Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin

  • rojane
  • 10:13 20 Sibat 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayînkirin. Berdevkê Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî Emîn Ay, diyar kir ku rêveberiya dibistanan ji malbatên ku dixwazin dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin re dibêjin ku 'mamoste tune ne' û bi vî rêbazî bijartina malbatan a kurdî asteng dikin.
 
Bi salane ku li Kurdistanê Komara Tirkiyeyê ya ku hebûna xwe li ser înkara kurd didomîn zimanê kurdî jî tim û tim tune dihesibîne û qedexe dike. Hejmara xwendekarên ku îsal zimanê kurdî tercîh kirine hê nehatiye eşkerekirin, di sala perwerdehiyê ya 2022-2023'an de 24 hezar û 368 xwendekaran beşa zimanê kurdî tercîh kiribûn. Di sala 2023'yan meha adarê de Wezareta Perwerdehiyê 7 hezar û 878 ji bo hîndekariya dersê, 3 hezar û 604 ji bo rehberiyê, 3 hezar û 269 ji bo pêşdibistanê, 2 hezar û 656 ji bo matematîka seretayî, 2 hezar û 604 ji bo çand û exlaqê olî, 2 hezar û 433 ji bo Îngîlîzî, 2 hezar û 341 ji bo tirkî, ji matematîkê 2 hezar 317, ji bo Zanista Fen 317, ji bo Ziman û Wêjeya Tirkî hezar û 839, ji bo dîrokê  hezar û 408, ji bo dersa zanistiya civakî hezar û 204 kota hatin veqetandin. Di vê dema tayînkirinê de bi giştî 50 kota ji kurdî re hatin veqetandin. Di bin sernavê "Ziman û Zaravayên Zindî" de ji bo Kurmancî 35 û ji zaravayê zazakî re jî 15 mamoste hatin tayînkirin. Niha li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi giştî 129 mamosteyên kurdî yê ku di dibistanan de ders didin hene. Berdevkê Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî Emin Ay der barê netayinkirina mamosteyên kurdî û êrişên li ser ziman axivî. 
 
'DI PARLAMENTOYÊ DE ZIMANÊ NAYÊ ZANÎNE'
 
Emin Ay, anî ziman ku ji ber qedexeyên li ser zimanê kurdî, bijartina zimanê dayikê jî zehmetir dibe û wiha axivî: "Dewlet dibêje zimanê we heye lê tune ye. Li zanîngehan û dibistanan dersên kurdî kurmancî-zazakî hene lê di fermîyetê de tune ne tu nikare di ewraqeke fermî de vî zimanî bikar bînî. Bi rayedarên dewletê re tu nikare bi kurdî biaxive yên diaxivin jî bi însîyatîfa xwe ya şexsî diaxivin. Minak çend roj berê dayîkek li balafirgeha Stenbolê ji ber ku bi tirkî nizanîbû bi saetan nikarîbû derketana ev tişt hemî ji ber ku polîtîkayeke dewletê ya erênî li miqabilî kurdî tune ye derdikevin holê. Minak di parlementoyê de kurdî zimanê nayê zanîn e. Heta niha gelek şano konser û hwd. ê kurdî hatin qedexekirin. Ya rast qedexeyên li ser ziman, çand û hunera kurdî ne tiştekî nû ye û ez bawer im ew berdewan be jî. Sedemên van qedexeyan polîtîyên asîmîlasyonê ne. Li dijî qedexeyan xwedî derketin çêdibin afirînerî derdikeve holê kes nikare li mala xwe rûne li dijî van kirinan bertek derdikevin sahne û organîzasyonên alternatif çêdibin ev yek jî çand, huner û ziman bi hêz dike."
 
'MALBATÊN KU FORM DIXWAZIN DIBÊJIN MAMOSTE TUNE NE'
 
Ay, da zanîn ku ji ber zext, gef û astengiyên dewletê yên li ser zimanê kurdî gelek mamosteyên kurdî qada xwe guherandin û got ku rêveberiyên dibistanan formên zimanê kurdî nadin malbatan û got: "Li gorî amarên ku me xwe gihandinê yên heta 2023'yan 120 mamoste hatibûn tayîn kirin lê ji van mamosteyan yên ku salên pêşî bi sertîfîkaya mastera bêtez hatibûn wezîfedar kirin gelekên wan beşên xwe guhertin û 79 mamosteyên kurdî yên aktîf mabûn. Lê sala 2023'yan 50 kontenjan bo kurdî hate veqetandin tevli vê hejmarê bi tevahî dibe 129 mamoste. Sedemên vê yekê zêde ne. Yek xemsarîya malbatan ya ji bo ziman e. Gelek malbat naçin dibistanên zarokên xwe û formên dersan ji rêveberîyê naxwazin. Du, siyaset û partîyên kurdan meseleya ziman ji xwe re nakin derd tenê salê du caran 21'ê Sibatê û 15'ê Gulanê daxuyanîyan didin û dosyaya ziman radikin refên bi toz heta saleke din. Ev rewş bandorê li malbatan jî dike dema siyaset xwedî lê dernekeve malbat jî xwedî lê dernakevin. Sê, her sal bi dehan malbat xwe digihînin me û dibêjin reveberên dibistanan formên dersen bijartî nadin yan jî dema ku didin jî hin ders hilbijartine û dane. Malbatên ku diçin forman dixwazin jî ji wan re dibêjin mamoste tune ne ders venabe û hwd. Yanî ders hene lê ji bo neyên hilbijartin çi dek û dolab hebin diceribînin û pêk tînin mixabin. Çar, sendîqa û mamosteyên kurd jî di meseleya dersan de xemsar in dengê xwe ji neheqîya ku reveberîyên dibistanan dikin re dernaxînin. Ev her çar xalên ku me li jor behs kirin dibin asteng li dijî hilbijartina dersan." 
 
'DIVÊ KU BI YEK DENGÎ XWEDÎ LI DERSÊN KURDÎ DERBIKEVIN'
 
Ay, bi lêv kir ku heke ku bijartina dersên kurdî bi zêde bibe kes nikare pêşiyê li zêdebûna hejmara mamosteyên kurdî bike û got: "Ji bo xwedî derketina ziman divê gel, partî, dezgehên çand û hunerê, medya, sendîqa û hwd. bi yek dengî û bi yek kampanyayê xwedî li van dersan derkevin dema hejmara xwendekarên ku ev ders hilbijartin derkete sedhezaran wê demê em dikarin bi dengekî berz doza perwerdehîya zimanê zikmakî jî bikin û ev yek ew ê prestîja ziman di nav gel û bajarê de jî zêde bike yanî ji bo pêşketina ziman divê zarok perwerdehîyê bi vî zimanî bibînin da ku bazar jî geş bibe. Erê hefteyê du saetan pir û pir kêm e lê qe nebe zarok hînî xwendin û nivîsînê dibin û ji zimanê xwe hez dikin."
 
'TIŞTA KU ME DIKE KURD ZIMANÊ ME YE'
 
Ay, anî ziman ku xwedî derketina ziman dê hemû êrişan pûç û vala derbixîne û got: "Bi xwedî derketinê hemî êrîş têk diçin. Lê xwedî derketineke samîmî ne ku em li ser hesaben xwe yên medyaya civakî bi storyekê yan jî bi twîtekê bertekê bidin û disa zimanên din biaxivin divê kurdî di navenda jiyana me de be, di kar de di siyasetê de di medyayê de di dan û stendinê de yanî di her qadê de dema kurdî hebe heta sibê ku êrîşî ziman bikin vala ye. Divê pêşî em li zimanê xwe xwedî derkevin, îro di vê cîhana global de tişta ku me dike kurd zimanê me ye. Zimanê me tune be netewa me tune ye, çand, huner û wêjeya me jî tune dibe.Heke ku ziman hebe ev hemû jî hene."
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

24/07/2024
09:01 Rojnameger Koyluoglû: Armanca Tirkiyeyê ji holê rakirina deskeftiyên kurdan e
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:56 Navenda Belgekirinê: 300 çete şandin Kurdistanê
23/07/2024
23:12 Qanûna ‘kuştina’ heywanan ji komîsyonê derbas bû
22:20 Nobeta qeyûm di roja 42’yemîn de ye: Kurdistanê bibînin
20:32 TJA’yê li Silopiyayê aktîvîteya xwendinê li dar xist
20:24 ‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’
19:57 Li Amedê jin li ser polîtîkayên şerê taybet axivîn
19:05 Li dijî qeyûm ‘Jinên ji bo Demokrasiyê’ hate avakirin
17:45 Trabzonsporê parvekirina xwe ya ‘Zimanê Kurdî’ rakir
17:15 Li Cizîrê qeza çêbû: Kesek mir
16:55 Hevdîtina ‘Xizmetên herêmî û aqilê hevpar’: Amed dikare bibe bajarekî mînak
16:55 DEM Partiyê li dijî qirkirina daristanan serlêdan kir
16:25 Girtiyê nexweş Tîryakî: Bû 3 meh nahêlin ez biçim revîrê
16:23 Şaredarî ‘provakatorên çopê’ gilî kir
15:56 Ozel: Tenê fikrekî MHP’ê heye ew jî parastina AKP’ê ye
15:48 Girtiyê tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin hate berdan
15:47 Ji zaroka 13 salî ya li Mêrsînê winda bûyî agahî nayên girtin
15:37 Komên filistînî ji bo hikûmeta ‘yekitiya neteweyî’ li hev kirin
15:36 Nîjadperestên Tirk êrişî zarokekî sûriyeyî kirin
15:07 Di qenala avdanê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:27 Dayik û keça bi ceyranê ketine jiyana xwe ji dest dan
14:11 Welatiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ’ê dan
14:11 Di hezaza li Etîyopyayê çêbûyê de herî kêm 146 kes mirin
13:37 DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Ozperçîn da
13:29 Cenazeyê Îpek Bakirhan dê sibe li Qersê bê definkirin
13:08 Îdianmeya siyasetmedarên HDP’î piştî salekî hate qebulkirin
13:07 Ji Mazlum Ebdî têkildarî Tirkiye û Sûriyeyê peyamên girîng
12:53 Li AKP’iyên pusulayên dengan şewitandin doz hate vekirin
11:57 Dayika bakirhan rehmet kir
11:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:43 Encamnameya DEM Partiyê: Peywira sereke xeta têkoşîna hevpar e
11:42 Li Bursayê di du fabrîkayên rex hev de şewat derket
10:40 Vaye memûrên ‘taybet’ ên AKP’î yên qeyûman
10:17 Jinên kurd û femînîst li dijî şer xeta têkoşîna hevpar ava dikin
10:02 Senatorê fransî jî bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
09:22 35 partî û rêxistinan ji ber êrişên Başûrê Kurdistanê bang kirin
09:18 Binpêkirinên li girtîgeha jê hate berdan vegotin
09:15 Dr. Berwarî: Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê di navbera kurdan de şerekê bide destpêkirin
09:08 Xeta xiyanetê ya bi Kurdistanê dide windakirin: PDK
09:06 Komîsyona Ekolojiyê ya KNK'ê: Êrişên li dijî herêmê ekosîstemê jî tune dikin
09:03 Sedsala 101’emîn a Lozanê: Divê kurd bibin yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
22/07/2024
23:19 Ciwanên li peravê govend gerandin hatin binçavkirin
22:39 Li Cizîrê Turnûvaya Fûtbolê ya Kevneşopî dest pê kir
21:47 Êrişên dewleta tirk hatin şermezarkirin
21:09 Nobeta Qeyûm: Desthilatê rewabûna xwe winda kiriye
20:10 Cenazeyê Yuksel ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
18:31 Li Çanakkaleyê erdhej çêbû
16:57 Pêşniyazqanûna paşnavê jinan ji pakêtê hate derxistin
16:47 Berxwedana ‘Deng bide azadiyê’ ya xizmên girtiyan bi berxwedanê didome
16:39 Hevdîtinên qanûna ‘kuştinê’ bi protestoyan dest pê kir
16:24 DEDAŞ’ê trafoyên cotkaran jê kir
15:41 Li Şirnexê kesekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:24 Li girtîgehê mirina biguman: Heste ferq nekirine!
15:15 Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezaran derbas bû
14:45 Ji bo Abdullah Ocalan biryara 3 meh qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat dayîn
14:02 Kemal Turker li ser gora xwe hate bîranîn
13:52 Zarokê ji bo hênkatiyê ketî rûbarî jiyana xwe ji dest da
13:35 Koçyîgît: Tirkiye di dîroka xwe de xizaniya herî mezin dijî
11:53 Ji Îsraîlê fermana valakirina Xan Yûnisê
11:31 Tîryakî: Midûrê Emniyetê yê Îdirê weke nûnerê AKP’ê tevdigere
11:08 Girtiyê tê îdiakirin xwe şewitandiye jiyana xwe ji dest da
11:04 Balafirên şer Metîna bombebaran kirin
10:59 Ji CPT’yê bersivên Îmraliyê: Du pirs nebersivand, berpiryartî li xwe negirt
10:56 Bertekên êrişan û hevkariya PDK’ê: Em dikarin bi hev re li hember bisekinin
10:19 Cenazeyên çiyagerên li Çiyayê Agiriyê winda bûbûn hatin dîtin
10:14 Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin
10:08 Têkildarî Kurdistana Sor telgrafeke nû: Fikarên rejîma kemalîst hene!
09:37 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
09:03 Faîlê Hîlal Kar bû mehek hêj nehatiye girtin
09:02 Girtiyê nexweş bi fermana ‘taybet’ a wezaretê 6 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 Pekoz: Tirkiye dê neçar bimîne hem ji Iraqê hem jî ji Sûriyeyê derkeve
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2024'AN
21/07/2024
23:37 Êrişî 5 gundên Minbîcê hate kirin
22:57 Zarokê 4 salî yê kete Çemê Xabûrê jiyana xwe ji dest da
21:15 Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand
20:45 Bertek nîşanî PDK’ê dan: Navnîşana çareseriya pirsgirêka li Rojhilata Navîn diyar e
20:19 Nasnameya endezyarê li Gabarê jiyana xwe ji dest da hate aşkerekirin
20:02 Ji Wênegir Mûrat Yazar agahî hate wergirtin: Hate berdan
18:27 Li Bagcilarê bi rojeva tecrîdê civîna gel hate lidarxistin
18:14 Şandeya DEM Partiyê li Çiyayê Gabarê lêkolîn kir
17:31 Li Bagcilarê ‘dagirkirin û xiyanet’ hate şermezarkirin
17:12 Endezyarê li Gabarê di bin kavil de ma jiyana xwe ji dest da
17:04 4 kesên ku di wesayîta kete golê de bûn jiyana xwe ji dest dan
15:40 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ hat lidarxistin
14:55 Midûrê emniyetê çû serdana xebatkarên bankamatîkê yên provakator
14:00 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Bi PYD’ê re hevdîtinê bikin
13:32 Walîtiya Şirnexê: Ji 3 karkeran 2 jê hatin xelaskirin
13:01 Rêveberê DAIŞ’ê Hebîba hate girtin
12:39 Li Gabarê quleya sondajê wergeriya
12:38 Bayindir: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo Kurdistanê statû
11:17 Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê diyar bûn
10:39 Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in
09:49 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:43 Li Peyasê atolyeya ‘şerê taybet’ hat lidarxistin
09:24 Tevî biryara dadgehê jî kedkarên tenduristiyê bi kamerayan tên şopandin
09:23 Li Edeneyê erdhej çêbû
09:20 Li Girtîgeha Yozgatê binpêkirin di lûtkeyê de ne
09:20 DEDAŞ’ê Azadê biçûk bênefes hiştiye!