Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin

  • rojane
  • 09:29 18 Nîsan 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Pisporê Rojhilata Navîn Mûsa Ozûgûrlû der barê rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de axivî. Ozûgûrlû diyar kir ku êdî cîhan nikare pergala desthilatdaran tehemmul bike û arîze daye û got: "Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê gelên vê erdnîgariyê ve diyar bibe, wê demê wê pirsgirêk bi dawî bibin."
 
Rageşiya di navbera Îran ûÎsraîlê de, zêde dibe.  Piştî Îsraîlê di 1'ê nîsanê de êrişî qonsolosxaneya Îranê ya li Şamê kir û 7 leşkerên Îranê mirin, Îranê jî di 13'ê nîsanê de bi sedan fuzeyan êrişî Îsraîlê kir. Piştî van êrişan her du welatan jî daxuyand ku dawî li êrişên xwe anîne. Lê belê rageşiya li herêmê didome. 
 
Pisporê Rojhilata Navîn Mûsa Ozûgûrlû êrişa Îsraîlê ya piştî êrişa Hamasê ya di 7'ê cotmehê li Filistînê dabû destpêkirin û êrişên Îran û Îsraîlê, nirxandin.
 
Ozûgûrlû diyar kir ku Îranê di dîrokê de cara ewil li ser xaka xwe Îsraîl hedef girtiye û got ku Îsraîl jî ji sala 1973'yan û vir ve rasterast bi dewletekê re di nava nakokiyê de ye. Ozûgûrlû got: “Tişta ku qewimî, dibe ku ji bo pêşerojê bibe xala werçerxê. Çi dibe bila bibe, her gava ku tê avêtin dibe sedem ku rageşî zêde bibe û dibe sedem ku em wekî mirovahî ber bi zinêr ve biçin. Di mehên dawî de hin geşedanana lez da vê yekê. Me dît ku dinya êdî nikare pergala serdestan tehemul bike û arîze daye."
 
‘LI FILISTÎNÊ QIRKIRIN'
 
Ozûgurlû diyar kir ku êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê moraleke mezin da Filistînê û got ku ji 7'ê cotmehê û vir ve Filistîn bi tenê maye. Ozûgûrlû bi bîr xist ku çend welatan tenê daxuyanî dan û wiha got: "Ji rêxistinên li Filistînê pê ve tu destek ji derve tune ye. Rêxistinên li wir çi rastgir û çi çepgir, dikarin li ser esasê mafan bibin yek. Wisa dixuyê ku ew ê li hemberî van windahiyan jî vê yekîtiyê bidomînin. Lê gelê Filistinê jixwe ji berê de rastî qirkirineke gav bi gav dihat kirin, dihatç Lê piştî 7'ê cotmehê ev bi leztir çêdibe." 
 
‘NE SENARYO YE'
 
Ozûgûrlû diyar kir ku tê gotin ku êrişa dawî ya Îranê ya li dijî Îsraîlê ne senaryo ye û wiha dewam kir: “Tê gotin ku di navbera welatên wekî Îran, Îsraîl, Sûriye, DYA û Ingilistanê de peymanên veşartî hene. Lê Îran welatek e ku timî di bin dorpêçan de ye. Demek ji bo balafirên rêwiyan jî nikarîbû parçeyan peyda bike. Ez li vir nabêjim ku rejîma Îranê baş e yan xerab e. Lê tim rastî mueyîdeyan dihat. Di navbera Îran û Îsraîlê de hevrikiyeke cidî ya bîrdozî, olî, siyasî û aborî heye. Lê nîqaşên wekî Îranê bi Îsraîl û welatên din ên rojavayî re peyman çêkiriye û ev êriş senaryo ne, bêbingeh in. Îsraîl desthilatdarên Îran û Filistînê dikuje. Şer heye. Zêdeyî 30 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Dixwazin van hemûyan li hêlekê bihêlin û tevlîheviyê bi pirsa 'tiştekî wiha heye yan na?' çêbikin. Em behsa rêveberiyeke siyonîst dikin. Ev feraset bi pêkanîna komkujiyan aştiya herêmê tehdîd dike. Ne pêkan e ku ev êrişa giran a Îranê ya li dijî Îsraîlê senaryo be."
 
‘WÊ RAGEŞÎ BIDOMIN'
 
Ozûgûrlû bal kişand ser wê yekê ku heta li cîhanê nakokî, kedxwarî û binpêkirina maf û azadiyên bingehîn bidome wê şer jî bidome û got ku Rojhilata Navîn ji ber zengîniya we ya binerdî her tim dibe qada şer. Ozûgûrlû got: “Dema em bi taybetî li Îran û Îsraîlê dinêrin, heta ku pirsgirêka Filistînê dewam bike ev şer bi dawî nabe. Dema em li têkiliyên dualî dinêrin, Îsraîl û Îranê ragihandin ku ev mijar ji bo wan hatiye girtin. Lêbelê, rêveberên dîn hene û em nizanin wê kengî çi fermanan bidin. Heta ku Netanyahu li ser desthilatdariyê be ev xeterî wê her tim hebe. Ne tenê Netanyahu lê hemû hikûmetên rastgir li ser desthilatdariyê bin, ev xeterî wê her tim hebe. Her çi qas êrişên dawî bi dawî bibin jî, ez difikirim ku ji ber pirsgirêkên din wê dîsa alozî derkeve. Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê gelên vê erdnîgariyê ve were diyarkirin, wê demê dê pirsgirêk bi dawî bibin."

Sernavên din

06/10/2024
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin
14:56 Rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
14:54 Derbarê rojnamevanekî di hefsa malê de biryara neşopandinê
14:51 Karkerên Spanyayê dê li 70 bajaran azadiya Ocalan biqîrin
14:44 Girtiyê nexweşê penceşêrê bêyî were tedawîkirin şandin girtîgehê
14:35 Şandeya DEM Partiyê serdana malbata Kabaîş kir
14:35 MKG’ê Nagihan Akarsel bi bîr anî: Dê têkoşîna wê li her derê olan bide
14:11 Bi sedan parêzer li pêşiya AYM’ê ne: Li dijî binpêkirina li Îmraliyê berpirsyartiya xwe bi cih bîne
14:00 Ekîncî ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi tililiyan hate pêşwazîkirin
13:50 Ji çalakiya Dayikên Şemiyê re beraet hate dayîn
13:45 Lubnan: Îsraîlê bi êrişên xwe rêya sivîlên direvin girt
13:26 DEM Partiyê bang li perwerdekaran kir ku li dijî bişaftinê derkevin
13:08 Aqûbeta pêşniyarqanûna têkildarî ‘girtina heta mirinê’ pirsî
13:05 Tedawiya girtiyê mejiyê wî dihele tê astengkirin
12:44 Polîsê teqawid di wesayîta xwe de mirî hate dîtin
12:04 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:03 Înfaza girtiyê nexweş Dayan 6 mehan hate taloqkirin
11:43 Li Çanakkaleyê 3 kes hatin binçavkirin
11:37 Walîtiya Mêrdînê baxçeyê çayê yê 20 salan dewrî miftîtiyê kir
11:19 Nexweşê penceşêrê Gemîcîoglû yê 67 salî bi ambulansê birin girtîgehê
11:17 Dayikên Plaza De Mayoyê bertek nîşanî tecrîdê dan
11:13 Şewata li Rojhilat gel vemirand
11:05 Amediyan ji bo ‘mitînga azadiyê’ bang kirin
10:59 Yolerî: Ji bo 'mafê hêviyê' pêdivî bi muxalefete xurt heye
10:57 Rojnamegerê lubnanî: Tu hemleyên Tirkiyeyê yên li herêmê bi ser neketin
10:45 Tenduristî li Qersê derketiye asta metirsiyê
10:32 Li Elbakê piştî îlana qedexeyê operasyon
10:25 Kûday, heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da
10:09 Ji bo seferberiya rêxistinbûnê bang hate kirin
09:48 Jinên ereb, êzidî û tirkmen: Komplo bi ser neket fikra Abdullah Ocalan li pêş ket
09:42 ‘Kuday terkî mirinê hate kirin û ev yek îdam bi xwe ye’
09:41 Banga ji bo mitînga ‘Azadiyê’: Ji bo çareseriyê werin bi sedhezaran li Amedê bicivin
09:31 Keskîn: Ji bo çareseriyê divê hewldan hebin
09:10 ‘Nagihanê li her cihê tê re derbas bûyî şopa xwe hişt’
09:00 Tekîk: Em hemû kesên azadî û edaletê dixwazin vedixwînin Amedê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2024'AN
08:32 Kolanên Edeneyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin
03/10/2024
22:55 'Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin'
19:31 Der barê rojnameger Avciyê de doz hat vekirin
19:27 Kesên li Vartînîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
18:12 Kabaîş hêj jî winda ye
17:01 Li Şemrexê dê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan were li darxistin
16:46 Ji Komîsyonê daxuyaniya ewlehiya hilbijartinê
16:46 Serlêdanên ji bo JINKART’ê dest pê dikin
16:38 Danişîna doza DÎAYDER’ê hate taloqkirin
16:13 Li Amedê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:48 Doza ‘Çapemeniya KCK’ê hate taloqkirin
15:46 AYM’ê serlêdana Kûday a ji bo berdanê qebûl nekiriye!
15:44 Ji bo parêzer Oner û Hezer biryara beraetê hate dayin
15:04 Kevneşopiya 300 salan didome
15:03 TUÎK li gelek bajaran hate protestokirin: Daneyên rast parve bikin
14:41 Di doza êrişa li dijî HDP’ê de ceza hat xwestin
14:22 Li Girtîgeha Mêrdînê îdiaya ‘hewldana întîharê’
14:19 Bi awayekî girseyî serdana girtiyê 31 salan kirin
14:13 Ekîncî piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan
14:09 Li Cizîrê rêveberiya ÎYÎ Partiyê îstîfa kir
13:20 ÎSÎG: di meha îlonê de 152 karker jiyana xwe ji dest dan
13:17 Erdogan û Bahçelî dê beriya civîna MGK’ê bicivin
12:52 Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn
12:51 Mehmet Emîn Aktar beraet kir
12:37 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji berpirsyartiyê direve
12:19 Kuday ji hêla bi hezaran ve hate oxirkirin
12:17 Gora Garîpoglû yê Karabûlût qetilkirî hate vekirin
12:03 Di lêpirsîna Narînê de daxwaza muştekiyê ya Baroyê hate qebûlkirin
11:57 Ji bo Komkujiya Vartînîsê daxwaza avakirina komîsyona Meclisê