Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin

  • rojane
  • 11:00 30 Nîsan 2024
  • |

STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku tehliyeya Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê ragirtin ji bo salekê hatiye taloqkrin. Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Em li bendê ne ku rayedar tavilê vê rewşa îşkenceyê bi dawî bikin. Divê deriyên Îmraliyê ji bo azadiyê bên vekirin.” 

 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî rewşa agahînegirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û 38 meh in agahî jê nayên girtin û Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin û nayê tehliyekirin, li buroya xwe ya li Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî dan. 
 
Parêzer Rezan Sarica diyar kir ku rewşa “dîlgirtinê” ya li Îmraliyê bi qedexe û cezayên disiplînê bisînor nîne û wiha domand: “Nikarin bi parêzer û malbatên xwe re peywendiyeke fîzîkî pêk bînin. Her wiha telefon û name jî tên astengkirin û tecrîdeke agahînegirtina mutleq heye. Ev rewşa astengkirinê dema endamên malbata wan wefat dikin, di dema şewban û di erdhejan de jî berdewam kirin. Di 25’ê adara 2021’an de axaftina li ser telefonê hate qutkirin û ji wê rojê ve em tu agahiyan ji miwekîlên xwe nagirin. Di vê rewşê de em bi tu awayî derheqê rewşa tenduristî û şertên miwekîlên me tê de tên ragirtin de xwedî agahî nînin.” 
 
TEHLIYEYA AKTAŞ HATE ASTENGKIRIN
 
Bi domdarî Sarica da zanîn ku Veysî Aktaş ku 30 sal in girtî ye û niha li Îmraliyê tê ragirtin, înfaza xwe di 28’ê nîsanê de temam kiriye lê nayê berdan. Sarica, wiha domand: “Li gorî muddetnameya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ku beriya niha amade kiriye, diviyabû Aktaş di 28’ê nîsanê de bihata tehliyekirin. Di nava vê pêvajoyê de ji ber şert û mercên tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, me xwest bi rêya nameyê alîkariya hiqûqî bidin û nêrînên wî yên têkildarî karûbarên tehliyekirinê de bigirin. Bi vê boneyê jî me di dîrokên cuda de jê re nameyên bitaahhûd şandin. Lê belê tu bersiv ji nameyên me re nehatin dayîn. Ji ber şert û mercên tecrîdê, em nizanin piştrast bikin bê ka name gihiştine ber destê wî yan na. Lê demekî nêz berê me ji bo tevdîrê serî li Dadgeriya Înfazê û dozgeriyê da. Ji bo alîkariya hiqûqî bidin miwekîlê xwe, me xwest mînaka ewraqa înfazê ji me re were şandin. Lê ev daxwaza me nehate bersivandin.” 
 
'BIRYAREKE REWA NÎNE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Sarica wiha got: “Ji ber ku mecbûr in miwekîlê me Aktaş were berdan, weke parêzerên wî me di 28 û 29’ê de ji bo pêşwazîkirina birêz Aktaş an jî ji bo hîn bibin bê ka li pêşiya tehliyeya wî astengiyek heye yan na, em ketin nava hewldanan. Mixabin îdareya Girtîgeha Îmraliyê bi devkî ji me re got ku li ser biryara lijneya çavdêriyê tehliyeya Aktaş salekê hatiye taloqkirin. Ev biryar bi awayekî eşkere derqanûnî û derhiqûqî ye. Tê wateya xespkirina azadiya birêz Aktaş. Bi sererastkirinên piştre li ser qanûnan hatine kirin re ev biryarên nerewa tên dayîn. Li hêla din, tevî daxwaza me jî biryara taloqkirina tehliyeya Aktaş a salekê nedan me. Hem daxwaznameyên me daxwazê hem jî weke parêzerên wî daxwaznameyên me yên îtîrazê ji hêla meqamên peywirdar ve nehatine esasgirtin û bi vê yekê re sûcê peywirê hatiye kirin. 
 
Astengkirina tehliyeya birêz Aktaş, qebûlnekirina serlêdanên di vê mijarê de û nedayîna agahiyan, rewşa miwekîlên me yên ku ev 38 meh in tu agahî jê nayên girtin hêj bêhtir hesas kiriye. Ji astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatan wêdetir, serdanên şexsiyet û saziyên cuda jî di nav de, ji serdanên mekanîzmaya venêrînê re hatiye girtin, di dema wefata xizmên xwe de, di rewşên nexweşiyên giran û karesatên xwezayî de jî destûr nehate dayîn û daxwazên me yên ji bo agahîgirtinê bêbersiv hatine hiştin, destûr nedan rapora CPT’yê were eşkerekirin û tevî ku bi ser biryara tevdîrgirtinê ya Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê re demekî dirêj derbas bû jî bi wê biryarê nayê kirin, li gel ku dema tehliyeya bişert a birêz Aktaş tije bûye jî nayê berdan, ev pêvajo tevek bêyî parêzeran tê meşandin û ev sedem jî gumanên heyî mafdar derdixîne. 
 
GILÎ BÊBERSIV TÊN HIŞTIN
 
Miwekîlên me temenmezin in û di nava şert û mercên giran ên bandoreke neyînî li ser tenduristiya wan dikin de tên ragirtin. Li gel pirsgirêkên tenduristiyê yên kronîk, her wiha girêdayî temenê mezin dema demekî dirêj di girtîgehê de hatin girtin, ev yek rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedike. Tevî îdiaya ku miameleya li miwekîlên me tê kirin îşkence ye û dermirovî ye jî, Dadgeriya Înfazê ku çavdêriya li girtîgehê û danîna peywendiyên bi derve re erka wê ye, bûye meqama ku yekser biryarên rê li ber rewşa incommunicadoyê vedike. Lê belê gilî û serlêdanên sûc ên derheqê berpirsyaran de bêbesiv tên hiştin û tu lêpirsîn nayên destpêkirin. 
 
DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ JI BO AZADIYÊ BÊN VEKIRIN 
 
Di çarçoveya normên hiqûqa gerdunî û nirxên mirovatiyê de her hewldana li dijî îşkenceyê di heman demê de ji bo avakirina hestiyariya demokratî û mafên mirovan ên welêt jî girîng e. Lewma mîna bendewariya me ya ji kesên xwe berpirsyar dibînin, em li bendê ne ku rayedar tavilê berpirsyartiyên xwe yên qanûnî pêk bînin û dawî li vê rewşa îşkenceyê bînin. Divê deriyên Îmraliyê ji bo azadiyê bên vekirin;
 
* Divê birêz Aktaş ê cezayê wî yê 30 salan qediyaye û ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin tavilê were berdan, 
 
* Divê rewşa dîlgirtinê ya miwekîlên me yên li Îmraliyê ku ev 38 meh in tu agahî jê nayên girtin bi dawî bibe û miwekîlên me bikarin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.”
 

Sernavên din

30/04/2024
13:56 Li Pakistanê barana zêde bû lêhî: 17 kes mirin
13:54 Doza OHD û TUAD’ê hate taloqkirin
13:52 ÎHD’ê Rapora Pêvajoya Hilbijartina Rêveberiyên Herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kir: 44 hezar hilbijêrên xeyalî
13:21 Şahidên îtîrafkarî îtîrafkar derewandin
13:00 Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
12:58 Keskîn çû serdana rojnameger Dal: Niha di tecrîdê de ye!
12:51 Li Mereşê jinek hate qetilkirin
12:45 Bakirhan: Berxwedana gelê kurd û ruhê şoreşger ê 1ê Gulanê xwişk-bira ne
12:38 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:45 Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
11:27 Dadgeha Bilind cezayê Kozagaçli erê kir
11:26 Sosyalîstan ji bo Taksîmê bang kirin: Em li qadan bibin yek
11:00 Tehliyeya Aktaş ê li Îmraliyê salekê hate taloqkirin
10:31 DEM Partî: Divê MESEM were girtin, Wezareta Zarokan were avakirin
09:39 Dê karker li a Parka Mûsa Anter daxwazên xwe biqîrin
09:38 Ewrên ji tozê li gelek bajaran bandora xwe zêde kir
09:08 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:06 Ji rojnameger Silêman Ehmed 189 roj in agahî nayên girtin
09:03 Li dijî êrişên li ser rojnamevanan banga têkoşîna hevpar
09:01 Êlih û Dîlok ji bo 1'ê Gulanê amade ne!
09:00 ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2024'AN
08:19 Berdevka TOP’ê Gozen hate binçavkirin
29/04/2024
20:32 Li Rihayê 2 ciwan hatin girtin
18:28 Emîne Şenyaşar: Ev zilm ne asayî ye
16:48 Hesabeke Şaredariya Agiriyê ya Banka Îllerê hate bloqekirin
15:44 Li Kenyayê bendav teqiya: Herî kêm 42 kes mirin
15:42 Ji bo qadên 1’ê Gulanê bang hate kirin: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
15:41 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 76 binpêkirin
15:35 Dayikên Aştiyê: Edaletê pêk bînin, Makbûle Ozerê berdin
15:21 Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate vekirin
13:46 Koçyîgît: Daraz hewl dide kujerê Tahir Elçî biparêze
13:37 Piştgiriya PDK’ê ya di êrişên Metînayê de
13:34 Ji bo 28’ê nîsanê bibe ‘Roja bîranîn û şînê’ pêşniyarqanûn dan Meclisê
13:32 Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê: Em ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin
13:22 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetê da: Dê sûîqesta Tahir Elçî bêceza nemîne
13:09 Li Îzmîrê 1’ê Gulanê dê li Qada Gundogduyê were pîrozkirin
13:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:33 DÎSK’ê têkildarî Taksîmê daxuyanî da
11:47 Yerlîkaya jî guh neda biryara AYM’ê ya ji bo Taksîmê
11:44 Di doza cînayeta Tahîr Elçî de dozger daxwaza beraetê kir
11:30 Baweriya bi aboriyê kêm bû
11:14 Tehliyeya rojnameger Ren 3 meh hate taloqkirin
10:55 Hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de hatine kuştin zêde dibe
10:42 Kurtulmuş dê di 2’yê gulanê de biçe serdana DEM Partiyê
10:17 Qenala DSÎ’yê ya nayê paqijkirin gefê li tenduristiya gel dixwe
09:08 Xelatên 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê hatin dayin
09:05 Xwebûn bi manşeta “Karker dadikevin qadan” derket
09:01 Çalakiya boykotê ya girtiyên siyasî didome
09:00 188 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:00 Ji bo danişîna Oner bang hate kirin: Divê polîsê bersûc were cezakirin
09:00 Parêzer Çakas: Di asta navneteweyî de bêdengiyek heye
09:00 ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2024'AN
08:50 Piştî qezayê agir bi pifdanka gazê ket: 14 kes birîndar bûn
08:43 Li Behra Egeyê erdhej çêbû
08:39 Li Manîsayê jinek hate qetilkirin
08:20 Li Dêrsimê liv û tevgera leşkerî
28/04/2024
21:36 Li Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 34 hezar û 454’an
20:21 Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da
20:01 Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê di roja 5’emîn de ye
19:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş: 2 kes birîndar bûn
18:03 Li Êlihê aktîvîteya bafirokan
17:45 Amedî ‘şampiyontiyê’ pîroz dikin
17:32 Rojnamevanê tundiya polîsan kişand hate binçavkirin
16:54 Şampiyon Amedspor!
16:13 HDK: Em hêz bidin têkoşîna ji bo qezenckirina Taksîmê
16:11 Ji bo 1’ê Gulana li Êlihê banga tevlibûnê hate kirin
16:11 Banga ‘Ji bo Huda Kaya azadî’ hate kirin
15:33 Di îktîdara AKP’ê de herî kêm 32 hezar û 478 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:21 Maça krîtîk a Amedsporê dest pê kir
15:13 Komên paramîlîter li Efrînê 3 kes revandin û li Cerablusê kesek qetil kirin
14:49 Gundên Amediyeyê hatîn bombebarankirin
14:40 Li Beşîktaşê rêzeqeza çêbûn
14:39 Di meha 148’an a komkujiyê de ji bo Roboskê daxwaza edaletê hate kirin
14:38 Piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin
14:20 Karkerên di 1’ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:05 Li Navenda Paşveşandinê ya Ayvacikê îdiayên îşkence û destdirêjiyê
13:42 Li Dêra Surp Gîragosê ayîn hat kirin
12:55 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê fînala xwe bi 'Gomîdas' kir
12:17 Hilbijêran bersiva pirsa ‘çima rêjeya tevlibûna hilbijartinê kêm bû’ dan
11:20 Ji 16 komên muzîkê albûmeke nû
11:06 ‘Çapemeniya Azad dê bi israr kevneşopiya xwe bidomîne’
11:04 Rojnamegerên hatine girtin: Ne em, rojnamegerî hate darizandin
10:48 Hatîmogûllari: Me zîhniyeta qeyûmperest têk bir
10:28 Her car heman hincet: Rojnamegerên kurd bi ‘avadaniya çapemeniyê’ sûcdar kir
10:15 Girtiyên di çalakiyê de her hefteyê daxwaza xwe ya ‘azadiyê’ ji wezaretê re radigihînin
10:08 Tecrîd didome krîz mezintir dibin
10:06 Kovar Jînê bi manşeta 1’ê Gulanê derket
10:05 'Bilûra Nîşo' wê li Mîhrîcana Fîlman a Los Angelsê bê nîşandan
09:10 Li nava Parka Koşûyolûyê tiryak û fuhûş: Em dawî li vê bînin
09:09 ‘Hem kurê min miriye, hem dozê vedikin, yê mexdûr em in'
09:08 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:07 187 roj in PDK derheqê rojnameger Silêman Ehmed de tu agahiyan nade
09:05 Wê di mitînga 1'ê Gulanê de bal bikişînin ser polîtîkayên şer
09:01 Esnaf ji ber krîza aborî ne dikarin bikirin ne jî bifiroşin
09:00 ROJEVA 28’Ê NÎSANA 2024’AN
27/04/2024
22:53 Mîhrîcana Şanoyê bi dawî bû: Gomîdas ji hêla sedan kesan ve hat temaşekirin
21:40 Nûçegihana me Dal rastî lêgerîna tazî hat
21:06 Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’
17:13 Di ‘Mitînga Mezin a Parastinê de bal kişandin ser tecrîdê
17:05 Lijneya Giştî ya Odeya Bijîjkan a Amedê: Em ê bijîşkiya baş bidomînin