Rojnameger Ehmed 210 roj in winda ye: Şerme ku rojnamegerek kurd li Kurdistanê bê revandin

  • rojane
  • 09:03 21 Gulan 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - 210 roj in tu agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin. Hevalê wî yê rojnamevan Araz Îbrahîm diyar kir ku PDK dixwaze bi vê şêwazê dengê heqîqetê bide bêdengkirin û got: "Çapemeniya azad dê teslimî PDK’ê nebe. Cihê şermê ye ku li Kurdistanê rojanemegerekî kurd ji aliyê hêzeke kurd ve bê revandin." 
 
Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmeha 2023'yan de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 210 roj in agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîn e.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de wekî edîtor dixebitî. Agahînestandina ji Ehmed bi xwe re bûye cihê guman û fikaran. 
 
Rojnameger Araz İbrahim têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. 
 
'KUŞTIN, GIRTIN Û WINDAKIRIN HATIYE NORMALÎZEKIRIN'
 
Îbrahîm diyar kir ku PDK bi agahînedayinê zagonan binpê dike û sûc dike û wiha axivî: "Zêdetirî 200 roj in rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê asayişa PDK ê ve hatiye revandin. Ev ji tawaneke li diji qanunên rojnamevani û mafên mirovan. Lê belê PDK’e di mêjiyê xwe de heya niha guh nedaye yasayek ku li gel kar û prensibê wan ne guncav be û her mafeke rojnamegeriyê binpê kir. Ji ber wê revandina Rojnameger Silêman Ehmed û kuştina rojnamegerên kurd li vê derê hatiye normalîzekirin. Rojnamevan Silêman Ehmed bê destûr li deriyê Sêmalka derbas nebûye, lê dema ku ji rojavayê Kurdistanê vedigere Başûrê Kurdistanê rexmi hemû rêkarên qanunî  jî disa ji aliyê çekdarên PDK ê ve tê revandin, ev jî tişteke sosret e. Ev tişt dê weke lekeyek reşe di nav eniya PDK ê de, ku hertim bangawazi dike û dibêje li gel me demokrasi heye û em hertim piştivanîn ji bo rojnamegeri azad û mafê rojnamevanan, lê belê ji derveyi van hemûyan û di heman demê de girtina çalekvanên behdînan ku di salên berê de dibin desthilata hukmê binemali de encam da. "
 
Rojnamevan Araz Îbrahîm 
 
'ROJNAMEGER YAN TÊN GIRTIN YAN JÎ TÊN KUŞTIN'
 
Îbrahim di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku keseke ku weke PDK'ê nefikire yan tê girtin yan tê kuştin û wiha got: "Ev jî nîşana wê ye ku PDK û desthilatdariya wê  û nunerên wan yên di nava hikumetê da tiştek nine ku bicih binin bi ser navê mafê mirov, mafê rojnamevanan ji ber ku hişmendiya eşîr û binemale wextê ku hukum dide ev encam derdikeve PDK ti zagonê xwe pêk nayine. Ji bo wê jî carek din dibêjim revandina Silêman Ehmed wê hertim wek damgayek reş di nav çavê PDK e û destilhatdariya Mesrur Barzanî  ê ku her tim xwe weke hêzeke demokrat bi nav dikin.  Herêma Kurdistanê  ji bo rojnamevanan û azadîxwazan ciheke xetere ye. Helwesta PDK’ ê ya li beramberî rojnamevanan ne zelale. Di demên derbasbûyi de PDK ê bi rengekê kar kiriye, her rojnamevanek ku bi xwesteka xwe ji ragihandinên ser bi PDK ê ve dur ketibe ji aliyê PDK ê ve yan tên girtin, revandin yan jî tên qetilkirin. Nimûneyên vê  gelek in.  Yek ji van rojnamevan Serdeşt, Osman, Vedat Hisên ku bi îşkence kirinê ji aliyê çekdarên PDK ê ve hatine qetilkirin. Niha ji nimuneyên zindi hene ku gelek rojnamevan di zindanên PDK’ê de ne.Yek ji wan Şêrwan şêrwanî, Qehreman Şukri û Silêman Ehmed e. Ev ji nîşana wê çendê ye PDK a ku navê xwe kiriye Partiya demokrat  di hûndirê wê de  tişteke bi navê demokrasiyê nîn e." 
 
'PDK HER KESÊ KU NE WEKE WAN DIFIKIRE WEKE NEYAR DIBÎNE'
 
Rojnameger İbrahim anî ziman ku PDK bi van polîtîkayan dixwaze ku dengê heqîqetê bêdeng bike û wiha domand: "Lê di heqiqetê de tiştek binavê demokrasiyê dinav PDK ê de nine. Ev şêwaz û muamale kirina PDK ê ya li beramber rojanamevanan tenê ji bo berjwendiyên xwe dike. Wek çawa dewleta dagirker ya tirk êrişî çapemeniya azad dike,  PDK ji bi heman şêwazî li başurê kurdistanê êriş dike. PDK zext li rojnamevanan, li azadixwazan gef dixwe û dixwaze ku bi van re tevbigerin. Kesekê ku li cem wan cih negire jî lista terorê de dinivîsin û li ser van dehan senaryoyan ji wan çêdike. Ew kesên ku niha di girtigehên PDK’ê de ne çi rojnamevan, dengê azadixwaz, çalekvan û ew kesên ku liser siyasetê hatine girtin hemu qurbaniyên destê desthilatdariya PDK’ê ne.Tirsa PDK’ê ji rojnamevanên azad di dema raperina gelê Başurê Kurdistanê û pişti ruxandina rejima Baas ya Saddam Hisên de zêde buye. Ji ber ku PDK dengeke azad, dengeki dijber û rexnegir qebul nake. PDJ dibêje em çibêjin divê herkes bicih bine û em çibikin divê herkes qebûl bike. Ji bo wê bi vî rengî kar dîkin. Bi rengekî xwe liser gel dide ferzkirin lê bi derketina dengê azad û rojnamevanên azad li başurê kurdistan ev bu astengek li pêşiya PDK ê. Ji bo wê niha tirsa PDK’ê rojnamevanên azad in. Ji ber ku qirêjiya wan çapemeniya azad derdixe holê. 
 
'PDK JI ÇAPEMENIYA AZAD DITIRSE'
 
Araz İbrahim da zanîn ku bi saya çapemeniya azad polîtîkayên PDK'ê yê li herêmê tên teşhir kirin û ev tişt got: "Hevkariya PDK'ê ya lojîstîk, eskeri ya bi dewleta tirk re ku bi berdewame çapemeniya azad teşhîr kir. Ev jî bûye sedem ku PDK her tim ji çapemeniya azad bitirse. Çapemeniya azad dê teslimî PDK’ê nebe. Cihê şermê ye ku li Kurdistanê rojanemegereke kurd ji aliyê hêzeke kurd ve bê revandin."
 
 

Sernavên din

22/05/2024
12:27 Biryarên Doza Kobanê li Amedê hatin protestokirin: Ên xwedî li DAIŞ’ê derketin dê winda bikin |
12:21 Îranê îdiaya Tirkiye derewand: ÎHA’ya Akinci cihê qezayê rast tespît nekir
11:05 Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin
11:00 Ji 3 welatan biryara Filistînê
10:50 Bi ‘Sîxurgeriya bandorkirinê’ re wê kî bibe hedef?
10:41 Qeyûm ji bo fîlmê reklamê 4 milyon lîre xerc kir
10:25 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
10:24 Sasayê di konsera xwe de qedexe protesto kir
10:20 Birayê jina ducanî ku hat qetilkirin: Gilîkirin li ber çavan nehatiye girtin
10:17 Mirina mejî ya girtî Akdogan pêk hat
10:05 Parlamenterên DEM Partiyê meşiyan ber Wezareta Dadê: Tecrîdê rakin
10:00 Serlêdana ji bo berdana Veysî Aktaş hat redkirin
09:36 Kekê Hantaşê ku polîsan qetil kiribû: Divê canê kurdan ewqas bêqîmet nebe
09:33 Malbatên girtiyên çalakiya ‘azadiyê’ didomînin: Em li pey daxwazên wan in
09:20 Bang li hilbijêrên bitevger ên Curnê Reş kir: Dengek dikare her tiştî biguherîne
09:18 Lêkolînera Zimanan Eraûskîn: Divê ji xeynî fermîbûnê tu rêyên din neyên qebûlkirin
09:17 OHD ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê serî li Meclisê û wezaretê bide
09:16 Bijîşk Yavîç: Em ji rewşa girtiyan bi fikar in
09:01 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan di roja 178'an de didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 211 roj in agahî nayên girtin
09:00 Kanên xizê Çemê Dîcleyê talan û wêran dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2024'YAN
08:44 Erdogan erka ‘ragihandina şer û seferberiyê’ jî xist bin kontrola xwe
21/05/2024
23:19 Rojnamevan Dal ji girtîgehê derket: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin
20:17 Li Mêrdînê li dijî biryara Kobanê bertek
20:10 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 108’an didome
18:30 Ji bo 3 rojnamegerî biryara tahliyeyê
17:05 Hempîşeyên wê xwestin parêzer Çîftçî were berdan
16:50 Doza parêzer Necat Çîçek hat taloqkirin
16:26 Di Doza Komkujiya Pirsûsê de daxwaz hatin redkirin
15:51 Lêgerîna tazî fez kirin, bi erdê re kaş kirin, xistin qawişa edliyan
15:50 Li Curnê Reş banga beşdariya şahiya sibê hat kirin
15:05 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê kir
14:59 Doza Hantaş bêceza hate hiştin: Biryar derveyî qanûnê ye
14:41 Polîsan bi ser ofîsa Sendika.Orgê de girt
14:12 Nûnerên saziyan û xelkê serdana her sê siyasetmedaran kir
14:11 Ji ber qerên qeyûm ceyrana MARSÛ’yê hate birîn
13:18 Li Parlamentoya Herêma Kurdistane 5 kursî ji bo pêkhateyan hat veqetandin
13:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:16 Li Stenbolê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
12:38 Hatîmogûllari: Hevalên me ji ber ku serî li ber rejîmê netewandin hatin cezakirin
12:32 Parêzerê ku îtîrafkar digot li cem min e, di danişînekî din de bûye
12:28 Kujerê Recep Hantaş jî nehat cezakirin!
12:11 Rojnamevan Aslan ji doza ‘agahiya şaş belav kiriye’ hat beraetkirin
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin
11:27 Gund Ma tê avakirin
10:55 Girtiyê siyasî di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin
10:49 Vegera welat a êzidiyan didome
10:42 DEM Partî: Em êşa mezin a çerkezan parve dikin
10:27 Ev zêdetirî 30 sal in kovaran arşîv dike: Kovara herî kevn 132 sal berê hatiye weşandin
10:18 Çalakiya girtiyan berdewam dike
10:17 Ji bo tecrîdê û pirsgirêka kurd dê hevdîtinan bikin
10:00 Li Abdullah Ocalan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn
09:51 Li Afyonê qeza: 17 kes birîndar bûn
09:39 Li Stenbolê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:13 Girtiyên serî natewînin nayên berdan!
09:09 Li Ewropayê çalakiyên 'Azadî ji Ocalan û girtiyên siyasî re' dest pê dikin
09:07 Biryara 'parastinê' naparêze: Çareserî têkoşîna li ser esasê xweparastinê ye
09:03 Rojnameger Ehmed 210 roj in winda ye: Şerme ku rojnamegerek kurd li Kurdistanê bê revandin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2024'AN
20/05/2024
22:08 Dilan Sarûhan hat berdan
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin'
16:54 Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin
16:34 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:15 Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne!
16:08 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome
15:49 Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’