Biryarên Doza Kobanê li Amedê hatin protestokirin: Ên xwedî li DAIŞ’ê derketin dê winda bikin |

  • rojane
  • 12:27 22 Gulan 2024
  • |

AMED - Biryarên Doza Kobanê li Amedê bi girseyî hate protestokirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çalakiyê de wiha got: “Me di berxwedana Kobanê de rê neda DAIŞ’ê û dê niha jî nedin.” 

Cezayên di Doza Kobanê de hatin dayîn li Amedê hatin protestokirin. Çalakiya “Hevdîtina azadî û edaletê” bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat lidarxistin û bertek nîşanî cezayan hate dayîn. 
 
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û bi sedan kes tev li çalakiyê bûn. Çalakvan li pêşiya avahiya Rêxistina DBP’ê ya Amedê hatin gel hev. Beşdaran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û pankarta “DAIŞ’ê winda kir, ên xwedî lê derdikevin jî dê winda bikin” hilgirtin. Her wiha wêneyên siyasetmedarên girtî hatin hilgirtin. Çalakvanan bi tûtik û tililiyan deng derxistin û biryar protesto kirin. 
 
MEŞA GIRSEYÎ
 
Polîsan hewl dan girseyê asteng bikin ku nekarin li pêşiya avahiya partiyê meşê li dar bixin. Polîsan xwestin ku pankarta “DAIŞ’ê winda kir û dê yên xwedî lê derdikevin jî winda bikin” bê rakirin. Lê girseyê guh neda û ber bi Cadeya Îstasyonê ve dest bi meşê kir. Li hinek deveran polîsan hewl dan girseyê bidin sekinandin lê girseyê meşa xwe domand. Polîsan nehiştin rojnameger dîmenan bikişînin. Di tevahiya meşê de meşvanan dirûşma “Amed ne razê xwedî li vîna xwe derkeve” berz kir. 
 
HATÎMOGÛLLARI: BI SERFIRAZÎ LI BER XWE DAN 
 
Meş, li Cadeya Îstasyonê ku DAIŞ’ê di 5’ê hezîrana 2015’an de êriş lê kiribû bi dawî bû. Hatîmogûllari piştî meşê axivî û biryarên di Doza Kobanê de weke “qirkirina hiqûqê” nirxand. Hatîmogûllari, wiha domand: “Zêdetirî 407 sal cezayê hefsê li hevalên me hatin birîn. Hevalên me li dijî rejîma otorîter, mafên mirovan, mafên elewiyan, jinan, xwezayê, mirovan û hemû cudahiyên li welêt parastin. Parastinên ku dê li fakûlteyên hiqûqê weke ders bên dayîn kirin. Peyama ‘em bi serfirazî li ber xwe didin, hûn jî bi serbilind li ber xwe bidin’ dan.” 
 
'EM Ê PAŞVEGAVÊ NEAVÊJIN’
 
Hatîmogûllari, diyar kir ku li dijî biryarên di Doza Kobanê de kampanya dane destpêkirin û wha pê de çû: “Ev biryar ne biryarên hiqûqî, biryarên siyasî bûn. Îdianameyên vê doza kompasê li qesra Erdogan û navenda giştî ya şirîkê wî yê biçûk hatine amadekirin. Doza tolhildana ji HDP’ê, bindestsan û gelê kurd e. AKP-MHP’ê diqotin qey dê serî bi me bidin tewandin. Lê HDP’ê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê serî netewandin. Em şoreşger, sosyalîst, demokrat û rewşenbîr careke din li Amedê soz didin ku dê ji têkoşîna xwe paşvegavê neavêjin. Me mil daye milê têkoşîna gelê kurd û dê ji vê venegerin.” 
 
KAMPANYA HATE DESTPÊKIRIN
 
Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “HDP’ê dema di 2015’an de li vê qadê mitîng li dar dixin, pêşiya DAIŞ’ê hate vekirin û li vir bombe hatin teqandin. Dê kesên li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêşiya DAIŞ’ê vekirin tam jî li vê derê bên darizandin. Em serbilindin ku li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan. Me di berxwedana Kobanê de rê neda DAIŞ’ê û dê nedin jî. 
 
Dema me meş li dar xistî bi dehan caran pêşiya me girtin. MÎT û îradeya siyasî yên digotin ‘em nahêlin çûk jî bifire’, komkujiya DAIŞ’ê temeşa kirin û rê li ber vekirin. Vaye têkoşîna me tam jî ev e. Em kampanyaya xwe li Amedê, li Qada Stasyonê ku DAIŞ’ê komkujî lê kiribû didin destpêkirin. Em ê biçin cihên komkujî lê hatine kirin û bîranîna li dar bixin. Em li dijî kesên ev komkujî pêk anîn têkoşiyan lewma kompasa doza Kobanê amade kirin. DAIŞ cara ewil li Kobanê têk çû. Hemû cîhan xwedî li vê berxwedanê derket. Ne tenê li Tirkiye û Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê deng veda.” 
 
 
 
 

Sernavên din

03/10/2024
09:33 Dayik Nezîre Bîrlîk: Haci Lokman bi kuştinê xelas nabin
09:24 'Ji bo azadiyê em ê li Amedê bin’
09:16 Li Komeleya Lêkolînên Kurdî roja dawî ya serlêdanan 15'ê cotmehê ye
09:02 Hiqûqnas Schmidt: Divê Komîteya Wezîran Tirkiyeyê şermezar bike
09:01 Pêşmergeyê berê bang li PDK'ê kir: Ev ne pêşmergetî ye dev ji xiyanetê berdin
09:01 Bîlançoya astengî û qedexeya li ser kurdî: Zextên li ser zimanê kurdî didomin
09:00 Hevala wê têkoşîna wê vegot: Nagîhan xewna jinên bedeldayî pêk dianî
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2024'AN
02/10/2024
23:59 Cenazeyê Kûday hat wergirtin: Heya tecrîd hebe wê tabût jig irtîgehan derkevin
23:56 Rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li Silêmaniyê hatin bibîranîn
22:22 Jı Baroya Şirnexê şevbêrka dengbêjan
17:45 Kabaîş 6 roj in winda ye: Dê cîhaza lêgerînê bînin
16:50 Partiyên siyasî çûn serdana serokê AYM’ê: Rojev girtiyên nexweş bû
16:32 ÎHD: Kuday bi eşkereyî terkî mirinê kirin
16:18 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê bi rojnamegeran re civiya
16:13 Hate xwestin ku qanûna înfazê ya veguheriye cezakirinê bê guherîn
15:53 Li Xelfetiyê seferberiya paqijiyê hate destpêkirin
15:26 Bakirhan têkildarî silavdayina Bahçelî got: Em ê piştgiriyê bidin her gavên ji bo aştiya civakî tên avêtin
15:23 Ji Walîtiya Amedê daxuyaniya ‘pevçûnê’: Kesek mir
15:22 Gefxwarina rêveberên ÎHD’ê hat protestokirin
15:06 Berxwedana kedkaran a ‘di bacê de edalet’ didome
14:22 Ji bo rojnamevan Kara ya hate girtin bang hate kirin: Berdin
14:19 DAIŞ'ê êrişî leşkerên Iraqê kirin: 4 leşker hatin kuştin
14:13 Di hevdîtina parêzer û CPT’yê de rapora Îmraliyê hat rojevê
13:53 Bijîşk li Hidistanê ji bo 'edaletê' carek din daketin qadan
12:42 Bakirhan ji bo şerê li Rojhilata Navîn got: Çareserî, Neteweya demokratîk e
12:22 Girtî hem derb kirin hem jî cezayê hefsê lê birîn
11:16 Kuday ê ku li girtîgehê hat qetilkirin: Her ku zilm bidome wê berxwedan jî bidome
10:58 HABER-SEN: Li PTT’ê xebatkar kêm in lê kar zêde ye
10:35 Roj bi roj xwedîderketina li daxwaza 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî'
10:33 Girtiyê nexweş Kuday jiyana xwe ji dest da
10:07 Polîsan û VEDAŞ’ê li Geverê bi ser taxê de girtin
09:28 Têkoşîna 'edaletê' ya 32 salan a zarokê bavekî winda
09:01 Piştî komployê tecrîd: Li Îmraliyê di her kêliyê de binpêkirin tên kirin
09:01 Jiyan û hunera ‘Mîrê Ribabê’ Miradê Kinê kir pirtûk
09:00 Li Wanê dê bi hezaran kes biherikin mitînga ‘azadiyê’
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2024'AN
01/10/2024
19:38 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê di roja 4’an de berdewam kirin
19:06 Surfest bi lîstikên kolanê didomin
18:32 Çalakiya ‘deng bide azadiyê’: Em tecrîdê qebûl nakin
16:37 Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehên Îranê pêl bi pêl belav dibe
16:30 Meclis hate vekirin: DEM Partî ranebû ser pêyan
16:19 Sîlvan Belediyespor hate avakirin
15:31 Di lêpirsîna tecawiza li zarok de 10 kes hatin girtin
15:20 Ji Daghan ê girtî bo dadgehê: Tu hêzek we ya ku min bidarizîne nîn e
15:15 Hîzbullahê ‘operasyona bisînor a bejahî’ derewand
14:55 Du kurên AKP’iyekî ku gumanbarên cînayetê ne 13 roj in nehatine girtin
14:31 Bernameya bîranîna Komkujiya Garê hat eşkerekirin
14:30 Meclisa Parêzerên Ciwanan ‘tarîfeya heqdestê’ şermezar kir
13:35 Şerîf Mesûtoglû yê girtî dest bi greva birçîbûnê kir
13:28 Cerdevanan bi çekan êriş kirin: 11 kes birîndar bûn
13:26 Girtiyê li dijî binpêkirinan di çalakiyê de: Bila malbat li girtîgehê bigerin
12:54 Zaroka 12 salî ya li Amedê winda bûbû hate dîtin
12:48 Tehliyeya Tursun ê 32 salan girtî ye cara 4’an hate taloqkirin
12:39 Cezayên pereyan li kesê ku nêçîra kewan dikir hat birîn
12:30 Xebatên lêgerînê yên zaroka winda didomin
12:04 Partiya Sosyal Demokrat a Alman serdana DEM Partiyê kir
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:30 DEM Partî: Divê Meclis bibe meclis çareserkirina pirsgirêka kurd
11:19 Binpêkirinên li girtîgehên Serhedê zêde dibin
11:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
10:21 Hêrsa kurdan a li dijî komployê
09:47 Ji bo 17 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:46 Li Şirnex û Erziromê bi ser malan de girtin: 6 kes hatin binçavkirin
09:14 Ji bo kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ banga tevlibûna çalakiyan hate kirin
09:13 Kabaîş ev 5 roj in winda ye: Divê her kes ji bo dîtina Rojînê seferber bibe
09:09 Mamosteyê zimanê kurdî: Wê têkoşîna me ya ziman bidome
09:08 Zimanzan Tan: Divê şaredarî pêşengiya xebatên zimanê kurdî bikin
09:04 Li Stenbolê seferberiya mitînga ‘Azadiyê’: Em berê xwe bidin Amedê
09:01 Girtîgehê bi hinceta ‘navtêdanê dike’ meqapê desteser kir!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2024'AN
30/09/2024
20:57 Li Surfestê kargeha ji bo zarokan
20:55 Endamên Koma Hevra serbest hatin berdan
20:53 Xebatên lêgerînê yên ji bo Kabaîşê 4 roj li pey xwe hiştin
19:55 3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:34 Endamên Koma Hevra ji ber stranên kurdî hatin binçavkirin
16:07 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye
15:52 Wekîlê AKP’ê îstîfa kir
15:30 Xwendekara dibistana amadehî ya winda bûbû hate dîtin
15:29 Ji Bayraktarê daxuyaniya hevkariya bi Îsraîlê re: Em pê serbilind in
15:26 Çawişê pispor ê bi tiryakê hate girtin hat binçavkirin
15:24 Jinan ji bo Rojîn Kabaîş bang kir: Bila aqûbeta Rojîn jî nebe mîna aqûbeta Gulistan
15:00 Li Nepalê lehî û hezaz: Herî kêm 192 kesan jiyana xwe ji dest dan
14:45 Li Hênê şahiya zarokan hat lidarxistin
14:29 Tundiya li ser kedkarên tenduristiyê hat protestokirin
14:18 Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome
13:49 Bavê S.T. a bi darê zorê hatibû revandin: Gefa kuştinê li me dixwin
13:21 Yekitiya Sendîkayên Skoçyayê: Divê Ocalan azad bibe
13:13 Keftarên bixêzik ên neslê wan li ber tunebûnê ne xwedî dikin û diparêzin
12:58 Zavayê Ensarîoglû yê ji diziyê hatibû girtin di rojekî de hat berdan
12:09 Jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiyê kir
11:58 Bazara ku li dijî mezaxtinê piştevaniyê xurt dike
11:58 Meclisa Jinan a DBP'ê: Em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga li Amedê
11:17 Di êrişa Îsraîlê de sê reveberên ERGF'ê hatin kuştin
11:15 Li Wanê 2 xwendekar winda ne
11:07 Mafê hevdîtinê yê Zeynep Celaliyan hate qedexekirin
11:06 Li Qersê jinek hate qetilkirin
11:03 Sekna Abdullah Ocalan a li dijî komployê
11:02 Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî şer deklarasyon weşand
10:58 Li balafirgeha Wanê şewat derket