Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin

  • rojane
  • 13:44 18 Gulan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran hatin gel hev û xwestin ku aqûbeta windakiriyan bê eşkerekirin û faîlên wan bên darizandin. 

Xizmên Windakiriyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) vê hefteyê jî li gelek bajaran bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de hat xwestin ku aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bên eşkerekirin û faîlên wan bên darizandin. 
 
AMED
 
Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 797’an de li Parka Koşuyoluyê ya Rezan a Amedê hatin gel hev û li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û windakiriyan hatin hilgirtin. Nûnerên partiyên siyasî, hevşaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo aqûbeta malbata Orhan ku serpêhatiya wan di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate xwendin daxwaza edaletê hate kirin. 
 
‘HÊJ HESTIYÊN BAVÊ MIN JÎ NEDANE’ 
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz da zanîn ku xizmên windakiriyan zêdetirî 30 sal in têdikoşin û wiha got: “Divê êdî arşîv bên vekirin û lêpirsîneke bibandor bê destpêkirin.” 
 
Kurê Mehmet Selîm Orhan ê hatibû windakirin, Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan jî wiha got: “Dema bavê min hatî windakirin ez 11 salî bûm. Niha 41 salî me. Mixabin edaleta ku pêdiviya me tevan pê heye pêk nayê. Me pirsa karesata bi serê xizmên me hatiye pirsî. Em ê dev ji pirsînê bernedin. Edalet ji bo her kesî lazim e, ne tenê ji bo xizmên windakiriyan. Ev bû 30 sal hêj tu pêşketin çênebûne. Me belge jî pêşkeşkirin lê faîlan beraet kirin. Gelek xizmên windakiriyan bi vê hesretê mirin. Dê lêgerîna me ya edaletê bidome. Bavên min 30 sal berê ji hêla Tugaya Boluyê ve hate binçavkirin, tevî ku me derheqê wan de serlêdana sûc kir jî beraet kirin. Hestiyên bavê min û 8 kesên pê re hatin dîtin. Hestî ji hev cuda nekirin. Heta hestî jî nedan me.” 
 
Piştre jî endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Baver Çîndemîr serpêhatiya malbata Orhan xwend. 
 
ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 633’yan de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin gel hev. DEM Partî, DBP, TJA, Egîtîm Sen û Dayikên Aştiyê jî tev li çalakiyê bûn. Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, daxuyaniya vê hefteyê bi kurdî hate xwendin. 
 
Rêvebera Şaxa ÎHD’a Êlihê Melek Atalay aqûbeta Abdulcelîl Kaçar pirsî ku di 17’ê gulana 1994’an de ji navenda Sêrtê ber bi gundê Kişlacikê ve diçû û tevî 3 hevalên xwe hatiye windakirin. Serpêhatiya Kaçar û hevalên wî wiha ye: “Abdulcelîl Kaçar tevî gundiyên xwe Husnu Kaçar, Halîl Erzen û Rafet Ozer, ji bo tiştên cejnê bikirin çûn navenda Sêrtê. Her 4 heval di rê de ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatin sekinandin û birin Newala Qesaban. Her çar kes jî bi îdiaya pevçûnê ji hêla Tîmên Tevgera Taybet ve hatin înfazkirin. Çek danîn ser cenazeyên wan û avêtin Newala Qesaban. Dema malbat ji bo cenazeyan çûn, hêzên ewlekariyê bi îdiaya ‘ev terorîst in’ cenaze nedan. Li gorî gotinên malbatan, çapemeniyê jî bûyer bi sernavê ‘li çolterê Sêrtê 4 terorîst hatin bêbandorkirin’ parve kir.” 
 
Atalay, piştre jî ji bo dîtina faîlan bang kir. 
 
DÊRSIM
 
Şaxa ÎHD’a Dêrsimê jî di çarçoveya 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Kesên di Binçavan de Hatin Windakirin a Navneteweyî de li avahiya şaxê daxuyanî da. Rêveberê Şaxê Ozgur Ataş da zanîn ku dê têkoşîna wan a ji bo edalet û heqîqetê bidome û ev tişt anî ziman: “Bêguman di hedefgirtina mafê jiyanê de bandora polîtîkayên necezakirinê û parastina faîlan a dewletê heye. Tevî zextan jî Dayikên Şemiyê ev 1000 heftane li ber xwe didin. Ji bo êşên di demên berê de dîsa neyên jiyîn, divê dewlet bi sûcên xwe re hevrû bibe û ji bo aştiya civakî divê Komîsyona Hevrûbûn û Lêkolînkirina Heqîqetan ava bike.” 
 
COLEMÊRG
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û Xizmên Windakiriyan li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê di hefteya 123’yan de hatin gel hev. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Dayikên Aştiyê jî tev li bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di cînayetên kiryarnediyar de hatine qetilkirin û yên di bin çavan de hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku faîlên Sertîp Şen ê 46 salî bên darizandin ku di 2’yê gulana 2019’an de li gundê Wargenimê yê Geverê dema pezê xwe diçêrand di encama guleya li qada leşkerî hatibû avêtin jiyana xwe ji dest dabû. 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Mûsa Bor da bi bîr xist ku di doza kuştina Şen de bersûc parastina “Min texmîn nedikir ku kesek li herêmê hebe” kiriye û wiha got: “Mimkin nîne ku haya wî jê tune be. Îfadeyê faîl ji hêla qereqolê ve hatiye girtin û ev yek derhiqûqî ye. Mafê jiyanê yê Sertîp Şen hate binpêkirin û hemû berpirsyarên hêzên ewlekariyê yên nehiştin ambulans biçin cihê bûyerê jî şirîkên vî sûcî ne. Divê têkildarî kuştina Sertîp Şen de bi sedema ‘kuştina biqesdî’ lêpirsîneke bibandor, bêkêmasî û bilez were destpêkirin.” 
 
Bor, got “Li Colemêrgê şivanek hate kuştin” û da zanîn ku dê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. 
 
ÎZMÎR
 
Endamên Şaxa ÎHD’a Îzmîrê ku her du hefteyan carekê çalakiya xwe li dar dixin, di vê hefteyê li pêşiya Sumerbanka berê ya li Konakê hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nûrettîn Yedîgul ê di bin çavan de hatiye windakirin hate pirsîn. 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Firat Canoglû da zanîn ku Yedîgul piştî binçavkirinê hatiye îşkencekirin û herî dawî di nava xwînê de hatiye dîtin. Canoglû, wiha domand: “Nûrettîn Yedîgol di 12’ê nîsana 1981’ê de dema li Çaglayanê ji dawetê vedigeriya, ji bo biçe cem hevalên xwe yên li Maltepeyê bi rê ket. Li mala çûbûyê hevalên wî rojek berê hatibûn binçavkirin û polîs li malê disekiniyan. Li vir hate binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Gayrettepeyê ku navenda îşkencexaneyê bû. Bavê wî Îsmaîl Yedîgol û parêzerên wî xwe gihandin saziyên fermî û dozgerê lêpirsîn dimeşand Faîk Tarimciooglû. Heta xwe gihandin Kenan Evren. Lê binçavkirina wî hate înkarkirin.” 
 
Cananoglû, bi domdarî wiha got: “Malbataê û parêzeran 3 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dan. Lê her carê biryara hewcehî bi teqîbatê nîne hate dayîn. Li ser vê yekê dayika wî Zeycan Yedîgol serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Dadgeha Destûra Bingehî jî di 10’ê kanûna 2015’an de bi hinceta demborînê serlêdan red kir.” 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

Sernavên din

14/11/2024
15:07 Danişîna doza ‘Meşa azadiyê’ hate taloqkirin
14:48 Ji bo jinên hatin qetilkirin şitil hatin danîn
14:36 DEM Partiyê bang kir: Werin ji bo aştiyeke birûmet em berpirsyartiyê li xwe bigirin
14:09 Li Êlihê ji bo 17’ê mijdarê bang: Ji bo parastina azadiyê em li qadan bin
13:46 Bi hinceta konserê derheqê Şaredariya Beykozê de lêpirsîn hate destpêkirin
13:45 Tîryakî: 11 roj in hêj biryara qeyûm nehatiye teblîxkirin
13:20 Berxwedana Xelfetiyê ya li dijî qeyûm didome
12:56 Tehliyeya Karak ê 29 sal in girtî ye 6 salên din taloq kirin
12:49 DAD: Bila cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bên eşkerekirin
12:33 Ji baroyan berteka hevpar: Qeyûm ne hiqûqî ne ne jî rewa ne
12:20 Li pêşiya Wezareta Karên Hundir çalakî: AKP’ê derbe kir
11:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:39 Sekreterê Yekîtiya Partîzanên Îtalyayê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:14 Diljen Ronî ku konsera wî hat betalkirin: Dest ji vê helwesta dudilî berdin
09:04 Wê qeyûm li Stenbolê bi hevdîtina gel bê protestokirin
09:03 Serokê Giştî yê ÎHD'ê Kuçukbalaban: Ji bo biçin Îmraliyê dê serlêdanê bikin
09:01 Amadekariyên mîtînga 'azadiyê' didomin: Em bi ruhê seferberiyê beşdar bibin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2024'AN
13/11/2024
21:43 Li Cenevreyê ji bo Abdullah Ocalan çalakî
16:17 Li Dêrsimê polîsek mir
16:07 ÎHD’ê kampanyaya ‘şandina pereyan a ji girtîgeh re sûc nîne’ da destpêkirin
15:15 Li gelek bajaran banga ‘bûdçeya ji bo ked û edaletê’ hate kirin
14:54 Têkildarî kuştina Çitay 3 polîs ji peywirê hatin dûrxistin
14:45 ‘Sîxûriya tesîrkirinê’ ji pêşniyarqanûnê hate derxistin
14:32 Baroya Wanê têkildarî tundiya li zarokan hatiye kirin serlêdana sûc kir
13:53 Di berxwedana Êlihê de ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang hate kirin
13:36 Li Sêweregê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
13:33 Lêkolîna qadê: Hilbijêrên kurd qeyûm naxwazin
13:30 Li Wanê bi ser malan de hate girtin
13:21 DEM Partî: Zimanê kurdî xeta jêneveger e û divê bibe zimanê perwerdeyê
13:01 Ji Dîlokê bo piştevaniyê hatin Xelfetiyê
12:58 Girtiyan name şandin: Sewqên me nayên kirin, gef li me tên xwarin
12:51 Hevşaredaran starta kampanyaya ‘Gotina me xelas nebûye’ dan
11:15 Rapor nedan girtiyê ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin
10:58 Mamosteya li dijî xespkirina îradeyê têdikoşe: Ez xwedî li dengê xwe derdikevim
10:20 AYM’ê redkirina serlêdana ‘şertên nebaş’ weke ‘binpêkirin’ qebûl kir
09:51 Ji bo faîlê Hîlal Kar cezayê muebbeta girankirî hat xwestin
09:37 Ji ber ‘Meşa Azadiyê ya Mezin’ doz li 29 kesan hate vekirin
09:36 Dosyeya rojnameger Tara û Behadîn radestî Nûnertiya YE’yê hate kirin
09:34 Demîrel: Ma hûn dê bi tayînkirina qeyûman pirsgirêka kurd çareser bikin?
09:04 Çiyayên Cûdî û Gabarê bi dînamîtan tên tunekirin
09:04 Banga ji bo meşa li Kolnê: Em ê vîna gelê kurd nîşanî cîhanê bidin
09:04 Girtiyên jehrî bûn nehatin dermankirin
09:02 Banga ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê: Em tecrîdê bişikînin û qeyûm bişînin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2024'AN
12/11/2024
19:26 Edîp Solmaz hat bibîranîn: Ruhê berxwedanê li qadan e
16:34 Di doza ‘biaxive tu ji ku yî?’ de biryara beraetê hate dayin
15:59 Dadgeha Bilind biryara ‘Doza Qontaxê’ erê kir: Polîs hate girtin
15:37 Nobetên li dijî xespkirina îradeyê yên li Êlih û Xelfetiyê didomin
15:28 Ji bo bîranîna Narîn, Rojîn û Şirînê şitil hatin danîn
15:20 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê alîkarî da Samandagê
15:17 Bakirhan: Em dixwazin bi hemû partiyên siyasî yên li Meclisê re hevdîtinê bikin
15:12 Li 10 navçeyên Wanê berteka li dijî qeyûm: Em têkoşîna hevpar mezin bikin
14:27 Demîr piştî 30 salan hate berdan
13:50 Girtiyê nexweş Gemîcîoglû êdî bîra xwe winda dike
13:24 PSD’ê bertek nîşanî qeyûm da: Bi sedemên siyasî tên tayînkirin
13:15 Li Mêrdînê bi hinceta ‘ewlehiyê’ nahêlin gel biçe parkê
12:48 Bakirhan: Çareserî li Amed û Enqereyê ye
12:38 Emîne Şenyaşar tev li nobeta li dijî qeyûm a li Xelfetiyê bû
12:31 Êrişên ser Çapemeniya Azad dê li Tunela Taksîmê bên protestokirin
12:30 Li Girtîgeha Şirnexê malbat nikarin silavê bidin girtiyan
12:15 Parêzerên doza Narîn Guranê: Nakokiyên heyî nehatin zelalkirin
11:21 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:21 Muzîkjen Wecker ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kir
11:15 Qeyûm bi pereyê xelkê Mêrdînê rêyên Kirklareliyê çêkiriye
10:41 Doza aktîvîstên TJA’yê hate taloqkirin
10:40 Rapora Dîwana Çavdêriya Darayî: Qeyûm, MARSU xistiye nav çirava deynan!
10:14 Rojnameger Ulug: Li Rojhilata Navîn kurd hêzeke sereke ne
09:52 Berteka li dijî zextên li ser rojnamevanan: Bêdengî erêkirin e
09:03 Nîzamettîn Kabaîş: Bila rapora otopsiyê ya Rojînê bê eşkerekirin
09:02 Ên govend gerandin jî û yên negerandin jî 'sûcdar' in
09:00 Bi 12 kesan hat parastin, bi hezaran kesan hat rizgarkirin
09:00 ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2024’AN
08:55 Ciwanan li Cizîrê qeyûm protesto kirin
08:53 Ji bo gelek bajarên Serhedê hişyariya barîna zêde hate kirin
11/11/2024
16:49 Li Şirnexê starta 25’ê Mijdarê hate dayin
16:01 Li Amedê loqenteyeke din a gel hate vekirin
15:58 Li Amedê bi tevlibûna gel civîna meclisa şaredariyê hat kirin
15:47 Tunç têkildarî ‘Mafê hêviyê’ got: Mijarên li Meclisê tên axaftin in
15:41 Hevşaredar Karayilan bertek nîşanî Erdogan da
14:56 Tundiya polîsan xistin rojeva Meclisê
14:50 Silava Abdullah Ocalan gihand berxwedêran
13:41 Nobeta li Xelfetiyê di roja 8’an de ye: Ji bo mitînga 17’ê mijdarê bang kirin
13:34 Ozturk: Ji bo aştiyeke birûmet em di 17’ê mijdarê de li qadê bin
Uçar: Tekane hêviya welêt pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan in
13:31 Temellî: Qeyûm, derbeyeke li dijî demokrasî û aştiyê ye
13:12 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke nû hate destpêkirin
12:36 Ahmet Turk ji Erdogan re got: Kesên kes nizane bê kî ne îradeya gel xesp dikin
12:30 Li Esenyurtê qeyûm hat protestokirin: Wekîlên CHP’ê ketin hundir
12:01 Deklarasyona ‘Demokrasî û Azadiyê’: Muxatab Ocalan e
11:31 Ji bo îşkencekirina dayika 64 salî biryara neşopandinê hate dayin
10:30 Hevjîna dozgerê Ozer girtî tayînî SPK’ê hate kirin
10:21 Li dijî zextên PDK’ê yên li ser HDP’iyan daxuyaniya hevpar
09:59 Xwebûn bi manşeta ‘Li ber xwe bidin’ derket
09:55 Ji bo bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û baranê hate kirin
09:03 Di serdema Trump de têkiliyên DYA-Tirkiyeyê û krîz
09:03 Îzmîriyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan: Em ê qebûl nekin û wan bişînin
09:02 Endama MYK’a SODAP’ê Înce: Divê gel li dijî qeyûm bikeve nava tevgerê
09:02 Banga ji bo mitînga Kolnê: Em bibiryar in ku tecrîdê bişikînin
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2024'AN
10/11/2024
17:12 Li Êlihê TOMA li berxwedanê qelibî!