Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li kolanan bin

  • rojane
  • 16:04 3 Hezîran 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Girseya ku di pêşengtiya malbatên girtiyan de li pêşiya girtîgehan di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” hatin ba hev, diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe dê li kolanan çalakiyên xwe bidomînin.
 
Çalakiya “Deng bide azadiyê” ya malbatên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê li pêşiya girtîgehan daye destpêkirin didome. 
 
AMED
 
Malbatên girtiyan di hefteya 5’êmîn a çalakiya “Deng bide azadiyê” de li ber Kampusa Girtîgeha Amedê hatin ba hev. Hevserokên DBP, DEM Partî yên Amedê, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên MED TUHAD-FED, MEBYA-DER û TUAY-DER’ê, Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan jî di nav de gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniya de pankarta “Deng bide azadiyê” hate hilgirtin, malbatên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û kumên bi nivîsa “Deng bide azadiyê” xistibûn serê xwe. Beşdaran bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq, hiqûq, edalet”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kirin. Girseya ji hêla polîsan ve hatibû dorpêçkirin, çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat di çalakiyê de axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Canpolat, destnîşan kir ku ew ê tekoşîna xwe ya li dijî binpêkirinan bidomînin û mafê girtiyan biparêzin.
 
Çalakî bi tilîliyan bi dawî bû.
 
ÎZMÎR 
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) li Îzmîrê li ber Girtîgeha Kiriklarê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku gelek kes tev li bûn de li gel dengê tilîlî fîrfîrkan dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq, hiqûq, edalet” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Rêveberê DEM Partiyê yê Bûcayê Cahît Gunay ê di çalakiyê de daxuyanî da, destnîşan kir ku tevî ku zarokên dayikên girtiyan nexweş in jî di çalakiyê de ne û got: “Em zilm û neheqiyan şermezar dikin. Em tecrîda li ser Serokatî û girtiyên din qebûl nakin.” 
 
Dayika Firat Yagmekan ê li GirtÎgeha Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin Sûltan Yagmekan jî bi lêv kir ku 2 meh in ji zarokên xwe yên li dijî tecrîdê çalakiya boykotkirinê didomînin agahiyê nawergirin û got: “Em ne dikarin bi telefonê biaxivin ne jî hevdîtinê bikin. Êdî bes e, bila ev tecrîd bi dawî bibe. Di serî de hemû malbatên girtiyan divê herkes piştgiriyê bide me. Bila êdî kes nemire. Bila dengê me bigihe dewletê, heta ku ev tecrîd bi dawî bibe em ê hem li kolanan li girtîgehan dengê xwe bilind bikin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.  
 
MÊRSÎN 
 
Di çarçoveya çalakiyên “Deng bide azadiyê” ya di pêşengtiya malbatên girtiyan de li Mêrsînê berdewam dike, li ber Kampusa Girtîgeha Tarsûsê daxuyanî hate dayîn û çalakiya rûniştinê pêk hat. Di çalakiya kete hefteya 5’emîn de malbatên girtiyan pêşmalkên ku bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Girseyê her tim dirûşmeyên “Heq hiqûq edalet” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
‘JI DAXWAZÊN DAYIKAN RE BI QEYÛM DIBIN BERSIV’ 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan jî diyar kir ku ji daxwazên dayikan re bi qeyûm dibin bersiv û got: “Me careke din dît ku; niyeta desthilatê ya çareserkirina pirsgirêka kurd nîne. Li dijî daxwazên kurdan ên demokrasî, azadî û aştiyê bi qeyûman dibin bersiv. Desthilata di her firsendê de qala vîna gel dike, darbeyê li vîna gel dike. Desthilatê niha mekanîka darbeyê pêşxistiye û vîna gel xesp dike. Em ê ligel dayikên xwe yên aştiyê, li vî welatî ligel her kesên bawerî bi azadî û demokrasiyê anîye li dijî bêhiqûqiyan bisekinin û dengê xwe bilind bikin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
EDENE 
 
Malbatên girtiyan tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, xwestin li pêşiya Kampusa Girtîgeha Kurkçulerê daxuyaniyê bidin lê destûr nehate dayîn. Beriya çalakiyê, polîsan tevahiya rêyên ber bi kampûsê ve diçin girtin û ji bilî peywirdaran destûr nedan tu kes derbas bibe. Di heman saetê de polîsan avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Seyhanê dorpêç kirin û nehiştin malbatên girtiyan û welatiyên li avahiya partiyê kom bûn derkevin. Polîsên ku ketin û derketina avahiya partiyê qedexe kirin, nehiştin xizmên girtiyan biçin pêşiya Kampûsa Girtîgeha Kurkçulerê. 
 
Xizmên girtiyan ên li rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Yuregîr, Seyhan û Ceyhanê kom bûn jî ji bo biçin pêşiya Kampusa Girtîgeha Kurkçulerê bi rê ketin. Lê belê ji ber ku destûr nehat dayîn derbas bibin, nekarin biçin pêşiya girtîgehê û ji wir vegeriyan. 
 
 
 
 

Sernavên din

04/06/2024
16:16 Ozel: Qeyûm bêrêziya li dijî vîna gelê Colemêrgê ye
16:00 AYM’ê rayeya Erdogan a tayînkirina rektoran a bi rêya KHK’ê betal kir
15:51 Li Licikê cenazeyê karkerekî din hate dîtin
15:04 Çolterên Elbakê hate bombebarankirin
15:02 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Biryareke derhiqûqî ye
14:57 Ji Waniyan berteka qeyûm: Zilm e, xesp e
14:39 Li Colemêrgê berxwedana li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
14:35 ‘Divê mafên zarokan bên mîsogerkirin’
14:21 Mutalaaya weke hinceta tayînkirina qeyûm hatiye nîşandan: Protestoyên têkildarî êrişa li dijî Ahmet Turk sûc in!
14:11 Li Kurdistanê qeyûm li Tirkiyeyê ji peywîrê girtin
13:33 Parêzerek din jî ji doza îtîrafkar Akbiyik hat beraetkirin
13:28 Li Zongûldakê li madenê hezaz çêbû: Karkerek asê ma
12:55 Ji Raportorê Tirkiyeyê yê PE’yê berteka li dijî qeyûm: Tunehesibandina vîna gel e
12:49 Piştî 30 salan hate berdan: Silavên berxwedêrên girtîgehê hene
12:44 Bakirhan: Biryara tayînkirina qeyûm li Kizilcahamamê hate girtin
12:36 Rêxistinên civaka sivîl tayînkirina qeyûm şermezar kirin: Ji xeletiya xwe vegerin
12:18 Hevşaredara Colemêrgê: Roj roja rabûna li ber qeyûman e
12:17 Qeyûmê Colemêrgê ji bo namzetê AKP’ê 29 milyon lîre xerc kiriye, 315 milyon jî deyn hiştiye
11:42 Yekitiya Weşangerên Kurd: Divê dewlet demildest vê biryara şaş bi paş ve vekişîne
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:09 5 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:56 Li Kayseriyê balafira perwerdeyê ket
10:42 Hevserokê TEV-DEM’ê Hiso: Divê gelê me di 11’ê hezîranê de biçe ser sindoqê
10:41 Ciwanan qeyûm şermezar kirin
10:40 Hevşaredar Akiş bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî: Ez berxwedêran silav dikim
10:18 Îmzevanên Banga Aştiyê: Divê CHP û hêzên demokrasiyê helwestekî zelal raber bikin
10:17 Di nameya xwe de vegot ku çima di çalakiya ‘azadiyê’ de ye
10:16 Li dijî qeyûm nobeda bênavber: Wê berxwedana me qeyûm têk bibe
09:44 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
09:40 Cenazeyê zaroka dihat îdiakirin ketiye Çemê Dîcleyê hate dîtin
09:32 TBB: Divê wezaret dest ji biryara xwe berde û hevşaredar vegere ser wezîfeya xwe
09:22 Turkoğlu: Pêvajoyeke ku statuya civakî ya jinan paş ve dibe hat destpêkirin
09:09 Li Almanyayê çêbû û mezin bû, ji bo xurtkirina kurdiya xwe hat Amedê
09:06 Parêzer Avçîl: Divê baro li dijî tecrîdê serlêdanê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Jinên siyasetmedar ên Botanê: Ji xeynî berxwedanê tu çare nîne
