Bakirhan: Tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin

  • rojane
  • 12:44 28 Gulan 2024
  • |
ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser çetetiya di nava dewletê de û wiha got: “Welatê bi tifaqa JÎTEM’ê re birêve dibin. Heta ku ev tifaq bidome dê kesên bertîlê didin, qasibkariya mirovan dikin neyên darizandin. Rêya pêşîlêgirtina rizîbûna heyî, bidawîkirina tifaqa bi JÎTEM’ê re ye.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di civîna koma partiya xwe de rojevên heyî nirxand. Malbatên kesên di 1’ê Gulana Stenbolê de hatin girtin jî tev li civînê bûn. Bakirhan, di serî de 57 kesên di Komkujiya Çorumê ya 1980’an de hatin qetilkirin bi bîr anî û got ku dê tu caran ji bîr nekin. 
 
‘EM KOMKUJIYA LI REFAHÊ LANET DIKIN’
 
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser êrişa Îsraîlê ya li dijî kampa sivîlan a li Refahê û şermezar kir. Bakirhan, anî ziman ku xelkê Filistînê bi tenê nîne û helwesta hêzên navneteweyî rexne kir. Bakirhan bang li tevahiya gelên kedkar ên cîhanê kir ku li dijî komkujiya li dijî Filistînê dengê xwe derxînin. 
 
ÊN DANEZANA DARBEYÊ XWENDIN BI ÎKTÎDARÊ RE NE 
 
Bakirhan, got ku di nava sedsala dawî de yek ji welatên herî zêde darbe lê hatine kirin Tirkiye ye û got ku di nava 22 salên dawî de bi cureyên cuda gelek darbe hatine kirin. Bakirhan, anî ziman ku derhiqûqtiyên li dijî îradeya gel û girtina siyasetmedaran jî darbe ye. Bakirhan, salvegera darbeya 27’ê Gulanê bi bîr xist û wiha got: “Bi vê darbeyê re destûra bingehîn hate betralkirin, serokwezîrek hate bidarvekirin. Em vê darbeyê şermezar dikin. Yên ku digotin em berdewamiya Partiya Demokrat in, niha mil dane milên kesên danezana darbeyê xwendin û bi hev re li îktîdarê ne. Mekanîka darbeyê ya li Tirkiyeyê hêj jî nûjen e. Yên ji darbeyê herî zêde bibandor dibin em in û em ê her tim li dijî wê derkevin. Doza Kompasê ya Kobanê, Doza Geziyê û doza girtina HDP’ê tevek jî darbe ne. Em îro di salvegera Geziyê de ne. Em careke din têkoşîna gelan silav dikin. Gezî îtîrazeke mafdar bû û nabe ku bê darizandin.” 
 
‘DEWLET JI HÊLA MAFYA Û ÇETEYAN VE TÊ BIRÊVEBIRIN’ 
 
Bi domdarî Bakirhan destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurd tê wateya zindîhiştina mekanîka darbeyê û wiha pê de çû: “Tecrîd bi kêrî kê tê, bi tecrîdê çi tê veşartin gelên Tirkiyeyê baş dizanin. Di tevahiya darbeyên 70 salên dawî de MHP tê dîtin. Li krîz û aloziya salên 1970’an binêrin, MHP tê de heye. Aktorê sereke ya krîz û aloziya salên 90’î jî MHP ye. Ji ber ku hebûna xwe ji krîz, alozî û darbeyan digire. Îro bi AKP’ê re her roj darbeyê li dijî siyaseta demokratîk û daxwazên civakî dikin. Piştrast bin ku navendên her du partiyan jî dê weke navendên giştî yên plankirina darbeyên siyasî cih bigirin. Ne navendên giştî, biryargehên darbeyan e. Di demên berê de dewletê mafya û çete kontrol dikir. Lê îro mafya û çete dewletê kontrol dikin. Ji darazê heta siyasetê, di her qadê de hene. Bila kesek ne rabe û vê pergala çeteyan weke pergala cemaweriyê nefiroşe me. Li naverasta Enqereyê cînayetek hate kirin. Hûn çima kujeran nagirin? Ji ber ku nikarin. Tişta jê re dibêjin beka, parastina vê pergala rizî ye.” 
 
TIFAQA JÎTEM’Ê
 
Bakirhan, destnîşan kir ku niha çete ketine nava burokrasiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Burokrasî ketiye nava destê çete û mafyayan. Tişta ku jê re digotin stûna dewletê ye, riziya û dihilweşe. Banga min ji bo wezîrê karên hundir û hikûmeta AKP’ê ye; heke hûn bixwazin li dijî tiryakê têbikoşin; wê demê pêşiya çeteyên di nava îktîdarê de bigirin. Heke hûn bixwazin rizîbûnê heyî bi dawî bikin, wê demê tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin. Hûn û şirîkê xwe JÎTEM bi hev re vî welatî birêve dibin. Heta ku ev tifaq bidome dê dê kesên bertîlê didin, qasibkarên mirovan neyên girtin û darizandin. Rêya pêşîlêgirtina rizîbûna heyî, bidawîkirina tifaqa bi JÎTEM’ê re ye. 
 
Piştrast bibin ku aktorê sereke yê tevahiya van krîz û aloziyan MHP ye. Dê di dawiya dawî de MHP dawiya AKP’ê jî bîne. Heke Tirkiye bixwaze ji lîsteya gewr derbikeve, divê çeteyên ji hêla AKP û MHP’ê ve tên parastin tesfiye bike. Çareseriya pirsgirêkan pir hêsan e; demokrasiyeke xurt, hevrûbûneke li ser bingeha demokrasî û edaletê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd. Ev, dê mekanîzmaya darbeyê tune bike. Ji bo welatekî demokratîk, divê modêleke çareseriyê yê statûya gelê kurd nas dike hebe. Tapûya veguherîna demokratîk a welat, destûreke bingehîn a demokratîk e. 
 
PAKETA ŞOV Û XAPANDINÊ
 
Niha paketeke teserûfê eşkere kirin. Bi temamî paketa şov û xapandinê ye. Tevdîrên hatine ragihandin ne teserûf, xespkirina mafên gel e. Paketa teserûfê ya hatiye eşkerekirin, ji 26 parên deynê heyî tenê parek jê ye. Ew jî dizanin ku nikarin bi vê deynê heyî bidin. 
 
EM PÊŞNIYARA REFORMA BACÊ DIKIN
 
Teserûf, bi guhertina tercîhên di bacê û aboriyê de dibe. Weke DEM Partiyê em reformeke berfireh a bacê pêşniyar dikin. Ji kesên kêm qezenc dikin kêm, ji kesên zêde qezenc dikin jî zêde bisetînin. Para bacên neyekser a di nava dahata bacê de bila were kêmkirin. Ev par, ji berîka kedkaran tê derxistin. Êdî di mijara bacê de bes ji sermayedaran re nelirêtiyê bikin. Weke DEM Partiyê em ê heta tîrmehê ji bo başkirina mûçeyê kêmtirîn mûçeyê kampanyayê bidin destpêkirin. 
 
EM MAFÊ JIYANÊ YÊ HEMÛ ZINDIYAN DIPARÊZIN 
 
Weke ku hûn jî pê dizanin, rojeva ajalên kolanan heye. Balkêş e, hûn dizanin navê pêşnûmeqanûna nû çi ye? Navê wê ‘Pêşniyarqanûna Mafên Heywanan.’ Yên nezan dema li vê pêşniyarqanûnê dinêrin, dibêjin qey dê ji bo mafên heywanan tiştekî baş pêşkeşî Meclisê bikin. Binêrin li vir jî xelkê dixapînin. Di hundirê wê de mafên heywanan tune ne. Pêşniyarên ku dê heywanan qetil bikin hene.  Li gorî vê dê heywanên li kolanan bên komkirin û heke di nava 30 rojan de kes lê xwedî derkeve dê bên kuştin. Îktîdara ku bi pratîkên xwe yên dijminatiya li dijî xwezayê tê zanîn, dê dîsa heywanên li kolanan qetil bike. Pirsgirêkeke bi navê heywanên li kolanan derxistin. Herin jê re cihên mayînê çêbikin û jiyana wan baş bikin. Weke DEM Partiyê em mafê jiyanê yê tevahiya zindiyan diparêzin û dê her biparêzin.”
 
 

Sernavên din

30/05/2024
16:19 Cerdevanê êrişa zayendî kirî hate tehliyekirin: Vê biryarê wijdana civakê êşand
16:17 Ji bo astengdaran sinyalizasyona du zimanî
15:30 Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin
15:19 Dadgeha Îstînafê 339 sal cezayê hepsê yê li siyasetmedaran hatiye birîn erê kir
14:14 Basin Îş banga tev li bûna bernameya Yenî Yaşamê kir
14:10 Li Îranê girtiyê kurd ê nexweşê penceşêrê li nexweşxaneyê bi kelemçe tê ragirtin
13:44 Li gorî Kurtulmuş gotina ‘Kurdî li Meclisê weke X tê nivîsandin’ nêrîneke şexsî ye!
13:08 Balafirên dewleta tirk gundê Amediyeyê bombebaran kirin
12:24 Li Qilebanê mirina biguman a zarokekî
12:06 Cenazeyê zarokê winda di kanala avdaniyê de hate dîtin
11:59 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Di doza amûrsaz Akin de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin
11:42 Jinek û sê zarok hatin qetilkirin
11:24 DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:45 Ecevît Pîroglû 109 roj in di greva birçîbûnê de ye: Daket 48 kîloyan
10:36 Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne!
10:24 11 mamosteyên binçavkirî hatin berdan
10:14 Zarokê di qezaya Tarsûsê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
10:06 Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
10:03 Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin
10:02 Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe
09:32 Ji Meteorolojiyê hişyarî
09:26 Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû
09:22 Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin
15:22 Li Silopiyayê 200 donimên zeviyên genim şewitîn
14:53 Ata: Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin
14:42 Li Sêwregê birîna ceyranê hat protestokirin
14:22 Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê peyam ji Yenî Yaşamê re şand
14:16 Jinan li Silopiyayê çalakiya xwendinê li dar xist
14:11 Wêneyên ku jinên girtî xêz kirine dê bên pêşandan
13:58 Saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî mufredata nû biryara 'têkoşîna hevpar' girtin
13:55 OHD’ê li dijî tecrîdê carek din serî li Baroya Amedê da
12:55 Komên paramîlîter ên dewleta tirk li Efrînê 2 kes revandin
12:44 Bakirhan: Tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin
12:39 Ji bo 5 parlamenterên HDP’î cezayê muebbeta giran hate xwestin
12:29 Parêzer Firat Taşkin hat beraetkirin
12:12 Doza kujerê Rozerîn Yildiz hat taloqkirin
11:40 Mala Jinê ya Kardelenê ya li Rezanê dîsa dest bi xebatên xwe kir
11:15 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:50 Girtiyê nexweş ê ku bûye 41 kîlo bi hinceta ‘ji bo civakê talûke ye’ nayê berdan
10:39 Hunermend Çîftçî beraet kir
10:31 Teqawîdan pêşniyara ‘teserûfê’ kir: Bila deriyê qesrê bê kilîdkirin
10:13 Daxwaza hevpar a kesên li hundir û derve li ber xwe didin: Azadî ji bo Ocalan
10:05 Stand-Upa ‘Vik û Vala’ li Amedê xatir ji sezonê xwest
09:49 Keşîşxaneya Deyr Mor Yakup a dîrokî dê bê restorekirin