Kanên xizê Çemê Dîcleyê talan û wêran dikin

ŞIRNEX - Kanên xîzê yên li Cizîrê ji aliyê şîrketên nêzî desthilatdariyê ve li ser Çemê Dîcleyê hatine avakirin, derdorê talan dikin û herikîna çem diguherînin û çem teng dikin.
 
Li Kurdistanê ji ber polîtîkayên şerê taybet û polîtîkayên dewletê yê ewlehiyê xwezaya Kurdistanê jî bi awayeke hov tê texrîbkirin. Yek ji herêma ku xwezaya wê ji rantê re tê vekirin jî herêma Botanê ye. Di van 10 salên dawî de li herêmê ku bênavber talan û wêrankirina xwezayê di rojevê de yek devereke ku desthilatdariyê bi şîrketên nêzî xwe dest dirêj nekiribê nema ye. Bi kanên komirê, termik santral, kanên xîzê xwezaya herêmê ji rantê re tê pêşkeşkirin û tunekirin. 
 
Li Cizîrê jî di van salên dawî de hejmara kanên xîzê her ku diçe zêde dibe û ev jî bi xwe re xeteriyeke mezin tîne. Kanên xîzê ku bi taybetî li ser Çemê Dîcleyê dixebitin, hindavên çem diguherînin û cihê çem her ku diçe tê tengkirin. Di heman demê de jî toza ku ji kanên xîzê derdikeve jî bi awayeke neyînî bandorê li ser tendûristiya xelkê navçeyê dike. Di heman demê de jî xîza ku ji çem tê derxistin dibe sedema qetilkirina zindiyên di çem de dijîn jî. Çemê ku bi vî rêbazî bi metreyan kûr dibe, di demsala havînê de zarokên ku dikevin çem dibe sedem ku bixeniqin û jiyana xwe ji dest bidin. Heta niha ji ber vê bi dehan zarok xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan. Der barê girtina kanên xîzê de li ser çem her çiqasî Baroya Şirnexê gelek caran serlêdana sûc kiribe jî serlêdanên wan bêencam mane. Ji Komîsyona Ekolojiyê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay der barê mijarê de axivî. 
 
GILÎ DIKIN LÊ ENCAM TUNE YE 
 
Tay bi lêv kir ku xwezaya herêmê ji şîrketên ku nêzî îktidarê ne tê pêşkeşkirin û hişyarî kir ku şîrketên kanên komir û kanên xîzê li ser herêmê pêşiya xeteriyeke mezin vedikin. Tay destnîşan kir ku kanên xîzê yên li ser Çemê Dîcleyê, kanên komirê yên li Çiyayê Cûdî û santrala termîkê ya Silopiyayê ji aliyê heman şîrketan ve tên şixûlandin û wiha got: “Ev şîrket jî şîrketên nêzikî pergalê ne. Îhaleyên xwe di encama vê hevkariyê de distînin û ev şîrket ne li gorî qanûnên bingehîn tevdigerin. Ji ber wê hem morfolojiya flora Çemê Dîcleyê jî bi destê van şîrketan tê guhertin. Di nava van 9 salan de ji ber vî rêbazê rêveberina kanên xîzê bi dehan zarok di çem de xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan. Weke komîsyona hawirdorê ya Baroya Şirnexê di mijara kanên xîzê û komirê de gilî hatin kirin û doz jî vekirine. Lê mixabin heta niha me ti encameke şênber negirtin. Ji ber wê divê ku pêşiya her tiştekî gelê me di vî aliyî de xwedî hişmendî be. Ew kesên ku erdê wan nêzî kanên xîzê hebe mafê wî heye ku dozê veke. Dema ku doz bê vekirin jî dikarin bên serî li baroya me bidin û der heqê vê de em dozên îdarî û taybet vekin. Lê belê ji bo vê jî di serî de divê ku ev zanistiye di nava gel de hebe." 
 
