Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin

ÊLIH - Sûltan Acar a di êrişa Hîzbulkontra ya li Elihê de hevjînê wê hatiye qetilkirin got: "Îro dibêjin 'wê demê me sivîl nekuştine'. Hem kuştin û hem jî winda kirin. Em ê tu carî wan efû nekin."
 
Partiya Doza Azad ku weke baskê siyasî yê Hîzbullah a ku bi îşkence, êrişên bi sator û kezabê di bîra mirovan de ye, li gelek navendan bi kesên di dozên Hizbulkontrayê de hatine darizandin an jî parêzeriya van dozan kirine amadekariya hilbijartinan dike. Ev partî, di hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'yan de bi tifaqa AKP-MHP'ê re tifaq çêkir parêzer di van dozan de. Eleqeya çapemeniya desthilatdar a li ser xebata partiya ku di hilbijartinên 14'ê Gulana 2023'an de bi AKP-MHP'ê re tifaq çêkir û wekî "projeyeke dewletê" hat daxuyandin. Niha jî ji bo hilbijartinên xwecihî bala çapemeniya desthilatê dikişîne. Çapemeniya desthilatê di ser propagandaya bi kurdî re bi taybetî kesên li Kurdistanê wekî namzet nîşan daye tim derdixe ber ekranan. 
 
Ev "eleqeya" desthilatê ya ji bo Partiya Doza Azad ji aliyê desthilatdariyê ve, wekî ku cinayetên Hizbulkontrayê yên di salên 90'î de bide jibîrkirin tê şîrovekirin. Li Êlihê ku Hîzbulkontrayê gelek kes kuştin, malbatên kesên bi vî awayî hatin kuştin jî wiha difikirin. 
 
BERÎ FITARÊ 5 DEQEYAN HAT QETILKIRIN
 
Ji kesên ku ji aliyê Hizbulkontrayê ve hatin qetilkirin yek jê Abdurrahman Acar bû. Abdurrahman Acarê ku bavê 4 zarokan bû, di sala 1962'yan de ji dayik bûye. Li Êlihê qehwexaneya wî hebû û wekî navenda Partiya Kedê ya Gel (HEP) bi kar dianî. Acar ku jê re digotin "Bozo", di 23'yê Adara 1993'yan de beriya fitarê bi 5 deqeyan li Xeraca Midyadê ya Kevn di nava bi sedan kesî de ji aliyê kesekî nasnameya wî nediyar ve hat qetilkirin. Tevî ku 31 sal di ser re derbas bûne jî, kiryar nehatine dîtin û di bûyerê de gelek caran işaret bi Hizbulkontrayê hatiye kirin. 
 
'YEKANE SÛCÊ WAN WELATPARÊZÎ BÛ'
 
Sultan Acar a ku li ser gora hevjîna xwe ya ku hat qetilkirin soza "Min ala te ya têkoşînê girt, ez ê tu carî dest jê bernedim" dabû, piştî bûyerê di nava partiyên siyasî yên kurd de bi awayekî aktîf dest bi xebatê kir. Acar ku niha Hevseroka Navçeya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) e, diyar kir ku di salên 90'î de hevjîna wê gelek caran rastî gefan hatiye. Acarê da zanîn ku hevjîna wê serî li ber gefan netewandiye û wiha got: "Her ku hevjîna min dihat malê digot ku hevalekî wê yan jî dikandarek hatiye qetilkirin. Tu gunehê wan tune ye. Sûcê wan tenê welatparêziya wan û kurdbûna wan û hezkirina wan a ji bo Kurdistanê bû. Hevjînê min mirovekî pir baş bû, zirar wî nedigihaşt tu kesî jî. Wê demê Êlih dihat valakirin. Xelk jê direviya. Min ji hevjînê xwe re got, em jî herin. Lê wî got, ez ê çawa Êlihê bihêlim û herim." 
 
'EM Ê EFÛ NEKIN'
 
Acarê anî ziman ku êş û hêrsa wê rojê hê jî heye û wiha got: "Îro radibin dibêjin 'wê demê me sivîl nekuştine.' Hem kuştin û hem jî winda kirin. Heya niha jî bi hezaran mirovên me winda ne. Em ê tu carî wan efû nekin. Ez bi xwe wan efû nakim. Ger ez efû bikim zarokê min wê efû nekin û kurê min efû bike, wê neviyê min efû neke." 
 
Acarê anî ziman ku alaya têkoşîna hevjînê xwe hilgirtiye û wiha got: "Dema hevjîna min şehîd bû kurê min diçû dibistanê. Wê demê ez ditirsiyam ku kurê min jî bikujin. Ji ber ku ew qeterehmî bûn. Ciwanan qetil dikirin. JAsît dirijandin ser xwendekarên keç, ji ber ku destên wan tazî bûn. Ji salên 90'î heta 95'an Êlihê veguherandin dojehê."
 
BANGAWAZÎ
 
Acarê da zanîn ku êrişên piralî li dijî kurdan tên kirin û got: "Em dixwazin gelê me bibe yek. Ez naxwazin em vegerin salên 90'î. Naxwazim xwîna tu kesî bê rijandin. Werin em bi siyaseteke xurt, bi yekîtî derkevın hemberi wan. Piştî ku hevjînê min hat qetilkirin kes nehat girtin. Di salên borî de Erdogan çend tetikkêş berdan. Destê wan di xwîna gelek hevalên me de heye. Îro dixwazin piştgiriyê bidin Partiya Doza Azad û di ser wê re tiştekî bikin. Heta karê wan bi wan re hebe dê wan bi kar bînin. Ji ber ku armanca pergala dewletê ev e. Dema karê wan biqede dê li hemberî wan bisekinin."
 
MA / Fethî Balaman 
 

Sernavên din

20/03/2024
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin
16:25 PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan
16:11 Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin
15:22 Tevî barana zêde jî li Qilebanê agirê Newrozê hat vêxistin
14:48 Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin
14:19 Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e
14:04 Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
11:57 Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
11:53 Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye
11:34 Namzetên DEM Partiyê: Em bi biryar in ku Amedê bikin bajarê jinan
11:04 Kesên tev li Newroza Stenbolê bûn: Yên di tecrîdê de israr dikin bila li qada Newrozê binêrin
10:49 Girtiyê nexweş Tuzun ev 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin
10:30 Rişmil ji guherînê re amade ye: Em bi biryar in, dê bi ser kevin
10:22 Beyoglû di nelirêtiyê de sînoran nas nake: Îcar jî endama meclisê ya AKP’î girt kar
10:17 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:17 Derheqê rojnameger Babaoglû ku 30 sal in winda ye bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye vekirin
10:15 Namzetên DEM Partiyê yên Gêlê: Em ê tevî hilbijêrên veguhestî jî serbikevin
09:04 Li Serêkaniyê pîrozbahiya biheybet a taxê
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 146 roj in agahî nayên girtin
09:02 Girtiyên siyasî 113 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 ‘Tevlibûna Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê’
09:00 Ji bo Newroza Êlihê banga tevlibûnê kir
09:00 Namzetê Tifaqa Dêrsimê bi projeyên şênber tên
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN
08:38 Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin
08:37 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket
17/03/2024
22:59 Pûtîn Serokatiya Dewleta Rûsyayê bi dest xist
22:44 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê: Meşa me ya azadiyê dê mezin be
22:29 Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin
21:47 Li Sîlopiyayê jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir
21:26 Ciwanan li çiyayên Qilebanê agirê Newrozê vêxist
20:28 Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn
19:44 Şaredariya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mewlîdê bide