8 sal in lawê xwe yê girtî nedîtiye: Êdî ez dengê wî jî nabihîzim

  • rojane
  • 09:03 23 Nîsan 2024
  • |
ŞIRNEX - Încîfe Îşlek a 75 salî ku 8 sal in nikare kurê xwe yê girtî bibîne, diyar kir ku kurê wê êdî hevdîtina bi telefonê jî qebûl nake û got: "Ez êdî dengê wî jî nabihîzim."
 
Girtiyên siyasî di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd çareserî" di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Girtiyan destnîşan kiribû ku heke heta 15’ê Sibatê, roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwazên wan neyên qebûlkirin, dê çalakiya xwe ber bi qonaxeke din ve bibin. Girtiyên siyasî ji 4'ê Nîsanê û vir ve çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirine. Di vê çarçoveyê de çûna dadgehan û hevdîtinê boykot dikin. 
 
Ji van girtiyan yek jê Fahrettîn Îşlek e ku li Girtîgeha Hejmara 2 ya Yozgatê tê girtin. Îşlek, di sala 2016'an de li Şirnexê bi îddaya,"endamê rêxistinê" hat girtin û 8 sal in di girtîgehê de ye. Îşlek di 8 salan de, di gelek girtîgehan de maye. Dayika wî Încîfe Îşlek ji ber ku girtîgeh dûr e û derfetê wê yên çûyînê tune ne, 8 sal in ku nikare biçe kurê xwe bibîne. 
 
'EM LI PIŞT DAXWAZÊN WAN IN'
 
Încîfe Îşlekê anî ziman ku heya tecrîda li ser girtîgehan bi dawî nebe dê çareseriyeke mayinde jî neyê Tirkiyeyê û wiha axivî: "Ewilî kurê min di girtîgeha Sêrtê de ma. Piştre anîn girtîgeha Şirnexê. Ji Şirnexê jî birin Yozgatê. Ev 8 sal in min kurê xwe neditiye. Derfetê min tune bûn ku biçim hevdîtinên wî. Ez bêriya wî dikim. Kurê min ê biçûk ew e. Êdî biryar jî hat standin û êdî li me nagere û dernakeve hevdîtinan. Êriş li ser wan hene. Herî dawî dema ku em pê re axivîn gotibû di nava xwarina wan de gelek tiştên qirêj hene. Got, 'di nava xwarina wan de neynûk hene, em dimînin birçî û nikarin bixwin.' Ev bû hefteya sêyê li me negeriyaye. Dema ku herî dawî li min geriya got,'em êdî dernakevin hevdîtinan û li we nagerin, serokê me di bin tecrîtê de ye, nahêlin ku malbata wî û parezerên wî biçin pê re hevdîtinê çêbikin. Heta ku nehêlin ku serokê me bi malbat û parezerên xwe re hevdîtinê bikin em ê jî dernekevin hevdîtinan.' Em jî li pişt daxwazên wan in. Em kurd in û doza axa xwe û welatê xwe dikin. Bila deriyê van girtîgehan vekin û çareseriyekî ji pirsgirêka kurd re bibînin. Zarokên me hemû di van girtîgehan de rizandin." 
 
Îşlekê diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan aloziya heyî kurtir dike û daxwaz kir ku her kes xwedî li daxwazên girtiyan derkeve û got: "Bila daxwazên girtiyan pêk bînin. Em jî dixwazin ku ev tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û ev şer bi dawî bibe. Min 8 sal in kurê xwe neditiye û ez êdî dengê wî jî nabihîzim. Daxwazên wan rewa ne, divê her kes guh bide van daxwazan û kesek xwe bêdeng neke. Bêdengî bêwijdanî ye. Divê em hemû bi vê zanebûnê nêz bibin. Tecrîda li ser birêz Ocalan şerê heyî zêdetir û girantir dike. Ji ber wê girtî yekane çareseriyê di wir de dibînin. Daxwazên zarokên me daxwazên me hemûyan e." 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

14/10/2024
14:36 Wezîrê Dadê: Îdianameya cînayeta Narîn Guranê li ber amadebûnê ye
14:03 Ji DBP’ê daxuyaniya mitîngê: Gelan berpirsyarî dan muxatabên çareseriyê
13:29 Karkerek din ê ku di teqîna fabrîqayê de birîndar bûbû mir
13:25 Polîsan êrişî karkerên Fernasê kirin
13:02 Edîtora ETHA’yê Gayip hate binçavkirin
12:45 Li Artvînê piştî baranê rêyên gundan hatin girtin
12:44 Temellî: Heke pêvajo dest pê bike wa Îmrali li wir e
12:33 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:02 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Esenyûrtê şewat derket
11:59 Siyasetmedarên baskî piştgiriya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' kirin
11:18 Ji bo Fîncanci biryara anîna bi darê zorê hate dayin
10:55 Bogûrcû yê li Qoserê hatibû binçavkirin di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da
10:46 ROJNEWS'ê belgeyek din a hevkariya bi Tirkiyeyê re derxist holê
10:21 AYM: Gotina ‘Bijî Serok Apo’ di çarçoveya azadiya xweîfadekirinê de ye
10:20 Beşdarên mitînga ‘azadiyê’: Em ê ji bo azadiyê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:48 Li Şaredariya Midyadê ya AKP’î 60 milyon lîre hatine dizîn
09:38 Mehmet Ocalan: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê bikarin encamê bi dest bixin
09:00 Teorîsyena hunerê Bakçay: Herêmîbûn li dijî neolîberalîzmê derfetê berxwedanê dide
09:00 Ji pirsa strana ‘Zindana Amedê’ re bersiva Guernicayê: We çêkir
09:00 Ji nameya ku beriya 4 salan hate şandin ve çi hate guherîn?
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2024'AN
08:58 Li Kolikê bi ser malan de hate girtin
08:31 Ciwan bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meşiyan
08:23 Abdullah Oncel dîsa bû serokê Baroya Rihayê
08:15 Xwebûn bi manşeta 'Kurdîstan kerdo rantîstan' derket
13/10/2024
22:56 Hîzbûllahê êrişî Îsraîlê kir: Herî kêm 67 leşker birîndar bûn
21:50 Gundê Minbicê yê Ewn Dadat hate topbarankirin
21:16 Rojnews dê sibê belgeyên ‘xiyanetê’ yên PDK’ê biweşîne
21:06 Şaneşîna xaniyê di erdhejê de xesar gihiştibûyê hilweşiya: 2 kes mirin
20:27 Li Şirnexê 7 herêm weke ‘Herêma ewlehiyê’ hatin îlankirin
20:12 Li Şirnexê mirina biguman a jinekê
19:47 Serokên nû yên baroyên Êlih, Mêrdîn û Enqereyê diyar bûn
19:28 Dosyayên rojnamevanên jin ji saziya înfazê re hatin şandin
19:18 DFG’ê û MKG’ê bertek nîşanî derbkirina rojnamevanan da
18:59 Ji roja ‘azadiyê’ ya Amedê çend nîşe
18:06 Serokê Baroya Amedê yê nû bû Abdûlkadîr Guleç
17:26 Piştî mitîngê meş hate lidarxistin: Bê Serok jiyan nabe
16:56 Bakirhan li Amedê bang kir: Navnîşana çareseriyê Îmrali û Meclis e
16:38 Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin: Her der Amed her der berxwedan
16:33 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kirî: Deriyên Îmraliyê vekin
16:20 Hevserokê DEM Partiyê di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
15:54 Parlamenterên DEM Partiyê rê li trafîkê girtin
15:49 Uçar: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
15:25 Berxwedana Botaniyan encam girt: Gel ber bi Amedê ve kete rê
15:13 Li Amedê berxwedana ‘Azadiyê’
14:54 Wezareta Dadê ji bo astengkirina tehliyeya girtiyê 33 salan got ‘rast nîne’
14:27 Baskê Rihayê yê ‘Mitînga Azadiyê’ li Amedê dest bi meşê kir
14:22 Ciwan li Rezanê bi dirûşma ‘Azadiyê’ dimeşin
13:51 Ji Xana Axparê ber bi Amedê ve meşa ‘Azadiyê’
13:14 Li her çar aliyên Amedê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
12:59 Werîşe Mûradî dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem kir
12:58 Xelkê Amedê ji bo mitînga ‘Azadiyê’ kom dibe
11:41 Li gelek baroyan hilbijartin dest pê kirin
10:58 Di qezaya trafîkê de 2 karker mirin û 13 jî birîndar bûn
10:50 Şemsa Bagdû: Heta faîl tên cezakirin dê têkoşîna me bidome
10:21 Li Bursayê cenazeyên 3 kesan hatin dîtin
10:20 Bi hezaran kes ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Amedê ve diherikin
10:00 Bertek nîşanî qetilkirina jinan dan: Bila edalet pêk were
09:48 Abdullah Ocalan: Ger dilê wan û çareseriyê hebe wê li hev rûnên, yan na merhebakirina sembolîk nabe
09:47 Meclis li hezar û 93 kesan qedexe ye
09:16 Bafel Talabanî: Em ê tişta li me tê ferzkirin biguherînin
09:00 ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2024’AN
08:45 Hejmara 85’an a Kovara Jinê derçû
08:44 Ji bo 7 bajaran bi koda zer hişyariya barîna zêde hate kirin
08:15 Astengkirina ‘Mitînga Azadiyê’ hate protestokirin
12/10/2024
22:05 Ji astengiya polîsan re gotin 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'
19:52 Abdullah Findik bû serokê Baroya Şirnexê
16:45 Banga beşdariya mitînga ‘azadiyê’ li gelê Botanê hat kirin
16:37 Aldar Xelîl: Divê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya wan bikin
16:29 Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên kurd kirin
15:32 Li Enqere û Stenbolê xwestin Hatîce Onaran bê berdan
15:01 Kongreya Baroya Amedê: Nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê nayê qebûlkirin
14:15 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:06 Li Dîlokê dayikek û çar zarokên xwe hatin qetilkirin
13:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 11 windayan pirsîn
13:38 Beriya mitînga ‘azadiyê’ astengî: Her der Amed her der berxwedan
12:59 Bakirhan soz da astengdaran: Em ê li Wanê û Mêrdînê jî daîreya xizmeta astengdaran ava bikin
12:45 Şofêrên TIR’an çalakî li dar xistin
12:38 Li Stenbolê coşa mitînga ‘azadiyê’
12:09 Kongreyên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kirin
11:27 Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin
11:17 Li girtîgehan divê 'mafê tenduristiyê' dîl neyê girtin
10:44 Li mamosteya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn
09:55 Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin
09:35 'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
09:34 Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e
09:33 Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin
09:01 Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin
09:01 DEDAŞ li gundê ku ceyrana wê her tim qut dike li 'ceyrana qaçax' digere!
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN
11/10/2024
19:08 Hevserokê DBP'ê yê Dîlokê Ozhan hat girtin
18:01 Xebatên ji bo Kabaîşê destpêkirî di roja 14’an de ye
16:30 Ji Enqereyê banga ‘mitînga azadiyê’
16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvajoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn