Rojnamevan Drewş: PDK li Kurdistanê cerdevantiyê dike

img
ÎZMÎR - Rojnameger Memed Drewş diyar kir ku PDK ne wekî partiyeke siyasî, wekî partiyeke şîrketê tevdigere û got ku ji bo Tirkiyeyê bi erka cerdevaniyê tevdigere û bi vî awayî dagirkirina Kurdistanê rewa dike. 
 
PDK ku rêveberiya rêveberiya Herêma Kurdistana Federe bi zextan di dest wê de ye, di salên dawî de bi hêzên dagirker re tevdigere û hebûna herêmê kiriye cihê nîqaşê. Piştî biryara referandûma 25'ê Îlona 2017'an radestkirina axa Kurdistanê ji serweriya Iraqê re û bi hikûmeta navendî re peymanên ji bo Kerkûk û Şengalê, di nava civakê de bû cihê bêaramiyê. PDK ku di 17’ê Nîsana 2022’yan de beşdarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bû, hemû destkeftiyên gelê kurd dixe xetereyê. PDK ya ku li herêmê rê li ber avakirina baregehên Tirkiyeyê û sewqiyata leşkerî vekir, di nava çûnhatina dîplomaisiyê ya ji bo şerekî nû de jî cih digire. 
 
Helwesta PDK'ê ya li dijî kurdan di hilbijartinên Meclisa Giştî ya Bajêr yên 18'ê Kanûna 2023'yan de jî derket holê. Bi taybetî piştî hilbijartina ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Kerkûkê bi ser ket, ji ber helwesta PDK'ê li bajêr rêveberiyeke Kurdistanî nehat avakirin. Piştî hevdîtinên bi Tirkiyeyê re, PDK'ê hevdîtinên li gel YNK'ê yên ku hatibûn plankirin rawestand û nehişt ku waliyekî kurd ji bo bajêr bê hilbijartin. PDK ku li rêyên derketina ji qeyrana siyasî digere, ragihand wê beşdarî hilbijartinên 10’ê Hezîranê yên Parlamentoya Herêmî ya Kurdistana Iraqê nebe.
 
‘PDK JI BO BERJEWENDIYÊN TIRKIYEYÊ DIXEBITE'
 
Rojnameger Mehmed Drewş li ser polîtîkayên PDK'ê û helwesta wê ya li herêmê axivî. Drewş da xuyakirin ku PDK'ê wesfa xwe ya wekî partiyeke Kurdistanî winda kiriye û wekî partiyeke tirk tevdigere û got ku PDK ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê dixebite. Drewş diyar kir ku PDK axa Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyeyê re vekiriye û got: “Tu eleqeya Başîkayê bi PKK’ê re nîn e. Lê bi salan e li wir in û derneketine. Gotina ku Tirkiye ji ber PKK li Başûrê Kurdistanê ye, dereweke mezin e. Sedema hebûna wê dijminatiya li kurdan e. Her tim hincetek dîtine. Dema ku li Helebçeyê komkujî pêk hat, YNK wekî sedem hat nîşandan. Sedema komkujiya Enfalê PDK bû. Dema komkujî li Qamişlo pêk hat maça Deyrazorê wekî hincet hat nîşandan. Her tim hincet hene. Tirkiye êdî nikare bi serê xwe şer bimeşîne. Hevdîtinên dîplomatîk ên vê dawiyê girêdayî Mizgîniya Newrozê ne. Tirkiye xwe spart SÎHA'yan û qebedayîtî li dewletên cîhanê kir. Di vê qonaxê de Tirkiye xitimiye. Ji desthilatdaran û PDK’ê alîkarî xwest. Divê hevdîtinên hatin kirin di vê çarçoveyê de bên nîqaşkirin. Tirkiye jî mîna li Sûriyeyê hewl dide ji xwe re hêzeke bejayî ava bike. Li Başûrê bi PDK’ê re vê yekê dike."
 
‘TIRSÊ XWE LI PDK'Ê GIRTIYE'
 
Drewş amaje bi wê yekê jî kir ku PDK, siyaseta “Çi dibe bila bibe lê bila zirar negihê şîrketa min” dimeîne û bi bîr xist ku ji bo PDK'ê Kurdistan tenê ji Hewlêr û Duhokê pêk tê. Drews wiha berdewam kir: “PDK Silêmaniyê wekî xaka Kurdistanê nabîne. Helebçe û Kerkûk ji bo wê ne Kurdistan in. Tirkiye li wir sivîlan dike hedef. Ew mirina sivîlan wekî jiyana karmendekî şîrketê dibîne. Heger hişmendiya wê ya neteweyî hebûya vê yekê nedikir. Ya ku herî zêde bi me dide windakirin ev e. Em dibînin ku YNK, li cihên ku heta niha nikaribû deng wergirra, deng digire. Li Kerkûkê bû partiya yekemîn. Vê rewşê PDK xist nava tirsê. Û wan dest bi lêgerîna formuleke nû kir ji bo hilbijartinên pêşerojê. Cilên leşkerên iraqî li xwe dikin û bi alayên Iraqê tevdigerin. Di wêneyê ku generalê tirk wekî hevdîtina bi Iraqê re parve kir, Ereb û Şiîyek jî tune ye. Biraziyê Mesûd Barzanî Behzat Şex Mele Mistefa hebû."
 
'DAGIRKIRINA ROJAVAYÊ REWA KIR'
 
Drewş destnîşan kir ku divê bi dijminên kurdan re hevkarî neyê kirin û got: "Belê, têkiliyên cîrantiyê hene. Kes nabêje bi welatên cîran re têkiliyan deynin. Lê dema ku têkiliyan deynî, divê tu li ser tunekirina tevgereke kurdan daneynî. Di meha Îlonê de hêzên Rojhilatê bêçek kirin. Ev ji bo berjewendiya Îranê ye. Ji bo Tirkiyeyê hat kirin. Niha jî piştgiriyê didin Tirkiyeyê. Ya ku PDK dike cerdevanî ye. PDK'ê dagirkeriya Rojavayê jî rewa kir. Gotin 'Pirsgirêka Tirkiyeyê bi kurdan re nîn e, bi PKK'ê re ye.' Ma li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê PKK heye? Dema ev herêm li hemû kurdan qedexe bû, Weqfa Barzanî çû vê herêmê ku sûcên li dijî mirovahiyê pêk tê, çû ew der rewa kir. PDK hemû rêyên baregehên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê çêdike. PDK, li Başûrê Kurdistanê cerdevaniyê dike."
 
POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ
 
Drewş destnîşan kir ku li hemberî van hemû polîtîkayan bertekeke cidî ya raya giştî heye û diyar kir ku tevî PDK'ê dixwaze gel bi girtîgehan û zextên cuda bitirsîne jî bertek zêde bûne. Drews anî ziman ku PDK li Hewlêrê jî îzole bûye û wiha got: “Dema PDK li hember bertekên xwe fêm kir ku dê di hilbijartinan de têk biçe, ragihand ku dê hilbijartinê boykot bike. Berê, beriya hilbijartinan 11 parlementer werdigirtin. Lê ev qanûn hat guherandin. Her kesî fêm kir ku PDK piyonê Tirkiyeyê ye. Rojnameger Suleyman Ahmed, zêdetirî 150 roj winda ye. Mafê bingehîn ê hevdîtina parêzer û malbatê tê astengkirin. Wekî Tirkiye polîtîkayên tecrîdê dimeşîne. Dixwaze dengên li dijî wê zêde dibin bitepisîne. Ethem Barzanî ji wê malbatê ye. Ji ber ku li ber van kirinan rabû, niha nahêlin bê Hewlêrê. Ethem Barzanî li welatê xwe bûye penaber.”
 
