Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê: Em ê şaredariya gel ava bikin

  • rojane
  • 09:00 26 Sibat 2024
  • |
img
SEMSÛR – Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Semsûrê Turkan Erkenek û Mehmet Bahatîn Bîlgîn, diyar kirin ku ew ê li Semsûrê li dijî şaredariya rantê şaredariya gel ava bikin û gotin: “Em ê ji bo gelê xwe projeyên xwe yên herî baş pêk bînin. Werin em bi hev re Semsûra herî xweş ava bikin."
 
Bi nêzîkbûna Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adarê ku dê Rêveberiyên Herêmî bên diyarkirin rojeva hilbijartinan a bajaran jî germ dibe. Lê rojeva gelê Semsûra ku ji ber erdheja 6’ê Sibatê weranbû hê erdhejê. Tevî ku zêdeyî salek di ser erdhejê re derbas bûye jî mexdûrên erdhejê li bajarên konteyniran dijîn û hê pêdiviya wan a xaniyan nehatiye çareserkirin. Li Semsûra ku bi salan e di bin desthilatdariya AKP'ê de ye, gelek avahî bûne xirbe, hilweşandina gelek avahiyên ku xisar dîtine jî bi dawî nebûye. Li Semsûra ku birînên erdhejê nehatine pêçan, gel di konteyniran de hilbijartinên herêmî pêşwazî dike.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) namzetên hevserokên bajêr, navçe û bajarokên Semsûrê diyar kirin. Di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de DEM Partî wê li Semsûrê bi namzedên hevşeredariyê Turkan Erkenek û Mehmet Bahattîn Bîlgîn re bikeve hilbijartinan. Turkan Erkenek û Mehmet Bahattîn Bîlgîn ên tekildarî hilbijartinan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn, diyar kirin ku dê li Semsûrê li dijî şaredariya rantê wê şaredariya gel ava bikin.
 
'EM Ê SEMSÛRÊ JI NÛ VE AVA BIKIN'
 
Turkan Erkenek, bi bîr xist ku li Semsûrê erdhejeke mezin pêk hat û got ku birînên erdhejê hê jî nehatine dermankirin. Erkenek wiha dirêjî da axaftina xwe:"Gelê me hê jî di nava şert û mercên gelekî zehmet de dijî. Tevî ku salek di ser erdhejê re derbas bûye, hê jî bermahiyên erdhejê nehatine rakirin. Av hîn qirêj e, binesazî pirsgirêk e çareser nebûye. Toza kavilên ku nehatine rakirin dibe sedema nexweşiyan. Tevî ku salek derbas bûye jî birînên erdhejê nehatine dermankirin. Em ê bajarê xwe yê wêrankirî li gorî dîrok û çanda Semsûrê ji nû ve ava bikin. Em ê bi feraseta şaredariya gel ji bo birînên erdhejê bipêçin bi hemû hêza xwe bixebitin."
 
'JIN WÊ XWEDÎ GOTIN BIN'
 
Erkenek anî ziman ku ew ê bi şaredariya gel û jinan feraseteke nû ya şaredariyê bînin Semsûrê û wiha got: "Em ê derfetên kar ji jinan re vekin. Bi vî rengî jin wê bi azadiya xwe ya aborî li ser lingan bisekinin. Em ê li dijî newekheviya jin û mêr têgihiştineke ku jin di rêveberiyê de xwedî gotin in ava bikin. Em ê li gorî fikir û pêşniyarên gelê xwe projeyên xwe bi pêş bixin, li seranserê bajêr em ê gelek pirtûkxaneyan vekin, her wiha ji welatiyên xwe yên bêmal re jî stargehan vekin. Gelê me wê bi rihetî bikare bê şaredariyê û pirsgirêkên xwe vebêje."
 
'ŞAREDARIYA GEL AVA BIKIN'
 
Bîlgîn jî anî ziman ku li Semsûra ku bi salan e ji aliyê AKP'ê ve tê birêvebirin, pirsgirêkên bajêr nehatine çareserkirin û wiha got: “Li Semsûrê bajarvaniya bê plan heye. Di binesaziyê de pirsgirêkên cidî hene. Li Semsûra ku bi salan di bin desthilata AKP'ê de ye, pirsgirêkên bajêr nehatin çareserkirin. Em ê Semsûrê bi nêzîkatiya şaredariyê ya ku qîmetê dide gel, ne rantê, bi rê ve bibin. Em ê hewl bidin ku rêyên fireh û bajarvaniyeke li gorî xwezayê ava bikin.Weke DEM Partiyê em ê weke her derê li Semsûrê jî nêzîkatiya şaredariya gelparêz pêş bixin. Em ê bi nêzîkatiya şaredariya ekolojîk Semsûreke xweştir ava bikin. Her wiha em ê ji bo zindîkirina çanda xwe dest bi xebatê bikin. Ji ber ku çand ji bo gelan pir girîng e. Bi nêzîkatiya xwe ya rêveberiya hevserokatiyê em ê xebatên taybet ên jinan bi pêş bixin ku jin wê zêdetir di şaredariyê de bên temsîl kirin."
 
'GEL WÊ XWE BI XWE BI RÊ VE BIBE'
 
Bîlgîn, diyar kir ku ew ê li Semsûrê modeleke ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Partiyên sîstemê bi feraseteke li gorî berjewendiya xwe bajaran bi rêve dibin. Lê belê em ê bi gelê xwe re projeyên xwe pêş bixin. Bêyî beşdariya gel em tu projeyekê pêk naynin. Em ê modeleke ku gel xwe bi xwe bi rê ve bibe ava bikin. Em ê li Semsûrê kargehên ku tevna wê ya dîrokî nîşan didin vekin û rêjeyên kirê yên pir erzan bidin gel ku debara xwe bikin."
 
'XIZMET LI SEMSÛRÊ TUNE YE'
 
Bilgîn, bi lêv ku birînên erdhejê yên li Semsûrê hê nehatine pêçan û got ku sedema felaketa erdhejê polîtîkayên rantê ne. Bîlgîn axaftina xwe wiha domand: “Bi erdheja Semsûrê re hikûmet û şaredarî di bin xirbeyan de man. Qanûna efûya îmarê li Semsûrê bû sedema felaketê. Sedema vê jî polîtîkayên rantê ne. Em ê li dijî van polîtîkayên rantê bin. Em ê ji kesên ku bûne sedema vê felaketê hesab bipirsin. Em ê nêzîkatiyek rêveberiya bi tevahî zelal ava bikin. Em ê bi weşandina bulteneke ku her meh hatin û lêçûnên şeredariye nîşan dide nîşanî gelê xwe bidin ka em çi dikin. Dibêjin heke şaredarî ne ya partiya desthilat be, butçe nayê dayîn, lê Semsûr bi salan e di destê AKP'ê de ye, lê li Semsûrê pêşketin û xizmetguzarî nîne."
 
Herî dawî Bîlgîn ev bang li gel kir: “Bila baweriya xwe bi me bînin, em ê ji bo gelê xwe projeyên xwe yên herî baş pêk bînin. Werin em bi hev re Semsûra herî xweş ava bikin."
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

29/02/2024
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade
16:57 Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin
15:48 DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand
15:32 Li Îdirê protesto: Em ê kolanan vala nehêlin
15:19 Jinan Bûlûnmaz a hate qetilkirin bi bîr anîn
14:58 Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê serdana Rojnameya Agosê kirin
14:45 Xelkê Îdirê bertek nîşanî biryarê da: Em ê bersiva pêwîst bidin
14:06 Ji bo dosyaya 3 rojnamegerên binçavkirî biryara bisînorkirinê hat dayîn
13:42 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin
13:31 Serokê AKP’ê yê berê bertek nîşanî neheqiyê da: Biryarê rast bikin
13:24 Tunela ku beriya 11 salan dest bi çêkirina wê hate kirin hêj xelas nebûye
13:23 Guneş ê namzetiya wî hatiye redkirin: Li ser fermana walî ev biryar hat dayîn
12:55 Li Geverê dolmişên dibistanan careke de kontax girtin
12:50 Nameya nivîskarê girtî ji Ocalan re şand hate desteserkirin
12:29 Mirova Şemiyê Eren ji dadgehê re got: Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya?
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:11 Ji qadên hilbijartinê çendek nîşe: Daxwaza gel azadiya Abdullah Ocalan e
11:40 Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir
11:29 Hatîmogûllari ji bo ‘tifaqa qirêjî’ hişyarî kir
11:15 Lîstikvanên Amedsporê gel vexwend maçê
11:01 Polîsan bi ser mala parlamenter Çîçek Otlûyê de girtin
10:31 Li Semsûrê tundiya mêr: Yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin
10:29 Namzetên hevşaredariyê yên Panosê: Hemû biryar dê bi gel re bên wergirtin
10:27 Rêwîtiya Abdullah Ocalan a 55 salan: Mitabeqeta Dolmabahçeyê
10:25 Têkoşîna jinên kurd a hebûnê: Rêxistinbûyîn diguherîne
10:19 Li Stenbol û Îzmîrê li dijî SMF’ê, ESP’ê û Partîzanê operasyon
09:25 Silêman Ehmede 126 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 93’yan de didome
09:07 Dayikên Şemiyê: Bila yên em mexdûr kirin bên darizandin
09:07 Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin
09:05 Gelê Semsûrê guhertinê dixwaze
09:02 Ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana ‘DEM a me ye’ derket