Dê biryarên Doza Kobanê li 3 bajaran bên protestokirin

  • rojane
  • 11:07 17 Gulan 2024
  • |

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku dê sibe li Amed, Edene û Stenbolê biryarên di Doza Kobanê de hatine dayîn bên protestokirin. Dogan, banga tevlibûnê kir. 

 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî rojevên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ku duh piştî biryarên Doza Kobanê bi awayekî awarte civiya bû, daxuyanî da. Dogan, da zanîn ku zêdetirî 400 sal ceza li siyasetmedaran hatiye birîn û got: “Di demeke ku li rexekî hewayê siyasetê nerm dibû, asayîbûn çêdibû û nîqaşên destûra bingehîn didomiyan ev rewş qewimî. Gelo em ê çawa qala asayîbûnê bikin?” 
 
Bi domdarî Dogan anî ziman ku dîrokên tweeta weke hinceta dozê hatiye nîşandan û qewimîna bûyeran jî hev nagirin û wiha pê de çû: “Ji bo lêolînkirina bûyeran me pêşnûmeyên lêkolînê dan Meclisê lê bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. HDP’iyên di dozê de dihatin darizandin, weke ‘kujer’, ‘sedemên’ kesên di bûyeran de mirîn hatin nîşandan. Lê dadgehê ji ber van tawanbariyan biryara beraetê da. Heta ev dadgehê bi rayeya taybet jî nikarin vê têkiliyê deynin. Lewma nikarin weke delîl bi kar bînin. Baş e lê Erdogan çi kir? Di her mitînga xwe de siyasetmedarên girtî û partiya me bi vê mijarê hedef girt.”
 
‘KOMPASEKE LI DIJÎ TIRKIYEYÊ YE’
 
Di berdewamê de Dogan bal kişand ser twîta Cîgirê Wezîrê Karên Hundir Bulent Turan a hêj biryar tam nehatibû eşkerekirin parve kiribû û wiha got: “Biryar li gorî rêza alfabayê dihatin ragihandin. Hêj di rêza A’yê de bû ku twîta ‘Me gotibû dê hesab were pirsîn, hate pirsîn. Me gotibû dê ev wiha namîne, dê nemîne.’ Ev tê çi wateyê? Demek bi rastî jî Doza Kobanê, doza kopmasê ye. Lê ev kompas li ber tevahiya Tirkiyeyê hatiye çêkirin.” 
 
'YÊN DÊ HESABÊ BIPIRSIN EM IN’
 
Dogan, diyar kir ku doz bi fermanên siyasî hatiye meşandin û wiha derbirî: “Heke kesên hesabê bipirsin hebin, ew jî em in. Hûn hesaba çi dipirsin? Bi milyonan kesan ji bo van siyasetmedaran dengê xwe dan. Selahattîn Demîrtaş ne tenê Selahattîn Demîrtaş e. Fîgen Yuksekdag ne tenê Fîgen Yuksekdag e. Ji ber ku her siyasetmedarek îradeya milyonan e. Hûn nikarin derheqê van siyasetmedaran de bi fermanan, li korîdorên navendên giştî yên partiyan biryarê bidin.” 
 
'NIKARE QALA ASAYÎBÛNÊ BÊ KIRIN’
 
Dogan, navên kesên ji dozê tên darizandin, yên ceza lê hatine birîn û yên tehliye bûn bi bîr xist û wiha pê de çû: “Gultan Kişanak duh tehliye bû. Weke ku wê jî gotibû; pêdiviya Tirkiyeyê ne bi tehliyeyê, bi wekhevî, demokrasî û edaletê heye. Ji bo ev yek çêbibe jî divê kesên bi salan bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de tên ragirtin û tehliyeya wan tên taloqkirin bên berdan. Nexwe kesek nikare qala asayîbûnê bike.” 
 