09:00 ROJEVA 4’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:31 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin: Malbatek hate derbkirin
07:59 Li Colemêrgê li dijî desteserkirina şaredariyê heta şeveqê nobet hate girtin
07:51 Li Koln û Winterthûrê xespkirina vîna gel hat protestokirin
07:45 Danişîna Ehmed ê PDK’ê ew revandiye di 30’ê hezîranê de ye
03/06/2024
23:23 Protestoyên li dijî xespkirina vînê didomin
23:08 Colemêrgî li dijî qeyûm li ser pêyan e
22:59 Li hemû navçeyên Amedê tayinkirina qeyûm tê şermezarkirin
20:54 Wê sibê biçin Colemêrgê
20:04 Li Colemêrgê li dijî xespkirina vînê meş
19:48 Ji 28 baroyan daxuyaniya ji bo Colemêrgê: Xwedîderketina li vîna hilbijêran peywira her kesî ye
19:45 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da
16:57 Ji hevşaredarên Curnê Reş serdana sipasiyê
16:14 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye
16:12 Li Pirsûsê kesek hate girtin
16:04 Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li kolanan bin
15:23 ‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’
15:12 Li gelek bajaran tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Em rê nadin faşîzmê
15:08 Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin
14:53 Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin
14:34 Li Îranê di 5 mehan de herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin
14:21 Pisporên NY’yê banga naskirina dewleta Filîstînê kirin
14:18 Koperatîfa Çandiniyê xwest kargehên biçûk û koperatîf bên destekkirin
13:47 DÎB’ê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist
13:37 Rapora DFG’ê ya meha gulanê: Bi xala ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ dixwazin rojnamegeriyê dorpêç bikin
13:10 Buldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn: Li şûna Torosên spî îro rejîma qeyûm girtiye
12:19 CHP’iyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Biryarekî siyasî ye
12:14 Li Mêrsînê serdagirtina malan
12:13 95 kesan ji CPT’yê re name şand: Demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê
12:11 Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber
11:37 Di dîroka Meksîkayê de cara ewil jinek bû seroka welêt
11:29 TUÎK: Enflasyona salane bû ji sedî 75,45
11:27 Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
11:18 DÎB’ê bang li muxalefetê kir: Em li dijî şer helweseteke zelal nîşan bidin
11:09 DEM Partî bi awayekî awarte dicive
10:32 Li Colemêrgê vîna gel hate xespkirin: Qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin
10:30 Parêzerê Hevşaredar Akiş ê di bin çavan de: Lêpirsîneke veşartî heye
10:16 Bertek nîşanî dorpêça li ser Şaredariya Colemêrgê dan
09:54 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin
09:05 Girtiyên siyasî 190 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:04 Herî dawî li qereqolê tê dîtin: Lê belê leşker înkar dikin
09:03 Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, eşyayên xwe difiroşin
09:01 ‘Xweşî û aramî bi şer nabe, daxwazên girtiyan qebûl bikin’
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Ji DEM Partiyê daxuyaniya Colemêrgê: Em herkesê vedixwînin ku li dijî feraseta darbekar helwestê bigirin
08:14 Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtin, hevşaredar Akiş hate binçavkirin
07:52 Xwebûn bi manşeta ‘Dewleta şerî’ derket
02/06/2024
21:53 Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir
21:19 Di tûrnûvaya Gulistan Dokû de tîma Generalên Biçûk bi ser ket
20:52 DEM Partî li Hîlwanê bi ser ket
20:03 DEM Partî li Hîlwanê li pêş e
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn