Teqawîdan pêşniyara ‘teserûfê’ kir: Bila deriyê qesrê bê kilîdkirin

ÎZMÎR - Teqawîdên ku hewl didin di bin sînorê birçîtî û xizaniyê de debara xwe bikin bi gotinên “Heke pêdivî bi teserûfê hebe bila deriyê qesrê bê kilîdkirin” bertek nîşanî daxuyaniya desthilatê ya “teserûfê” da. 
 
Bandora enflasyona bilind û bihabûna jiyanê dibe sedem ku kesên teqawîd bûyî nikarin bi mûçeyên niha xwe bigihînin dawiya mehê. Teqawîdên ku qismekî wan ê zêde 10 hezar lîre digirin, hatine rewşa ku êdî nikarin bi mûçeyên xwe dan û stendinê jî bikin. Gelek teqawîd jî neçar dimînin ku bixebitin. Desthilat jî bi hinceta krîza aboriyê dibêje ku zemê li mûçeyan nake û “mizgîniya herî dawî” ragihand jî ew bû ku kesên teqawîd dikarin bi awayekî bê pere li Saziya Wargehên Krediyê betlaneyê bikin. 
 
Bertekên kesên teqawîd ên li dijî van daxuyaniyan didomin. Teqawîdên ku diyar dikin jiyaneke mirovî dixwazin, bi daxuyaniyên li gelek bajaran dan û mitîngan bertek nîşanî rewşê dan û roja yekşemê li 9 bajaran bi dirûşma “ji birçîtî û xîzaniyê re” na mitîng li dar xist. 
 
‘EM SEDEQEYÊ NAXWAZIN’ 
 
Rêveberê Sendîkaya Teqawîdan a Bornovaya Îzmîrê Zafer Yûrdakûl (66) anî ziman ku teqawîd mûçeyê ku heq dikin nagirin û dê ji bo vê yekê têbikoşin. Yûrdakûl anî ziman ku jiyaneke weke mirovan dixwazin û got: “Şûna ku AKP baceyên dewlemendan efû bike bila jiyaneke weke mirovan pêşkeşî teqawîdan bike. Me li vî welatî 30-40 salan ked da, em heqê keda xwe dixwazin. Em ji kesê sedeqeyan naxwazin.”
 
‘EM JI BIRÇÎBÛNÊ DIMIRIN’ 
 
Nermîn Kiliç (52) a 10 hezar lîre mûçeyê teqawîdan digire, anî ziman ku mûçeyê ku tê dayîn qebûl nakin û got: “Îro sînorê birçîbûnê 17 hezar lîre ye û em bi vî mûçeyî ji birçîbûnê dimirin. Erdogan got ‘teqawîdno hûn dikarin betlaneyê bikin’. Em ê çawa biçin betlaneyê? Em heqê rê bidin an jî bi wî pereyi nan û kifteyan bixwin? Em vê qebûl nakin. Heke pêdivî bi teserûfê heye, bila deriyê qesrê were kilîdkirin. Ew di nav keyfê dane û em êşê dikişînin. Heke wan teserûf kiribûya ew pere da têre karkeran jî û teqawîdan jî kiribûya.”
 
‘EM Ê TÊBIKOŞIN’ 
 
Esma Bozkûrt (65) a teqawîd jî anî ziman ku bi mûçeyê heyî nikare debara xwe bike, karên rojane dike û got: “Em piştî saet 18.00’an diçin bazarê ji bo ku tiştên erzan bistînin. Tevî ku em di her tiştî de teserûf dikin jî fatore zêde tên em nikarin bidin. Heta ku mûçeyê me were başkirin em ê têbikoşin.”
 
‘EM AKP’Ê NAXWAZIN’ 
 
Mehmet Çenguş (70) bi bîr xist ku desthilat weke ku heneqên xwe bi teqawîdan bike sozan dide û got: “Desthilat qet qiymetê nade karker an jî teqawîdan. Em dixwazin desthilata AKP’ê biçe. Em dixwazin desthilateke li cem xebatkar û kedkaran were. Heta ku desthilata AKP’ê hilweşe em ê li qadan bin.”
 
Gursel Ûlaş (56) jî bal kişand ku desthilatê mirov muhtacî pariyekî nanê hişk kirine û got: “Bi mûçeyê dan em nikarin biçin cihekê çayekê vexwin. Jiyaneke wiha li me ferz dikin. Xizanî ne qedera me ye. Li welat hilberîn nîne û em xizaniyeke zêde re rû bi rû ne.”
 

Sernavên din

02/06/2024
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:05 Şerê taybet berê xwe daye zarokan
09:04 Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne
09:01 Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:01 Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir
01/06/2024
22:08 Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê
20:03 Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin
17:17 Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
16:56 DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin
16:50 Nobeda Edaletê di roja 119’an de ye: Dayika Emîne bûye hêviya gelê me
16:22 Ji Hîlwanê banga dawî: Werin em sibê xwedî li îradeya xwe derbikevin
16:00 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin
15:36 GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:29 Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir
15:04 Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan
14:29 Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn
14:04 400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn
13:52 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin
13:27 HRE bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên meha gulanê eşkere kir
13:10 Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin
13:10 Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê
13:09 Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:15 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye
11:53 Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar
11:38 DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin
11:14 ‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’
10:56 Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike
10:13 Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de
10:12 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 188'emîn de didome
10:11 MED-DER li ser medya dijîtal hîndekariya kurdî berfireh dike
09:30 Li Rihayê 3 zilaman derstdirêjî li zarokekê kirin
09:29 DEM Partî dixwaze li Hîlwanê bi fereqeke mezin bi ser bikeve
09:26 Tirkiye êrişî Til Hemîsê kir: 4 kes jiyana xwe ji dest dan 11 kes birîndar bûn
09:23 Qeyûm ji bo Baskên Jinan a AKP'ê 6 hezar çîkolata û kolonya kiriye
09:19 Malbatên girtiyan 4 hefte ye di çalakiyê de ne: Heya encam bê girtin wê bidome
09:11 Ji dar û berên Çiyayê Cûdî berhemên hunerî çêdike
09:04 Ji ARSÎSA'yê biryara avakirina şaxeke din
09:03 AYM’ê derbarê Levent ê hatibû qetilkirin de biryara binpêkirinê da
09:02 Îlhan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Tişta ku mirovî li ser pêyan digire rêhevaltiya rasteqîne
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2024'AN
31/05/2024
19:11 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin ez herim malê
18:01 Ji bo zaroka ku di çem de wer bû lêgerîn hat destpêkirin
16:47 Fîncanci bertek nîşanî girtîgehên ‘tîpa bîrê’ da
16:22 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:19 DEM Partiyê li Periyê xebatên hilbijartinê domandin
16:00 Dayika Ethem Sarisuluk: Kujerê ewil Tayyîp e
15:47 Li Stenbolê bi bombeya dest êrişî otelekê hate kirin
15:26 Qeyûmê Bajarê Nû di 4’ê nîsanê de hemû qeydên kamerayan jê birine
15:10 Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn
14:43 Mutalaya doza Hrant Dînk: Ji 10 bersûcan re cezayên giran hat xwestin
13:52 Cezayê hefsê dan rojnameger Gayip
13:36 DEDAŞ’ê trafoya cotkaran rakir: 5 kes hatin binçavkirin
12:42 Girtiya tecrîda li Îmraliyê protesto dikir bi darê zorê anîn odeya SEGBÎS’ê
12:15 57 karker ji xwarinê jehrî bûn
12:13 Danişîna doza ‘heqareta li serokkomar’ a Demîrtaş hate taloqkirin
11:56 Keştiya ku penaberan vediguhêst qeza kir: 2 kes mir in, 4 kes winda ne
11:48 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:41 Yek ji dayikên Plaza de Mayoyê Nora Morales de Cortiñas jiyana xwe ji dest da
11:39 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
11:37 ‘Ji bo azadiya girtiyên dozên Kobanê û Geziyê divê em bi hev re têbikoşin’
10:52 ‘Mufredata nû ya perwerdeyê îdeolojiya îktîdara siyasî dixe pratîkê’
10:50 Têkoşîna xizmên xwe yên di 'cinayetên kiryarên nediyar de' hatin qetilkirin didomîne
10:10 Dozger xwest polîsê îşkence li Rojbîn Çetîn kiribû bê beraetkirin
10:09 Aslan: Israrkirina di qanûna li dijî hiqûqê de îşkence ye
09:48 Li Pirsûsê hejmara binçavkiriyan bû 10 kes
09:42 Ji bo mitîngê bang: Em ê heywanan ji destên bixwîn ên pergalê re nehêlin
09:36 Di doza şewata qlûba şevê de cezayê hefsê hat xwestin
09:31 Rakirina genim dest pê pir, Cotkar dixwazin bihayê erzantirîn were diyarkirin
09:22 ‘Em ji bo azadiya Ocalan rabin’
09:12 Jinên li Ewropayê ji CPT’yê re zêdetirî 7 hezar name şandin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Girtiyê ku krîzê li dilê wî xist nikare bi tena serê xwe bijî
09:05 Banga ji bo Periyê: Em li dor DEM Partiyê bibin xelek
09:03 Komxebatên TJA’yê: Pêdivî bi hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye
09:02 Gundiyên 40 roj in li ber xwe didin li benda piştevaniyê ne