Agirê Newrozê îcar li Battalgazî û Haymanayê hate vêxistin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Battalgazi û Haymanayê agirê Newrozê hate vêxistin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. 
 
Pîrozbahiyên Newrozê ku îsal bi dirûşma "Rabe, dema azadî û serkeftinê ye" tên lidarxistin li gelek bajaran didomin. Îro jî agirê Newrozê li Meletî û navçeya Haymana ya Enqereyê hate vêxistin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê li Jorexaçerêya Emeksîzê ya li navçeya Battalgaziyê hat lidarxistin. Tevî hewayê sar jî gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Li dika Newrozê wêneyê Kemal Kurkut hate daliqandin. Qada pîrozbahiyê bi alên DEM Partiyê hate xemilandin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Kemal Kurkut nemir e”, “"Newroz pîroz be" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Meletiyê Nazim Bayram Newroza welatiyan pîroz kir. Bayram, erdhejên 6’ê Sibatê bi bîr xist û polîtîkayên îktîdarê rexne kir. 
 
SABAHAT TUNCEL PEYAM ŞAND
 
Siyasetmedar Sabahat Tuncel jî peyamek ji bo Newrozê şand. Tuncel, da zanîn ku Newroz navê berxwedan, vejîn û şiyarbûnê ye û kevneşopiya berxwedanê ya Kawayê Hesinkar, Mazlum Dogan û Semayan e. Tuncel, got ku kurdistaniyên xwe li ser agirê Newrozê re diavêjin, her tim hêviya azadî, aştî û edaletê dikin. Tuncel, wiha domand: “Birêz Ocalan bi şahidiya milyonan kesan ne tenê ji bo gelên Kurdistanê, ji bo hemû gelên cîhanê mizgîniya destpêkeke nû da. Milyonan kesan jî ev hêvî û mizgînî qebûl kir. Lê mixabin îktîdarê û rejîma qesrê hêviya aştî û azadiyê ya gelan asteng kir. Gelê me îro dîsa bi heman daxwazan qadên Newrozê tije kirin. Ev Newroz dê bibe Newroza berxwedan û hêviyê... Têkoşîna jinan dê pêşengtiya têkoşîna azadiyê ya gelên me, gelê Kurdistanê bike. Bi vê bîr û baweriyê ez Cejna Newrozê li gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn pîroz dikim.” 
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Meletiyê Sevîm Şîmşek jî wiha got: “Ev meydan, meydana azadiyê ya li dijî zaliman serî rakiriye. Di şexsê Kemal Kurkut de em hemû kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.” 
 
‘MUXATAB BIRÊZ OCALAN E’
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê yên li dijî Meletiyê û wiha got: “Dixwaze Meletiyê bênasme bike, ji kurdan vala bike. Di erdhejê de xuya bû ku partiyên pergalê li vir tiştek nekirine. Mirovên me bi rojan di bin kavilan de man, av nehat dayîn, kon nehatin belavkirin û AFAD’ê kon firot.” 
 
Bi domdarî Koçyîgît bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û got ku dewlet bi tecrîdê re pirsgirêka kurd bêçareserî dihêle. Koçyîgît, wiha pê de çû: “Em li vê qadê diqîrin; tecrîdê bi dawî bikin û ji bo çareseriya meseleya kurd bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin. Muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd, birêz Ocalan e.” 
 
Piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin. Welatiyan li ber stranên koma Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) govend gerandin.  
 
ENQERE/HAYMANA
 
Li navçeya Haymana ya Enqereyê jî Newroz hat pîrozkirin. Gelek kes tev lil bûn. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Newroz” û “Newroz pîroz be” hatin berzkirin. 
 
Namzetê DEM Partiyê yê Haymanayê Mahmût Başaran di pîrozbahiyê de got ku ew ji bo şaredariyeke ku gel xwe bi xwe birêve bibe bûye namzet. Başaran, wiha domand: “Yên ku karên herî giran ên bajar dikin, yên herî bi erzan tên xebitandin ciwanên kurd in, ciwanên Haymanayê ne. Lê dê xwedî li xak û pêşeroja xwe derkevin û mîna kulîlkên Newrozê dê ber bi pêşeroja xwe ve bimeşin. Ji bo vê jî tekane alternatîf em in.” 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat jî diyar kir ku Newroz sembola berxwedan û azadiyê ye. Kanat, ji bo namzetên bajar piştgirî xwest. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar jî di pîrozbahiyê de ev tişt anî ziman: “Di Newroza Amedê de daxwazên gel pir zelal bûn; gel şer û operasyonan naxwaze. Şer û pevçûn ji bilî mirinê tu tiştekî bi xwe re nayînin. Em naxwazin êdî dayikên kurdan û tirkan bigirîn. Divê aştiyeke birûmet bê vî welatî. Divê ev daxwaza me neyê astengkirin. Muxatabê aştiyê diyar e. Li Îmraliyê tecrîdek heye. Divê deriyên Îmraliyê bê vekirin û maseya çareseriyê dîsa bê danîn.” 
 
Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê û bezkirina dirûşman bi dawî bû. 

Sernavên din

22/03/2024
18:06 Siyasetmedar Zana: Her kes kesekî/ê qaneh bike
16:49 Ahmet Turk ji bo piştgiriya namzetên partiyê çû Şirnexê
16:22 Li Şirnexê danişîna doza 18 jinan hate lidarxistin
16:05 Ji Kobanê heya Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
15:40 Agirê Newrozê îcar li Battalgazî û Haymanayê hate vêxistin
15:27 Saritaş: Em ê giliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê bikin
15:04 Li Edeneyê agirê Newrozê dê di 24’ê adarê de bê vêxistin
15:03 Eşîra Îskiyê îdiaya ku ew ê piştgiriya AKP’ê bikin, derewand
14:33 Turk û şandeya pê re serdana malbatên ku malên wan di bin avê de mane kirin
14:27 Çîçek Kobanê û 3 girtiyên din hatin sewqkirin
14:26 Ji girtiyan peyama Newrozê
13:19 1'emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî dê li Stenbolê bê lidarxistin
13:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Ji 81 baroyan daxuyaniya hevpar: Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin
12:54 Xelat dan rojnameger Muftuogluyê
12:39 Li Cizîrê 4 avahiyên ku xetereya wan a hilweşînê hene hatin valakirin
12:04 Kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:47 Di Newroza Amedê de çi peyam hatin dayîn?
11:39 Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirina zarokan da
11:33 Baroya Şirnexê giliyê polîsên ku tundî li zarokan kirine kir
11:09 Daxwazên ku ji qada Newrozê bilind bûn
10:11 Coşa ‘mizgîniyê’ di Newroza Amedê de olan da
09:34 Ji karkerên înşeatê banga ji bo hilbijêrên livdar: Em bi dengê xwe ber bi DEM'ê ve biherikin
09:25 Cizîriyên malên wan di bin avê de man bertek nîşanî qeyûm dan: Ne ji bo xizmetê ji bo perexwarinê ne
09:22 Ên nikarin goşt bikirin berê xwe dane hestiyan!
09:08 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn