Komxebatên TJA’yê: Pêdivî bi hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye

  • jin
  • 09:03 31 Gulan 2024
  • |
img

STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Besra Îşsever a di komxebata xwendinê ya TJA’yê de cih digire destnîşan kir ku li dijî krîzên piralî yên tên jiyîn, pêdivî bi paradîgma û hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye û nivîskar Firat Can jî wiha got: “Divê fikrên Ocalan bi kolan û civakê re werin cem hev.”

Çalakiyên di çarçovaya kampanyaya bi daxwaza “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” de di 10’ê cotmeha 2023’yan de hatiye destpêkirin didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Deng bide azadiyê” çalakiyên xwendinê li dar dixe. 
 
Li Stenbolê di 26’ê gulanê de bi sernavê “Li dijî pirsgirêkên civakî divê çi bê kirin” bi tev li bûna gelek jin û mêran çalakiya xwendinê hate lidarxistin. Nivîskar Firat Can û aktîvîsta TJA’yê Besra Îşsever têkildarî komxebatan axivîn. 
 
ÇARESERÎ ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E
 
Aktîvîsta TJA Besra Îşsever
 
Besra Îşsever destnîşan kir ku Tirkiye krîzên piralî dijî û çareseriya van krîzan jî ji çareserkirina pirsgirêka kurd derbas dibe. Îşsever wiha got: “Her ku çareseriyekî demokratîk ji bo pirsgirêka kurd neyê pêşxistin, her ku azadiya fîzîkî ya Ocalan neyê pêkanîn, em dizanin ku dê ev krîz derbas nebin. Lewma em dizanin ku hewcehî bi fikir, raman, paradîgma, û hêza çareseriyê ya ku Ocalan daniye holê heye. Em ê di vê çarçoveyê de xwendinên xwe bidomînin.”
 
Îşsever da zanîn ku beşa ewil a xebatê a ku wan li Stenbolê dane destpkirin dê bidome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev çalakiyên xwendinê yên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê hatine destpêkirin, piştre divê em li parkan, bi jinan re bi tev li hev pêk bînin. Bi rastî jî divê em hêza çareseriyê ya Ocalan wek ramanî daniyê holê rast were şîrovekirin. Bi qasî ku em hêza çareseriyê rast şîrove nekin em ê nafikirim ku hêza çareseriyê bi ser xwe û civakê pêş bixin. 
 
ŞERTA DEMOKRASIYÊ AZADÎ YE
 
Îşsever bi bîr xist ku bi qasî ku azadiya fikrî ya Ocalan neyê pêkanîn ew bawer nakin ku dê demokratîkbûn pêk were û ev tişt gotin: “Di qada aborî, edalet, perwerde û tenduristiyê de pirsgirêk hene. Di şexsê Ocalan de di hemû girtîgehan de tecrîd tê jiyîn. 
 
MIFTE ABDULLAH OCALAN E
 
Nivîskar Firat Can
 
Nivîskar Firat Can bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev zêdetirî 25 sal in di bin tecrîdekî giran de, di 3 salên dawî de jî bêyî tu agahî jê were girtin di girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û wiha axivî: “Ne parezer dikarin biçin, ne malbat dikare biçe serdanê, ne jî dikare mafê xwe yê name û telefonê bi kar bîne. Ne tu agahî ji derve diçin hundir, ne tu agahî ji hundir derdikevin derve. Herî dawî girtî Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin tevî ku înfaza xwe temam kir jî nehat berdan. Tenê ji ber ku têkildarî birêz Ocalan agahiyekî dernexe derve, nayê berdan û berdana wî salekê dirêj kirin. Heke birêz Ocalan biaxive, heke tecrîda girankirî rabe, heke eslê vê mijarê azad be, dê ji civak û cîhana em tê de ne re bibe pêvajoyekî çareseriyê.” 
 
‘DIVÊ PERSPEKTÎFA ÇARESERIYÊ JI CIVAKÊ RE WERE GOTIN’
 
Can bilêv kir ku pergala heyî biryarên daraza xwe bi xwe pêk naîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtî şert û mercên Ocalan çawa bin wisa dijîn, malbat li pêşiya girtîgehan çalakiyan li dar dixin. Di navbera 1 û 15’ê sibatê de bi pêşengtiya gelek saziyan meşek hate lidarxistin. Çalakiyên xwendinê jî yek ji van çalakiyan e. Jixwe anîn ziman ku dê bi îro ve sînordar nemîne. Divê li kolanan, di hevdîtinên bi gel re tên kirin de, di serdanên malbatan de, di qadên jiyanê yên em tê de dijîn me divê perspektîfa çareseriyê ya Ocalan bi her kesî re were vegotin. Xwendin destpêka vê xebatê ye.” 

Sernavên din

02/06/2024
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn
13:28 ÇUKAY-DER’ê yekemîn kongreya xwe li dar xist
13:02 Hevşaredarên DEM Partiyî civiyan: Xizmetên şaredariyê tên astengkirin
12:44 Girtiyên li Girtîgeha Kiriklarê ji Meclisê daxwaza şandeyekê kirin
12:43 Li Curnê Reş û Periyê eleqeya ji bo hilbijartinê zêde ye
12:02 Melîk û Ayyildiz li ser gora xwe hatin bibîranîn
11:22 Li quntarên Herekolê cerdevan daran dibirin
11:08 Îranê kolberekî din qetil kir
10:36 Ji ber protestokirina Îsraîlê 10 kes hatin binçavkirin
10:04 Li Kuçukçekmeceyê avahî hilweşiya: Kesên di bin kavil de mane hene
09:44 Perwerdekar Zorlu: Mufredateke yekperest û zayenperest amade kirine
09:26 Kovara Jinê bi serenavê ‘Mêrtî û manîpulasyonê’ derket
09:15 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:05 Şerê taybet berê xwe daye zarokan
09:04 Endamên Grûp Yorûmê di greva birçîbûnê de ne
09:01 Der barê jinên ku di 8'ê Adarê de stran gotin de doz hat vekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:01 Li 7 navendan dengdayîn dest pê kir
01/06/2024
22:08 Li Amsterdam û Hambûrgê çalakiyên li dijî tecrîdê
20:03 Li qursa Quranê tundî li zarokan hat kirin
17:17 Nobeta mexdûra erdhejê Done Kaya ket hefteya 5’emîn
16:56 DEM Partî li Periyê amadehiyên hilbijartinê temem kirin
16:50 Nobeda Edaletê di roja 119’an de ye: Dayika Emîne bûye hêviya gelê me
16:22 Ji Hîlwanê banga dawî: Werin em sibê xwedî li îradeya xwe derbikevin
16:00 Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan: Di salekê de 24 hezar binpêkirin
15:36 GOÇ-ÎZDER’ê rêveberiya xwe ya nû bijart
15:29 Li Wanê cerdevanek bi awayek guman mir
15:04 Hat xwestin girtiyên nexweş Kaya, Çam û Kuday bên berdan
14:29 Malbatên Windayan li aqûbeta rojnamevan û faîlên karsazên kurd pirsîn
14:04 400 karker û malbatên xwe ji xwarinê jehrî bûn
13:52 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 ferdên malbata Bulut bên dîtin
13:27 HRE bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên meha gulanê eşkere kir
13:10 Bafil Talabanî: Heke em bibin yek em dikarin mafên xwe mîsoger bikin
13:10 Buldan bersiva Çîller da: Hevjînê te li ser nivînê xwe mir ên me bi îşkenceyê
13:09 Mehmet Emîn Ersoy ê 30 sal in girtî bû hate berdan
12:15 Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên Tirkiyeyê li dijî hilbijartinê ye
11:53 Ji bo Anzeleyê çareseriya hevpar
11:38 DEM Partiyê xwest girtîgehên ‘Tîpa Bîrê’ bên girtin
11:14 ‘Mîrateya Mûhsîn Melîk hiştiye dê demokratîkbûnê xurt bike’
10:56 Salih Muslim: Tirkiye dixwaze hilbijartinên li Rojava bi êrişan sabote bike
10:13 Polîtîkaya AKP'ê ya ji bo zarokan: Zewicandina di temenê zarokatiyê de
10:12 Çalakiya girtiyên siyasî di roja 188'emîn de didome
10:11 MED-DER li ser medya dijîtal hîndekariya kurdî berfireh dike
09:30 Li Rihayê 3 zilaman derstdirêjî li zarokekê kirin
09:29 DEM Partî dixwaze li Hîlwanê bi fereqeke mezin bi ser bikeve
09:26 Tirkiye êrişî Til Hemîsê kir: 4 kes jiyana xwe ji dest dan 11 kes birîndar bûn
09:23 Qeyûm ji bo Baskên Jinan a AKP'ê 6 hezar çîkolata û kolonya kiriye
09:19 Malbatên girtiyan 4 hefte ye di çalakiyê de ne: Heya encam bê girtin wê bidome
09:11 Ji dar û berên Çiyayê Cûdî berhemên hunerî çêdike
09:04 Ji ARSÎSA'yê biryara avakirina şaxeke din
09:03 AYM’ê derbarê Levent ê hatibû qetilkirin de biryara binpêkirinê da
09:02 Îlhan ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket: Tişta ku mirovî li ser pêyan digire rêhevaltiya rasteqîne
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2024'AN
31/05/2024
19:11 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin ez herim malê
18:01 Ji bo zaroka ku di çem de wer bû lêgerîn hat destpêkirin
16:47 Fîncanci bertek nîşanî girtîgehên ‘tîpa bîrê’ da
16:22 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Daxwaza girtiyan daxwaza me ye
16:19 DEM Partiyê li Periyê xebatên hilbijartinê domandin
16:00 Dayika Ethem Sarisuluk: Kujerê ewil Tayyîp e
15:47 Li Stenbolê bi bombeya dest êrişî otelekê hate kirin
15:26 Qeyûmê Bajarê Nû di 4’ê nîsanê de hemû qeydên kamerayan jê birine
15:10 Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bibîranîn
14:43 Mutalaya doza Hrant Dînk: Ji 10 bersûcan re cezayên giran hat xwestin
13:52 Cezayê hefsê dan rojnameger Gayip
13:36 DEDAŞ’ê trafoya cotkaran rakir: 5 kes hatin binçavkirin
12:42 Girtiya tecrîda li Îmraliyê protesto dikir bi darê zorê anîn odeya SEGBÎS’ê
12:15 57 karker ji xwarinê jehrî bûn
12:13 Danişîna doza ‘heqareta li serokkomar’ a Demîrtaş hate taloqkirin
11:56 Keştiya ku penaberan vediguhêst qeza kir: 2 kes mir in, 4 kes winda ne
11:48 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:41 Yek ji dayikên Plaza de Mayoyê Nora Morales de Cortiñas jiyana xwe ji dest da
11:39 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
11:37 ‘Ji bo azadiya girtiyên dozên Kobanê û Geziyê divê em bi hev re têbikoşin’
10:52 ‘Mufredata nû ya perwerdeyê îdeolojiya îktîdara siyasî dixe pratîkê’
10:50 Têkoşîna xizmên xwe yên di 'cinayetên kiryarên nediyar de' hatin qetilkirin didomîne
10:10 Dozger xwest polîsê îşkence li Rojbîn Çetîn kiribû bê beraetkirin
10:09 Aslan: Israrkirina di qanûna li dijî hiqûqê de îşkence ye
09:48 Li Pirsûsê hejmara binçavkiriyan bû 10 kes
09:42 Ji bo mitîngê bang: Em ê heywanan ji destên bixwîn ên pergalê re nehêlin
09:36 Di doza şewata qlûba şevê de cezayê hefsê hat xwestin
09:31 Rakirina genim dest pê pir, Cotkar dixwazin bihayê erzantirîn were diyarkirin
09:22 ‘Em ji bo azadiya Ocalan rabin’
09:12 Jinên li Ewropayê ji CPT’yê re zêdetirî 7 hezar name şandin
09:07 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Girtiyê ku krîzê li dilê wî xist nikare bi tena serê xwe bijî
09:05 Banga ji bo Periyê: Em li dor DEM Partiyê bibin xelek
09:03 Komxebatên TJA’yê: Pêdivî bi hêza çareseriyê ya Abdullah Ocalan heye
09:02 Gundiyên 40 roj in li ber xwe didin li benda piştevaniyê ne
09:01 Qeyûma Cizîrê ji bo ‘pakbûnê’ 4 milyon lîre daye Dosso Dossî
09:01 Înce: Tecrîd û meseleya kurd pirsgirêka hemû welat e
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2024'AN
07:52 Li Qoserê jinek ku hewl dabû xwe bikuje mir
30/05/2024
20:14 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 117'an de ye
20:10 Bakirhan li Curnê Reş e: Em ê di sindoqê de bersiva hîlekaran bidin
16:41 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 3 jê hatin berdan