‘Dê DEM were talanker dê biçin’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê kolan bi kolan bi gel re hevdîtin kirin û xebatên xwe meşandin. Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal got ku dê piştî hilbijartin dawî li talan, bertîl, dizî û nelirêtiyan bînin. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartinê bajar bi bajar, kolan bi kolan, mal bi mal didomînin. Namzetan di xebatên xwe de bal kişandin ser talan û nelirêtiyên qeyûman û gotin ku dê piştî hilbijartinê bajarên xwe ji talankeran xelas bikin. 
 
WAN 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Ebex a Wanê civîna gel li dar xist. Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê Neslîhan Şedal, Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Uçar û gelek welatî tev li civînê bûn. 
 
Bi sedan kes tevî barîna berfê tev li civîna gel bûn. Namzetên hevşaredariyê yên Ebexê Hatîce Atabay û Fetah Hasçelîk di civînê de anîn ziman ku ew ê ji pirsgirêkên navçeyê re bibin bersiv. 
 
Piştre namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî û diyar kir ku ev du serdem in ku îradeya gel tune tê hesibandin. Şedal, wiha domand: "Heke armanca wan çareserkirina pirsgirêkên vî gelî be, wê demê çima ev pirsgirêk nayên çareserkirin? Em ê di 31’ê Adarê de bersivekek wisa xurt bidin faşîstan ku dê careke din nikaribin bajarên me talan bikin.” 
 
Şedal, ji îktîdarê re got; "Hûn neçar in ku îradeya me nas bikin" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Erdogan digot, 'Hûn deng bidin me jî nedin me jî ez ê ji we re rê çêbikim, dê ji we re avê bînim.’ Lê belê hêj jî gotinên xwe pêk neaniye. Digot, ‘Ez ê zarokên we îstîhdam bikim.' Çima zarokên me li derveyî bajar dixebitin? Çima xelkê vê xakê koçber dibe? Ji ber ku li ser vî gelî, li ser jin û ciwanan polîtîkayeke qirêj tê meşandin. Di 31’ê Adarê de em ê bimînin, qeyûm dê biçin.”
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî di hevdîtinê de got ku ew ê qeyûman bişînin.
 
‘HILBIJARTINA ÎRADEYA GELÊ KURD’
 
Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Uçar jî da zanîn ku hilbijartinên 31’ê Adarê ne tenê hilbijartinên şaredariyan in û ev tişt got: “Di heman demê de dê li ser sindoqan bibe nîşandana îradeya gelê kurd. Dê li Kurdistanê bibe hilbijartina şandina qeyûman. Dema şandina dizên ku bêyî heq bikin rûniştine ser kursiyan e. Li ser kursiyên ku heq nekirine rûniştine lê belê dê gelê kurd li her derê bersiva pêwîst bide van qeyûman û polîtîkayên wan. Ev gel 100 sal in li ber xwe dide û dê dîsa li ber xwe bide û we bişîne.” 
 
Piştî axaftinan, namzetên hevşaredariyê û girseya kom bûbû di bin berfê de govend gerandin.
 
RIHA 
 
Namzetên hevşaredariyê yên navçeya Serêkaniyê ya Rihayê xebatên xwe domandin. Namzet Rahşan Yazar li taxên girêdayî navendê çû serdana welatiyan. Her wiha li gelek herêman civîn hatin lidarxistin û Yazar çû serdana nexweşan jî. Namzetê din Ugur Kahraman jî xebatên xwe li gundan domand. Kahraman li gundê Girê Sirkê bi welatiyan re civiya û bi tevlibûna şêniyên gund civîna gel li dar xist. Namzetê hevşaredariyê polîtîka û projeyên xwe vegot û welatiyan jî soza piştgiriyê dan. 
 
HALÎLIYE 
 
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer û Celalettîn Erkmen û namzetên hevşaredariyê yên navçeya navendî Halîliliyeyê Sema Ateş û Suphî Yilanci jî li navçeyê xebatên xwe domandin. Namzet çûn serdana saziyên çapemeniya herêmî û li nêrînên wan guhdarî k ir. Piştre jî şande çû serdana Odeya Bijîşkên Veterîner, Odeya Bijîşkan, Lijneya Şêwirmendiyê ya Rihayê û Odeya Bazirganî û Pêşesaziyê ya Rihayê. Namzet Celalettîn Erkmen di serdanê de got; “Em ê ne li gorî daxwaza alîgiran, xizmetê li gorî pêdiviyan bikin.” Erkmen, diyar kir ku dê tevahiya dahatên şaredariyê bi awayeke rêk û pêk û şefan parve bikin. 
 
EYYUBIYE 
 
Namzetên hevşaredariyê yên navçeya navendî Eyyubiyeyê Halîl Akbaş û Adalet Erîş jî çûn serdana esnafên li Bazara Genim û li pirsgirêk û pêşniyarên wan guhdarî kirin. Namzetan ji bo DEM Partiyê piştgirî xwestin. 
 
CURNÊ REŞ 
 
Li navçeya Curnê Reş a Rihayê baraneke zêde dibariya lê dîsa jî bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan xebatên hilbijartinê hatin domandin. Ocalan bi welatiyên hatin buroya hilbijartinê ya partiyê re civiya û bal kişand ser girîngiya Curnê Reş a di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de. Ocalan, vegot bê ka herêm ji hêla partiyên pergalê ve çawa paşve hatiye hiştin û ev tişt anî ziman: “Divê em bibin yek û Şaredariya Curnê Reş ji kesên şaredarî veguherandin şaredariya malbatê xelas bikin û bikin şaredariya gel.” 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî li gundan bi jinan re civiya. Uçar û jinên li gel wê derî bi derî geriyan û projeyên DEM Partiyê vegot. 
 
HEWAG 
 
Namzetên hevşaredariyê yên Hewagê Aygun Kapikayali û Îsmaîl Yildiz jî çûn serdana gundên Damlîce, îkîz, Tosîn û Qanlîawşarê. Eleqeyeke zêde ji bo namzetan hebû û namzetan gotin ku dê bi biryardariya gel bên hilbijartin û dê xizmetê bînin navçeyê. 
 

Sernavên din

22/03/2024
09:08 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin