Dê ji bo ewlehiya sindoqan hezaran kes li qadê bin

img
AMED - Di hilbijartinên herêmî yên ku dê sibê bên li dar xistin de DEM Partî dê bi hezaran peywirdarên sindoqan, muşahit, tîmên bitevger û parêzeran sindoqan biparêze. 
 
Sibê li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bî milyonan welatî dê biçin ser sindoqan û rêveberiyên xwe yên herêmî dê diyar bikin. Di 31’ê adarê de deng dê di navbera saetên 07.00 û 16.00’an de werin bikaranîn. Qedexeyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dane diyarkirin dê îro piştî saet 17.00’an dest pê bikin. Tevî propagandaya hilbijartinê parastina sindoqan jî mijareke girîng e. Desthilata AKP’ê hezaran leşker û polîs veguhestin bajarên bakurê Kurdistanê. Di hilbijartina derbasbûyî de pusulayên bêmohr, dengên xelet hatine bikaranîn, fêl û fenên girtekên hilbijartinê û ewlehiya hilbijartinê mijarên sereke bûn û di vê hilbijartinê de pir girîng in. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di bajarên Bakurê Kurdistanê de xebatên xwe yên ewlehiya hilbijartinê temam kirin. DEM Partî dê li Amed û bajarên derdorê wê nêzî 15 hezar kesên ji peywirdarên sindoqan, muşahit, berpirsyarên dibistanan, tîmên bitevger, kesên xwedî erka îtîrazê, rêveber û dildarên partiyê tê de, dê sindoqan biparêzin. 
 
Li Amedê dê di 3 hezar û 968 sindoqan de mîlyonek û 164 hezar hilbijêr ji bo Şaredariya Bajarê Mezin, 18 şaredariyên navçeyan, bajarok û keyayan deng bikar bînin.
 
DEM Partiyê ji bo her sindoqekê peywirdar û muşahitek erkdar kir. Her wiha hezar û 67 berpirsên dibistanan û 150 parêzeran jî dê sindoqan biparêzin. 
 
ÊLIH
 
Li gel nevçeyên xwe dê li Êlihê 411 hezar û 11 hilbijêr deng bikar bînin. Di navenda bajar de dê 939 sindoq werin danîn û dê 310 hezar û 667 hilbijêr deng bikar bînin. DEM Partî di 399 sindoqan de hezar û 500 perwirdarên sindoqan û muşahît peywirdar kirin. 
 
DÊRSIM 
 
Dê li Dêrsimê 80 sindoq werin danîn û di van sindoqan de dê 24 hezar û 622 hilbijêr deng bikar bînin. Tifaka Dêrsimê ya di vê hilbijartinê de jî bo her sindoqê peywirdarê sindoqê û muşahît peywirdar kir û dê berbirsên dibistan û kesên erka wan a îtîrazê hene jî sindoqan biparêzin. Li navend û navçeyên Dêrsimê de dê nêzîkî 400 kes li qada sîndoqan bîparêzîn. 
 
ÇEWLIG
 
Lî Çewlîgê dê 397 sîndoq werîn danîn û dê 198 hezar û 436 hilbijêr deng bikar bînin. Li bajar DEM Partî dê bi 400 kesan ve sindoqan biparêzin. Li navçeya Kanîreş a Çewligê tevî gundan ê 18 hezar û 475 hilbijêr di 76 sindoqan de dengên xwe bikar bînin. Tevî 76 peywirdarên sindoqan, muşahit, kesên erka wan a îtîrazê hene bi giştî dê 150 kes sindoqan biparêzin. 
 
XARPÊT
 
Li navçeya Depa Xarpêtê dê 11 hezaqr û 650, bi giştî dê 22 hezar û 350 hilbijêr di 121 sindoqan de dengên xwe bikar bînin. DEM Partî tevî peywirdar û muşahidên sindoqan dê 250 kesan ve sindoqan biparêze. Bi piranî parêzer 21 kes jî dê bi erka îtîrazê peywirê bigirin. 
 
SÊRT
 
Li Sertê jî dê 376 sindoq werin danîn û dê 107 hezar 643 hilbijêr dengên xwe bikar bînin. Li gel 650 peywirdarên sindoqan, 112 berpirsên dibistanan, 200 muşahit, 40  jê parêzer bî giştî 120 kes dê bi erka îtirazê peywirdar bibin. 
 

Sernavên din

31/03/2024
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin
09:04 Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
09:01 Uçar û Bayindir dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqên xwe derkevin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
08:33 Çawişê pispor pitika 4 mehî qetil kir
08:00 Li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir
07:00 Hilbijartin dest pê kir
30/03/2024
20:31 Girtî Tozûn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
18:24 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir
18:06 Hatîmogullari: Bi awayekî rêxistinkirî sindoqan biparêzin
18:03 Ji bo berdana girtiyên nexweş bangawaziya edaletê hate kirin
17:51 Bayindir li Misircê axivî: Çareserî birêz Abdullah Ocalan e
17:49 'Her raya ku ji partiyên pergalê re biçe dê wekî zilmê vegere'
17:28 Şandeya ku dê hilbijartinê bişopîne li Amedê bi rojnamevanan re civiya
16:53 Boz: Gelê me dê bi serkeftina xwe ya di hilbijartinê de tecrîdê rake
16:34 Zana: Nasnameya me hebûna me ye em xwedî lê derkevin
15:57 Li Amed û Êlihê konvoya wesayîtan: Xwedî li Sindoqan derbikevin
15:56 Li navçeya Qulp a Îdirê mitîng: Xwedî li sindoqê derkevin
15:54 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran dengên xwe bilind kirin
14:55 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê protesto: Ev bariyer dê nikarin we xelas bikin
14:53 Birazî û pisxaletê xwe xist kar, bêyî biçin kar pere distînin
14:29 Dayikên Şemiyê: Talat Turkoglu li ku ye?
14:01 Petrol tev li ava bendavê bû: Sewal jehrî bûn
13:55 Hatîmogûllari li Çûkûrovayê, Bakirhan jî dê li Enqereyê dengê xwe bikar bîne
13:47 Dê ji bo ewlehiya sindoqan hezaran kes li qadê bin
13:26 Bi hezaran kes di mitînga DEM'ê ya li Misirc û Milazgirê de hatin bahev
13:17 Girtiyê 30 salan ê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
12:34 Di Şaredariya Rihayê de mikurhatina ‘karmendê bankamatîkê’
12:11 Zana: Roboskî birîna Kurdistanê ya nayê cebirandin e
11:50 Namzetên hevşaredariyê yên Akdenîzê: Xwedî li dengê xwe derkevin!
11:42 ‘Hûn ê li dijî kesên ku hewl didin vîna we xesp bikin bêdeng bimînin?’
11:29 Komeleya Şêx Seîd: Li dijî qeyûman li rex mazlûman bisekinin
11:14 Dest danîn ser cil û bergên netewî yên ciwanên ku hatin binçavkirin
10:53 Malbatên Haci Lokman Bîrlîk û Fatma Uyarê: Em deng nedin kujerên zarokên xwe
10:53 ‘Li cihekî ku bi milyaran dolar tên fihêlkirin, 5 qûrişên ji girtîgehê re tên şandin dibin mijara sûc’
10:06 Qeyûm guh neda Dîwana Çavdêriya Darayî: Îhaleya 2 milyonan bi bazarkirinê çêkir
10:04 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ewlehiya sînor ne bi çekan, bi aştiyê pêkan e
10:03 DEM Partî wê li Rihayê bi 9 hezar û 422 kesan sindoqan biparêze
09:38 Di konteynirên ku karker lê diman de şewat derket
09:18 Yekitiya Xwendekaran a Mêrdînê hate damezrandin
09:05 Banga ji bo 'dengdanê'
09:04 Ji namzeta Êlihê ya DEM Partiyê bang: Em xwedî li sindoqan derkevin
09:03 Li Akdenîzê seferberiya hilbijartinê: Ji bo 550 sindoqan hezar û 500 peywirdar
09:02 Bi daxwaza 'Azadiya Ocalan' 125 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 Edîtorê Rojnewsê Ahmet ev 158 roj in di destê îstixbarata PDK'ê de ye
09:00 ROJEVA 30'Ê ADARA 2024'AN
29/03/2024
23:14 DEM Partiya Sêrtê bal kişand ser ewlehiya sindoqan