Bi kesk û sor û zera xwe qadên çalakiyan dixemilîne

img
ŞIRNEX - Li Botanê Halîme Akman a ku 13 sal in di her çalakî, meş û mitîngên TJA'yê de bi guliya xwe ya kesk û sor û zer û bi dirûşma  "Jin, jiyan, azadî" cihê xwe digire, got: "Ez ji bo ku bibim dengê hemû dayikên aştîxwaz, jinên tên qetilkirin û xwişkên min ê bindest li qadan im." 
 
Li Kurdistanê jin bi êşên xwe li ber xwe didin. Ya ku wan vediguherîne berxwedanê êş û hêrsa wan e. Yek ji herêmên ku polîtîkayên çewisandin, tunekirin û tundiyê lê tên meşandin jî Botan e. Yek ji jinên Botanê yên berxweder ku di her qadan de li dijî êriş, tunehesibandinê û tundiya li ser jinan têdikoşe jî Halîme Akman e. 
 
Akman a ku di sala 1970'an de li Deştadarê yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê wekî keçeke malbata koçer a ku debara xwe bi sewalkariyê dike hatiye dinê û di temenê xwe yê 13'ê salî de ji aliyê malbata xwe ve bi darê zorê hatiye zewicandin û hê ku ew bi xwe jî zarok bûye di emrê xwe yê 16 salî de bûye dayik. Yek ji zarokên Akman, di sala 2011'an de tevli nav refên PKK'ê bûye û birayê wê jî di şerê Kobanê yê li dijî DAIŞ'ê de tevli nav refên YPG'ê bûye. Dayika Halîme ku di her kêliyên jiyanê de li dijî zilm û zordariyê li ber xwe dide ev 13 sal in ku li bajêr di her çalakiyên ku Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dar dixe bi guliya kesk û sor û zer û bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" pêşengiya çalakiyan dike û reng dide qadên çalakiyan. Akman, her çendî di çalakiyan de rastî gefên polîsan a desteserkirina guliya li dor stûyê wê bê jî, dev ji guliya xwe ya kesk û sor û zer bernade û bi rengê xwe dikeve qadên çalakiyan. Akman ku rojek beriya xwepêşandan, mîtîng û meşan amadekariyên xwe dike, bêsebir bendewariya wê rojê dike û bi derfetên xwe ji bajarokê ku 14 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye tê navçeyê û piştre jî berê xwe dide qadên çalakiyê. Akman a ku ji niha ve amadekariyên 8'ê Adarê dike, bi kelecanî li benda wê rojê ye. 
 
DI ZAROKATIYA XWE DE ZEWICÎ Û DI ZAROKATIYA XWE DE BÛ DAYIK
 
Akmanê diyar kir ku ew di temeneke geleke biçûk de hatiye zewicandin û got ku zor û zehmetiyê ku wê kişandine her jinekî ditîne û wiha behsa xwe dike: "Ez li vî gundî ji dayik bûme û mezin bûme. Min emrê xwe hemû di vî gundî de derbas kir. Ez di 13 saliya xwe de zewicîm. Ez hê zarok bûm û ez di wî temenê xwe de diçûm paletiyê û her karek min dikir. Her tiştek me pişta xwe vekişand. Me dar pişta xwe vekişandin, giya bi dest dûri. Me patos dikir û ew ka me bi pişta xwe vekişand. Di wî temenî de me gelek tehde kişand. Di wî temenê biçûk de pir zehmet jî bû lê me dikir. Ji ber ku em nêçar bûn ku bikin. Dema ku di wî temenê de hatim zewacandin ji min re pir zehmet hat. Min ji jiyanê fêm nedikir me di baxçeyên dibistanan de listîk dilistin. Em pir biçûk bûn û min ji lîstînê gelek hez dikir. Dema ku gotin,' em ê te bizewicînin' min nekarî tiştekî bibêjim, çimkî min nedizanî ku zewac çiye. Ez bi xwe jî zarok bûm û di 16 saliya xwe de ez bûm xwedî zarok." 
 
BI GULIYA XWE YA KESK Û SOR Û ZER QADAN DIXEMILÎNE
 
Halime Akmanê anî ziman ku her sal ew çend roj beriya 8'ê Adarê amadekariyên xwe dike û kelecaneke mezin bêsebir bendewariya 8'ê Adarê dike û wiha axivî: "Ez ji niha bi kelecanim û bendewariya 8'ê Adarê dikim. Ez ewqasî ji wê rojê hez dikim. Hê nehatî ez amadekariyên xwe dikim. Dema ku dibe 8'ê Adarê jî ez bi eşq û kelecan cihê xwe di qadên 8'ê Adarê de digirim. Ez mêrkarim ku çi dayik û jin hebin bi min re rabin. Li ku li dijî neheqiye mitîng, meş, çalakî hebin ez dixwazim ku li wir bim. Bi eşqek û baweriyeke mezin tevlî dibim. Ev guliya ku stûyê min min bi destê xwe ji bo çalakiyan taybet çêkiriye.Di her 8'ê Adaran, Newrozan û mitingan de ez van guliyên xwe yên Kesk,sor û zer bi zor û zehmetî têxim qadê. Çimkî her carê rastî astengiyan polîsan têm û nahêlin ku ez van bi xwe re bibim. Lê ez nadim wan û têkevin qadê. Her dayikek ji min re dibêjin,'te çawa ev anî qadê çawa destûr dan?' ez jî ji wan re dibêjin hûn jî weke min berxwe bidin hûnê têkin qadê.Dixwazim ku rengê jinê bidim xuyakirin. Ev rengê me ye, rengê ala me ye."
 
'ROJA KU ÇALAKÎ HEBE DINYA JÎ HILWEŞE EZ DIÇIM'
 
Akmanê got ku li ku derê çalakiyek hebe ew dixwaze biçe wê derê û nerazîbûna xwe ya li dijî neheqiyê nişan bide û got: "Li ku derê çalakiyek û mitîngek hebe ez dixwazim ku li wir bim.Hedera min nayê ku ez li malê bimînim.Ez nikarim di malê de bimînim.Her dem rojek pêşiya meş û çalakiyan de ez amadekariyên xwe dikim û piştre bi derfetên xwe diçim ser riyê û wesayitê siwar dibim û diçim cihê mitîngê.Ne tenê li Hezexê Partiya me li ku çalakiyekî li dar bixe ez diçim wê derê. Ew roja ku çalakî, meş yan jî mitîng heye dinya jî wê rojê hilweşe ez nikarim malê bisekinim û ez berê xwe didim riyê û heta digihijim qadê. Keça min a astengdar heye ez wê jî dihêlim û diçim. Ez bi dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" dikevim qadê.Ez bi rêhevalên xwe yên jin re stranan dibêjin, govendê digirin û dirûşmeyan diavêjin."
 
'DEMA KU AGAHIYA MIN JI ÇALAKIYAN NEBE PIR XEMGÎN DIBIM'
 
Halîme Akmanê bi lêv kir ku baweriya wê heye ku dê serkeftin bi jinan re çêbibe û ev tişt got: "Li dijî neheqiyê li ku nerazîbûneke heq hebe divê ku mirov destê xwe dane ser wijdana xwe û li xwe û zarokên xwe xwedî derbikevin.Heke ku wijdana mirovî hebe dê mirov rabe. Ev 13'ê salin ku ez bi heman kelecan û biryarê tevlî çalakiyan dibim. Roj hene ku çalakî çêdibin agahiya min jê çênabe wê demê ez pir aciz dibim û xemgîn dibim. Heke ku em bi hevre bin em ê biserbikevin. Ez tenê heta sibehê li vî gundî rabim ez ê bêqewet bim. Lê heke ku 10 dayik milê xwe bidin milê min em ê bihêztir bin. Heke ku ne bi jinan be em ê bisernekevin. Di tekoşînê de baweriya min bêtir bi jinan heye. Ez jinan weke çiya dibînim. Jin hebe serkeftin jî heye."
 
'JI BO KU BIBIM DENGÊ JINAN LI QADAN IM'
 
Akmanê da zanîn ku ew li qadan dibe dengê jinên ku rastî her cûreyê neheqiyê tên û got: "Evqas hevalên me yên jin tên kuştin ev çi zilme? Jin beyî zilm biçe derve dikujin.Em wan zilaman lenet dikin. Jin jî mirove heqê heye ku weke her hebûnekî ew jî azad bije. Ma hemû tişt dê ji zilam re be? Ez ji bo ku bibim dengê hemû dayikên aşitîxwez, jinên tên qetilkirin û xwişkên min ê bindest di çalakiyan de cihê xwe digirim. Ez ji bo tevahiya jinan radibim.Jinên ku ditirsin bila netirsin bila di bin bandora mêr de derbikevin û berê xwe bidin qadan. Pêşiya me de 8'ê Adarê heye em jinên vî gundî jî tev da bi hevre berê xwe bidin qada 8'ê Adarê."
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

04/08/2024
13:50 DEM Partî çû serdana girtiyên Doza Geziyê
12:46 Komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandin
12:37 Li dijî tecrîdê çalakiyên rûniştinê tên destpêkirin
11:47 Li Amedê komxebata ekolojiyê hat lidarxistin
11:40 Bîlançoya şer a meha tîrmehê hat eşkerekirin
10:25 Hejmara 75’emîn a Kovara Jinê derket
10:03 Ji bo 8 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:54 ‘Em hewl didin jinan bêhtir tev li hemû qadên jiyanê bikin’
09:26 Rewşa girtiyê di greva birçîbûnê de giran dibe
09:20 ‘Dagirker ji qûbê dibeze, asteng û qedexe dike’
09:11 Girtiyê ku di hefteyekê de 3 caran rakirin nexweşxaneyê nayê berdan
09:10 Şîrketa çavberdaye Hasandinê diyar bû
09:07 Kayayê ji Partiya Saadetê: Bi êrişan dixwazin kurdî krîmînalîze bikin
09:04 Mûgûç ê OHD'î: Kesên welatekî demokratîk dixwazin divê li dijî tecrîdê rabin
09:02 ‘Êrişên li ser kurdî parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e'
09:00 ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN
03/08/2024
22:59 Li Amedê fînala Tûrnûvaya Fûtbolê ya Gulistan Dokû hat lîstin
21:34 Êrişên li ser kurdî hatin şermezarkirin
21:18 Di çalakiya li dijî qeyûm de banga têkoşîna hevpar
16:16 Meclisa Jinan: Li Şengalê yekitiya gelan hedef girtin
16:08 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û komkujî şermezar kirin
15:50 TJA’yê ji serokkomarê Iraqê re name şand
15:43 Jinên êzîdî banga ‘bila ji berpirsên komkujiyê hesab bê pirsin’ kirin
15:25 Ji bo girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç banga berdanê kirin
14:51 Banga ‘Komkujiya Şengalê weke qirkirin qebûl bikin’ hat kirin
14:31 Dayikên Şemiyê ji bo Suleyman Cîhan banga edaletê kirin
13:59 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
13:36 Lêpirsîna êrişa Edliyeya Stenbolê: Ji 19 kesan re heya 15 salan ceza hefsê hat xwestin
13:14 Li Somaliyê teqîn: 32 kes mirin, 63 kes birîndar bûn
13:03 Mexdûra Erdhejê Kaya: Bi raporên taybet edaletê dikirin
11:54 ‘Bila 3’yê Tebaxê bibe Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî’
11:00 Ji Îsraîlê êrişa hewayî: Fermandarekî Tugeyên el-Kassamê hate kuştin
10:53 Dê li Depê Mîhrîcana Çand û Xwezayê bê lidarxistin
10:52 KNK: Birînên Şengalê bi tifaqeke mezin a kurdan dikare bikewin
10:13 Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi pergaleke nenavendî heye
09:09 Ekmen: Kurdî parçe nake lê wê ev mêjî welêt parçe bike
09:08 Hevseroka BEKSAV'ê: Hunermendên kurd û sosyalîst li dijî tecrîdê li ber xwe didin
09:07 Ji ber nexwestin di êrişan de cih bigirin doz li cerdevanan hat vekirin
09:00 Bertek nîşanî êrişan dan: Divê em govenda xwe mezin bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ TEBAXA 2024'AN
07:14 Li Îranê di mehekê de herî kêm 55 girtî hatine darvekirin
02/08/2024
21:35 "Her kes bila bibe mamosteyê zimanê xwe'
21:26 DEM Partî: Werin em bi hev re lîstikên nijadperest pûç bikin
17:23 Li Kerboranê 'Pêşî Peya' cardin hat jêbirin
16:28 Çalakiya ‘Tecrîdê bi dawî bikin’ di hefteya 15’an de dom kir
16:11 Di ‘Nobeta Aştiyê’ de berteka bêtehamuliya li hember kurdî
16:04 Îşkenceya polîsan protesto kirin: Hûn nikarin serî bi ciwanan bidin tewandin
15:52 OHD’ê rapora binpêkirinên tenduristiyê parve kir
15:37 Li Cizîrê nivîsên ‘Pêşî Pêya’ dîsa hatin nivîsandin
14:55 Der heqê girtiyên li dijî lêpirsîna ‘nasnameyê’ derketin lêpirsîn hat destpêkirin
14:08 Êrişa li dijî zimanê kurdî didome: Li Cizîrê jî nivîsa ‘Pêşî Peya’ hate jêbirin
13:56 Ji bo girtiyê nexweş Guvel serî li Wezareta Dadê da
13:02 Hinceta astengkirina Instagramê: Li gorî qedexeya sûcên katalogê tevnegeriya
12:44 DEM Partiyê têkildarî Qoserê daxuyanî da: Lêpirsîna disiplînê hat destpêkirin
12:23 Li 9 bajaran hinek qad ji statûya daristanê hatin derxistin
12:22 Erdogan li ser Instagram a hatiye astengkirin peyam parve kir!
11:50 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:37 Rapora DFG’ê ya tîrmehê: Li 9 rojnamegeran 51 sal ceza hate birîn
11:36 MYK’a DEM Partiyê li Wanê civiya
11:27 Dolar radibe lîreyê tirk bêqîmet dibe
11:11 Qanûna kuştina kûçikan di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:35 Ciwanên ji hêla polîsan ve hatine ragirtin îşkenceya dîtine vegotin
10:02 Hevşaredaran got: Dê zimanê xizmetê yê bajar bibe kurdî
09:51 Lêçûnên 6 mehan ên Serokkomariyê ji sedî 177 zêde bûn
09:44 Rapora ÎHD’ê: Bijîşkên bi helwestên siyasî tevdigerin pêşî li tehliyeyan digirin
09:26 'Li dijî êrişan cihgirtina li cem gelê kurd berpirsiyarî ye'
09:17 Endamên Koma Hevrayê: Em xwedî li govendên xwe derkevin
09:13 Li Şirnexê her gavek lêpirsînek e!
09:07 Parêzer Fîdan: Jêbirina nivîsên bi kurdî derqanûntî ye
09:04 Cerdevan li Bêtkarê rojane 600-700 tonên daran dibirin
09:03 Li benda rizgarkirina keça xwe ya di destê DAIŞ'ê de ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2024'AN
08:49 Li Rezanê du welatî bi şer ketin
08:38 Instagram hate astengkirin
01/08/2024
23:03 Nobeta li dijî desteserkirinê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
22:02 Banga 'xwedî li çanda kurdî û zimanê kurdî derkevin'
16:19 DYA 12 keştî û bi hezaran leşkeran dişîne Rojhilata Navîn
16:09 Kesên li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:34 Leşkerên Îranê koleberek qetil kirin
15:18 2 jin û zarokek ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin
14:31 Pênciwênê SÎHA’yek ket
14:16 15 baro: kurdî zimanê zikmakî yê bi milyonan welatiyan e
13:50 Li Îzmîrê 4 kes hatin berdan
13:19 Gulmez: Dewlet çima provakasyonan dike?
12:41 Hat îdiakirin ku şaredariya AKP’î beravêtiyên karkeran kom kirine, şewitandiye
12:40 Îsraîl: Fermandarê Tûgayên Îzzetîn el Kassamê Deîf hate kuştin
12:39 Talankirina daran a li Gabarê didome
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Li Omeryanê pevçûn derket
11:05 Îstînafê biryara beraetê ya di ‘Doza Îstîsmarê ya Pasûrê’ de guncav dît!
10:43 Li Xezeyê 2 rojnameger di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin
10:38 NADA piştgirî da kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’
10:38 Li Pîranê 5 kes ji ber ‘govendê’ hatin binçavkirin
10:32 Endamên SKM’ê piştî cezayê pereyan hatin berdan
10:31 Li Geverê îşkence li ciwanên binçavkirî hate kirin
10:20 Hevşaredarên jin civiyan: Em xwe ji feraseta desthilatparêz biparêzin
10:14 Siyasetmedara HDP’î piştî erêkirina cezayê hate girtin
10:13 Şaredariya Artukluyê tabloya dahat û lêçûnan bi gel re parve kir
10:00 Fiyetên zêde û muameleya xerab a li ser sînor hejmara turîstan kêm kir
09:55 Li Herêma Federe ya Kurdistanê peyamên ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyeyê’ tên avêtin