Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn

  • rojane
  • 15:10 17 Sibat 2024
  • |
img
STENBOL - Dayikên Şemiyê aqûbeta Ridvan Karakoç pirsîn ku 29 sal berê di bin çavan de hatibû windakirin û gotin ku dê bi tu awayî dest ji lêgerîna edaletê bernedin. 
 
Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin, di hefteya 986’an de jî li Qada Galatasarayê hatin gel hev. Li gel Dayikên Şemiyê, her wiha xizmên windakiriyan jî di çalakiyê de cih girtin û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ridvan Karakoç hate pirsîn ku di sala 1995’an de li Stenbolê di bin çavan de hatibû windakirin. 
 
Metna daxuyaniyê ji hêla Mirova Şemiyê Îkbal Eren ve hate xwendin. Eren, diyar kir ku lêgerîna wan a heqîqet û edaletê di hefteya 986’an de berdewam dike û wiha got: “Em li vê derê ne ji ber ku dewlet ji bo sûcê windakirina di bin çavan de berpirsyartiya xwe ya ‘pêşîlêgirtin û cezakirinê’ bi cih bîne lê bi cih nayîne. Kesên di bin çavan de hatin windakirin, ji ber fermanên rayedarên dewletê û paşguhkirina wan hatin kirin. Lewma jî lêpirsîneke bibandor nayê kirin.” 
 
GEF LI MALBATA WÎ HATIN XWARIN
 
Eren, got ku ew dixwazin aqûbeta windakiriyan bê zanîn û li ber darazê hesab ji faîl û berpirsyarên wan were pirsîn. Piştre jî Eren agahiyên têkildarî Ridvan Karakoç ê 29 sal berê di 34 saliya xwe de li Stenbolê di bin çavan de hatiye windakirin parve kir. Eren, ev agahî da: “Ridvan Karakoç ê 34 salî li Stenbolê dijiya. Bi partiyên siyasî yên kurd û li saziyên çand û hunerê xebat dimeşand. Li ser îfadeya kesekî, di 1994’an derheqê wî de biryara girtinê hate dayîn. Polîsên ku li Karakoç digeriyan, mala wî dişopandin. Car bi car bi ser malê de digirtin û digotin; ‘Ridvan ji me re bînin, nexwe em li ku bibînin dê bikujin.’ Bi vê yekê gef li malbatê dixwarin.” 
 
‘WEKE KESEKÎ NASNAMEYA WÎ NEDIYAR HAT VEŞARTIN’
 
Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ridvan ê nehate malê, heta 15’ê sibata 1995’an jî bi awayekî rêk û pêk bi malbat û parêzerên xwe re di nava peywendiyan de bû. Ji vê dîrokê ve êdî agahî jê nehatin girtin. Dorpêça li ser malê jî rabû. Polîsan êdî bi ser malê de negirtin. Malbata Karakoç, serî li her derê dan lê encamek bi dest nexistin. Ji bo Ridvan ê hatibû binçavkirin lê binçavkirina wî dihat înkarkirin, dewletê bersiva ‘li gel me nîne’ da. Piştî israra ku 110 rojan dom kir, cenazeyê Ridvan Karakoç ê şopên îşkenceyê li ser bûn, li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hate dîtin. Dema malbat lê digeriya, cenazeyê wî bi agahdariya dozger û hemû saziyan bi rojan li ATK’ê hatiye sekinandin û piştre jî tevî ku li emniyetê şopa tiliya wî hebû jî weke ‘kesekî nasnameya wî nediyar’ hate veşartin.”
 
‘EM Ê DEV JI XWESTINA EDALETÊ BERNEDIN’
 
Eren, anî ziman ku têkildarî bûyerê lêpirsîneke baş nehat kirin û wiha bi dawî kir: “Di sala 2016’an de dayika wî Asiya Karakoç wefa kir. Ji bo tiştên bi serê wan hatine anîn wiha digot; ‘Dewletê em ji hemwelatîbûnê derxistiye û hemû derî li ser me girtine.’ Di hefteya 986’an de em careke din bang li meqamên darazê dikin; peywira we ya ku hûn rastiya ku Ridvan Karakoç a di bin çavan de hatiye windakirin derxînin holê. Divê kes û saziyên tiliya wan di vî sûcî de hene bên eşkerekirin û cezakirin. Çend sal derbas dibin bila bibin, em ê ji bo hemû windakiriyên xwe dev ji daxwaz û lêgerîna edaletê bernedin.”
 
Piştî çalakiyê, çalakvanan qurnefîl danîn meydanê. 
 

Sernavên din

21/07/2024
09:15 Girtiyê ku ji sedî 50'î astengdar e di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:11 Partiyên sosyalîst: Li dijî êrişan divê em mil bidin milê têkoşîna gelê kurd
09:08 Rojnamevan Işik: PDK ji bo desthilatdariya xwe hevkariyê dike
09:06 Dosyeya ku ‘Pêvajoya Çareseriyê’ qedandî 5 sal in li Dadgeha Bilind tê sekinandin
09:03 Krîza aborî bandora xwe li ser cil û bergên kurdî jî dike
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2024'AN
20/07/2024
22:26 Ji 14’ê tîrmehê ve agahî ji wênegir Mûrat Yazar nayê girtin
22:09 Nobedên dijî qeyûm berdewam dikin: Dest ji zîhniyeta qeyûm berdin
21:53 Li Geverê maça fînalê ya tûrnûvûya Gulistan Dokû hat lîstin
19:19 Li gelek bajaran bang li PDK’ê hat kirin: Dev ji xiyanetê berde
18:12 Komxebata Plansaziya Stratejîk a Jinan bi dawî bû: Jin dikarin çareseriyê li pêş bixin
16:40 Cezayê hucreyê dan girtiyê nexweşê giran
15:55 Kuday û Menteş serbest berdin
15:33 Li Efrînê 9 kes hatin revandin
15:03 Rêwiyên xeyalan hatin bibîranîn: Qûrnefîl û pêlîstok danîn ser gorên wan
14:05 Di êrişa kafeyê de kesekî din jî hate binçavkirin
13:52 Rayedarê midûriyeta polîsan got ‘di bin çavan de ye’ lê 32 sal in agahî jê nayên girtin
13:28 Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê hate binçavkirin
13:19 Li Wanê komxebata Jinan: Demokrasiya herêmî bi jinan dest pê dike
12:51 Malbatê windakiriyan li 4 bajaran daxwaza edaletê kir
12:12 Hate îdiakirin ku girtiyê edlî xwe şewitandiye
11:59 Cenazeyê girtiyê 30 salan Yaşa li Amedê hate veşartin
11:46 Qurbaniyên Pirsûsê hatin bibîranîn: Xeyalên wan dê nîvco nemînin
11:35 Rêxistinên Ekolojiyê dê li dijî qirkirina xwezayê 28'ê tirmehê li Şirnexê bin
11:16 Li Herêma Kurdistanê yarbayek hate kuştin
11:04 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanya: Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in
10:50 Melayê şêladizêyî bertek nîşanî PDK'ê da: Em azadiya herêma xwe dixwazin
10:34 Endamê CPT yê berê Restellini: Pêwîste CPT dîsa serdana Îmraliyê bike
10:26 Li Şirnexê krîza tenduristiyê kûr dibe: Emeliyatxane girtî ne
09:40 ‘Armanc ew bû ku şoreşa li Kobanê bînin ser vê axê’
09:21 Li şûna darên ku tên birîn kaleqol û qereqol tên avakirin
09:16 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Em taştê bin, ew ê firavîn bin
09:13 Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji bo Azadiyê: Em hemû hunermenda vedixwînin ku li ber şer rabin
09:10 Parêzera rojnamevan Topaloglû: Bi rêya medyayê operasyon hat kirin
09:08 'Helwesta PDK’ê helwestek xiyanetkar û hevkariyê ye’
09:06 Rewşenbîr ji şer re dibêjin na: Pirsgirêka kurd bi şer nayê çareserkirin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:34 Li Bêgiriyê Şahiya Gel: Em rê nadin qeyûman
19/07/2024
22:55 Êriş û hevkarî hatin protestokirin: Bimire xiyanet, bijî berxwedan
22:33 Komeleya Birca Belek şahiya mezûniyetê li dar xist
21:43 Ji bo 33 qurbaniyan xeleka ji mirovan hat çêkirin
20:30 Jinek li Semsûrê hat kuştin
19:24 Bakirhan: Em li dijî zilma desthilatdariyê û DEDAŞ'ê xwedî li keda xwe derkevin
17:56 Aykurt ê li Dêra Ortodoksê wezîfedar bû wefat kir
17:41 Bakirhan serdana herêma şewatê kir: Ev komkujiya DEDAŞ’ê ye
17:27 2 sal û 6 meh cezayê hepsê li Demîrtaş hat birîn
17:18 Doza Malbata Şenyaşar: Daxwaza guhdarîkirina li şahidan hat redkirin
17:08 Ûçar: Em destûrê nedin vî şerî
16:47 DEM Partiyê giliyê TUÎK’ê kir
16:24 Çalakî di hefteya 13’emîn de ne: Tecrîdê bi dawî bikin
15:42 Cîgirê midûrê polîsan li mala xwe mirî hate dîtin
15:34 Kesê êrişî jinan kiribû vê carê heqaret li wan kir
15:11 PDK’ê li Kerkûkê bi eniya dijî kurdan re lihev kir
15:11 Midûrê polîsan gef li rojnamevan Kaya xwar
14:58 Şaredariya Êlihê starta bernameya çandê da destpêkirin
14:56 Lêgerîna tazî û hejmartina ser pêyan li dayikên girtî hate ferzkirin
14:53 Cenazeyê Erbek piştî 4 salan radestî malbata wî kirin
14:48 Fezlekeyên 10 wekîlan pêşkeşî Meclisê hatin kirin
14:39 DEM Partiyê têkildarî mûçeyê teqawîdan û mûçeyê kêmtirîn pêşniyazname da
14:37 Demîrtaş: Heke ez siyasetmedarekî faşîst bûma daraz dê min biparasta
13:58 Kesê weke ‘kobay’ hatibû bikaranîn giliyê berpirsyaran kir
13:46 Hate xwestin ku parêzer Çîftçî were berdan
13:38 Tûncel: Herêma Kurdistanê bi xwe ve girêdidin lê PDK dengê xwe nake
12:30 Talankirina xwezayê ya li Komateyê didome
11:45 Li dijî girtina 3 jê dayik 9 kesan îtîraz hat kirin: Di dosyayê de delîl tune ne
11:43 DEM Partî: Parastina Şoreşa Rojava berpirsyartiya me hemûyan e
11:20 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:12 Gefa kuştinê li ciwanê îşkence lê hatiye kirin û parêzerên wî tê xwarin
11:09 KNK: Divê her kes li dijî dagirkeriyê Şoreşa Rojava biparêze
10:30 Dewleta tirk a sewqiyata leşkerî didomîne herêma Biradostê bombebaran kir
10:19 Êrişî paytextê Îsraîlê Tel Avîvê hate kirin: Kesek mir 4 kes birîndar bûn
10:02 Şêx Berzencî: Em êrişên dagirkeriyê qebûl nakin
09:59 Girtiyê hate emeliyatkirin dîsa birin girtîgehê: Piştî 2 mehan jiyana xwe ji dest da
09:52 Rojnameger Topaloglû: Ji dosyayeke mukerrer komplo çêkirin
09:49 Ji bo 6 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:47 ‘Aqûbeta Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê girêdayî têkoşînê ye’
09:39 'Mihrîcana Berxbirê niha weke amûrê pişaftina çandî tê lidarxistin'
09:38 Rewşa Şengul ê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:37 Di lêpirsîna qeçaxa ceyranê de 14 kes hatin girtin
09:28 'Gelê kurd wê hesabê êrişan ji PDK’ê bipirse’
09:27 Gundê ku bi destê jinan hatiye avakirin: Jinwar
09:13 'Roja ku kurê mın hat qetilkirin edalet jî hat binaxkirin’
09:11 DEDAŞ’ê li gundê Hethetkê bi milyonan lîre fatûre li gundiyan birî
09:04 Malbatên qurbaniyên Pirsûsê: Em kesek jî bimînin wê têkoşîna me ya edaletê bidome
09:02 Bersûc hatin parastin, mexdûr hatin darizandin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2024'AN
18/07/2024
23:18 Hevşaredarên Artûklûyê: Em astengiyan nas nakin û em ê xizmeta gel bikin
22:50 Li Stenbol û Colemêrgê nobedên dijqeyûm: Gelê kurd wê serê xwe netewîne
22:18 Şaredariya Farqînê we bi sê zimanan pêşwazî dike
21:32 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li Rihayê panel li dar xist
21:19 Girtiyê piştî 31 salan hat berdan: Ez ê têbikoşim
21:07 Platforma Şahmaran: Divê tacîzkar û îşkencekar bên girtin
19:03 Platforma Jinan a Amedê: Em di têkoşînê de ne, em dest jê bernadin
17:35 Bernameya 22'yemîn Festîvala Mûnzûrê diyar bû
16:15 Ji gelek bajaran bertek nîşanî êrişan dan: Ji dagirkerî û xiyanetê re na
16:14 DEM Partiyê ji bo Komkujiya Pirsûsê pêşnûme da Meclisê
15:54 Li dijî dagirkeriyê banga têkoşîna hevpar
15:53 Ji OHD’ê rapora girtîgehan a Çûkûrovayê: Divê tecrîd bê bidawîkirin
14:49 Bertek nîşanî girtina parêzer Çîftçî hate dayîn: Divê bê berdan
14:03 BES’ê li gelek bajaran ji bo daxwazên xwe çalakî li dar xist