YEKÎTIYA NETEWEYÎ
 
Drewş anî ziman ku pêwîstiya kurdan bi yekitiyeke neteweyî heye û bi bîr xist ku bêyî PDK'ê jî yekîtiya neteweyî pêkan e. Drews got: “Êdî eleqeya PDK’ê bi kurdayetiyê re nemaye. Orhan Mîroglû, Mehmet Metîner û Savci Sayan çiq as kurd bin, PDK jî ew qasî kurd e. Ji ber vê yekê ne hewce ye ku li benda PDK'ê bê sekinandin. Yekitiya neteweyî bi hêzên heyî pêkan e." 
 
 
 
 
 

Sernavên din

27/03/2024
21:37 Li Îzmîrê kuştina jinan hat şermezarkirin
20:35 Ji ber keyatiyê bi hev ketin: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
20:24 Polîsan nehişt EMEP'î biçin cem Emîne Şenyaşarê
19:54 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
17:20 Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:05 Hatîmogûllari: Me xwe bi hezaran kesan li qadê îspat kir
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
16:25 OHD’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
16:24 Hilbijêrên bitevger ji Mûglayê bi rê ketin
15:48 Şaredariyê 70 hezar lîre dan zêringirê ku ‘hewcehiya wî bi alîkariyê heye’!
15:42 Uçar: Ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye
15:26 Bersûcê Doza Hrant Dînk: Me agahiya cînayetê weke ku rojek piştî cînayetê girtibe rapor amade kir!
15:00 Bayindir li Qereyaziyê ye: Ev hilbijartin ji bo ziman û nasnameya kurdan referandûm e
14:58 Rewşa Yildiz a 75 salî aloz bû rakirin nexweşxaneyê
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
14:42 DEM Partiyê li Elkê perwerdeya ewlehiya sindoqan da
14:38 Şagirtên dibistanan birin mîtînga Erdogan
14:37 Rayedarê tirk: Daxwazeke Rûsyayê ya ji bo girtina êrişkaran tune bû
13:50 Baro û saziyên sivîl ji bo Îmraliyê bang li CPT’yê kirin: Ji bo çareseriyê gavê biavêjin
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
13:42 Cezayê hucreyê dan 5 girtiyên ketine greva birçîbûnê
13:05 Rapora kesê pispor a Licikê: Xetere heye ku kîmyewiyên jehrî tevî Hewzaya Firatê bibin
12:14 YNK: PDK’ê li Kerkûkê bi Eniya Tirkmen re lihev kir û nirxên neteweyî firot
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
11:23 Ji namzetên hevşaredariyê banga ‘xwedîderketina li sindoqan’
11:22 Di êrişên li ser sînor de 10 kolber birîndar bûn
10:38 Li Şirnex û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
10:24 Li bejahiya Hezroyê operasyona leşkerî û dorpêç
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:03 Girtiyên siyasî 122 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 155 roj nin agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Malbatên Roboskê: Her raya ji AKP'ê re diçe dê wekî bombe li ser serê me bibare
09:01 Qeyûm navenda jinan salane bi hezar û 500 lîreyî da bi kirê
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaredariyên neteweya demokratîk
09:00 Ji Egeyê bi hezaran hilbijêr ji bo qeyûman bişînin diçin bajarên xwe
09:00 AKP li Dîlovasiyê dest bi belavkirina bertîla hilbijartinê kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2024'AN
26/03/2024
23:59 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
22:48 Li Hezexê şahiya gel
20:54 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 62'yan de ye
19:58 Karwana DEM Partiyê li gundên Silopiyayê geriya
19:37 Namzetên AKP'ê yên Amedê beramberî rayan kartên BÎM'ê belav dikin
18:46 'DEM wê li Rihayê, Riha jî wê pir li DEM'ê bê'
16:50 Dozger xwest Keskîn û Yarkan bên cezakirin
16:47 Zana: Ji bo paqijkirina mejiyan şaredarî girîng in
16:40 Demîrel ji doza “heqareta serokkomar” beraet kir
16:23 Di Nobeta Edaletê de peyama israra domandina têkoşînê hat dayîn
16:11 Têkildarî tundiya polîsan a li Colemêrgê pûşnûmepirs dan Meclisê
15:59 DEM Partiyê xwest ji bo girtiyên nexweş li Meclisê komîsyon bê avakirin
15:58 Zilamekî hewl da li Rihayê jinekê bikuje
15:52 DEM Partî li qadan e: Em ji bo îradeya xwe ji qeyûm bistînin tên
14:55 Ji bo Yildiz a ser sedyeyê biribûn girtîgehê serî li AYM’ê dan
14:42 516 kes û saziyan bi daxuyaniyekê piştgirî dan DEM Partiyê
14:41 Li Mêrdîna dîrokî dîwarê îstînadê hilweşiya
14:40 Biryara domandina rewşa girtî ya kameravan Akkaya hate dayîn
13:40 DEM Partiyê der barê Ahmet Saymadî de daxuyanî da
13:05 Sonuk: Em ê bersiva pêwîst di 31’ê Adarê de bidin kesên îradeya jinan nas nakin
12:33 Li girtîgaha Tîpa S a Kavakê cezayên disiplînê yên keyfî
11:56 Li Hatayê bager û baran: Konteyner di bin avê de man
11:56 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:36 ‘Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû'
11:06 Li Parlamentoya Ingilistanê resepsiyona Newrozê hate dayîn
11:01 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 3 milyon îmze hatin komkirin
11:00 Li wargeha KYK’ê mirineke biguman
10:57 Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne
10:46 Li kana madenê ya qaçax cînayeta kar
10:44 Roja Şanoyê ya Cîhanê: Lîstikvanên kurd li dijî qedexeyan têdikoşin
10:04 Li Qamûşan û Pazarcixê meyla gel li ser DEM Partiyê ye
10:02 Ji ber berfê li Bedlîs û Tetwanê navber dan perwerdeyê
09:42 Rojnamevan Drewş: PDK li Kurdistanê cerdevantiyê dike
09:21 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 121’ê de didome
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 154 roj in agahî nayên girtin
09:02 Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin
09:01 DEM Partî li Bedlîsê lez da xebatan
09:01 Ciwanên Qilebanê: Em ê vê carê destûrê nedin AKP'ê
09:01 Li Dêrgulê leşker dixwazin hilbijêran çavtirsandî bikin
09:00 Wê roja hilbijartinê hezar dengdêrên livdar veguhêzînin Depê
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2024’AN
25/03/2024
23:18 Malên Gel û KESK serdana malbata Şenyaşaêr kirin
23:13 Li Hezexê şahiya gel
21:18 Hevdîtina gel a li Serêkaniyê veguherî mîtîngê
20:44 Ûgûr Falayê bi destûr ji girtîgehê derket 2 jin qetil kirin
20:02 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Ûçar li Dêrsimê bi gel re civiya
19:49 Li Licê operasyona leşkerî
19:26 Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
18:46 Li Wêranşarê bayê DEM Partiyê
17:28 Hatîmogûllari: Desthilat bi civînên şer bersivê dide bangên aştiyê
16:49 Zana: Me li ber xwe da em gihiştin bimilyonan, ev coş desthilatê ditirsîne
16:40 DEM Partî serdana xwendevanên jehrîbûne kir
16:33 Yildiz a ku bi sedyeyê hate girtin li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
16:24 Dîlovasi eleqeyeke mezin nîşanî namzetên DEM Partiyê da
16:14 Kaval ê di binçavkirinê de hatibû derbkirin, hate berdan
16:12 DEM Partiyî bend û astengiyan nas nakin
16:10 Qedexeya Çîyayê Gabarê cara 7’emîn hate dirêjkîrîn
15:35 Di nav hilbijêrên bitevger ên veguhestin Akdenîzê de sê “rojnamegerên bipere” derketin!
14:05 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê rewşa agahînegirtinê bê bidawîkirin
13:45 Li Sultançîftlîgiyê vekirina standa DEM Partiyê astengkirin