Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin

img

ÊLIH – Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku li navçeyên Êlihê bi gel re hat cem hev got: "Ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye" û Namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî got: "Em hewl bidin em layiqî gelê me yê bedeldayî bibin." 

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir bi Namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk re li bajaroka Kaniya Hênê ya navçeya Hezo ya Êlihê û bajaroka Avîskê ya Qûbinê û li navçeya Qûbinê hevdîtina bigel re gel pêk anîn. Heyet ewil çû Kaniya Hênê.
 
Heyet li vir bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Li vir gelek caran bênavber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Dê qeyûm biçin gel werin" hatin berzkirin. Namzetê Hevşaredariyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li vir axivî û diyar kir ku ew ê di hilbijartinan de bi ser kevin û got: “Bila hemû gelê me di hilbijartinên herêmî yên pêş de mil bidin milê hev, em di hilbijartina 31’ê Adarê de jî encameke baş bi dest bixin. Hûn baş dizanin ku ji bo têkoşîna gelê kurd, rûmet û siberoja gelê kurd hewl didin bandorek xirab li ser me çêbikin û me aşt bikin. Lê em baş dizanin ku gelê me di tu şert û mercan de serê xwe natewîne.”
 
BANGA JI BO YEKÎTIYÊ
 
Turk da zanîn ku yekîtî ji bo gelê kurd gelekî girîng e û got: “Armanca wan têkbirina yekîtî û têkoşîna gelê kurd e. Gelê min, baş bizane ku ger em nebin yek, em ê di nava kêmasiyeke pir mezin de bin. Hûn baş dizanin ku hem siyaseta me hem jî gelê me berdêl dan. Çi dibe bila bibe, em hewl bidin ku bibin layiqî gelê xwe yê bedêldayî. Belê xeletî û kêmasiyên me hene. Hûn jî van kêmasiyan dibînin. Ev kêmasî wê teqez ji holê rabin. Lê îro ne roja rexnekirinê ye, ne roja zirarêdayîna li siyaseta me, ne roja zirardayîna li gelê me ye. Ev roj ne ew roj e ku mirov zirarê bide wan kesên ku ewqas têdikoşin. Em ji we daxwaz dikin ku hûn nasnameya xwe, siyaset û zimanê xwe biparêzin. Werin em vê têkoşînê bi wijdanî û mirovahiyî bimeşînin. Ez meha Remezanê li hemû gelê me pîroz dikim û Newroza we pîroz be." 
 
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî diyar kir ku Kaniya Hênê ji bo Êlihê xwedî cihekî girîng e û got: "Mizgîniya me ya ji bo Kaniya Hênê ew e ku em ê bi hemû heval û xebatkarên partiyê re mil bidin milê hev û bajarokê diyarî gelê xwe bikin. Tu pirsgirêk di navbera me de nîn e, em malbatek in. Di nava malbata me de çi pirsgirêk hebin, em ê biaxivin û çareser bikin. Em ê wekî malbat, wekî bira li kêleka gelê xwe bin, ev yekîtî mizgîniya serkeftinê ye. Ew mizgîniya biratiyê ye. Em ê hemû derfetên xwe ji bo gelê Kaniya Hênê bi kar bînin."
 
‘GELÊ KURD LI BER XWE DIDE'
 
Heyet piştre derbasî bajarokê Avîskê bû. Heyeta ku bi welatiyan re li qada hilbijartinê hat cem hev, bi çepik, dirûşme û tilîliyan ji aliyê girseya gel ve hat pêşwazîkirin. Ahmet Turk li vir jî axivî û diyar kir ku gelê kurd li gelek deverên cîhanê ala berxwedanê bilind kiriye û got: “Şaredarî ji bo gelê me girîng e. Em ê bersiveke mezin bidin pergala ku li Kurdistanê li ser me zilmê dike û mafên me înkar dike. Divê em ji wan re bibêjin ku em vê siyaseta qirêj qebûl nakin.
 
Piştre heyet derbasî navçeya Qûbînê bû. Welatiyên li ber Loqala Hilbijartinê, heyetê bi coşeke mezin pêşwazî kirin. Namzetê Hevşaredariyê yê Qûbînê Mehmet Akîf Akin li vir axivî û got: “Me dixwest di vê meha pîroz a Remezanê de xwarinê bidin mêvanên ku îro li vir in. Lê şaredariyê deriyên du malên sersaxiyê li me girtine. Hêvîdarim ku em ê di 31'ê Adarê de wan deriyan ji tevahiya raya giştî re vekin." 
 
Piştî axaftinan heyet û welatiyên li vir di bin baranê de govend gerandin.

Sernavên din

22/03/2024
09:08 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin