Nobeta Edaletê: Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Beşdarvan û çalakvanên Nobeta Edaletê bal kişandin ser amadekariyên şer ên dewleta tirk û diyarkirin ku şer dê bi gelên Tirkiyeyê bide windakirin û îşaret li çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk kirin. 
 
Nobeta Edaletê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. Di nobetê de bal kişandan ser amadekariya şer a dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê. Beşdarvan û çalakvanên Nobeta Edaletê peyama “Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin” da. 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sûltanbeyliyê di roja 95’an de berdewam kir. Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Stenbolê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî serdana Nobeta Edaletê kir. Namzetên DEM Partiyê biç epik, tilîlî û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. 
 
 Meral Daniş Beştaş a di serdanê de axivî, destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne tenê meseleyeke ku kurdan eleqe dike ye û wiha got: “Em ji temamê Tirkiyeyê re vê dibêjin; Domandina tecrîdê tê wateya serweriya polîtîkayên şer a li her çar aliyê welat, tê wayeta paşguhkirina daxwazên gelê kurd, berdewama birçîtî û xizaniyê. Ji ber ku tecrîd sedem û encama polîtîkayên şer e. Ji ber vê yekê divê ev qêrîna di Nobeta Edaletê de bê bihîstin.”
 
‘DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN’
 
Beştaş, destnîşan kir ku yekane rêya derketina ji krîzên heyî yên li Tirkiyeyê di vekirina deriyên li Îmraliyê re derbas dibe û wiha berdewam kir: “Abdullah Ocalan Serokekî ku bi milyonan kesên li vî welatî jê re dibêjin ‘vîna min e’ ye. We beriya niha ew mûxatab girt û di vê pêvajoyê de Tirkiyeyê bêhneke rehet wergirt. Ji bo ku vegerin şer sedemek tune ye. Cihekarî, bêhiqûqiya li dijî kurdan tiştekî nade qezenckirin dide windakirin. Tecrîd li gorî hiqûqa navnetewî û hiqûqa navxweyî jî îşkence ye. Îşkence yek ji sûcên herî giran ê di cîhanê de ye. Tecrîde bi dawî bikin û deriyên Îmraliyê vekin.”
 
‘EV HILBIJARTIN, HILBIJARTINA ÎŞKENCE BIDOME AN NEDOME YE’
 
Namzetê Hevşardariya Bajarê Mezin a Stenbolê Mûrat Çepnî yê pişt re axivî, qala girîngiya çalakiya nobeta edaletê kir. Çepnî da xuyakirin ku her kesên xwedî îdîaya parastina nirxên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê xwedî hin berpirsyariyan e û wiha got: “DEM Partî û dayikên me yên çalakiya nobetê didomînin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan têdikoşin. Divê li dijî tecrîd, îşkence û xespkirina maf hemû raya giştî rabe ser piyan û dengê xwe bilind bike. Ev hilbijartin di heman demê de hilbijartinên ‘îşkenceya li zindanan bidome an ne ye’.”
 
Piştî axaftina namzetan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
WAN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşentiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 99’an de berdewam dike. Rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Qelqelî û Rêya Armûşê û şêniyên Taxa Yaliyê hatin serdana nobetê. 
 
BERTEK NÎŞANÎ AMADEKARIYÊN ŞER ÊN TIRKIYEYÊ DA
 
Ji xizmên girtiyan Sevat Beyhan anî ziman ku ew tu agahiyan ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nagirin û wiha got: “Greva birçîbûnê ya zarokên me li girtîgehan dane destpêkirin didome. Li hêla din Tirkiye û Barzanî li dijî zarokên me amadekariyên şer dikin. Li dijî van, em jî ji bo çareserî û aştiyê nobeta xwe didomînin. Ma dê heta kengî di şer de israr bikin. Ji bo aştiyê, ji bo xatirê birêz Abdullah Ocalan divê em qadên Newrozê tije bikin.” 
 
Ji jinên hatin serdana çalakiyê Derya Kaya jî ev tişt anî ziman: “Bila tu kes nebêje ‘tiştek bi me nabe.’ Heta ku şer hebe dê hizûra tu kesî nebe. Banga min ji bo dayikên polîsan e; ji bo zarokên xwe rê nedin vî şerî. Bila ew jî li dijî şer derkevin. Tu kes di şer de bi ser nakeve. Werin em bi hev re bertek nîşan bidin.” 
 