DÊ LI 3 BAJARAN ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN 
 
Dogan, gavên ku dê li dijî biryaran biavêjin ragihand û axaftina xwe wiha qedand: “Bi daxwaza demokrasiyê em ê sibe saet di 17.00’an de li pêşiya nûnertiya Taxa Barbarosê ya Edeneyê, saet di 16.00’an de li Qada Şêx Seîd a Sûr a Amedê û saet di 17.00’an de jî li Qada Esenyurtê ya Stenbolê bên gel hev. Em dîsa bang dikin; heke em bi hev re vî dengî bilind nekin, heke em bi hev re li dijî bêedaletiyên ji Geziyê heta Kobanê û dozên Can Atalay û Kavala dengê xwe dernexînin, dê rojên zehmet li pêşiya me bin.” 
 

Sernavên din

19/05/2024
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:21 Emîne Şenyaşar tê darizandin, lê kujer nayên darizandin'
18:26 Saziyên ziman: Tu ceza nikare riya siyaseta demokratîk a azadîxwaz bigire
16:31 Li 3 bajaran çalakiya ‘Tecrîdê dawî bikin’
16:30 Li Colemêrgê 6 kes hatin girtin
16:16 Li Curnê Reş li 12 gundan xebatên hilbijartinê: Em ê bi ferqeke zêde bi dest bixin
16:05 Pereyê ji şaredariyê re hatiye şandin bi besî mûçeyên xebatkaran jî nekir
15:56 Li Çorumê 2 jin hatin qetilkirin
14:47 Ji ÎHD’ê rapora girtîgehên Egeyê: Di salekî de 934 binpêkirinên mafan
14:42 Kişanak li Amedê ye: Kobanê meseleya wijdanê bû, wijdan bi ser ket
14:41 Artêşa tirk gundê Til Mediq ê Şehbayê topbaran kir
14:39 Biryarên Doza Kobanê tên protestokirin
14:38 Kar û barên dewr û tehsîsê yên qeyûmê Sertê hatin betalkirin
14:23 Xelkê Wanê: Biryar ne dadgehê, îktîdarê da
14:14 Daxwaza ‘Bila Komîsyona Lêkolînê ya Heqîqetan bê avakirin’
14:12 Wezîrê Edaletê Tunç derheqê Doza Kobanê de daxuyanî da
13:48 1’emîn Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê dest pê kir
13:36 DEM Partiyê ji hilbijêrên Curnê Reş re name şand: Em ê vîna xwe biparêzin
13:35 Tehliyeya girtiyê 30 salan cara duyemîn hate taloqkirin
13:17 Şîna Aşkan bi girseyî hate ziyaretkirin
13:10 Hiqûqnas: Em cezayên bi darizandinên sexte hatine dayîn nas nakin
12:31 Doza Kobanê di çapemeniya cîhanê de ye
12:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:32 Piştî banga îfadeyê Akil û Çagli hatin binçavkirin
11:29 Çetîn Dogan ê Erdogan ew efû kir hate berdan
11:28 TUÎK’ê daneyên bêkariyê parve kir
11:26 Parêzerê Doza Kobanê Aydin: Mirina Boru ji bo danezanê bi kar anîn
11:10 Ji bo bavê AKP’iyê 2 kes kuştibû efûya Erdogan!
11:07 Dê biryarên Doza Kobanê li 3 bajaran bên protestokirin
11:05 Ji Yuksekdagê peyama ewil: Bila kes xemgîn nebe, nekarîn çok deynin
10:19 Hiqûqnas: Îktîdarê daraz weke amûra sûc bi kar anî
10:14 Li Wanê 21 kes hatin girtin
10:04 Eren Keskîn: Ev biryareke tolhildêr e
09:46 Di Doza Kobanê de li kîjan siyasetmedaran çend sal ceza hatin birîn?
09:23 Çakmak: Ji bo çûna Îmraliyê hevdîtinên me didomin
09:09 Dayikên Aştiyê di 'azadiyê' de bi israr in
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 206 roj in agahî nayê girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê GULANA 2024
08:52 Amor û Sjostedt bertek nîşanî biryarên Doza Kobanê dan