Ûçar: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê welêt aram bike

img
AMED – Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li gundên Pîranê xebatên hilbijartinê dimeşîne got: "Heta ku Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fizîkî bi dest nexe û pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk neyê çareserkirin, wê her tişt kêm be. Çareserkirina pirsgirêka kurd tê wateya aramiya vî welatî." 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê li gundên Behro û Şingringê yên Pîranê di çarçoveya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de civîneke gel li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Ûçar, Hevserokê DBP'ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz û namzetên Hevşaredariyê yên Pîranê yên DEM Partiyê Aysel Baran û Haci Akengîn û rêveberên partiyê beşdarî serdanê bûn. Heyeta ku li Behroyê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin, bi welatiyan re li têketina gund govend gerand. Di meşê de bênavber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.
 
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgûn Ûçar axivî, got: “Me duh Newrozê pîroz kir, nêzî 10 roj in li Kurdistan û Tirkiyeyê pîrozbahî tên lidarxistin. Gelê me li her derê bû lehî û herikî.Xwedî li têkoşîna azadiyê derket. Têkoşîna me wê bibe sedema serketina hilbijartineke xurt. Şaredarî bingeha daxwaza herî rewa û mafdar a gelê kurd in. Şaredarî wê bibe şaredariya me hemûyan û mala me hemûyan. Em hilbijartinê jî û pêvajoya li pêş me jî wekî keda xwe dihûnin û em ê her bihûnin." 
 
Heyet piştî axaftinê bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanê" û "Jin jiyan azadî" bi girseyê re meşiya.
 
Piştre heyetê serdana gundê Saricek yê navçeya Gêlê kir. Ûçar li mala sersaxiyê ya li gund axivî û diyar kir ku ew demeke berê beşdarî hilbijartineke krîtîk bûne. Ûçarê anî ziman ku têkiliya desthilatdariya heyî û dewleta sedsalî bi kurdan re nîn e û wan ji nedîtî ve tê û wiha got: “Tişta ku me bi dest xist ne tenê bidestxistina şaredariyê ye. Bersiva me ya herî mezin ji wê ferasetê re ku me paşguh dike, parastina çand û zimanê me ye. Tişta ku em jê re dibêjin siyaset bi xwe lihevhatin e. Lê di 22 salên siyaseta AKP’ê de dizî heye. Bidestxistina şaredariyan, destkeftiyeke têkildarî zimanê dayikê û nasnameya me ye. Li wir têkoşîna demokratîk a gelê kurd heye."
 
‘ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD DÊ WELAT ARAM BIKE'
 
Ûçarê anî ziman ku desthilatdariya heyî hema bêje kesên ku dengên xwe nadin AKP’ê ji hemwelatîbûnê bêpar dihêle û wiha got: “Li vî welatî, mirov 12 meh in mehkûmê birçîbûnan ​​tên kirin. Li cihekî ku hema her kes birçî ye, ew têr in. Yê ku zirarê dide vî welatî desthilatdariya AKP-MHP'ê ye. Divê siyaset demokratîk bibe. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe li vî welatî mirov nikare behsa demokrasiyê bike. Di salên 2013-15’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoya muzakereyê çêbûbû. Niha hemû derfetên vî welatî ji bo mirina kurdan tên xerckirin. Di sala 2013’an de her kesî guhdariya birêz Abdullah Ocalan kir û cara yekem welat û aboriya welêt aram bû. Niha ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd kampanya tê meşandin. Li dehan cihan pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin û di van pîrozbahiyên Newrozê de daxwaza 'çareseriya pirsgirêka 'urd û azadiya Abdullah Ocalan' hat kirin. Heta ku Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan azadiya xwe ya fizîkî bi dest nexe û pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk çareser nebe, wê her tişt kêm bimîne. Çareserkirina pirsgirêka kurd tdê welêt aram bike." 
 
Ûçarê anî ziman ku qeyûm li bajaran xizmetê nakin û wiha got: "Bi hinceta 'alîkariya rêxistinê kirine' qeyûm tayin kirin, lê ew qas mufetîş şandin, tiştek nedîtin. Wan ev yek bi eşkereyî kir, tabelayên kurdî daxistin û navendên ciwanan girtin. Polîtîkayên şerê taybet xistine meriyetê. Li meclisê kurdî asteng dikin, lê li vir bi kurdî diaxivin. Ev jî nîşan dide ku bê çi qas durû ne. Têkoşîna DEM Partiyê siyaseta wan a qirêj teşhîr dike. Yên di 21’ê Adarê de hemû daxwazên xwe anîn ziman, divê di 31’ê Adarê de li ser sindoqan bin. Divê em sindoqan biparêzin. Divê em cewhera 21’ê Adarê li ser sindoqan nîşan bidin."

Sernavên din

27/03/2024
09:03 Girtiyên siyasî 122 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 155 roj nin agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Qeyûm navenda jinan salane bi hezar û 500 lîreyî da bi kirê
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2024'AN
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
20:54 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 62'yan de ye
19:58 Karwana DEM Partiyê li gundên Silopiyayê geriya
19:37 Namzetên AKP'ê yên Amedê beramberî rayan kartên BÎM'ê belav dikin
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:50 Dozger xwest Keskîn û Yarkan bên cezakirin
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
16:40 Demîrel ji doza “heqareta serokkomar” beraet kir
16:23 Di Nobeta Edaletê de peyama israra domandina têkoşînê hat dayîn
16:11 Têkildarî tundiya polîsan a li Colemêrgê pûşnûmepirs dan Meclisê
15:59 DEM Partiyê xwest ji bo girtiyên nexweş li Meclisê komîsyon bê avakirin
15:58 Zilamekî hewl da li Rihayê jinekê bikuje
15:52 DEM Partî li qadan e: Em ji bo îradeya xwe ji qeyûm bistînin tên
14:55 Ji bo Yildiz a ser sedyeyê biribûn girtîgehê serî li AYM’ê dan
14:42 516 kes û saziyan bi daxuyaniyekê piştgirî dan DEM Partiyê
14:41 Li Mêrdîna dîrokî dîwarê îstînadê hilweşiya
14:40 Biryara domandina rewşa girtî ya kameravan Akkaya hate dayîn
13:40 DEM Partiyê der barê Ahmet Saymadî de daxuyanî da
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin
12:33 Li girtîgaha Tîpa S a Kavakê cezayên disiplînê yên keyfî
11:56 Li Hatayê bager û baran: Konteyner di bin avê de man
11:56 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:36 ‘Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû'
11:06 Li Parlamentoya Ingilistanê resepsiyona Newrozê hate dayîn
11:01 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 3 milyon îmze hatin komkirin
11:00 Li wargeha KYK’ê mirineke biguman
10:57 Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne
10:46 Li kana madenê ya qaçax cînayeta kar
10:44 Roja Şanoyê ya Cîhanê: Lîstikvanên kurd li dijî qedexeyan têdikoşin
10:04 Li Qamûşan û Pazarcixê meyla gel li ser DEM Partiyê ye
10:02 Ji ber berfê li Bedlîs û Tetwanê navber dan perwerdeyê
09:42 Rojnamevan Drewş: PDK li Kurdistanê cerdevantiyê dike
09:21 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 121’ê de didome
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 154 roj in agahî nayên girtin
09:02 Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin
09:01 DEM Partî li Bedlîsê lez da xebatan
09:01 Ciwanên Qilebanê: Em ê vê carê destûrê nedin AKP'ê
09:01 Li Dêrgulê leşker dixwazin hilbijêran çavtirsandî bikin
09:00 Wê roja hilbijartinê hezar dengdêrên livdar veguhêzînin Depê
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2024’AN
25/03/2024
23:18 Malên Gel û KESK serdana malbata Şenyaşaêr kirin
23:13 Li Hezexê şahiya gel
21:18 Hevdîtina gel a li Serêkaniyê veguherî mîtîngê
20:44 Ûgûr Falayê bi destûr ji girtîgehê derket 2 jin qetil kirin
20:02 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Ûçar li Dêrsimê bi gel re civiya
19:49 Li Licê operasyona leşkerî
19:26 Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
18:46 Li Wêranşarê bayê DEM Partiyê
17:28 Hatîmogûllari: Desthilat bi civînên şer bersivê dide bangên aştiyê
16:49 Zana: Me li ber xwe da em gihiştin bimilyonan, ev coş desthilatê ditirsîne
16:40 DEM Partî serdana xwendevanên jehrîbûne kir
16:33 Yildiz a ku bi sedyeyê hate girtin li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
16:24 Dîlovasi eleqeyeke mezin nîşanî namzetên DEM Partiyê da
16:14 Kaval ê di binçavkirinê de hatibû derbkirin, hate berdan
16:12 DEM Partiyî bend û astengiyan nas nakin
16:10 Qedexeya Çîyayê Gabarê cara 7’emîn hate dirêjkîrîn
15:35 Di nav hilbijêrên bitevger ên veguhestin Akdenîzê de sê “rojnamegerên bipere” derketin!
14:05 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê rewşa agahînegirtinê bê bidawîkirin
13:45 Li Sultançîftlîgiyê vekirina standa DEM Partiyê astengkirin
13:42 Ji FETO’yê kete girtîgehê, ji bo AKP’ê dengan kom dike
13:36 Hilbijartina Serokatiya Dadgeha Bilind ji tura duyemîn re ma
13:17 Girtiya ku di qezaya rîngê de birîndar bû birin girtîgehê
11:35 Bakirhan li Agiriyê ye: Bila peyamên gel ên qadên Newrozê rast bên fêmkirin
11:24 Lawê Yildizê ku bi sedyeyê birin girtîgehê: Dayika min nikare di girtîgehê de bimîne
10:40 3 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên wergirtin
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 153 roj in agahî jê nayên girtin
09:27 Greva birçîbînê di roja 120’an de didome
09:13 ‘Herêma Kurdistanê operasyona Enqereyê bipejirîne dibe ku destkeftiyên xwe winda bike’
09:02 Li Êlihê bi hezaran ciwan di şahiyê de hatin bahev
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Newroza 2024’an bû bersîva hesabên şaş: Agirê Newrozê li ezman jî vêket’ derket
08:11 Li Colemêrgê tundiya polîsan
24/03/2024
22:54 Li Cizîrê ciwan ber bi buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ve meşiyan
22:10 Qada Metînayê hate bombekirin
21:04 Li Qilebanê ciwanan pirs kirin namzetên hevşaredariyê bersivandin
20:35 OHD’ê û welatiyên enqereyî ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşarê kirin
20:23 ‘Tu hêz nîne ku li pêşiya çareseriya ku Abdullah Ocalan daniye ser maseyê bisekine’
19:18 DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê zêde kirin
17:38 Ji Antalyayê bang kirin: Em li pişt deklarasyona Newrozê ne
17:05 Bi meha ye bi daxwaza 'Azadî û çareseriyê’ nobetê digirin
17:01 Amedsporê li sehaya xwe Erzîncanspor 4-1 têk bir
16:51 Leyla Zana ji Curnê Reş axivî: Dê kurd bi ser kevin
16:37 Koçyîgît li Erxeniyê ye: Em di 31’ê Adarê de hesabê bipirsin
16:11 Li Edeneyê Newroza bicoş: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:10 Hatîmogûllari li Cîhanbeyliyê ye: Em ê agirê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
15:40 Di Newroza Enqereyê de berteka li dijî tecrîdê
15:12 Peyama Newrozê ya Kişanak: Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM hat!
14:32 Leyla Zana li Sêweregê bang kir: Dem dema avakirina yekitiya me ye
13:33 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe eşkere bû
12:41 Gelên Edene û Antalyayê govenda Newrozê digerînin
12:32 Li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê