Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin

SÊRT - Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Mehmet Can Nas diyar kir ku Newroz mizgîniya biharê ye û got: “Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin.”

Li Sêrtê amadekariyên Cejna Newrozê ku bi tevlibûna hezaran kesan tê pîrozkirin, ber bi dawiyê ve tên. Ji bo welatiyên ku tev li Newrozê bibin bı pirsgirêkanre rû bi rû nemînin Komîteya Amadekar a Newrozê di nava liv û tevgerê de ye. Li qada Newrozê ji ber ku rêveberiya bajêr ev nêzî 8 sal in di destê qeyûm de ye, gelek pirsgirêk hene, lê komîte ji bo çareserkirina van pisrgirêkan di nava têkiliyan de ye. Her wiha rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî bi xebatên xwe yên belavkirina belavokan a li taxan, gelê Sêrtê vedixwînin Newrozê. 
 
‘NEWROZ MIZGÎNIYA BIHARÊ YE’
 
Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Mehmet Can Nas bal kişand ser wateya Newrozê û da zanîn ku Nerwroz mizginiya baharê ye. Nas anî ziman ku bihar jî nûbûna xwezayê ye û bihar nûnertiya xweşiyê dike. Nas diyar kir ku di dîrok û mîtolojiya kurdan de jî kurdan bi pêşengtiya Kawayê Hesinkar serhildan kirine û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Îro jî di mîtolojiya kurdan û di şexsê Kawayê Hesinkar de Newroz nûnertiya serhildanê dike. Newroz, ji ber ku kurd li her çar milên Kurdistanê li dijî Dehaqan, Nemrûdan, Fîrewnan li ber xwe dide, ji bo kurdan gelekî girîng e.”
 
‘KURD BI NEWROZÊ BAWERIYÊN XWE XURT DIKE’
 
Nas da zanîn ku Sêrt û Botan jî weke hemû Kurdistanê keleha berxwedanê ye û diyar kir ku li Botanê Newroz herdem bi coş derbas bûye. Nas, anî ziman ku yekemîn guleya li Dihê hatiye avêtin hem di aliyê siyasî de, hem di aliyê berxwedan û serhildanê de di nava gelê Botanê de cihê xwe girtiye. Nas destnîşan kir ku dem dem pergalê xwest Newrozê qedexe bike, lê Newrozê her tim berxwedan û serhildan bi xwe re aniye. Nas bi domdarî wiha got: “Çawa bi hatina biharê xweza xwe nû dike, gelê kurd jî bi Newrozê baweriyên xwe xurt dike. Hertim Newroz Li Botanê bi serfirazî û coş derbas bûye.”
 
XEBATÊN AMADEKARIYÊ
 
Nas behsa xebatên amadekariyê jî kirin û bi bîr xist ku ji ber ev nêzî 8 sal in qeyûm Sêrtê bi rê ve dibe, lewma Qada Newrozê bê xwedî maye. Nas, bi lêv kir ku wan weke komiteya amadekariyê li Qada Newrozê lêkolîn kirine û da zanîn ku li qadê hinek pirsgirêk hene. Nas, destnîşan kir ku lê ew ji bo çareserkirina van pirsgirêkan di nava liv û tevgerekê de ne û wiha berdewam kir: “Li Newrozan de hinek pirsgirêk û hewcehiyên weke daşîr, ava vexwarinê hwd. yên sereke hene. Me ev pirsgirêk çareser kirin. Her wiha em ê rojek beriya Newrozê qadê bixemilînin û kar û barên teknîkî bi dawî bikin. Em bi hunermendên xwe re jî di nava têkiliyan de ne û ji bo wan dik amade ye.”
 
GEL VEXWEND NEWROZÊ
 
Nas bang li gel kir û got ku gelê Sêrtê hertim li partiya xwe û baweriya xwe xwedî derketiye. Nas, da zanîn ku dê di vê Newrozê de jî xwedî derbikeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hemû gelê xwe di 20’ê adarê saet 12’an de vedixwînin qada Newrozê. Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin.”
 
 
 

Sernavên din

22/03/2024
09:08 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin