Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî

AMED - Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amedê meş hat lidarxistin. Çalakvanan got ku divê gelê kurd her qada jiyanê veguherîne dibistan û zanîngehên zimanê kurdî. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got ku dê hemû derfetên xwe ji bo ziman seferber bikin. 

 
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstîtuya Kurd a Amedê, Kovara Destarê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Amedê meş li dar xistin. Bi sedan kesên ku Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî di nav de bûn, li Parka Roboskê hatin ba hev. Welatî bi cil û bergên kurdî tev li meşê bûn.
 
Di meşê de welatiyan pankarta “15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz be” ya bi zaraveyên kurdî yên kirmanckî û kurmancî hilgirtin û dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin. Meş ji Parka Roboskê heta Park Ormanê domiya. Welatiyên cil û bergên kurdî tev li bûn, dovîza “Zimaneke azad/jiyaneke azad” hilgirtin. 
 
Girseya gihiştî Park Ormanê, li vir daxuyanî da. Daxuyanî bi zaravayên kirmanckî û kurmancî hate xwendin. Daxuyaniya bi kurmancî ji hêla Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakut ve hate xwendin. 
 
‘AZADIYA ZIMANÊ KURDÎ ÇAVKANIYA SEREKE YA AZADIYA GELÊ KURD E’
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Zimanê kurdî nirxekî herî bingehîn, qedîm û dewlemend ê neteweya kurd û mirovahiyê ye. Di dîrokê de bûye çavkaniya jiyana civakî û gelek ziman û çandên cuda. Zimanê kurdî hebûn, xwebûn, rûmet, nasnameya kurdan a neteweyî ye; xîm û sîwana yekitiya kurdan e. Azadiya zimanê kurdî çavkaniya sereke ya rizgarî û azadiya neteweya kurd e.
 
Gelê kurd bi vê zanebûnê her dem û dewranê ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî kedeke mezin daye. Li dijî hemû zor û zehmetiyan jin û dayikên kurd, têkoşer û pêşengên kurdan têkoşîna xwe bênavber meşandine. Yek ji pêşengên têkoşîna zimanê kurdî jî Celadet Elî Bedîrxan e ku wî û hevalên wî xwe gihandin hawara zimanê kurdî.
 
TOVÊ KU BI HAWARÊ HATÎ REŞANDIN BÛ ÇAVKANIYA TÊKOŞÎNA ZIMAN
 
15’ê Gulana 1932’yan de, bi pêşengiya Celadet Elî Bedirxan, diwarê ziman û çanda kurdî de tovê şoreşeke mezin hat reşandin û Kovara Hawarê bi latînî dest bi weşanê kir. Ev tovê ku ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî ve hatiye reşandin ji bo geşedan û têkoşîna zimanê kurdî bû çavkaniyeke bingehîn a dîrokî.
 
Di destpêka weşana kovara Hawarê de wiha hatiye gotin, ‘Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwe nasîn e,  xwenasîn ji me re riya felat û azadiyê vedike. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e.’ 
 
OCALAN: ZIMAN LAŞ E, XWEDÎ LÊ DERKEVIN
 
Ev hişmendî û dîrok bi van gotinên birêz Abdullah Ocalan a ku digot ‘Ziman laş e, li laşê xwe xwedî derkevin’ vê heqîqeta qedîm piştrast û temam dike. 
 
Gelê kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd taybetî ev 50 salên dawî li gel hemû êriş, dagirkerî û polîtîkayên pişaftinê ya dijî çand, ziman û hemû nirxên xwe yên neteweyî bi vê hişmendî, biryardarî û îradeyê têkoşiyaye û vê têkoşîna xwe ya bêhempa hê jî didomîne. 
 
Di encama vê têkoşînê de, di sala 2006’an de bi ked û hewldanên TZPKurdî, Cejna Zimanê Kurdî hate îlankirin û ev roj bi vê hişmendî û giyanê ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî her sal tê pîrozkirin.
 
DIVÊ JIYANA ROJANE BI KURDÎ BE
 
Em bi vê hêz û baweriyê dibêjin ku; gelê kurd, dê li hemberî mêtingeriyê hebûn û nasnameya xwe biparêze û têkoşîna xwe ya azadiyê bilindtir bike, di jiyana rojane de bi hemû zaravayên zimanê xwe biaxive û bi awayekî stratejîk parastina hebûna xwe bike.
 
Gelê me, dê li hemberî serdestan li hemû qadên jiyanê û bi taybetî di warê perwerdehiya bi zimanê dayîkê de têkoşîna xwe xurtir bike. Bi vê armancê, di serî de navêndên me yên xebatê yên civakî, em ê her yek jixwe dest pê bikin û zimanê xwe  di xebatên  xwe yên siyasî, çandî, hunerî û aborî de bikar bînin, yekîtî û hevgirtina xwe ya neteweyî pêk bînin.
 
DÊ ÇALAKIYÊN CUR BI CUR BÊN LIDARXISTIN
 
Bi vê boneyê em ê îsal bi dirûşma ‘Her dem kurdî her der kurdî’ bi armanca bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna şikandina tecrîda li ser zimanê kurdî ku parçeyek ji tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan û tecrîda giştî ya li ser têkoşîna neteweya kurd e, bername û çalakiyên cur bi cur li dar bixin. Em ê li her derê hawar û dengê zimanê kurdî bilind bikin û rengê wê li her derê belav bikin. 
 
Di vê çarçoveyê de bi hişmendî, hîndekarî û rêxistinkirina civakî ya zimanê kurdî, herwiha bi daxwazên fermîbûna zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî em ê heta dawiyê hewl bidin ku ji niha û pê ve li hemû bajar, navçe, bajarok, tax, kolan, gund û mezrayên li Kurdistanê û li gelek bajar û navçeyên li Tirkiyeyê têkoşîna zimanê kurdî bi awayekî şênber, domdar û encamgir bilindtir û berfirehtir bikin.
 
PARÊZVANÊN ZIMANÊ KURDÎ BI BÎR ANÎN
 
Em bi boneya salvegara 92yan a Kovara Hawarê, nemir Celadet Elî Bedirxan û hemû hevalên wî, hemû jin, dayik û têkoşer û parêvanên zimanê kurdî bi rêzdarî bi bîr tînin. 
 
BANGA JI BO ZIMAN
 
Em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê kurd, li hemû jin û dayikên kurd,  li hemû têkoşer, xemxur, xebatkar û dildarên zimanê kurdî pîroz dikin û di serî de têkoşerên zimanê kurdî, jin û ciwan bang û gazî li hemû gelê xwe yê li bakurê Kurdistanê û li her derê cîhanê hemû partî, sazî, rewşenbîr û derdorên kurd dikin ku; em têkoşîna zimanê kurdî bilind bikin, em her derê bikin dibistan û zanîngeha zimanê kurdî, em her dem û li her derê bi kurdî baixivin, bi kurdî bifikirin, bi kurdî bixwînin û bi kurdî binivîsin.”
 
BAKIRHAN: EM Ê DERFETÊN XWE SEFERBER BIKIN 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî piştî xwendina metna daxuyaniyê axivî. Bakirhan, da zanîn ku siyaset, ziman û çanda kurdî bi zextekî giran re rû bi rû ye û ev tişt anî ziman: “Hêj îro jî em nikarin cejna zimanê xwe bi awayekî azad pîroz bikin. Zimanê me bi zextekî wiha re rû bi rû ye. Lewma barekî giran dikeve ser milê me. Divê em li dijî zordestiya van xwedî li zimanê xwe derkevin. Em ê ji vir û şûnde li her derê û di her demê de bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bifikirin. Em ê bêhtir li ser xebatên ji bo çand û zimanê kurdî bisekinin. Em li vir bangî hevşaredarên me dikin; divê ji vir û şûnde pir zêdetir li ser zimanê kurdî bisekinin. Zimanê me hebûna me ye. Em ê di kolan û cadeyên xwe de hînî zimanê xwe bibin û zimanê xwe hînî gelê xwe bikin. Ji bo vê jî em ê hemû derfetên xwe seferber bikin.” 
 
 

Sernavên din

17/05/2024
08:47 Tuncel: Divê em têkoşîna li girtîgehan a li dijî tecrîda li Îmraliyê watedar bikin
08:44 Erdogan hikumxwarên 28’ê sibatê efû kirin
16/05/2024
22:51 Li Farqînê panela zimanê kurdî
22:03 Biryara Doza Kobanê hat protestokirin
21:59 Gultan Kişanak ji girtîgehê derket: Hewcedarî bi azadî û aştiyê heye
21:06 Nobeta Emîne Şenyaşarê di roja 105’emîn de ye
18:27 Ji DEM Partiyê li ber Sîncanê daxuyanî: Em vê biryarê nas nakin
18:08 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
17:03 Onder: Dê fermana derheqê me de heta nîvsaetekê bê eşkerekirin
17:02 Ji Ahmet Turk daxuyaniya ewil: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:54 Biryarên di Doza Kobanê de li Meclisê tên protestokirin
16:43 DEM Partî piştî Doza Kobanê bi awayeke awarte dicive
16:41 Xebatên hilbijartinê ji 3 aliyan ve didome: Curnê Reş ya me ye
16:20 Ji DEM Partiyê li dijî biryara Kobanê berteka ewil: Em ê komployên we pûç bikin
16:12 Siyasetmedarên danişîna biryarê şopandin: Şoreşa Kobanê tê xwestin were mehkûmkirin
15:24 Di Doza Kobanê de ceza li ser ceza li siyasetmedaran hat birîn
15:13 Li dijî projeyên madenê yên li Dêrsimê banga ‘têkoşîna hevpar’
15:06 Rojnamevanên ku hate îdiakirin navê wan di lîsteya çalakvanî de ne îfade dan
15:00 Binçavkirin û girtinên li Wanê hatin protestokirin: Operasyona tolhildanê ye
14:48 Jina gef lê dihat xwendin tevî giliya kiribû jî nehat parastin
14:04 Ji bo Doza Kobanê bang hate kirin: Divê pêşeroja welat radestî tarîtiyê neyê kirin
13:57 Yilmaz Yavûz piştî 30 salên girtî hate berdan
13:05 Jinên girtî: Em ji bo şert û mercên azadiya Ocalan were pêkanîn, tev li danişînê nabin
13:04 Festîvala Filman a Cannesê bi çalakiya kedkarên sînemayê dest pê kir
12:09 Doza Kobanê: Navber dan danişînê
11:51 Li Îranê 2 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirin
11:43 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:20 Di Doza Kobanê de danişîna biryarê dest pê kir
10:49 Karê zehmet ê debarê yê karkerên demsalî dest pê kir
10:25 Bakirhan: Em ê bi hev re bibînin ku ders hatiye girtin an na
Hatîmogûllari: Ev doz ji bo Tirkiyeyê xaçerêyek e
09:50 Di êrişa DAIŞ’ê de leşkerekî Iraqê mir
09:39 Welatiyên sêrtî: Dema mirov bi zimanê xwe neaxive mirov bêesil dibe
09:34 Tê payîn ku îro di Doza Kobanê de biryar were dayîn
09:25 Ji bo kurdî tenê 10 mamoste: Divê ne dersên bijartî, perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê dayîn
09:04 Li Şirnexê 25 kes hatin binçavkirin
09:02 Li girtîgehê mirineke biguman: Ez bawer nakim ku kurê min xwe kuştibe
09:02 Ji Silêman Ehmed ê PDK'ê ew revandiye 205 roj in tu agahî nayê girtin
09:01 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê didome
09:01 Wê li Tetwanê her hefte kargehên çand û hunerê bên lidarxistin
09:00 Ji Jîn Artê banga konsera mezin
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2024'AN
08:49 Meteorolojiyê ji bo barîna zêde û tozê hişyarî kir
08:25 Di lêpirsîna Ayhan Bora de 4 kesên din hatin binçavkirin
08:19 Parlementerê Sînn Féinê: Divê Abdullah Ocalan bê berdan
15/05/2024
23:59 Şahiya 15’ê Gulanê: Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin
22:26 'Wê têkoşîna kurdan a li dijî asîmlasyonê bidome'
22:09 Li Îzmîrê panela zimanê kurdî
19:24 Şenyaşar: Heta edelet neyê ez ê li vir bim
17:55 Ji Baroya Şirnexê daxuyaniya Cejna Zimanê Kurdî
17:09 Li Civîna Meclisa Şaredariya Mêrdînê bêtehamulîya “Kurdî”!
16:36 2 kesên bi hinceta 1’ê Gulanê hatine girtin hatin berdan
16:27 TJA: Ya tê darizandin têkoşîna jinan e!
15:59 Li Îzmîrê binçavkiriyek rastî lêgerîna tazî hat
15:57 Ji bo Doza Kobanê bang: Xwedî lê derneketin sûc e
15:44 ‘Polîtîkaya tirkkirinê” ya li Efrînê ji Fîdan hate pirsîn
15:39 Hevşaredarê Dêrsimê Konak îfade da
15:30 Ji bo qeymeqamtiyê bi şaredariya lê qeyûm bû malzeme da kirîn
15:15 ‘Em ê dev ji mafên xwe bernedin’
15:13 Li gelek bajaran daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
14:58 Şandeya DEM Partiyê li Awûstûryayê ye
14:42 Jinan ji Begît re got: Heke nexwazî weke rûreşan bê bibîranîn îstîfa bike
14:10 Erdogan: Em amadekarê fêlbaziyê baş dizanin
14:09 Rojnameya Yenî Yaşamê sala xwe ya 6’emîn pîroz dike
13:21 Dîroka dawî ya serlêdana tûrnûvaya bi dirûşma ‘Lêxe’ 21’ê gulanê ye
12:42 Wezîrê Karên Hundirîn daxuyaniyekî balkêş da
12:24 Li Amedê meşa ziman: Divê em her qada jiyanê bikin dibistanên zimanê kurdî
12:19 Gundiyan ji bo protestokirina polîtîkayên aborî yên PDK’ê rê girtin
12:18 Platforma Zimanê Kurdî: Dem dema zimanê kurdî ye
11:51 Li Sûka Misirê ya Dîrokî şewat derket
11:48 Daxwaza ji bo jinûvedarizandina Kavala hate redkirin
11:40 Hevşaredara Dêrsimê ya berê Altûn tehliye bû
11:00 DEM Partiyê ji bo tevlibûna Doza Kobanê bang kir
10:51 Serokatiya Meclisê ji bo daxwaza têkildarî kurdî got ‘li dijî destûra bingehîn e’
10:45 Bersivê nadin daxwaznameyên Dal a di hucreya yekkesî de tê ragirtin
10:33 Li Wanê 8 kes hatin girtin
10:14 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:00 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo CPT’yê serlêdaneke nû kir
09:58 Li Îzmîrê bi pileya 4,5’an erdhejek çêbû
09:57 Nûnerên rêxistinên sivîl: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
09:39 Dayika girtiyî: Em bibin dengê girtîgehan
09:11 Ji rojnameger Silêman Ehmed 204 roj in tu agahî nayê girtin
09:11 Girtiyên siyasî 171 roj in bi daxwaza azadiyê di çalakiyê de ne
09:07 Dayika tirk bi rêya Zarok TV'yê kurdî fêrî keça xwe kir
09:06 Ji Dayikên Aştiyê banga ji bo Abdullah Ocalan
09:05 Egîtîm Sen: Çavkaniya tundiyê desthilat e
09:00 Banga têkoşîna bihevre ya li hemberî tecrîdê: Em meşa azadiyê bilind bikin
09:00 Ji Anka-Derê banga tevlibûna çalakiya zimên
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2024'AN
14/05/2024
23:05 Li Cizîrê stand-upa “Du ziman” hat li dar xistin
21:14 Danişîna rojnamevanan hat taloqkirin
20:48 Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 103’emîn de didome
20:41 Qeyûmê Kerboranê 72 milyon TL deyn kiriye
19:19 Li Farqînê Serê Gulanê hat pîroz kirin
17:00 ‘Divê em li her derê bi kurdî biaxivin’
16:48 Şîna Soydan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:41 Şandeya ku dê di Doza Geziyê de daxwaza jinûvedarizandin binirxanda guherî
16:35 Jin panela Doza Kobanê li dar xistin: Yên didarizînin tên darizandin
16:03 Halîs Tekîn piştî 30 salan hate berdan
15:58 Bi belavokan Doza Kobanê vegotin
15:55 Ozgur Ozel: Hêviya me ew e ku di Doza Kobanê de edalet pêk bê