AMED
 
Li Amedê çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 102’yemîn de berdewam kir. Kesên tev li nobeta li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rezanê tê domandin bûn, pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.
 
Nazîme Boltan a di çalakiya nobetê de axivî, wiha got: “Bila Serokê me weke herkesê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. 102 roj in em li vir rûniştine. Em ji bo Serokê xwe li vir in. Em bang li hemû malbatên girtiyan û gel dikin ku piştgiriya me bikin. Zarokên me çend roj in ji bo hevdîtinê di greva birçîbûnê de ne, bila demildest hevdîtin pêk were.”
 
Malbatên girtiyan ên di nobetê de pişt re çûn serdana şîna girtiyê nexweşê giran Îsmet Çardak ê beriya 15 rojan bi kursiya biteker hate berdan û duh di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da ya li Mala Şînê ya Hevêdaniyan kirin.  
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiyê rêxistina DBP’ê Êlihê hatiye destpêkirin di roja 44’emîn de berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê Serra Bûcak, DBP, Rêxistinên DEM Partiyê yên Bajaran, Platforma Ked û Demokrasiyê serdana nobetê kirin. 
 
Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Piştî gotina klamên dengbêjan nobet bi dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 102’yemîn de berdewam dike. Meclisa Dayikên Aştiyê tev li çalakiyê bûn û di nobetê de berxwedana li zindanan hate silavkirin. 
 
Nobet bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
 
MÊRDÎN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin di roja 68’an de didome. Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê nobet bi stran û dirûşman domandin. Di nobetê di çarçoveya amadekariyên Newrozê de zendik hatin amadekirin. Gelek welatî hatin serdana çalakiyê. Her wiha şandeyeke ji Şaxa ÎHD’a Mêrdînê jî hate serdanê. 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Veysî Parilti di serdanê de wiha got: “Daxwazên Nobeta Edaletê daxwazên însanî ne. Dayik dixwazin tecrîda li girtîgeha bi dawî bibe û edalet, demokrasî û hiqûq bê. Weke ÎHD’ê em jî piştgiriyê didin van daxwazan. Dê piştevaniya me ya bi nobetê re bidome. Serkeftinê dixwazim.”
 
Çalakiya nobetê bi nîqaşên têkildarî rojevên heyî bi dawî bû. 
 
 
 
 

Sernavên din

20/03/2024
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin
16:25 PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan
16:11 Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin
15:22 Tevî barana zêde jî li Qilebanê agirê Newrozê hat vêxistin
14:48 Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin
14:19 Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e
14:04 Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
11:57 Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
11:53 Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye
11:34 Namzetên DEM Partiyê: Em bi biryar in ku Amedê bikin bajarê jinan
11:04 Kesên tev li Newroza Stenbolê bûn: Yên di tecrîdê de israr dikin bila li qada Newrozê binêrin
10:49 Girtiyê nexweş Tuzun ev 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin
10:30 Rişmil ji guherînê re amade ye: Em bi biryar in, dê bi ser kevin
10:22 Beyoglû di nelirêtiyê de sînoran nas nake: Îcar jî endama meclisê ya AKP’î girt kar
10:17 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:17 Derheqê rojnameger Babaoglû ku 30 sal in winda ye bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye vekirin
10:15 Namzetên DEM Partiyê yên Gêlê: Em ê tevî hilbijêrên veguhestî jî serbikevin
09:04 Li Serêkaniyê pîrozbahiya biheybet a taxê
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 146 roj in agahî nayên girtin
09:02 Girtiyên siyasî 113 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 ‘Tevlibûna Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê’
09:00 Ji bo Newroza Êlihê banga tevlibûnê kir
09:00 Namzetê Tifaqa Dêrsimê bi projeyên şênber tên
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN
08:38 Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin
08:37 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket
17/03/2024
22:59 Pûtîn Serokatiya Dewleta Rûsyayê bi dest xist
22:44 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê: Meşa me ya azadiyê dê mezin be
22:29 Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin
21:47 Li Sîlopiyayê jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir
21:26 Ciwanan li çiyayên Qilebanê agirê Newrozê vêxist
20:28 Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn
19:44 Şaredariya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mewlîdê bide
19:28 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist
19:10 ‘Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne’