî ewqas ket rojevê. Di salên dawî de li dijî tecrîda ser birêz Ocalan tê meşandin, bertek pir zêde bûn. Gelên vê erdnîgariyê, rewşenbîr, rêxistinên sivîl ên civakî, gelên herêmî, jin, kesên di bin zordestiyê de ragirtin û nasnameyên cuda wek hest û ramanî, bêhtir girêdanekê bi birêz Ocalan re ava dikin. Li dijî tecrîdê sekneke xurttir datînin holê. Bi qasî ku paradîgmaya birêz Ocalan di nava gelan de belav bibe, dê têkoşîna li dijî tecrîdê jî bêhtir navneteweyî be.    
 
Li gorî we, bertekên li dijî tecrîda li Îmraliyê tên nişandan, gihiştin radeyekê? 
 
Dînamîkeke baş derket holê. Heke ev were domandin -jixwe divê em di vir de qala girîngiya rola gelê kurd bikin- dê tev li bûna kampanyaya azadiyê bibin. Em dikarin qala hebûna piştevaniya enternasyonal a ku her diçe zêde dibe bikin. Birêz Ocalan ji çaxê hatiye girtin zêdetir ji hêla navneteweyî tê naskirin û balê dikişîne. Heke ku azadiya Ocalan ketibe rojeva gelen, ev encama vê têkoşînê ye. Heke ev hewldan bi qasî çar mehên dawî were meşandin – ku her diçe berfireh dibe- ez bawer dikim ku dê tecrîd were şikandin. Divê Abdullah Ocalan hem wek siyasî hem wek hiqûqî azad be. Ji ber ku Ocalan ê azad tê wateya jiyana azad, divê ev hewldan berdewam bike.  
 
Ocalan herî dawî di 25’ê adara 2021’an de, bi birayê xwe re hevditina telefonê kiribû û jê re gotibû, ‘Ma hem hûn û hem jî dewlet ne di ferqa xeletiya dikin de ne?’ Piştî vê hevdîtinê careke din jê agahî nehat girtin. Abdullah Ocalan di wê hevdîtinê de bal kişandibû ser çi?  
 
 
Heke em karibin tecrîdê bişkînin, heke karibin aliyên din ên li dor maseyê li dora maseyê bidin rûniştandin, dê karibe hem hilweşîna gelê kurd hem jî hilweşîna gelê tirk bide sekinandin.  
 
Ji ber ku bi malbatê re hevdîtineke pir kin kir, dibe ku balê kişandibe ser vê rastiyê. Ji ber wê divê bi baldarî were axafatin. Bi qasî ku min di pêvajoyên wekhev de dîtibû, birêz Ocalan bi perpektîfekê balê kişand ser talûkeyên demên pêşiya me. Gelan û talûkeyên li pêşiya me, danî li pêşiya me. Wekî ku min berî niha jî got, helwesteke wî ya ku talukeyê dibîne, û bang dike ku li dijî vê helwest were danîn. Ez vê bangê weke ku bêyî encamên bitund û hilweşîner werin jiyîn, hişyarî fêm dikim. Dibe ku ji me xwestibe em li dijî siyaseta şer û hilweşînê bibin xwedî roleke astengker.  
 
 Birêz Ocalan berê digot ‘Ez li aliyeke maseyê me û li bendê me.’ Dianî ziman ku ew aliyekê çereseriyê ye û ji bo çareseriyê amade ye. Lê belê aliyê din ê maseyê vala ye. Dibe ku ev rewş girêdayî banga hatine ser maseyê yên aliyê din û avakirina şert û mercên e. Ez bawer dikim ku ev bang hêj jî derbasdar e.  
 
Tevî ku hemû êşên li gelê kurd dane kişandin, Plana Çokdanînê bi ser neket, rastiya kurdê azad her ku çû bêhtir ket rojeva mirovahiyê. Gelê kurd ji sala 2015’an ber bi îro ve bêhtir tê nasîn û hate radeyeke ku bêhtir girîng tê dest girtin. Li vê derê bandora dengekê, hişekê heye. Ev deng Ocalan e. Divê ev deng wek rojane were bihîstin. Ev deng, xwediyê vî dengî li aliyekê disekine, li bendê ye. Ji ber wê heke em karibin tecrîdê bişkînin, em karibin aliyê din ê maseyê bidin rûniştandin, ev yek dikare hem hilweşîna aliyê kurd hem jî ya tirk bide sekinandin. 
 
Bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd, 15 rojan “Meşa Mezin a Azadiyê” hat lidarxistin. Hûn hewldanên bi vî rengî çawa dinirxînin? 
 
Divê ewilî ez vê yêkê bînim ziman; Bimin hem wek hiqûqî hem jî wek siyasî birêz Ocalan azad be. Ez ê wek hiqûqî zêde kûr nekim lê belê dema em li biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dinêrin em ê bibînin ku birêz Ocalan bi awayeke derîadîlane hatiye darizandin û hatiye girtin. Di nava şert û mercên wek îşkence tê hesibandin de wek cezayeke îşkenceyê, hate cezakirin. Em demildest dixwazin têkili bi Ocalan re were danîn, daxwaza me ya rojane ev e. Lê belê pergala Îmraliyê ne pergaleke ku em karibin wek rojane xwe bigihîninê. Ne pergeleke ku rast bike ye. Giraveke ku di encama komploya wek çalakiyeke korsanvarî hatiye amadekirin e. Ji ber wê divê were betalkirin û birêz Ocalan azad bibe. Meşa azadiyê jî bi moraldayînê dom dike. Bi rojeva rast a gelê kurd dimeşin û ji ber ku kirine rojeveke sereke ya gelê kurd, pir girîng e. Kurd dê bi vê rojevê meşa xwe bidomînin. Ji ber ku ev mijar ji bo kurdan mijara hebûn û nebûnê ye.  
 
Hat destnîşankirin ku Komîteya Pêşîlêgirtinê Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ku rayeya wê ya venêrîna Îmraliyê heye, di çarçoveya nameyên ji gel û ji girtiyan hatine, careke din Îmraliyê xist nav rojeva xwe. Bendewariya we ya CPT’yê çi ye? 
 
Karên ku CPT bikin, diyar in. Divê rapora xwe biweşîne. Divê di mijarên di roporê de tên gotin de, divê di mijarên ku divê Tirkiye berpirsyariyên xwe naîne cih de, danekirinên xwe bi kar bîne. CPT xwedî kapasîteyeke ku dikare welatên Konseye Ewropayê jî têxe dewrê de ye. Dibe ku serdaneke din jî were rojevê. Derfeteke wisa heye. Çi dema dixwaze dikare biçe. Dema ku em daxuyaniya piştî hevdîtina dawî ya hevalên xwe dinêrin; dema ku gelê kurd li dijî tecrîdê dengê xwe bilind dike, makanîzmayên wekî CPT’yê jî xwe neçar hîs dikin ku bi rola xwe radibin. Em dikarin encameke wiha derbixin. Gelek zêde hesabên siyasî hene. Nêzîkatiya welatên Konseya Ewropayê ava dikin, gelek paşverû ye. Tevî ku em tecrîdê ji rojevê nexin, divê em li ser van saziyan jî bisekinin. 
 
 MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

20/02/2024
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet
09:03 Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne
09:02 ‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN
19/02/2024
20:19 Li Wanê ji bo Zimanê Dayikê meşeke girseyî
17:21 Hakan Fîdan bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî re li Enqereyê hevdîtin kir
17:02 Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin
17:01 Ji Wanê ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan name hatin şandin
16:46 DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da
16:45 Enstîtuya Kurd a Amedê seminere ‘zimanê dayikê’ li dar xist
16:22 Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: Berxwedan dê teqez serbikeve
15:54 Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
15:52 Li ber Qesra Spî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
15:38 Berdana girtiyê nexweşê giran ê 30 sal in girtiye hate taloqkirin
13:54 Li Amedê ji kesê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin
13:14 Li Efxanistanê hezaz çêbû: Herî kêm 25 kes mirin
11:33 Li Gemlîkê erdhej çêbû
11:14 Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
11:05 Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin
13:36 Strana hilbijartinê ya nû DEM Partiyê: Serfiraz bo DEM Partî
13:06 Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin
12:12 Midûrê kana madenê hate binçavkirin
11:37 Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?
11:12 Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan
10:40 Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in
10:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
10:07 Ekolojîstên ku nehiştin biçin qada hezazê: Divê em xwe birêxistin bikin
10:06 Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye
09:35 Şaredariya AKP'î îhaleyên bi milyonan lîre dane şîrketên malbatî
09:28 Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan
09:25 Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn
09:18 Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin
09:09 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê