Di doza amûrsaz Akin de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin

  • rojane
  • 11:53 30 Gulan 2024
  • |
img
MÊRDÎN - Di doza têkildarî kuştina amûrsaz Yûsûf Akin a di dema operasyona leşkerî de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin. Prz. Erdal Kûzû diyar kir ku rapora ji aliyê midûriyeta polîsan ve were amadekirin dê objektîf nebe. 
 
Amûrsazê bi navê Yûsûf Akin di 20’ê kanûna 2011’an de di operasyona leşkerî ya li çoltarê gundê Deyrcem ê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya di sala 2011’an de hate kuştin û Mehmet Eren jî birîndar bûbû. Têkildarî bûyerê derbarê 5 leşkeran de doz hatibû vekirin. Di encama darizandinê de dadgeha herêmî ji bo leşkeran biryara beraetê dabû. Biryara beraetê ji aliyê Dadgeha Destûr a Bingehîn (AYM) ve bi hinceta “mafê jiyanê hatiye binpêkirin” hatibû xera kirin. Danişîna 6’emîn a doza di 15’ê îlona 2022’yan de jinûve destpêkir, îro li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Li ser navê şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê parêzer Erdal Kûzû tev li danişînê bû. Leşkerên bersûc cendirmeyên tevgera taybet Kadîr Engîn O., Şenol T., Bahattîn Y., Yûsûf Ertûgrûl K. û Dogan G. û parêzerên wan hincet nîşandan û tev li danişînê nebûn.  
 
PIŞTÎ 13 SALAN KEŞF HATE KIRIN 
 
Piştî tespîta nasnameyan ewraqên li dosyayê zêdekirin hatin xwendin. Di navbera danişînê de hate diyarkirin ku li cihê bûyerê keşf hatiye kirin lê rapora kesê pispor hêj ji dadgehê re nehatiye şandin. Bi vî awayî piştî 13 salan di dosyayê de keşf hate kirin. 
 
Kûzû, bal kişand ku weke parêzerê dosyayê bêyî wî keşf hatiye kirin û wiha got: “Em keşfa ku bêyî me hatiye kirin qebûl nakin. Hinceta me mafdar bû. Em difikirin ku bingeha qanûnî ya neqebûlkirina hinceta me ya ji aliyê dadgehê ve nîne. Her wiha me tespît kir ku ji bo amadekirina rapora kesên pispor dosya radestî peywîrdarên midûriyeta polîsan hatiye kirin.”
 
Kûzû, da zanîn ku rapora kesê pispor a dê ji aliyê midûriyeta polîsan ve were amadekirin dê objektif nebe û wiha domand: “Di vê rewşê de em daxwaz dikin ku delîlên hatine bidestxistin bi aşkirayî ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê re bên şandin da ku keşfa ku di dawiyê de pêk hatiye tevkariyê li aşkerakirina rastiya madî bike.”
 
DANIŞÎN TALOQÎ 15’Ê COTMEHÊ HATE KIRIN 
 
Dozgeriyê jî di mijara rapora ji ATK ya Stenbolê biryar ji dadgehê re hişt. Şandeya dadgehê, diyar kir ku di rapora krîmînalê de bûyer di encama guleberdana ji nêz ve pêk hatiye lê di navbera beyanan û raporê de nakokî hene. Şandeyê ji bo mijara mesafeya guleberdana ku bûye sedema birîndarkirina Mehmet Eren were diyarkirin biryar da ku ji bo rapora were amadekirin dosya ji ATK ya Stenbolê re were şandin û danişîn taloqî 15’ê cotmehê kir. 
 
 
 
 

Sernavên din

30/05/2024
16:19 Cerdevanê êrişa zayendî kirî hate tehliyekirin: Vê biryarê wijdana civakê êşand
16:17 Ji bo astengdaran sinyalizasyona du zimanî
15:30 Çalakiyên xwendinê yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didomin
15:19 Dadgeha Îstînafê 339 sal cezayê hepsê yê li siyasetmedaran hatiye birîn erê kir
14:14 Basin Îş banga tev li bûna bernameya Yenî Yaşamê kir
14:10 Li Îranê girtiyê kurd ê nexweşê penceşêrê li nexweşxaneyê bi kelemçe tê ragirtin
13:44 Li gorî Kurtulmuş gotina ‘Kurdî li Meclisê weke X tê nivîsandin’ nêrîneke şexsî ye!
13:08 Balafirên dewleta tirk gundê Amediyeyê bombebaran kirin
12:24 Li Qilebanê mirina biguman a zarokekî
12:06 Cenazeyê zarokê winda di kanala avdaniyê de hate dîtin
11:59 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Di doza amûrsaz Akin de piştî 13 salan bêyî parêzer keşf hate kirin
11:42 Jinek û sê zarok hatin qetilkirin
11:24 DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê da
10:45 Ecevît Pîroglû 109 roj in di greva birçîbûnê de ye: Daket 48 kîloyan
10:36 Di lêpirsîna mirina li nexweşxaneyê de xemsarî: Li benda mirina wî sekinîne!
10:24 11 mamosteyên binçavkirî hatin berdan
10:14 Zarokê di qezaya Tarsûsê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
10:06 Doza jinên 11 mehan girtî mabûn hate redkirin
10:03 Rojnameger Aktan: Dixwaze bi pêşnûmeya ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ bêdeng bikin
10:02 Îzmîrî: Aborî dikare bi guhertineke bingehîn baş bibe
09:32 Ji Meteorolojiyê hişyarî
09:26 Têkildarî navenda asîmlasyonê YÎBO'yan xebateke nû
09:22 Li Tarsusê 5 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
09:08 Ji ber bibîranîna Roboskiyê doz li midûrê dibistanê hat vekirin
09:06 Jiyana li Gabarê di xetereyê de ye
09:04 Girtiyên siyasî 186 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:03 Qeyûm beriya hilbijartinê bi çend rojan gelek cih dewr kirine
09:02 Xwişka Veysî Aktaş: Îmrali cihekî pir zehmet e
09:01 Tecrîda girankirî ket meha 39’emîn: Divê biryarên DMME’yê werin pêkanîn
09:00 DEM Partî wê li Hîlwanê bi 843 kesan ve xwedî li sindoqan derkeve
09:00 ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN
08:22 Li Kenyayê karesata lehiyê: 52 kes winda ne
29/05/2024
20:38 Çelenga reş danîn ber NY'yê: Hûn nikarin tecrîdê ji nedîtî ve bên
20:34 Ji bo girtiyên 1’ê Gulanê 567 sal ceza hat xwestin
20:30 Li gelek bajaran şermezarkirina êrişên Îsraîlê
17:44 Ji dayikên ku xwestin ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin çalakiya 'laçikên spî'
16:25 TJA komxebata ‘Xwendinên Heqîqetê’ li dar xist
16:07 Eleqeyeka zêde ya ji bo pêşangeha ‘Dest bi dest berxwedana me’
15:41 Ji hilbijartinê re 4 roj man: Em ê li Hîlwanê dîsa bi ser bikevin
15:26 Li Qoserê jinek bi awayek birîndar hat dîtin
14:46 Malbata Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin serî li OHD’ê û ÎHD’ê da
14:18 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:35 Li Xîzanê operasyona leşkerî
13:24 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
13:12 Dozger hê bi dozê û ceza hesiya!
12:36 Xwendekara zanîngehê bi awayek guman mir
12:36 Pêşniyarqanûna ‘bila cezayê muebbeta girankirî’ bê rakirin dan Meclisê
12:22 DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Çorumê daxuyanî da
12:03 Ji ber tacîza zayendî cezayê hefsê dan şaredarê ji Partiya Îyiyê
10:44 Li girtîgehan lêgerîna tazî didome: Hewldana çewisandina nasnameya jinê ye
10:24 Gingell: Divê CPT wêrek be û der barê Îmraliyê de agahî bide
10:23 Girtiyên siyasî 185 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
10:22 Li Brezîlyayê karesata lehiyê: Hejmara miriyan bû 169
10:11 Li Îzmîrê kesekî dayik û bavê xwe kuşt
10:09 Rêxistina Efûyê: Di 2023’yan de li Îranê 853 kes hatin bidarvekirin
09:51 Hat îdiakirin ku AKP’iyan bi pereyan gelek kes girtine Şaredariya Cizîrê
09:34 Dayik bi daxwaza Edaletê ber bi Enqereyê ve diçin
09:27 Mehmet Atli 30 saliya hunermendiya xwe pîroz kir
09:24 Orkestraya Mezopotamyayê hewl dide gelên cuda bîne cem hev
09:23 Ji bo hilbijartina Curnê Reş banga heyeta çavdêriyê li hiqûqnasan hat kirin
09:07 6'emîn Rojên Ma Musicê diyarî Rênçber Ezîz tê kirin
09:05 Li Stenbolê herî kêm 81 kes hatin girtin: Têkoşîn êdî ne alternatîf e, mecbûrî ye
09:01 Ji ber bihabûna zêr berê xwe didin îmîtasyonvanan
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2024’AN
08:57 300 êzidî vegeriyan Şengalê
08:50 Ji bo gelek bajaran hişyariya barînê hate kirin
08:39 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Divê dîroka hilbijartina nû were diyarkirin
28/05/2024
21:21 Li Geverê 2 kes hatin girtin
20:00 Li Periyê xebatên hilbijartinê didomin: Em xwedî li vîna xwe derkevin
19:52 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 115’emîn de ye
17:14 Ji şaredariya DEM Partiyê projeya ‘mala bêhnvedanê ya jinan’
17:08 Ji qatilê stranbêjê kurd re cezayê muebedê hat xwestin
16:51 Îdianameya duyemîn a Kobanê: ‘Sûcê kuştinan’ ku hat beraetkirin dîsa di dosyeyê de ye
16:50 Li Curnê Reş serdana ciwanan û kedkaran hate kirin
16:34 DEM Partiyê ji bo girtiyê nexweşê giran Kûday serlêdan kir
16:22 Erîş û ciwanên li gel wê hatin berdan
16:09 ‘Komkujiyên Roboskê û Refahê berhema heman siyasetê ye’
15:47 6’emîn Rojên Ma Mûsîcê dest pê dikin
15:22 Li Silopiyayê 200 donimên zeviyên genim şewitîn
14:53 Ata: Divê em fikra çareseriya demokratîk civakî bikin
14:42 Li Sêwregê birîna ceyranê hat protestokirin
14:22 Hatîmogûllari ji bo piştevaniyê peyam ji Yenî Yaşamê re şand
14:16 Jinan li Silopiyayê çalakiya xwendinê li dar xist
14:11 Wêneyên ku jinên girtî xêz kirine dê bên pêşandan
13:58 Saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî mufredata nû biryara 'têkoşîna hevpar' girtin
13:55 OHD’ê li dijî tecrîdê carek din serî li Baroya Amedê da
12:55 Komên paramîlîter ên dewleta tirk li Efrînê 2 kes revandin
12:44 Bakirhan: Tifaqa xwe ya bi JÎTEM’ê re bi dawî bikin
12:39 Ji bo 5 parlamenterên HDP’î cezayê muebbeta giran hate xwestin
12:29 Parêzer Firat Taşkin hat beraetkirin
12:12 Doza kujerê Rozerîn Yildiz hat taloqkirin
11:40 Mala Jinê ya Kardelenê ya li Rezanê dîsa dest bi xebatên xwe kir
11:15 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:50 Girtiyê nexweş ê ku bûye 41 kîlo bi hinceta ‘ji bo civakê talûke ye’ nayê berdan
10:39 Hunermend Çîftçî beraet kir
10:31 Teqawîdan pêşniyara ‘teserûfê’ kir: Bila deriyê qesrê bê kilîdkirin
10:13 Daxwaza hevpar a kesên li hundir û derve li ber xwe didin: Azadî ji bo Ocalan
10:05 Stand-Upa ‘Vik û Vala’ li Amedê xatir ji sezonê xwest
09:49 Keşîşxaneya Deyr Mor Yakup a dîrokî dê bê restorekirin