25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne

AMED - Rabîa Ataş a di salên 90’î de bi pêxistina agirê li ser banê xwe Newroz pîroz kir, 25 sal in bi heman cilan tev li pîrozbahiyan dibe. Ataşê wiha got: “Ewilî bi şewitandina çend perçeyên êzingan dest pê kir, pişt re teker hatin şewitandin. Ew agirê biçûk mezin bû û gurtir bû.”
 
Ji Newroza ku gelê kurd weke “vejîn” û “jinûve dayik bûn” penase dike re kêm roj man. Gelê kurd ji ber Newrozê gelek bi kelecan in. Rabîa Ataş (60) a ji salên 90’î ve Newrozê bênavber pîroz dike, yek ji milyonan e ku amadekariyên Newrozê dike. 
 
Ataş a di heman demê de çalakvaneke Nobeta Edaletê ye ku bi dirûşmeya “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareserî” hatiye destpêkirin, bi salan e tevî zextan jî Newroz pîroz kir. 
 
Ataş a ewilî di sala 1991’an de bi pêxistina tekerê li ser banê xwe Newroz pîroz kir, pişt re ji pîrozbahiyên li tax û kolanan hatin kirin re pêşengtî kir. 
 
Ataş a bi cilên xwe yên herêmî ku beriya 25 salan daye dirûn dê di Newroza 2024’an de cih bigire, ruhê Newrozê yê salên 90’î vegot. 
 
AGIRÊ EWIL LI SER BANÊ XWE VÊXIST
 
Ataş, a ji gundê Cirnik ê girêdayî navenda Amedê koçî Sûrê kir, pîrozkirina Newroza xwe ya ewil wiha vegot: “Me di salên 90’î de bar kir Taxa Lalebeyê, 6 salan li wir man. Wê demê têkiliyên cîrantiyê gelekî baş bûn. Dema em diçûn cilekê bidin dirûn bi cîranên xwe re diçûn, me pir ji hev hez dikir. Mala ku di sala 91’an de me bar kire li qada 4’an bû. Rojekê mi ji jinên cîranên xwe re got ‘Werin em Newrozê pîroz bikin’. Wan jî ji min re gotin gelek tîmên taybet li kolanan bi copan digerin û ji ber vê yekê bifikar in. Dîsa jî gotin ‘em pîroz bikin’. Min jî got ‘temam tekerê ku em pêxin ez ê bînim’ Min bi tena serê xwe bi zehmetiyê ew teker bir serbanî. Pişt re jinên cîranên min kom bûn, yek ji Farqînê, yek ji Pasûrê û yek ji Bismilê bû. Em hemû di heman temenî de bûn, ciwan bûn. Cîranên ku agir dîtin, bi zarokên xwe ve hatin cem me û li dora agir bûn xelek.”
 
TEKEREKEK, ZILIKEKÎ ŞIXATÊ Û VÎN 
 
Ataş, a ku cara ewil pîrozbahiya xwe ya “qedexe” ya Newrozê bi tekerekek, zilikekî şixatê û vînê kir, anî ziman ku dema dû li ser banî bilind bû, polîsan dest bi lêgerîna agir kirine ku li ku hatiye pêxistin. Ataşê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku ketinên avahiyên me weke labîrenta bûn, polîs ketibûn avahiya xelet. Yek ji kesê ji wê avahiyê got ku polîs li agir digerin. Wan salan kesên digirin heta nedikuştin bernedidan. Me bi lez û bez hewl da agirî vemirînin, agir wisa gur bibû ku nedivemirî. Ji ber vê yekê em revîn çûn malên xwe. Wan dema pîrozkirina Newrozê gelek zehmet bû. Dîsa jî me israr kir ku pîroz bikin. Carna em li benda wan diman dema diçûn me dîsa agir pêdixist. Ev ji bo dibû rikek, heta êvarî agirê me vêdiket û pîrozbahî berdewam dikirin. 
 
Rojekê serê sibê ji bo zarokan bibim dibistanê derketim derve. Kesek li kolanê hatibû kuştin. Wê demê gelek mirov bi awayekî kiryarên nediyar dihatin kuştin. Dikandar, rojnamevan dihatin qetilkirin. Wan deman gelek zehmet bû, kesê faîlên kesên dihatin qetilkirin jî nedizanîn; hin kesan digotin ‘dewlet’ e hinekan digotin ‘Hîzbûllah’ e. Tevî hemû zehmetiyan jî tema wê demê cuda bû.”
 
AGIRÊ KU JI SERBANAN BER BI QADAN VE VENEMIRΠ
 
Ataş, da zanîn ku pîrozbahiyên Newrozê ewil li taxan dest pê kirin pişt re qad hatin guhertin û wiha lê zêde kir: “Qadên Newrozê her tim dihatin guhertin. Demekê li Taxa Batikentê dihate pîrozkirin, demekê jî li nêzî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê hate pîrozkirin. Niha ew der bûne TOKÎ. Wesayît nebûn, hatin û çûyîn zehmet bû, em ji Melîk Ahmet bi piyan diçûn wan deran.” 
 
CILÊN NEWROZÊ YÊN 25 SALAN
 
Ataş, anî ziman ku ji bo Newrozê beriya çend rojan dest bi amadekariyan kiriye û anî ziman ku bi cilên beriya 25 salan daye dirûn, li qadê cihê xwe girtî ye. Ataş a çîroka cilên xwe yên 25 salî vegot, îşaret bi cilên xwe kir û wiha got: “25 sal çêbûn kum in ev fîstane daye dirûn. Wê demê ji ber şîfon biha bûn min bi 100 dolaran dabû çêkirin. Me digot divê cilên me ji hişmeta Newrozê bên. Ji ber wê yekê me cilên herêmî li xwe dikirin. Cilên me yên herêmî çand, rûmet û şerefa me ye. Mîrateya ku ji dayika me mayî ye. Weke Newroza me. Ji ber vê yekê di rojên dîrokî de cilên xwe yên herêmî li xwe dikin. Ev kevneşopiya me ye. Ji ber vê yekê heta îro ez bi van cilan tev li Newrozê dibim. Ez di her êvara Newrozê bi kelecanî ji sibê re amadekariyên xwe dikim. Ji bo Newrozê hem ji xwe re hem jî ji zarokên xwe re cil dan dirûn. Min ew jî bi xwe re dibin Newrozê.”
 
‘EW AGIRÊ BIÇÛK MEZIN BÛ’ 
 
Ataş, anî ziman ku tevî hemû zextan jî agirên Newrozê her sala ku diçe gurtir dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Newroz ji bo tê wateya jiyaneke nû, berxwedan û serhildanê. Di vê oxirê de gelek ciwanan jiyana xwe ji dest da. Divê em xwedî li Newrozê derkevin ji ber ku Newroz li dijî zilmê serhildan e, serî netewandine. Pîrozbahiyên me yên Newrozê ewilî bi vêxistina çend parçeyên êzingan dest pê kir, nekarîne wan. Ev agir mezin bû; veguherî şewitandina tekereyan û pişt re mezin bû. Ew agirê biçûk mezin bû û qet venemirî, gurtir bû. Tu caran nikarin mafên me çanda me desteser bikin, ji ber ku em ê xwedî derkevin.”
 
DI BI HEMAN CILAN LI QADÊ BE
 
Ataş, a got ku “Ez jî dê dîsa bi heman cilan tev li Newrozê” bim, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez ji vir bang li dayikan dikim; Sed salî jî bin cilên xwe yên herêmî derxin û wan li xwe bikin. Ji ber ku tiştên berê zêdetir bi qîmet in. Ji 7 salî heta 70 salî bang li herkesê dikim, bila herkes tev li vê Newrozê bibe. Hêvî dikim ku ev Newroz bibe wesîleya aştiyê. Em ê bi hev re Newrozê pîroz bikin û tecrîdê bişikînin.”
 
MA / Eylem Akdag
 
 
 
 
 

Sernavên din

16/03/2024
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
21:28 Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
19:01 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
18:42 DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in
18:25 Li Îzmîrê starta Newrozê li Kadîfekaleyê hat dayîn
18:08 DEM Partî kuçe bi kuçe dixebite
17:18 Nobeta Edaletê: Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin
16:51 Li Şirnexê Cafirî bi girseyî çûn serdana DEM Partiyê
16:27 Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin
16:18 Fadil Şenyaşar 6 sal in nayê berdan
16:17 Kesên di Newroza 92’yan de hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel hatin bibîranîn
16:15 Di salvegera yekemîn a lehiyê de daxuyanî hat dayîn: Em ê rûbaran îstamlaq bikin
15:56 Hatîmogûllari: Navê xaka kurd lê dijîn ‘teroristan’ nîne, Kurdistan e
15:37 Uçar: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye
15:29 Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin: Newroz azadî ye
14:58 Ozturk: Ji bo aştiyek birûmet divê Abdullah Ocalan azad be
14:42 Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:31 DEM Partiyê bersiva Ensarîoglû da: Xizmetkarê qesrê, muridê Soylû
14:02 Femînîst: Gultan Kişanak namzeta me jî ye
13:53 Şîna Çardak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:09 Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin
13:08 Li Amedê du endamên ESP’ê hatin binçavkirin
13:07 DEM Partî çû serdana şîna malbata zarokê di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî
12:54 Mazlum Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:51 Bota ku penaber tê de bûn li Çanakkaleyê noqî avê bû
12:50 Ji Mûrat Karayilan ‘Mizgîniya Newrozê’
12:38 Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê: Em ê bajarî radestî xwediyên wê bikin
12:05 Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
11:54 Dozgeriyê li dijî biryara beraetê ya ji bo doza 'Qirkirina Ermenan' îtîraz kir
11:48 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:46 Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez
11:07 Ji ber mitînga Erdogan di kolanan de mirov nehiştin!
10:58 Agirê Newrozê li navçeyên Stenbolê hate gûrkirin
10:46 DEM Partî li Xelatê li ber serketinê ye
10:43 Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê danezana hevpar hate weşandin
10:36 Bang li hilbijêrên bitevger ên Egeyê kir: Serî li DEM Partiyê bidin
10:26 Li Serêkaniyê şahiya DEM Partiyê
10:19 Namzetên DEM Partiyê yên Gundikê Melê behsa projeyên xwe kirin
10:18 Kurd dê li 3 parzemînan peyama 'azadî ji Ocalan re' bidin
10:14 Stenbol ji Newrozê re amade ye: Bila bibe wesîleya azadiyê
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan
15:06 ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan
14:45 Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn
14:39 Li Konyayê balafira perwerdê ya leşkerî ket
14:18 PE’yê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ erê kir
14:01 Fîdan, Guler û Kalin ji bo operasyona derveyî sînor çûn Bexdayê
13:41 Di serdegirtina qawîşan de sepana ‘rabe-rûnê’ li girtiyan hat ferzkirin
13:32 Kişanak: Namzetên cêwî her ku sozên didan bêhtir xwe dihetikînin
13:20 'Girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan’
13:11 Beyoglû yê AKP’î îcar jî kurê xwe girt şaredariyê
12:53 Li Depê kelecana Newrozê: Em ji bo qîrkirina azadiyê bang dikin
12:50 Di doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran de li şahidê nepen hat guhdarîkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan ê 36 meh in agahî jê nayên girtin serlêdaneke nû
11:45 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
11:30 Li GOP’ê agirê Newrozê hat vêxistin
11:25 Ferzkirina sepana derxistina solê ya ji bo Demîrtaş hat betalkirin
11:00 Cînayetên Hîzbûlkontrayê: Bila kes li bendê nebe ku em ji bîr bikin
10:37 Waliyê Şirnexê ji bo propagandaya AKP'ê dest bi belavkirina alavên malan kir
10:34 Kocaelî ji Newrozê re amade ye
10:00 Biryara îstîmlaqkirinê ya li Akbelenê hate betalkirin
09:56 Çalakiya ajokarên TIR’an di roja 6’emîn de berdewam dike
09:55 Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin
09:53 TJA kampanyaya xwe vediguhêze Newrozê
09:53 Ji bo hilbijêrên bitevger sepana kareqodê
09:29 142 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê di roja 109'an de didome
09:27 Lehengên bi azweriya azadiyê bûne Newroz
09:19 Banga ji bo Newroza Stenbolê: Em bersiva Dehaqan bidin
09:07 Wê di Newroza Wanê de bibêjin 'ji Ocalan re azadî'