'DIBE SEDEMA XENIQANDINA ZAROKAN'
 
Tay anî ziman ku ji ber kanên xîzê li ser Çemê Dîcleyê cihê avê teng dibe û dibe sedem ku karesatên weke lehî çêbibin û wiha pêde çû: “Kanên xîzê sal bi sal zêdetir dibin. Dema ku ji çem xîzê digirin ew flora çem tê xerakirin û kûrahî çêdibe û zarokên ku di demsala havînê de ji bo avjeniyê dikevin çem dikevin van kurahiyan û dixeniqin. Pêşiya xetereyeke mezin vedike. Ji bilî wê jî ev kanên xîzê hem ji aliyê tozê ve û hem jî aliyê qirêjiyê ve jî li ser tendûristiya mirovan bandoreke neyînî dike. Bi xwe re nexweşiyên cur bi cur tîne. Nexweşiyên weke dil, egzamayê û hwd bi xwe re tîne. Her wiha li gorî qanûna bingehîn xerakirina aramiya civakê jî sûc e. Dema ku ew teq û reqa kanên xîzê tê derdor acizî çêdibe û bandorê li ser derûniya zarokan jî dike. Malên ku li derdora kanên xîzê bêtirîn jê bandor dibin.” 
 
HER CURE ZINDÎ ZIRARÊ DIBÎNE 
 
Tay da zanîn ku kanên xîzê ne tenê li ser şêniyên herêmê di heman demê de dibe sedema tunebûna zindiyên di nav çem û xwezayê de jî û ev tişt got: “Ev kanên komirê ne tenê bandorê li ser mirovan dike, di heman demê de pergala ekolojiyê bi xwe jî xera dike. Di çem de cur bi cur masî hene û her cureyeke ajalên zindî hene. Ji xeynî wê zindiyên endemîk jî hene. Ew jî zirar dibînin. Di heman demê de jî dibe sedemê lehiyan. Weke ku tê zanîn mehek pêşiya niha li Cizîrê lehiyek çêbû. Yek jî sedemê vê jî ev e. Pergala ekolojiyê dema ku tê xerakirin li her zindiyekî bandor dike û ev jî talûkeyeke mezin e." 
 
'WIHA BIDOME DÊ MIRIN JÎ Û NEXWEŞÎ JÎ ZÊDE BIBIN'
 
Fadil Tay xwest ku şêniyên herêmê di vê hêlê de xwedî zanist bin û got ku heke ku serî li wan bidin ew ê di heêla hiqûqî de piştgirî bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di sedsala 21'emîn de talûkeyên mezin ên xwezayê li pêşiya me ne. Bi salane ku daristanên herêma me tên tunekirin. Dema ku li herêmekî daristan kêm bin germahî zêdetir dibe. Heke ku pêşî li vê texrîbata xwezayê neyê girtin dê li herêmê mirin jî û nexweşî jî zêde bibin. Ji ber wê di milê hiqûqî de em weke komîsyon ji bo alîkarî bidin gelê xwe amade ne.” 
 
MA / Zeynep Durgut 
 
 

Sernavên din

22/05/2024
12:27 Biryarên Doza Kobanê li Amedê hatin protestokirin: Ên xwedî li DAIŞ’ê derketin dê winda bikin |
12:21 Îranê îdiaya Tirkiye derewand: ÎHA’ya Akinci cihê qezayê rast tespît nekir
11:05 Turkoglu: Xwestin gelê kurd û berxwedana Kobanê ceza bikin
11:00 Ji 3 welatan biryara Filistînê
10:50 Bi ‘Sîxurgeriya bandorkirinê’ re wê kî bibe hedef?
10:41 Qeyûm ji bo fîlmê reklamê 4 milyon lîre xerc kir
10:25 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
10:24 Sasayê di konsera xwe de qedexe protesto kir
10:20 Birayê jina ducanî ku hat qetilkirin: Gilîkirin li ber çavan nehatiye girtin
10:17 Mirina mejî ya girtî Akdogan pêk hat
10:05 Parlamenterên DEM Partiyê meşiyan ber Wezareta Dadê: Tecrîdê rakin
10:00 Serlêdana ji bo berdana Veysî Aktaş hat redkirin
09:36 Kekê Hantaşê ku polîsan qetil kiribû: Divê canê kurdan ewqas bêqîmet nebe
09:33 Malbatên girtiyên çalakiya ‘azadiyê’ didomînin: Em li pey daxwazên wan in
09:20 Bang li hilbijêrên bitevger ên Curnê Reş kir: Dengek dikare her tiştî biguherîne
09:18 Lêkolînera Zimanan Eraûskîn: Divê ji xeynî fermîbûnê tu rêyên din neyên qebûlkirin
09:17 OHD ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê serî li Meclisê û wezaretê bide
09:16 Bijîşk Yavîç: Em ji rewşa girtiyan bi fikar in
09:01 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan di roja 178'an de didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 211 roj in agahî nayên girtin
09:00 Kanên xizê Çemê Dîcleyê talan û wêran dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2024'YAN
08:44 Erdogan erka ‘ragihandina şer û seferberiyê’ jî xist bin kontrola xwe
21/05/2024
23:19 Rojnamevan Dal ji girtîgehê derket: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin
20:17 Li Mêrdînê li dijî biryara Kobanê bertek
20:10 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 108’an didome
18:30 Ji bo 3 rojnamegerî biryara tahliyeyê
17:05 Hempîşeyên wê xwestin parêzer Çîftçî were berdan
16:50 Doza parêzer Necat Çîçek hat taloqkirin
16:26 Di Doza Komkujiya Pirsûsê de daxwaz hatin redkirin
15:51 Lêgerîna tazî fez kirin, bi erdê re kaş kirin, xistin qawişa edliyan
15:50 Li Curnê Reş banga beşdariya şahiya sibê hat kirin
15:05 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê kir
14:59 Doza Hantaş bêceza hate hiştin: Biryar derveyî qanûnê ye
14:41 Polîsan bi ser ofîsa Sendika.Orgê de girt
14:12 Nûnerên saziyan û xelkê serdana her sê siyasetmedaran kir
14:11 Ji ber qerên qeyûm ceyrana MARSÛ’yê hate birîn
13:18 Li Parlamentoya Herêma Kurdistane 5 kursî ji bo pêkhateyan hat veqetandin
13:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:16 Li Stenbolê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
12:38 Hatîmogûllari: Hevalên me ji ber ku serî li ber rejîmê netewandin hatin cezakirin
12:32 Parêzerê ku îtîrafkar digot li cem min e, di danişînekî din de bûye
12:28 Kujerê Recep Hantaş jî nehat cezakirin!
12:11 Rojnamevan Aslan ji doza ‘agahiya şaş belav kiriye’ hat beraetkirin
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin
11:27 Gund Ma tê avakirin
10:55 Girtiyê siyasî di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin
10:49 Vegera welat a êzidiyan didome
10:42 DEM Partî: Em êşa mezin a çerkezan parve dikin
10:27 Ev zêdetirî 30 sal in kovaran arşîv dike: Kovara herî kevn 132 sal berê hatiye weşandin
10:18 Çalakiya girtiyan berdewam dike
10:17 Ji bo tecrîdê û pirsgirêka kurd dê hevdîtinan bikin
10:00 Li Abdullah Ocalan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn
09:51 Li Afyonê qeza: 17 kes birîndar bûn
09:39 Li Stenbolê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:13 Girtiyên serî natewînin nayên berdan!
09:09 Li Ewropayê çalakiyên 'Azadî ji Ocalan û girtiyên siyasî re' dest pê dikin
09:07 Biryara 'parastinê' naparêze: Çareserî têkoşîna li ser esasê xweparastinê ye
09:03 Rojnameger Ehmed 210 roj in winda ye: Şerme ku rojnamegerek kurd li Kurdistanê bê revandin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2024'AN
20/05/2024
22:08 Dilan Sarûhan hat berdan
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin'
16:54 Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin
16:34 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:15 Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne!
16:08 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome
15:49 Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’