Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin

ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît beriya Doza Kobanê ku dê rewşa girtinê lê were nirxandin wiha got: “Em bang li hemû gelan û jinan dikin. Werin em li dijî van bêhiqûqiyan dengê xwe bilind bikin, li rex hev bisekinin û deng û gotinên Gultan Kişanakê veguherînin her derê.”
 
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît beriya danişîna Doza Kobanê ku 18 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin û dê rewşa girtinê lê were nirxandin, li pêşiya Girtîgeha Kampûsa Sîncanê daxuyaniyê dide. Ji bilî parlamenteran gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘KIŞANAK FERDEKE TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ YE’ 
 
Koçyîgît, diyar kir ku Doza Kobanê li dijî gelê kurd, jinên kurd û kesên wekheviya vî welatî dixwazin doza reşkirinê ye û wiha got: “Yek ji hevalên me ya ku rewşa wê ya girtinê dê were nirxandin jî namzeta me ya Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak. Gultan Kişanak ferdeke têkoşîna azadiyê ya jinan e, hevrê ya gelan, baweriyan û mazlûmên li vî welatî ye. Hemû jiyana xwe di vê têkoşînê de derbas kiriye. Em ji salên 1980’yan ve dibînin ku dewlet çawa ne demokrat e û serdestiye hiqûqê nîne. Ji pêvajoya darbeyê heta roja me ya îro rastiya ku ev welat her tim li dijî Kurdan, jinan û kesên guhertinê dixwazin bi rejîma Rewşa Awarte tê birêvebirin, di şexsê Gultan Kişanak de derdikeve holê. Em qala şoreşgereke jin ku di sala 1980’î de li Zîndana Amedê li dijî Esat Oktay Yildiran li ber xwe da û îro jî li ber xwe dide dikin. Em dizanin ku kesên dema Gultan Kişanak Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê bû ew binçavkirin û girtin û tevî ku dema wê ya girtinê 7 sal di ser re derbas bûye jî di navbera 4 dîwaran de hiştine; Ji doza Gultan Kişanakê ditirsin. Em dizanin ku ji sekin, gotin û çalakiya Gultan Kişanakê ditirsin. Wê her gotina xwe ji bo gelan ji bo jinan ji bo heq û heqîqetê got: “Ji ber vê yekê Gultan Kişanakê û hevalên me yên din weke dîl digirin.”
 
‘NAMZETA PAYTEXTA TIRKIYEYÊ DI GIRTÎGEHÊ DE YE’ 
 
Koçyîgît, bi bîr xist ku Kişanak namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ye û ev tişt gotin: “Di holê de hilbijartineke demokratîk heye? Nîne. Hilbijartineke serbixwe û bêalî heye? Nîne. Ji xwe ev qet nebû, ji aliyê me ve jî qet nebû. Berdin bêalîbûn û serbixwebûna hilbijartinê em demekî dirêj e bi hevalên xwe yên di girtîgehan de ne bi rê diçin. Dema borî namzetê me yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê kampanyaya xwe meşand. Îro jî namzeta paytexta Tirkiyeyê neçar dimîne kampanyaya xwe di girtîgehê de bimeşîne. Çima? Ji bo ku kurd e, demokrat e, jin e sosyalîst e. Ji bo ku li vî welatî li hemberî AKP’ê û feraseta tarî çok nedanî di hundir de kampanyaya xwe dimeşîne.”
 
‘EM Ê DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN’ 
 
Koçyîgît, destnîşan kir ku Kişanak namzeta jinan û gelan e û wiha berdewam kir: “Kişanak namzeta aştiya ku hewl tê dayîn li Tirkiyeyê bê fetisandin e. Bi gotinên wê ji bo ji Amedê heta Enqereyê û li çar aliyê Tirkiyeyê pirên aştiyê ava bike bi rê ketiye. Gultan Kişanakê li dijî kesên neçareserkirina meseleya kurd ferz dikin, diyar kir ku çareseriya demokratîk a meseleya kurd û aştî pêkan e û namzetbûna xwe ragihand. Em ê li dijî kesên ku dixwazin vî welatî bikişînin nava tarîtiyê li dijî kesên dixwazin welat mehkûmî şer bikin, li her derê dengê Gultanê bilind bikin. Girtîgeh têra dengê Gultanê nakin; ev deng dê li qadan, li kolanan, li kursiyan, li zanîngehan li kargehan li zeviyan bibe. Em ê weke hevrêyên wê û xwişkên wê em ê dengê Gultanê ne tenê li Enqereyê em ê bibin çar aliyê Tirkiyeyê li her kolan, tax û malê. Wezîfeya me ye ku em vîna wê ya aştiyê, ruhê wê yê têkoşer, yê azadîparêz û her gotina wê ji civakê re ragihînin.”
 
‘EM LI DIJÎ BÊHIQÛQIYÊ DENGÊ XWE BILIN BIKIN’ 
 
Koçyîgîtê, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev hilbijartin ne adilane ye lê piçek hiqûq û edalet hebe divê Gultan Kişanak îro were berdan. Ji xwe dema girtinê ya 7 salan derbas bûye. Polîtîkaya dîl girtinê veguheriya îşkenceya ku azadiyê bisînor dike. Ji ber vê yekê em dixwazin Gultan Kişanak were berdan û kampanyaya xwe li der ve bi me re bimeşîne. Her roja ku Gultan Kişanak li hundir bê girtin bêhiqûqî û feraseta tarî kûrtir dibe. Em dibêjin ku divê hemû hevalên me azad bibin. Cihê Gultanê li rex jinan e, li rex gelan e û têkoşîn e. Em li rex berxwedana Gultanê ne. Gultan Kişanak rûmeta me ye, namzetbûna wê ji bo pêşiyê li ber aştiyê veke ye. Em bang li hemû gelan û jinan dikin. Werin em li dijî van bêhiqûqiyan dengê xwe derxînin û li rex hev bisekinin, em deng û gotina Gultan Kişanakê veguhêzin her derê.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadΔ bi dawî bû, Koçyîgît û kesên pê re ji bo Doza Kobanê bişopînin derbasî eywana danişînê bûn. 
 

Sernavên din

01/08/2024
09:50 Jinên DEM Partiyî wê ji bo azadî û wekheviyê li qadan bin
09:32 Li Îzmîrê destdirêjî: Qereqolê guh lê nekir, ew tawanbar kir
09:26 AYM: Tu hukmê biryara betalkirina wekîltiya Atalay tune ye
09:25 Li Kerkûkê lîstika Tirkiye û PDK'ê: Dixwazin YNK'ê tesfiye bikin
09:11 Ji ber 'Herne Pêş' ketin ber lêpirsînê
09:09 Civata êzdî xwe jinûve ava kir: Birînên civakê bi neteweya demokratîk tên dermankirin
09:07 Têkoşerên Hasandinê: Em ê vê derê nedin şîrketan
09:02 Rojnameger Dîcle: Hedefa Tirkiyeyê Kerkûk û Misûl e
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2024'AN
08:20 Ji 8 ciwanên li Geverê hatine binçavkirin agahî nayên girtin
08:03 Li Stenbolê li ser rê 'Pêşî Peya' nivîsandin
31/07/2024
23:15 Pêkanînên rejîma Îranê hatin protestokirin
23:13 Li Îzmîr û Stenbolê 8 kes hatin binçavkirin
21:57 Li Stenbolê nobeda qeyûm: Em ê têkoşînê bilind bikin
21:45 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
20:08 Li ber NY’ê qirkirina êzdiyan hat protestokirin
16:53 Ajokarên TIR’an ji ber cezayan kontak girtin
16:22 Çalakiya ‘We cotkar kuştin, cenezayê rakin’
15:55 Welatiyên Êlihê nivîsên bi kurdî yên hatin jêbirin dîsa nivîsandin
15:18 Nivîsa hişyariyê ya bi kurdî bi hinceta ‘li dijî standartan e’ hate jêbirin
15:09 Li Wanê ji bo 11 kesan daxwaza girtinê hate kirin
14:53 MKG û DFG: Divê Pexşan Ezîzî demildest were berdan
14:32 SES: Piştî bûyerên jehrîbûnê jî di xwarinan de tiştek neguherî
14:31 Ji parastvanên mafên mirovan banga Îranê: Cezayê darvekirinê rakin
13:33 Koçyîgît: Dijminatiya li kurdan heta qîrê ketiye
13:32 Şandeya DEM Partiyê: Ji bo aştî û demokrasiyê pêwîstiya Ocalan heye
13:24 Li Îranê ji bo 3 rojan şîn hate ragihandin
13:13 Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
12:40 Li ser dîwarê Walîtiyê ‘Pêşî kurdî pêşî ziman’ hate nivîsîn
12:30 Ji bo nivîs bi kurdî nebin yên bi tirkî jî jêbirin
12:03 DEM Partî êrişa Îsraîlê şermezar kir
11:56 Wesayîtên karkeran qeza kirin
11:55 Ciwanên tev li kampa havînê bûn ji girtiyan re name şandin
11:40 Bazirganiya derve ji sedî 10,8 li kêmiyê da
11:28 Zarokê li MESEM'ê dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
11:27 Li Venezuelayê bîlanço girantir dibe
11:26 Li Êlihê nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dîsa hatin nivîsandin
10:50 Li Serêkaniyê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokûyê hate lîstin
10:40 Dema got 'şirnexî me' ji mulakatê derbas nebû
10:12 Şaredariya Kerboranê jêbirina nivîsên bi kurdî şermezar kir
10:10 Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:53 Xelkê Wanê: Ji govend û stranên me jî ditirsin
09:28 Bertekên ewil ên li dijî kuştina Haniye
09:26 Rewşa zimanê kurdî ya li Serhedê: Êdî ne zimanê dayikê, yê dapîrê maye
09:25 Genco Erkal jiyana xwe ji dest da
09:11 Keskîn bang li CHP'ê kir: Ji kodên xwe yên damezirîner dûr bikeve, gavekê biavêje
09:09 Di bin çavan de bi stranên nîjadperestan îşkence lê hat kirin
09:06 ‘Mîhrîcana Munzurê piştevanî pêş xist’
09:01 ROJEVA 31’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:54 Li Êlihê jî hişyariyên bi kurdî yên trafîkê hatin jêbirin
07:26 'Pêşî Peya' ya bi biryara walîtiyê hatibû jêbirin careke din hate nivîsandin
07:23 Serokê Hamasê hat kuştin
30/07/2024
21:22 Li Kerboranê jî nivîsên 'Pêşî Peya' hatin jêbirin
21:02 Êrişên li ser çanda kurdî bi govendê hatin şermezarkirin
20:37 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:56 Li Amedê du malbat bi şer çûn: Jinekê jiyana xwe ji dest da
16:46 'Di qezaya 4 kes miribûn de paşguhkirin heye’
16:31 Li gundên Nisêbînê ‘herêma ewlehiya taybet’ hat ragihandin
15:31 Binçavkirinên li Wanê hatin protestokirin: Em ê paşve gavê neavêjin
15:04 Li Êlihê Loqenteya Gel hate vekirin: 3 cureyên xwarinê bi 100 lîreyan e
14:28 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê: Govend qedexe nîn e
13:51 Şaredariya Farqînê: Em kûçikan tedawî dikin û dîsa ber didin cihê wan
13:46 Şandeya DEM Partiyê çû serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê
13:10 Berdevka DEM Partiyê: Gelê kurd dev ji govenda xwe bernade
11:50 Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
11:49 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê 19 hezar lîre derbas kir
11:41 Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Li Venezuelayê protestoyên hilbijartinê: Kesek hate kuştin
10:56 Li Hindistanê hezaz: 24 kes jiyana xwe ji dest dan
10:40 Li Erziromê qeza çêbû: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:08 Ji girtiyan pirsên ‘Kî mudaxileyî govendê dike?’ hate kirin
09:34 Dadgehê negot ‘îşkence ye’ lê qaneh jî nebû
09:18 Li Gabarê talana xwezayê didome: Darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin
09:11 Li navenda bazirganiya sînor pirsgirêka debarê heye
09:07 Ciwanan li dijî şerê taybet banga ‘têkoşîna rêxistinî’ dikin
09:02 Dayika ku 3 keçên wê bi hinceta ‘govendê’ hatin girtin: Aramiya me xera kirin
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Hevserokên DEM Partiyê yên Wanê hatin binçavkirin
08:18 Qanûna rê dide kuştina kûçikan hate qebûlkirin
29/07/2024
22:28 Di çalakiya nobetê ya li Şîşhaneyê de coşa govendê
22:11 Leşkerekî ku govend gerand hate girtin
21:54 Stranbêjên dawetê hatin girtin
21:44 Hatîmogûllariyê ji bo çêkirina avahiyên nû pêşniyara şandeya serbixwe ya kontrolkirinê kir
20:50 Ji gelek bajaran bang kirin: Li dijî êrişan govenda azadiyê bigerînin
18:48 Kesên ku nivîsên hişyariyên bi kurdî jê birin hatin gilîkirin
18:35 DEM Partî: Têkildarî hevşaredarê ku li Êlihê were hilbijartin pêvajo didome
17:50 Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Rêya Îmraliyê vekin
17:00 ÎHD: Nameyên bi kurdî û pirtûkan nadin girtiyan
16:55 Ahmet Ozer: Tayînkirina qeyûman tiştekî rast nîne
16:49 Dadgeha Bilind tundî û parvekirinên medya dijîtal ‘qusurên wekhev’ dît
16:48 33 kesên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Divê lêborîn were xwestin
16:39 Li Çiyayê Efkarê şewat derket
16:32 Li dijî biryara astengkirina malpera me îtîraz hate kirin
16:04 Hatîmogûllari li Hatayê bi cotkaran re hat cem hev
14:33 Xelkê Amedê: Jêbirina nivîsên bi kurdî dijminatiya li hemberî kurdan e
14:01 Biryarên darazê: ‘Bijî Serok Apo’ sûc nîne
14:00 3 sal cezayê hefsê li rojnameger Silêman Ehmed hate birîn
13:32 Ji jinan konferansa ‘em rêxistin dibin’: Ji bo aştiyê divê tecrît rabe
12:36 Polîsan ji ber stran û govenda kurdî bi ser 3 dawetan de girtin
11:49 Danişîna rojnameger Silêman Ehmed destpê kir