'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'

img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku girtina Hatîce Yildiz a 75 salî bêhiqûqî ye û rewşa heyî wekî" deraqilî"yê pênase kir. 

Pereyên ku malbata ji xizmên xwe yên girtî re dişînin, di çarçoveya "Qanûna Pêşîgirtina Li Fînansmana Terorîzmê" de tên nirxandin. 
 
Ji ber vê qanûnê gelek xizmên girtiyan dikevin ber lêpirsînan, tên binçavkirin an jî girtin. Herî dawî Hatîce Yildiz a 75 salî ya li Esenyûrt a Stenbolê dijî, ji ber ku pere ji keça xwe ya girtî re şandibû bi sûcê "fînansekirina rêxistinê" hat darizandin. Dadgeha Cezayê Giran a 14'an a Stenbolê 4 sal û 2 meh ceza li Yidlizê birî. Piştî ku Dadgeha ÎStinafê ceza pesend kir, Yildiz a gelek nexweşînên wê hene hat girtin û ew şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ku ji MA'yê re axivî, diyar kir ku ji bo Yildiz a 75 salî "hiqûqa dijminatiyê" hatiye sepandin.
 
Keskînê diyar kir ku "Qanûna Pêşîgirtina Li Fînansmana Terorê" ji aliyê gelek dewletan ve hatiye îmzekirin û yek ji van dewletan jî Tirkiye ye û got ku dema mirov li meseleya Hatîce Yildizê dinêre, dibîne ku bi temammî qanûn hatiye binpêkirin. Keskînê diyar kir ku ew wekî parêzer vê rewşê wekî rewşeke "trajîkomîk û derîaqilan" dibîne. 
 
‘ÇALAKIYEKE DERQANÛNÎ TUNE YE'
 
Keskînê anî ziman ku şandina pereyan ji aliyê xizmên girtiyan ve tu eleqeya xwe bi qanûna heyî re nîn e û got: “Ji bo fînansekirina terorê divê kiryarên derqanûnî pêk werin. Li vir dema ku xizmên girtiyan pere dişînin, bi nasnameya ku ji aliyê dewletê ve hatiye dayîn dişînin û ev li îdareya girtîgehan tê razandin. Yanî dema em li bûyera Hatîce Yildizê dinêrin, em dibînin ku bi awayekî nehiqûqî hatiye cezakirin. Ji ber vê yekê tiştekî pir deraqilî ye. Ev rewş bi rastî nîşan dide ku rewşa darazê ne tu rewş e." 
 
‘WEKÎ KIRYAREKE VEŞARÎ TÊ NÎŞANDAN'
 
Keskîn bi bîr xist ku girtiyên li girtîgehan hemû pêdiviyên xwe ji kantînê dikirin û wiha got: “Ji pêdiviyên xwe yên herî bingehîn bigire heta paqijî û amûrên spî hemûyan ji kantînan dikirin, yanî ji rêveberiya girtîgehê dikirin. Ji ber vê yekê pêwîstiya kesên li girtîgehan bi pereyan heye. Pêdivî ye ku ew van hewcedariyên xwe dabîn bikin. Bi awayekî xwezayî nas û xizmên van kesan pereyan dişînin. Lê wekî ev tiştekî bi dizîka be tê nîşandan. Ev deraqilî ye. Hatîce Yildiz ji ber vê girtî ye." 
 
Keskîn da zanîn ku nexweşîna tansiyonê û demansê ya Yildizê heye û tim ji xw eve diçe. 
 
Keskînê anî ziman ku rêveberiya girtîgehê dermanên ku bijîşkan ji bo jibîrkirinê dane Yildizê jî nade wê û got: “Pir xemgîn e, ji be rku li malê hevjînê wê yê 85 salî yê felcî heye. Hişê wê tim li ser hevjînê wê yê felcî û keça wê ya girtî ye. Mirov vê tişta anîne serê wê tenê dikare bi hiqûqa dijminatiyê pênase bike." 
 
Keskînê destnîşan kir ku bi vî awayî pêkanînan qanûnê rê li ber zilmê vedike û got ku armanca vê jî zêdekirina polîtîkayên tirsê û tenêhiştina girtiyan e. 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

31/03/2024
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin
09:04 Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
09:01 Uçar û Bayindir dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqên xwe derkevin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
08:33 Çawişê pispor pitika 4 mehî qetil kir
08:00 Li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir
07:00 Hilbijartin dest pê kir
30/03/2024
20:31 Girtî Tozûn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
18:24 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir
18:06 Hatîmogullari: Bi awayekî rêxistinkirî sindoqan biparêzin
18:03 Ji bo berdana girtiyên nexweş bangawaziya edaletê hate kirin
17:51 Bayindir li Misircê axivî: Çareserî birêz Abdullah Ocalan e
17:49 'Her raya ku ji partiyên pergalê re biçe dê wekî zilmê vegere'
17:28 Şandeya ku dê hilbijartinê bişopîne li Amedê bi rojnamevanan re civiya
16:53 Boz: Gelê me dê bi serkeftina xwe ya di hilbijartinê de tecrîdê rake
16:34 Zana: Nasnameya me hebûna me ye em xwedî lê derkevin
15:57 Li Amed û Êlihê konvoya wesayîtan: Xwedî li Sindoqan derbikevin
15:56 Li navçeya Qulp a Îdirê mitîng: Xwedî li sindoqê derkevin
15:54 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran dengên xwe bilind kirin
14:55 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê protesto: Ev bariyer dê nikarin we xelas bikin
14:53 Birazî û pisxaletê xwe xist kar, bêyî biçin kar pere distînin
14:29 Dayikên Şemiyê: Talat Turkoglu li ku ye?
14:01 Petrol tev li ava bendavê bû: Sewal jehrî bûn
13:55 Hatîmogûllari li Çûkûrovayê, Bakirhan jî dê li Enqereyê dengê xwe bikar bîne
13:47 Dê ji bo ewlehiya sindoqan hezaran kes li qadê bin
13:26 Bi hezaran kes di mitînga DEM'ê ya li Misirc û Milazgirê de hatin bahev
13:17 Girtiyê 30 salan ê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
12:34 Di Şaredariya Rihayê de mikurhatina ‘karmendê bankamatîkê’
12:11 Zana: Roboskî birîna Kurdistanê ya nayê cebirandin e
11:50 Namzetên hevşaredariyê yên Akdenîzê: Xwedî li dengê xwe derkevin!
11:42 ‘Hûn ê li dijî kesên ku hewl didin vîna we xesp bikin bêdeng bimînin?’
11:29 Komeleya Şêx Seîd: Li dijî qeyûman li rex mazlûman bisekinin
11:14 Dest danîn ser cil û bergên netewî yên ciwanên ku hatin binçavkirin
10:53 Malbatên Haci Lokman Bîrlîk û Fatma Uyarê: Em deng nedin kujerên zarokên xwe
10:53 ‘Li cihekî ku bi milyaran dolar tên fihêlkirin, 5 qûrişên ji girtîgehê re tên şandin dibin mijara sûc’
10:06 Qeyûm guh neda Dîwana Çavdêriya Darayî: Îhaleya 2 milyonan bi bazarkirinê çêkir
10:04 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ewlehiya sînor ne bi çekan, bi aştiyê pêkan e
10:03 DEM Partî wê li Rihayê bi 9 hezar û 422 kesan sindoqan biparêze
09:38 Di konteynirên ku karker lê diman de şewat derket
09:18 Yekitiya Xwendekaran a Mêrdînê hate damezrandin
09:05 Banga ji bo 'dengdanê'
09:04 Ji namzeta Êlihê ya DEM Partiyê bang: Em xwedî li sindoqan derkevin
09:03 Li Akdenîzê seferberiya hilbijartinê: Ji bo 550 sindoqan hezar û 500 peywirdar
09:02 Bi daxwaza 'Azadiya Ocalan' 125 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 Edîtorê Rojnewsê Ahmet ev 158 roj in di destê îstixbarata PDK'ê de ye
09:00 ROJEVA 30'Ê ADARA 2024'AN
29/03/2024
23:14 DEM Partiya Sêrtê bal kişand ser ewlehiya sindoqan