Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin

img
XARPÊT - Serap Dogan a qala birayê xwe Mazlum Dogan ê Kawayê Hemdemî tê pênasekirin kir û got: “Wan dixwest di girtîgehê de kurdîtiyê tune bikin. Lê Mazlum rê li ber vê girt." 
 
Ji 21’ê Adarê Cejna Newrozê re demekî kêm ma ku ji bo gelên Mezopotamyayê tê wateya vejîn û berxwedanê. Starta Newroza îsal ku dê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” were pîrozkirin, îro li navçeya Dep a Xarpêtê tê dayîn. Navçeya Depê, bajarê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mazlum Dogan e ku di 21’ê Adara 1982’yan de agir berda bedena xwe. Lewma dayîna starta Newrozê ya li Depê, xwedî wateyeke cuda ye. 
 
BÛ REMZA BERXWEDANÊ 
 
Dogan di sala 1956’an de li mezraya Seyîdan a girêdayî gundê Goman ê navçeya Mazgêrda Dersimê ji dayik bû. Malbata Dogan ji bo ku zarokên xwe bidin xwendin, ji Mazgêrdê koçî navçeya Depê kir. Hêj di dema dibistana navîn de eleqya Dogan ji bo siyasetê hebû. Dogan, dema li navçeya Depê serokwezîrê demê Suleymen Demîrel protesto kir yekem carê hate girtin. Dogan piştî binçavkirina çend rojan hate berdan. Dogan dema li Dêrsimê dixwend, îşkence dît û ji dibistanê hate dûrxistin. 
 
Dogan, pişti hewldanên malbata xwe dîsa vegeriya dibistana xwe û demek şûn de sirgunî Dibistana Mamosteyan a Savaştepe ya Balikesîrê hate kirin. Dogan piştre jî Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Hacettepeyê qezenc kir û di sala 1977’an dema pola duyemîn dixwend dest ji zanîngehê berda û tev li PKK’ê bû. Dogan, di meha mijdara sala 1979’an de di rêwîtiya xwe ya navbera Riha û Mêrdînê de hate girtin. Dogan birin Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ya bi îşkenceyên hovane tê nasîn. Dogan, tevî hevalên xwe rastî îşkenceyên giran hat û bi gotina “Teslîmiyet bi xwe re xiyanetê, berxwedan serkeftinê bi xwe re tîne" di 21’ê Adara 1982’yan de bi 3 zilikên şixarteyê agir berda bedena xwe. Dogan ji ber vê têkoşîna xwe di demên pêşde de wek “Kawayê Hemdem” hate pênasekirin. 
 
LI DIBISTANÊ DEST BI TÊKOŞÎNÊ KIR
 
Xwişka Mazlum Dogan, Serap Dogan der barê têkoşîn û jiyana birayê xwe de axivî. Dogan anî ziman ku birayê wê hêj di dema dibistanê de dest bi têkoşîna xwe kir û di pêvajoyên din ên perwerdeya xwe de jî qet ji têkoşînê qut nebû. Dogan, da zanîn ku dema birayê wê girtî gelek caran çûye serdana wî û birayê wê di van hevdîtinan de jê re qala îşkenceya ku dîtiye kiriye. Dogan, wiha domand: "Ji ber serdana me jî îşkence li wan dikirin. Tevî vê yekê jî derdiketin hevdîtinê." 
 
ŞAHIDIYA ÎŞKENCEYÊ
 
Dogan, bi bîr xist ku ew bi xwe jî 90 rojan hatiye binçavkirin û bilêv kir ku yekser bûye şahida îşkenceyan. Dogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî ku em bi hev re (Mazlum) çûn dadgehê, em birin îşkencexaneyê. Îşkence li me nekirin lê belê Mazlum û hevalên wî hatin îşkencekirin. Yek ji derenceyan avêtibûn xwarê. Dibêm qey Erkan Uzun bû. 40 kes ser serê wî kom bûbûn û li ber çavên dayika wî îşkence lê dikirin.” 
 
SEKNA MAZLUM DOGAN A GIRTÎGEHÊ 
 
Bi domdarî Dogan got ku di serdanên girtîgehê de ji birayê xwe re gotiye “Dema ji te re dibêjin rabe, rabe, ma di vê de çi heye? Ma tu dê çima rastî ewqas heqaretê bêy?” Dogan, anî ziman ku birayê wê li hemberî van gotinan derketiye û axaftina di navbera xwe û birayê xwe de wiha vegot: "Wî jî got; 'Ne wekî ku hûn dizanin e. Îro dê ji me re bêjin rabe, dê sibê tişteke din bêjin, dawiya daxwazên wan nayê. Em jî nikarin vê yekê qebûl bikin, em red dikin.' Her wiha mamê Hayrî Durmuş jî jê re heman tiştî gotiye û ew jî hers bûye û ji apê xwe re gotiye; 'Heke tu ji bo vê yekê hatibî, qet neyê, derkeve here.' Mazlum xwe ji me hêrs nekir lê belê hewl da ku rewşê ji me re vebêje. Me jî jê re got, ‘Binêr, heke tu nebî, em nikarin bijîn.' Wî jî ji me re got; 'Hûn 5-6 kes in lê belê bi milyonan kurd hene. Ez nikarim kurdan deynim aliyekê û ji bo xatirê we ji dijmin re bibêjim bila.'"
 
‘EM PÊ SERFIRAZ IN’
 
Di berdewamê de Dogan ev tişt anî ziman: "Mazlum ji min re got; 'Heke hûn xelasiya me bixwazin, divê em zêde bibin. Rastiya me û mafdarbûna me ji gel re vebêjin.' Piştî çalakiya bi 3 zilikên şixarteyê, Mazlum li tevahiya cîhanê hate naskirin. Her wiha di dema binçavkirinê de polîsan jî ji min re gotin, ‘Dinya Mazlum nas dike.' Mazlum dizanî dê wiha bibe. Wî ji kesên dixwestin bi wî paşdegav bidin avêtin re got; 'Hûn ê bibînin, kurdên têkoşer dê dîrokê bi tîpên zêrîn binivîsin.' Ji ber têkoşîneke ewqas mezin da û rê li ber pêvajoya heyî girt, ji ber çalakiya ku kiriye em bi wî serbilind in. Lê belê caran jî dibêjim xwezî ew jî jiyaba û dîtiba ku têkoşîn hatiye kîjan astê.” 
 
‘JI BO WAN DÊ HER TIŞT KÊM BIMÎNE’
 
Dogan, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku têkoşîna birayê wê ew li ser piya girtiye û wiha pê de çû: “Ez demekê pir xemgîn dibûm. Mazlum bêyî ku birayê xwe Delîl (Bira) bibîne hate binçavkirin. Piştre min got şûna ku ez xwe bi xwe digirîm, qet nebe tev li têkoşînê bibim. Mazlum jî Delîl jî dixwestin ku ez wiha bikim. Dikarîn bi awayên cudatir jiyana xwe ji dest bidin lê belê wan bi zanebûn û biken di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan. Dixwestin di girtîgehê de kurdîtiyê xelas bikin û 20 sal paş ve bibin. Lê belê Mazlum rê li ber vê yekê girt. Ne tenê birayê min, birayê her kesî ye. Wan ji bo me xwe feda kirin, ji bo wan dê her tişt kêm bimîne.” 
 
BANGA NEWROZÊ
 
Dogan bi bîr xist ku birayê wê bi Newrozê re bûye remzek û got ku ji ber vê yekê divê tevlibûn û coşa Newrozê bi heybet derbas bibe. Dogan bal kişand ser greva birçîbûnê ya di girtîgehan de tê domandin axaftina xwe wiha qedand: "Hevalên ku demekî dirêj e di girtîgehan de tên ragirtin hene. Bi rastî jî şert û mercên girtîgehan qet hêsan nîn in. Ji bo girtiyên siyasî gelek zehmettir e. Yên ku hewce ye em pêk bînin û nikarin bikin, girtî dikin. Lê belê diviya me ev tişt bikira. Divê her kes xwedî li têkoşîna li girtîgehan derkeve." 
 
MA / Şîlan Çîl
 

Sernavên din

20/08/2024
16:37 Bakirhan li herêma şewatê ye: Bila herêma afetê bê îlankirin
15:56 Li Êlihê qeza çêbû: Ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da
15:13 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Agiriyê daxuyaniyê dide
14:33 Kongreya Meclîsa Jinan a PYD'ê: Ji bo parastina gelê xwe divê em bibin yek
14:11 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê hate dayîn
14:03 Li ser pereyên tirk pîrozbahiya 15’ê Tebaxê!
13:53 MYK’a DEM Partiyê sibê dicive
13:23 Bakirhan serdana karkerên demsalî û cotkaran kir
13:15 Kûrtûlmûş ji malbata Şenyaşar re got: Çalakiya we zirarê dide nirxê Meclisê
12:56 Malbata Şenyaşar vê carê li ber Serokatiya Meclisê çalakî da destpêkirin
12:54 Barzanî di çapemeniya Ingilîzan de ne: Rêxistina mafya ku berîkên xwe tejî dikin
12:31 Balefirên şer ên Tirkiyeyê Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin
12:28 Ji Kampa Holê nêzî 4 hezar kes vegeriyan Iraqê
12:16 Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir
11:31 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:06 Li Geverê dest bi çêkirina rêyên xerabe hat kirin
10:05 28 sal in platîn di lingê girtiyê nexweş de ye
10:04 Emîne Şenyaşar têkoşîna edaletê vediguhêze Serokatiya Meclisê
10:01 Parêzerên Abdullah Ocalan serî li CPT’iyê dan û xwestin serdana lezgîn bike
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2024'AN
08:13 Halîl Yildiz piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan
19/08/2024
23:23 Bakirhan: Ger malnişin bixwazin dikarin vê desthilatê bişînin
23:09 Ji Şîşhaneyê bang kirin: Kurd xwedî li vîna xwe derdikevin
21:37 Li Mêrdînê êrişên nijadperest hatin şermezarkirin
16:43 Li Qamişloyê êriş
16:34 Li Bismilê jina 78 salî întîhar kir
16:07 Li Mêrsînê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:04 Di êrişên Tirkiyeyê yên li Şêrawayê de 4 kes birîndar bûn
14:57 Êrişa li dijî Koçyîgîtê hate protestokirin: Em li vir in, nikarin dengê me kêm bikin
14:25 TUÎK’ê daneyên hêza kar aşkere kirin: Hejmara bêkariyê 3 milyon û 156 hezar e
14:24 Pisporê ewlehiyê yê Iraqî: Li şûna mutabakatê Tirkiyeyê ji axa xwe derxîne
13:42 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar hate berdan
13:38 Çawişê pispor du kesan qetil kir
12:48 Girtî Alî Riza Erdem piştî 31 salan hate berdan
12:12 Di sekeratê de hate berdan: 19 roj in di lênêrîna awarte de ye
12:11 Sewqiyata leşkerî ya bi PDK’ê re didome
12:10 Cerdevanê nexwest biçe operasyonê îstîfa kir
11:35 Dogan: Desthilatê tundiya kolanê xistiye meclisê
11:34 Manîsa 6 roj in dişewite
11:22 Rêveberiya Xweser: Em dikarin bi Şamê re pirsgirêkan bi riya diyalogê çareser bikin
10:48 Li mîhrîcana îtalyayiyan paradîgmaya Abdullah Ocalan: Fikrên wî rê nîşanî gelan didin
10:40 7 kesên binçavkirî hatin berdan
10:23 Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blînken ê çû Îsraîlê: Dibe ku ev firsenda dawî be
10:10 Karsazê filîstînî di êrişa çekdarî de hate kuştin
09:55 Gelê Cizîrê bertek nîşanî tecrîdê da
09:52 Rejîma Îranê kolberek din qetil kir
09:20 Hate îdiakirin ku rapora tenduristiyê ya ‘sexte’ dane girtiyê nexweş
09:11 Meteorolojî: Dê germahî zêde bin
09:10 Faîlê Hîlal Karê ev 2 meh in hêj nehatiye dîtin: Bila edalet pêk were
09:05 Jin dê li ser şer û tecrîdê bi KE’yê re hevdîtinê bikin
09:04 Eskerê ku govend gerandiye hatiye girtin: Wê govenda kurdî berdewam bike
09:02 Seferberiya zimanê kurdî: Ziman xeta me ya sor e
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket
18/08/2024
23:54 Li dijî dagirkeriya peravên gola Wanê çalakî hat lidarxistin
22:54 Li Elkê cerdevanan êrişî berîvanan kirin
22:29 Li Kanîreşê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
22:21 Panela ‘Di hiqûq û civakê de zimanê dayikê’
21:45 Serokê TFF’ê hate Amedê
20:18 Kampanyaya ‘ji darvekirinê re na’ hate dirêjkirin
19:47 WHO’yê têkildarî bandora germahiya kûrewî, hişyarî kir
19:37 Şewata piştî bombebaranê derketibû didome
19:03 Li Kerkukê ji bo ‘jiyana bi hev re’ serdema nû
16:36 Bijîşkên hindistanî 72 saet dem dan hikûmetê
16:35 Li Qereyaziyê şahiya ‘govendê’ hat lidarxistin
16:11 Li sê navçeyên Mûglayê şewat derket
15:52 Çalakiya 'Deng bide azadiyê’: 4 sal in agahî ji rêberê gel nayê girtin
15:29 TAJÊ û TJA berxwedana jinên Hindistanê silav kirin
15:24 Rejîma Îranê 3 jê kurd 4 girtiyên din bidarve kir
15:23 Êrişa li dijî Koçyîgît li Êlihê hat protestokirin
15:22 Hatîmogûllari: Di warê tûrîzmê de pêdiviya welat bi aştiyê heye
14:56 Ji Şandeya DEM Partiyê serdana Îzmîrê
14:55 Dadgeha Îranê salek ceza li nivîskara kurd birî
13:37 Şewata li Karşiyakayê hat temartin
13:18 Bazo Yilmaz ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû hate bîranîn
13:13 Li Geverê cerdevanan welatiyek birîndar kir
11:46 Cenazeyê Tarik Ziya Ekîncî hat veşartin: Emrê xwe fedayî gelê xwe kir
10:39 Nivîskar Mona Fayad: Divê li dijî darvekirinan têkoşîna hevpar bê kirin
10:08 Kovara Jin bi bergeya ‘Hûn nikarin serê jinan bitewînin’ derçû
10:05 Şewatên li 4 bajarên herêma Egeyê berdewam dikin
10:02 Di bin germa 40 dereceyî de dixebitin: Em heqê keda xwe nagirin
10:00 Berdevka DEM Partiyê: Ji bo ku li Meclisê bêhiqûqî neyê axaftin êriş kirin
09:09 Girtiya ku berdana wê 2 caran hat taloqkirin: Çi hewce be divê niha bê kirin
09:06 Gelê Avkevirê: Me raya xwe daye DEM Partiyê
09:03 Jinên wanî daxwazên xwe ragihandin şaredariyarê
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN
17/08/2024
22:36 Di Nobeda li Şîşhaneyê de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:18 Li Cizîrê deklarasyona zimanê kurdî hat eşkerekirin: Dem dema seferberiya kurdî ye
16:12 Tuncel: Navenda şerê Tirkiyeyê û polîtîkaya neçareserkirinê Îmrali ye
15:54 Di Rûniştina F de bang kirin: Şivekar Ataş serbest berdin
15:28 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:18 ÎHD: Mafê her mirovî heye ku di erdhejan de li bajarên zexm bijîn
14:59 Cenazeyê Ekîncî ji Stenbolê şandin Amedê
14:49 Hatimogûllari: Dawiya vê rejîmê hatiye
14:48 Uçar: Tirkiye bi hevkariya PDK’ê ji nû ve DAIŞ’ê zindî dike
14:41 Hat xwestin ku girtî Suleyman Sabrî Mavî yê nexweş bê berdan
13:50 Li bajarên herêma Egeyê şewat berdewam dike
13:41 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn
13:31 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
10:51 Bi ser mirina Îpek Er re 4 sal derbas bûn: Mûsa Orhan hê jî tê parastin