Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Nobeta Edaletê diyar kirin ku di Newrozê de ji aliyê milyonan kesan ve azadiya Abdullah Ocalan hate xwestin û destnîşan kirin ku dê bi heman daxwazê têkoşîna xwe bidomînin. 

 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin berdewam dike. 
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya Komelaya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) daye destpêkirin, di roja 102’yemîn de berdewam dike. Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Artemêtan, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê, Namzeta Hevşaredariya Artemêtan a DEM Partiyê Rabîa Başak Koç serdana Nobeta Edaletê ya di avahiyê Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê de tê meşandin, kirin
 
Nobet bi deqeyeke rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir û bi axaftinan berdewam kir. Di nobetê de Hevseroka DEM Partiyê ya Artemêtanê Reyhan Kaplan wiha axivî: “Divê barê vê têkoşînê ne tenê ser milê dayikan be, divê ser milê me tevan be. Divê em hemû piştevaniya dayikan bikin. Em li cem birêz Abdullah Ocalan û girtiyên xwe ne.” 
 
‘NEWROZ BERSIVDAYÎNA PERGALÊ YE’
 
Piştre Hevserokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Uyar anî ziman ku divê her kes pişgirî bide çalakiya nobetê û got: “Li Wan, Stenbol û Colemêrgê gel bi coşeke mezin tev li Newrozê bû. Ev ne tenê pîrozbahiyek e, di heman demê de bersivdayînekî pergalê ye jî.”
 
Di dawiyê de endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya diyar kir ku Newroz ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peyameke zelal e û ev tişt gotin: “Dê ev bihar ji me hemûyan re mizgîniyan bîne. Em ji bo edaletê destên xwe dirêj dikin. Xizmên girtiyan jî bi hêviya edaletê çalakiyên xwe didomînin.” 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşman û gotina stranan dom kir. 
 
ÎZMÎR 
 
Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya EGE TUHAY-DER û TJA’yê de li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 42’yemîn de berdewam kir. Gelek kesan serdana nobeta ku li Rêxistina DEM Partiyê ya Konakê didome kirin. Di dema nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” û “Heq û hiqûq edalet” hatin berzkirin. 
 
Yek ji malbata girtiyan Hanîfe Gumuş a di çalakiya nobetê de axivî, wiha got: “Dewlet di vê pêvajoya hilbijartinê de ne dengekê derdixîne ne jî ji dayikan re daxuyaniyekê dide. Ka bila bipirsin. Ev dayik çi dixwazin? Ji bo çi têdikoşin? Em dixwazin ev îşkence, ev zilm, ev çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe. Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Heta ku daxwazên wan neyên qebûl kirin em ê piştgiriya wan bikin û nobeta xwe bidomînin. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li cem zarokên xwe bin. Sê sal in ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Li tu dera cîhanê îşkenceyeke wiha nîne. Em ê li pey birêz Ocalan û girtiyên xwe bin.”
 
BINÇAVKIRINÊN NEWROZÊ 
 
Gumuş, anî ziman ku piştî pîrozbahiya Newrozê ya duh hate kirin gelek kes hatin binçavkirin û wiha got: “Li çar aliyê cîhanê Newroz hate pîroz kirin. Bi van binçavkirinan û bi vê zilmê hûn ê heta ku biçin?  Êdî bes e. Ez Cejna Newrozê ya hemû girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de pîroz dikim. Îşelah ev Newroz dê bibe wesîleya aştî, xwişk û biratî û wekheviyê. Îro jî girtiyekî 30 salan ji girtîgehê derket. Em gelek keyfxweş bûn, hêvî dikin ku hemû girtî demildest ji girtîgehê derkevin.”
 
AMED
 
Li Amedê Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtîyan re (TUAY-DER) de didome, kete roja 105’emîn. Çalakvanên di nobeta li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) didome de cih digirin, pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye dinivîsî” li xwe kirin. Nazîme Bayhan a serdana çalakiya nobetê kir, anî ziman ku ji bo piştgiriyê bide çalakiya dayikan ji Antalyayê hatiye. 
 
Bayhanê, wiha got: “Ez dayikên di Nobeta Edaletê de pîroz dikim. Ez dixwazim vê bibêjim. Li ser birêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Ev tecrîda ku 26 sal in didome, li gelê kurd tê sepandin. Ez dixwazim tecrîd demildest bi dawî bibe. Ji 27’ê Mijdarê ve çalakiya grevê ya li zindanan didome. Wisa xuya dike ku heta daxwazên girtiyan neyên bicihanîn dest ji çalakiya xwe bernadin. Bi heman awayî dayik jî dê Nobeta Edaletê bidomînin. Em dixwazin ev tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin û aştî û azadî were.”
 
Nobet bi stranên hatin gotin bi dawî bû. 
 
ÊLIH 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER a Êlihê li avahiya DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 47’an de berdewam kir. Namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên bajêr ên DBP’ê û DEM Partiyê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobedê kirin. 
 
Dayikên di nobetê de ne, diyar kirin ku dê tev li Newrozê ku sibê were pîrozkirin bin û bang kirin ku herkes li qadê berxwedanê bilind bike. 
 
Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Nobet bi stranên hatin gotin û dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li avahiya Rêxistina DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin berdewam dike. Gelek welatiyan serdana nobetê kirin û piştgirî dan. Di çalakiya nobetê de malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê têkildarî rojevê nîqaş kirin û peyama ku dê çalakiyê bidomînin dan. 
 
STENBOL
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sûltanbeyliyê di roja 98’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. 
 
Di Nobeta Edaletê de serdanên ji aliyê welatiyan ve didomin. Çalakvanên ku nobeta xwe didomînin, destnîşan kirin ku heta ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin û azadiya wî ya fizîkî pêk were dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
 
 
 
 

Sernavên din

22/03/2024
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye