Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin

img
ENQERE - Siyasetmedarên di Doza Kobanê de li dijî lêpirsîna girtinê parastin kirin, ji bo Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanakê ya dîl girtî deng xwestin. 
 
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Di danişîna hate lidarxistin de rewşa girtinê ya girtiyan hate nirxandin. Girtiyan di danişîna ku bi tespîta nasnameyan dest pê kir de li dijî lêpirsîna girtinê parastin kirin. 
 
URKUT: HATE FÊMKIRIN KU ÎDIA LI MASEYÊ HATINE ÇÊKIRIN 
 
Di danişînê de ewilî siyasetmedarê girtî Alî Urkut axivî. Urkut, diyar kir ku di dosyayeke hatiye li ber qedandinê de nirxandina rewşa girtinê li gorî qaydê tê kirin û anî ziman ku ew bi xwe jî dê li gorî qaydê tiştekê bibeje. Urkut, axaftina xwe wiha domand: “3 sal in darizandin tên kirin. Derket holê ku şahid derewan dikin. Bi awayekî zelal derket holê ku îdiayên dozger çiqas vala ne û çiqas li ser maseyê hatine çêkirinin. Bi temamî ji ber sedemên siyasî em ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin. Sedem me li dijî DAIŞ’ê parvekirinek kiriye û bang li gel kiriye ku hestiyar be. Me ji desthilatê jî xwestiye ku li dijî Kobanê bihestiyar be, ambargoya li dijî gelê Kobanê rake. Niha dozgerî hewl dide serê bûyerê bigire, berovajî bike û faîlên rast bibîne. Dîrok vê yekê qebûl nake, em jî qebûl nakin. Em jî niha van îdiayên derveyî rastiyê red dikin.”
 
ALTINORS: BANG LI HERKESÎ DIKIM KU DENGÊ XWE BIDIN KIŞANAK Û OZTURK
 
Pişt re siyasetmedar Alp Altinors ê girtî parastin kir û Newroza kesên tev li danişînê bûne pîroz kir. Altinors ev tişt gotin: “Em di salvegera girtina xwe ya çaremîn de ne. Twîteke ji çend rêzan û girtineke çar salan. Îro li vir Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Enqereyê Ozturk Turkdogan di navbera me de ye. Ez bawer im Gultan xanim jî dê bi SEGBÎS’ê tev li bibe. Ez spasiyên xwe pêşkeşî her du namzetan dikim ku vebijêrkek pêşkeşî gelê Enqereyê kirine. Ez bang li hemû demokrat û mirovên li Enqereyê dikim ku dengên xwe bidin Gultan Kişanak û Ozturk Turkdogan. Ez bi xwe jî dê di vê çarçoveyê de dengê xwe bikarbînim.”
 
‘YA KU TÊ DARIZANDIN TÊKÇÛNA DAIŞ’Ê YA LI KOBANÊ YE’ 
 
Altinors, pişt re di çarçoveya dozê de parastin kir û wiha berdewam kir: “Ya ku li vir tê darizandin di kesayeta banga me de piştevaniya gelan e. Ya ku li vir tê darizandin di kesayeta banga me de têkçûna Daişê ya li Kobanê ye. Armanca banga me zelal e. Ji bo piştevaniyê ye û birûmet e. Zelal e ku ev bang di kîjan dîrokê de di kîjan şert û mercan de hatiye kirin. Ya ku hatiye kirin bangeke protestoyeke demokratîk e. Ji bo ku me ev yek kir hûn jî vê yekê ji me re rewa dibînin. Hêvî dikim ku ev rewşa girtina neheqî bi dawî bibe. Di vê navberê de Fîgen başkan û Gultan başkan jî hatin eywana SEGBÎS’ê. Ez ji vir wan silav dikim. Ji bo namzetbûnê Gultan başkanê pîroz dikim, ji rê serkeftinê dixwazim. Dengê me ji bo we ye. Lê tenê em dikarin sê dengan bikarbînin, mixabin dengên hevalên me yên din ên girtî nîne.”
 
AYLA AKAT: WE MAFÊ ME YÊ HILBIJARTINÊ JI DESTÊ ME GIRT
 
Siyasetmedara dîl girtî Ayla Akat Atayê jî bi silavdayîna herkesên ku ew tenê ne hiştin re dest bi axaftina xwe kir. Ata ku qala kampanyaya hilbijartinê ya Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak kir, wiha got: “Em li ser gelek hûr dibin ku em ê bikarin çawa piştgiriya kampanyaya hilbijartinê ya Gultan başkanê bikin. Di vê mijarê de nîqaşên me yên cidî çêdibin. Lê divê em vê bînin ziman ku me di hilbijartina beriya niha de deng bikardianî lê di hilbijartinên 31’ê Adarê de mafê me yê bikaranîna dengan hate astengkirin. An ku bi ragirtina me ya li girtîgehan tenê mafê me yê hilbijartinê ji destê me nehate girtin, di heman demê de mafê me yê dengdayîn ê jî ji destê me hate wergirtin.”
 
‘ÎDIAYÊN HATIN PÛÇKIRIN HÛN DIKIN SEDEMA GIRTINÊ’ 
 
Ata, wiha berdewam kir: “Birêz serokê dadgehê hûn sal û nîvên dawî ne vê lêpirsîna girtinê dikin. Hinceta rewşa girtinê ya tu hevalên me nehate guhertin. An ku têkildarî rewşa me ya girtinê gotineke ku bibêjin nema ye. Çawa ku ji bo me bigirin we nekarî hincetekê biafirînin, ji bo girtî darizînin jî we nekarî tu hincetan biafirînin. Çawa ku hinceteke we nema ku bînin ziman, gotineke me jî ya têkildarî hincetên we de nema birêz dadger. Derewên şahidan hatin pûçkirin. Belgeyên ji meqamên têkildar hatin xistin dosyayê û ew hemû hatin pûçkirin. Lê hûn hêj ew îdia û belgeyên hatine pûçkirin dikin sedemê girtina me. Daraz ne tenê amûreke îdeolojîk e her wiha weke amûreke zextê jî tê bikaranîn.”
 
AYNÛR AŞAN: HÛN TUNDIYÊ 3 QATAN ZÊDE DIKIN 
 
Siyasetmedara din a dîl girtî Aynûr Aşan jî wiha got: “Barê me jinan ê di nava civakê de ji du qatan zêdetir giran e. Lê hûn bi van darizandin, van pêvajoyên girtîgehê, zindanan barê me 3 qatan zêde dikin. Ji ber vê yekê em li dijî vê tundiyê têdikoşin. Gotineke me ya ku em bêjin me berdin jî nema. Ji ber ku temamê van gotinan me gotin. Bi rastî heke ji bo we wateyeke gotinê hebe, wateyeke gotina me hebe û niyeteke we ya baş hebe, me ev tişt hemû gotin ji xwe.”
 
Danişîn bi parastina Gultan Kişanakê berdewam dike.
 
 
 
 

Sernavên din

22/03/2024
09:08 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin