Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê agirê azadiyê di 8’ê Adarê de vêxin

AMED - Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçecî got; “Soza me ji bo Garîbe Gezer û Denîz Poyrazan heye, deynê me ji bo hemmû jinên hatine qetilkirin heye” û ragihand ku dê agirê azadî, wekhevî û demokrasiyê di 8’ê Adarê de vêxin. 

Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li buroya şêwirmendiyê ya partiyê ya li Amedê daxuyaniyê dide. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Jinan a Rosayê, Dayikên Aştiyê, endamên Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî tev li daxuyaniyê bûn. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî di daxuyaniyê de axivî Bahçecî, got ku dê bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve” û “Bi jiyan, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” li qadan bin. 
 
Bahçecî di daxuyaniyê de wiha got: “Em Meclisa Jinan a DBP’ê, em ê bi şîara ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve’ û ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve’ di 8’ê Adarê de li qadan bin. Li ser vî esasî em hemû jinên ku di têkoşîna azadiyê ya jinan de jiyana xwe ji dest dane, bi hesret û rêzdarî bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em ê girêdayî bîranîna wan bin.
 
EM Ê LI DIJÎ ÇANDA TECAWIZ Û POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET TEBIKOŞIN 
 
Di serî de li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û li her dera dinyayê li ser esasê polîtîkayên qirkirina jinan tundî, çanda tecawizê û polîtîkayên şerê taybet zêde dibe. Em ê li hemberî tundî, çanda tecawizê û polîtîkayên şerê taybet têbikoşin û ji bo parastina azadiya xwe ya ku sedema me ya jiyanê ye, em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin. Em jin, em ê xwe bi rêxistin bikin, dengê xwe bigihînin her derê, azadî û têkoşîna xwe geş bikin û em ê jiyaneke di rengê jinan de ava bikin.
 
EM Ê XWEDÎ LI DESTKEFTIYÊN XWE DERKEVIN
 
Jinên hêja; her roj li mal, kolan, kargeh û girtîgehan li dijî hebûna me êriş tên kirin û mafên me tên desteserkirin. Li pişt van êrişan pergala mêr û dewletê heye û em dizanin ku ev pergal ji îradeya jinan ditirse. Li hemberî hêza jinan a ku dikare biguherîne, veguherîne û qanih bike, polîtîkayên şerê taybet tê kirin. Herî dawîn li Tirkiyeyê di nava 24 saetan de 8 jin ji aliyê mêrên nêzî xwe hatin qetilkirin. Ev jî diyar dike ku qetilkirina jinan ne dûrî van polîtîkayan e. Jinan bi têkoşîna xwe Peymana Stenbolê bi dest xistibûn, lê dema desthilatdarî di şevekê de ji vê peymanê vekişiya, ev tişt bû sedem ku pêşiya qetlîaman vebe û kujer cesaretê bistînin.  Ji ber vê jî li hemberî kesên ku ji Peymana Stenbolê vekişiyan em ê têbikoşin, em ê mafê xwe yê hatiye desteserkirin dîsa bi dest bixin û em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.
 
EM Ê PERGALA KU TUNDIYÊ MEZIN DIKE BIGUHERÎNIN
 
Ev desthilatdarî qetlîamên li ser jinan, mirin û kuştinên bi guman ên jinan bi polîtîkaya cezanedayînê xelat dike. Em vê desthilatdariyê gelekî baş nas dikin. Em jin em ê vê pergala ku tundiyê ava dike, xurt dike û tundiyê mezin dike, biguherînin. Em ê bipirsin ku ‘Gulistan Dokû li ku ye?’ Ji bo mirina bi guman a Rojwelat were ronîkirin em ê têbikoşin û ji ber ku kujerên Îpek Er bi serbestî digerin û bi zirxa cezanedayînê tên parastin, em jin em ê serî hildin.
 
Bêguman, nabe ku mirov polîtîkayên qirkirina jinan ji modernîteya kapîtalîst cihê binirxîne. Modernîteya kapîtalîst heke bibêje ‘Berê li jinan bixin’ em jinên ku em çavkaniya xwe ji paradîgmaya modernîteya demokratîk digirin jî ‘Em ê berê jinan rizgar bikin.’ Em Meclisa Jinan a DBP’ê polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinan û ciwanan biçûk nabînin û em ê li hemberî van polîtîkayan bi awayekî rêxistinkirî têbikoşin. Heke van metodan li ku derê û çawa civak teslîm stendibe, em ê ji wir dest pê bikin û hêza çareseriyê geş bikin.
 
BI TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ DIXWAZIN JIYANA ME TECRÎD BIKIN
 
Jinên hêja; bi dorpêç û pergala tecrîdê ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê re, dixwazin li derve û li hundir jiyana me were tecrîdkirin. Em dizanin ku tecrîda mutleq û polîtîkayên qutkirina têkiliyê yên li ser rêzdar Abdullah Ocalan tê meşandin, tê wateya kûrbûna şer, bêhiqûqtî û hejariyê. Tecrîd tê wateya israrkirina înkar û çaresernekirina li ser kurdan tê meşandin.
 
HETA TECRÎD RADIBE EM Ê LI HER DERÊ TÊBIKOŞIN 
 
Îro li hemberî tecrîda ku hatiye kûrkirin, jin di serî de gelê kurd ji bo şikandina tecrîdê rabûne ser xwe. Ji bo rakirina tecrîda Îmraliyê ya mutleq û ji bo doza kurdan bi metodên demokratîk were çareserkirin, ji Wanê û Qersê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ hatibû destpêkirin û vê meşê xwe gihandibû heta Amarayê. Vê meşê nîşan da ku baldarî û tevlêbûna gel diyar dike ku ev daxwazeke gelekî xurt e. Li her bajarê ku em jê derbas bûn, jinan em bi coş pêşwazî kirin, ne bi tenê li dijî tecrîda li Girtîgeha Girava Îmraliyê, li hemberî rejîma tecrîda li ser xwe jî, meşa me mezin kirin. Li ser vî esasî heta ku tecrîda li ser rêzdar Ocalan were rakirin, em ê li her derê têkoşîna xwe geştir bikin û dengê xwe jî bilindtir bikin.
 
BI POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET JIN BÊHTIR TÊN XIZANKIRIN 
 
Ev desthilatdariya ku ji bo siberoja xwe tecrîdê kûr dike, hemû çavkaniyên xwe dide şer û rantê, bi polîtîkayên şerê taybet êrişî ciwanan dike û hejariya jinan kûrtir dike, divê baş bizanibe ku em ê li hemberî vê desthilatdariyê stûyê xwe xwar nekin.
 
Em jin di serî de li dijî vê feraseta mêrserwer û li hemberî zextên ku vê ferasetê ava kiriye, ji bo xwe, jiyana xwe û nasnameyên xwe biparêzin, em xwe rêxistin dikin. Li hemberî hemû êrişên ku pergala mêrserwer ava kiriye, em li ber xwe didin û em ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin. Em dibêjin Jin, Jiyan , Azadî û ji her dera dinyayê li hemberî pergala mêrserwer li ber xwe didin.
 
EM Ê LI HEMBERÎ ZILMÊ STÛYÊ XWE XWAR NEKIN
 
Me ev ala ji Zarîfeyê stend a ku sembola serhildana li hemberî zilmê ye. Me ev ala ji Leyla Qasim wergirt a ku li hemberî rejîma faşîst a Baasê gotibû ‘Hûn dikarin min bikujin lê ew ê mirina min bi hezaran kurdan hişyar bike.’ Me ev ala ji jinên ku li Rojava navê xwe bi herfên zêrîn li dîrokê nivîsandine, stend. Me ev ala ji Sakîneyan, Sêvêyan, Nagihanan, Hevrîn Xelefan û ji Jîna Emînî wergirt a ku dengê wê li her dera dinyayê olan dide. Haya me ji vê berpirsyariya dîrokî heye û em meşa xwe wisa didomînin. Em li hemberî pergala mêrserwer stûyê xwe xwar nakin. Ji ber ku em li hemberî hevalên me yên ku li girtîgehan berdêlê didin û jiyana xwe ji dest didin, berpirsyar in. Me soz daye Garîbe û Denîz Poyraz. Em li hemberî hemû jinên ku hatine qetilkirin, deyndar in. Ji bo em pêşiya qirkirina jinan bigirin, ji bo em ji kujerên jinan hesap bipirsin, ji bo em wekheviya zayendî ya civakî ava bikin, ji bo ku nasname û zimanê me di statuya makeqanûnê de were parastin, ji bo em qadên xwe yên jiyanê biparêzin û ji bo ku em vê dinyayê biguherînin, em têdikoşin.
 
EM Ê BI FELSEFEYA HEVJIYANA AZAD BIBIN HÊZA ÇARESERIYÊ
 
Li hemberî krîzên piralî yên modernîteya kapîtalîst, em ê bi felsefeya hevjiyana azad bibin hêza çareseriyê. Em ê vê guherînê jî ji bajarên ku em lê dijîn, bidin destpêkirin.  Em ê bajarên xwe bikin cihên ku jin bi azadî dikarin lê bijîn.
 
Li hemberî vê pergala ku jiyan û bajarên me dike qadên rant û talanê, em ê bi pergala hevserokatiyê û bi rêbaza xwe ya temsîliyeta wekhev, bibin bersiv. Di jiyanê de em ê veguherîna azadîxwaz, ekolojîk û demokratîk ava bikin.
 
Em ê agirê azadî, wekhevî û demokrasiyê di 8’ê Adarê de vêxin û diyarî Newrozê bikin. Bi hêz û baweriya ku em ê ji Newrozê bistînin, em jin em ê bi hilbijartinên 31’ê Adarê re rêxistinkirina xwe mezintir bikin. Jin, jiyan, azadî.” 
 
 

Sernavên din

06/03/2024
09:00 ROJEVA 6’Ê ADARA 2024’AN
05/03/2024
23:02 Tûncel: Pirsgirêka Kurd ji bextê dewletê re nayê hiştin
22:59 Gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bombebarankirin
19:12 Namzetên DEM Partiyê tempoya xwe zêde kirin
18:30 Ji Girtîgeha Kiriklarê 3 girtî hatin sewqkirin
16:40 Endamê DEM Partiyê weke endamê YP'ê hatiye qeydkirin
16:35 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga azadiyê
16:29 Li gelek bajaran çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê
16:12 Gulsum Elvan: Ne kesên ferman dane lê ez têm darizandin
16:06 Li Girtîgehên Êlihê binpêkirin zêde bûn: Hejmartina ser piyan, lêgerîna tazî, lêdan…
15:59 Li Gundikê Melê pîrozbahiya ‘Adarokê’
15:34 Li buroya AKP’ê pevçûn derket
15:34 Tuncel ji dadgehê re got: Cibeyên xwe derxînin bila AKP’î derkevin pêşberî me
14:50 Xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Dayikên Şemiyê
14:32 Ji NY’ê rapora 7’ê cotmehê: Sedemên maqûl hene ku mirov bawer bike îşkence û tecawiz hatine kirin
13:30 Derhêner Tekîn beraet kir
13:30 Di serdegirtinên malan de tundî li bipnçavkiriyan hate kirin
12:59 Cezayê hefsê dan kesê gef û heqaret li Gergerlîoglû kiribû
12:36 Girtî Hesas: Li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê îşkence tê kirin
12:26 Qeyûmê Wanê li ber çûyînê neguhêzbaran dewr dike û krediyan dikişîne
12:14 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
12:13 Di sibatê de herî kêm 144 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:08 DEM Partiyê ji bo êrişa li Înegolê gilî kir
11:07 Çalakiya bi daxwaza xizmeta tenduristiyê ji ‘endamtiya rêxistinê re’ kirin hincet
10:47 Ji Tifaqa Dêrsimê danezana ‘çareseriyê’ ya ji 22 xalan pêk tê
10:46 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
10:45 Li Elcewazê bendewariya guherînê: DEM Partî dê serbikeve
10:12 Deriyê avahiya ku 200 kes tê de dijîn ev 12 sal in girtî ye!
09:53 Parêzerê îtalî Giudice: Tecrîda Îmraliyê polîtîk e
09:36 Jiyana jinên bûne mexdûrên erdhejê bi konteyniran hatiye bisînorkirin
09:34 Rojnameger Silêman Ehmed 133 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 100 roj li pey xwe hiştin
09:05 Li Îzmîrê jin dê di Meşa Şevê ya Femînîst de bên gel hev
09:04 Yekane xizmeta AKP'ê ya li Mûşê: Navlêkirina Erdogan a li bûlvarê
09:03 Şaredariya HDP’î serdema xwe bi xizmetên nû bi dawî kir
09:02 Selma Irmak: Paradîgmaya Ocalan civaka exlaqî û polîtîk pêkan dike
09:00 Berdevka YPJ’ê: Em hem li dijî mêtingeran hem jî li dijî baviksalariyê têdikoşin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Li dijî avahiya DEM Partiyê ya Înegolê êriş hate kirin
04/03/2024
22:07 Li Çanakkaleyê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
21:51 Panela bi mijara tecrîdê: Paradîgmaya azadîxwaziya jinê di hedefê de ye
18:18 Namzetên hevşaredariyê soza ‘çareseriyê’ dan gel
17:07 Di Nobeta Edaletê de peyama 'Em bi Ocalan re ne' hate dayîn
17:00 Girtî Darî: Em hatin derbkirin
16:36 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dê gel aqilê we bîne serê we
16:28 Jinan di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re qert şandin
15:24 Li rojnamegerê bêusuliya di hilbjartinê de kirî nûçe doz hate vekirin
15:16 Bakirhan: Dêrsimiyan ji 38’an heta niha li ber nedanî
14:16 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê Karabaş: Em ê bi ser kevin
14:14 Di doza cerdevanan de biryara ‘anîna bi darê zorê' hat dayîn
13:38 DEM Partî dê hilbijêrên bihereket bibe ser sindoqê
13:34 Qeyûm deynê xwe eşkere kir: 995 milyon û 625 hezar TL
13:22 Ji bo pêşangeha resman a jinan eleqeyek zêde hebû
11:52 TUÎK’ê enflasyona salane weke ji sedî 67 ragihand
11:50 Bakirhan: Dep li DEM’ê, DEM jî li Depê tê
11:45 Darizandina Parlamentera DEM Partiyê Kaya hat rawestandin
11:23 Namzetên DEM Partiyê yên Colemêrgê: Em ê bi rêjeyeke baştir bi ser kevin
11:03 'Stranên Keziya Sor' li 4 navendan hate pêşandan
10:59 Bakirhan: Ji bo rojên geş hindik ma
10:53 Rapora DFG’ê ya meha sibatê: 42 rojnameger girtî ne
10:33 ENAG: Enflasyon di meha sibatê de ji sedî 4,32 zêde bû
10:31 Parêzerê Mandela Govender: Ocalan ji bo mirovan tîrêja hêviyê ye
10:10 Li kargeha xwe ya navê ‘Jiyan’ lê kiriye jiyaneke nû afirand
10:08 Rojnameya roja zêdek 'Diyarname 29 Reşemî' derket
09:54 Di mirinên biguman de pêvajoya darazê: Dadger bi şexsî nêz dibin
09:53 Demîrtaş ê ÎHD'î: Divê tecrîd bê rakirin, muzakere dest pê bikin
09:50 Jin amadekariyên Meşa Şevê ya Femînîst dikin
09:48 Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo AKP'ê ray may tune ye!
09:00 Xwebûn bi manşeta ‘Di şoreşê de şoreş ava kirin’ derket
09:00 Rojnameger Silêman Ehmed 132 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye
09:00 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 99’an de didome
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2024'AN
03/03/2024
18:23 Li Sêrtê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em rê nadin ku vîna me bin pê bikin
17:55 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8'ê Adarê
17:04 Nobetên bi daxwaza ‘azadiyê’ didomin
17:02 Namzetên hevşaredariyê navçe bi navçe, gund bi gund hedefên xwe vedibêjin
17:00 Jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Dê têkoşîna me bidome
16:30 Bi hezaran jin ji Kadikoyê bang kirin: Em dest ji kolanan bernadin
16:19 Li Amedê panela ‘rêveberiya xwecihî’: Divê rayeyan dewrî herêman bikin
15:48 Panela DÎK’ê: Kesê ku alîkariyê bide zilmkaran gunehan dike
15:22 Li Çewligê coşa gel: Dê bersiva kesên bi JÎTEM û Ergenekonêr e tifaq çêkirine bê dayîn
14:33 Lîsteyên namzetên partiyan teqez bûn
13:56 NY: Di êrişên Îsraîlê de nêzî 9 hezar jin hatin qetilkirin
12:59 Lîsteya namzetên DEM Partiyê yên bajarên Kurdistanê eşkere bû
12:41 Bakirhan: Hewcehiya Tirkiyeyê ne bi pirtûkên sor, bi pirtûkên aştiyê heye
12:08 Bakirhan: 31’ê Adarê roja hesabpirsînê ye
11:45 Meclisa Jinan a DBP’ê: Em ê agirê azadiyê di 8’ê Adarê de vêxin
11:42 Ji 15 binçavkiriyên Stenbolê 3 jê hatin girtin
11:28 Namzetên DEM Partiyê li Agiriyê deriyekî ku lê nedin nîn e: Dema pêvajoyeke nû ye
10:36 Ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin
09:58 Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê 8’ê Adarê ye
09:57 Di kampanyaya 'Jin, jiyan, azadî' de ber bi fînalê ve
09:14 Karkerên jin ên nikarin beşdarî 8'ê Adarê bibin: Dengê me bibihîsin
09:07 Ji bo azadiya Ocalan 90 roj in Nobeda Edaletê digirin
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 131 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 98’an de didome
09:02 Bi kesk û sor û zera xwe qadên çalakiyan dixemilîne
09:02 Qeyûm îhaleyeke 128 milyon lîreyî da pismamê şaredarê AKP'î
09:00 ROJEVA 3’YÊ ADARA 2024’AN
02/03/2024
20:13 Mehmet Nezîr Karabaş bû namzetê hevşaredariyê yê Bedlîsê