Protestoyên li dijî xespkirina vînê didomin

  • rojane
  • 23:23 3 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li gelek bajaran hate protestokirin.
 
Li Şaredariya Colemêrgê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 31’ê Adarê de bi dest xistibû, qeyûm hat tayînkirin. Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş hate binçavkirin, ji peywirê hat dûrxistin û li şûna wî walî Alî Çelîk weke qeyûm hate tayînkirin. Tayînkirina qeyûm li gelek bajaran hate protestokirin.
 
MÛGLA
 
Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li navçeyên Menteşe, Bodrûm, Datça, Marmarîs û Mîlas yên Mûglayê bi daxuyaniyan hate protestokirin. Di daxuyaniyan de pankarta “Şaredarî yên me ne, em rê nadin xespê” hatin hildan. Endama DEM Partiyê Mehtap Çîfçî axivî û got: “Biryara tayînkirina qeyûm derhiqûqî ye. Gelên Tirkiyeyê wê li hişmendiya qeyûman bide windakirin.”
 
TEKÎRDAG
 
Rêxistina DEM Partî ya Tekîrdagê li navenda bajarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankartên “Şaredarî yên me ne, em rê nadin xespê” hatin hildan û dirûşmeyên “Mehmet Siddik Akiş rûmeta me ye” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partî yê Tekîrdagê Suat Sari li vir axivî û got: “Bi dehan caran we ev rê ceriband lê gel ev pêkanîn pesend nekir. Bi zext û tundiyê hûn nikarin vîna me teslîm bigrin. Desthilatê kûmpasek heman li Wanê jî pêkanîn, lê gelê Wanê berxwedanek bê hempa raber kir. Berxwedana Wanê li faşîzmê gav paş de da avêtin. Xeta me berxwedana Wanê ye. Şaredarî yên me ne û hûn nikarin xesp bikin.”
 
Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî xespkirina Şaredariya Colemêrgî bi daxuyaniyeke protesto kir. Her wiha li Edene, Mêrsîn û Antalyayê jî xespkirina Şaredariya Colemêrgê bi daxuyaniyekê hat protestokirin. Di daxuyaniyan de wiha hate gotin: “Qeyûm derbe ye. Wê gel rê nede vîna wan a demokratik were xespkirin. Gelê Colemêrgê bi vîna xwe ya azad hevşaredarên xwe hilbijart. Tu kes vê derhiqûqiyê qebûl nake. Em serî li ber we û qeyûmên we natewînin. Bila Enqere vê baş bibihîze; dê qeyûmên we jî mîna we biçin. Gelê me gelekî birûmet e û dê ji vir û şûnde jî destûrê nede qeyûman.”
 
 AMED 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo tayînkirina qeyûm ya li Şaredariya Colemêrgê şermezar bike, li Parka Rojava ya girêdayî navçeya Peyasa Amedê kom bû. Endamên platformê pankarta “Vîna gel nema tê xespkirin, em qeyûman qebûl nakin” vekirin û dirûşmeyên “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye” berz kirin. Hevserokên DEM Partî û DBP ên Amedê, endamên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bû. Ewilî polîsan bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê nehişt girse daxuyaniyê bide û ew dorpêç kirin. Dû re girseyê li hember dorpêçê ber xwe da û daxuyaniya xwe xwendin. 
 
‘ÎRADEYA GEL BIN PÊ DIKIN’ 
 
 
Daxuyanî ji hêla Hevseroka Egîtîm-Sen a Hejmar 2’yan a Amedê Dûygû Ozbey ve hat xwendin. Ozbey, anî ziman ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de gel ne tenê hevşaredar hilbijart, li cihên ku qeyûm hatin tayînkirin jî bi rêjeyên bilind polîtîkayên qeyûman qebûl nekir. Ozbey, da zanîn ku tevî vê yekê jî bloka desthilatdariya AKP-MHP'ê li Colemêrgê bi polîtîkayên qeyûman careke din îradeya gel bin pê kir û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Em dizanin ku ev biryar her kesê ku li welat piştgiriyê dide demokrasî, aştî û kedê ditirsîne.Dixwazin rejîmekê ava bikin ku li şûna kesên hilbijartî tayînkirina qeyûman normal bibe û ev rewş weke rewşeke asayî bê dîtin.” 
 
‘DARBEYEKE SIYASÎ YE’
 
Ozbey, diyar kri ku weke her du serdemên berê, hikûmet careke din sûcê dike, hilbijartinan bêwate dike û bi rêya dadweriya siyasî bi hincetên neqanûnî derdixe pêş. Ozbey,destnîşan kir ku hevşaredarê Colemêrgê ji aliyê YSK’yê ve hatiye pejirandin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Bawer in ku ji bilî hewldana nixumandina darbeyeke siyasî ti wateya wê hewldanê nîne. Em careke din bang dikin, divê demildest dev ji vê derbeya li vîna gel bê berdan. Desteserkirina îradeya gel ya bi zext û zorê divê bê rawestandin. Divê Hevşaredarê Colemêrgê yê hilbijartî bê berdan û demildest şûnde vegere li ser karê xwe.” Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
 
 
 

Sernavên din

04/06/2024
16:16 Ozel: Qeyûm bêrêziya li dijî vîna gelê Colemêrgê ye
16:00 AYM’ê rayeya Erdogan a tayînkirina rektoran a bi rêya KHK’ê betal kir
15:51 Li Licikê cenazeyê karkerekî din hate dîtin
15:04 Çolterên Elbakê hate bombebarankirin
15:02 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Biryareke derhiqûqî ye
14:57 Ji Waniyan berteka qeyûm: Zilm e, xesp e
14:39 Li Colemêrgê berxwedana li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
14:35 ‘Divê mafên zarokan bên mîsogerkirin’
14:21 Mutalaaya weke hinceta tayînkirina qeyûm hatiye nîşandan: Protestoyên têkildarî êrişa li dijî Ahmet Turk sûc in!
14:11 Li Kurdistanê qeyûm li Tirkiyeyê ji peywîrê girtin
13:33 Parêzerek din jî ji doza îtîrafkar Akbiyik hat beraetkirin
13:28 Li Zongûldakê li madenê hezaz çêbû: Karkerek asê ma
12:55 Ji Raportorê Tirkiyeyê yê PE’yê berteka li dijî qeyûm: Tunehesibandina vîna gel e
12:49 Piştî 30 salan hate berdan: Silavên berxwedêrên girtîgehê hene
12:44 Bakirhan: Biryara tayînkirina qeyûm li Kizilcahamamê hate girtin
12:36 Rêxistinên civaka sivîl tayînkirina qeyûm şermezar kirin: Ji xeletiya xwe vegerin
12:18 Hevşaredara Colemêrgê: Roj roja rabûna li ber qeyûman e
12:17 Qeyûmê Colemêrgê ji bo namzetê AKP’ê 29 milyon lîre xerc kiriye, 315 milyon jî deyn hiştiye
11:42 Yekitiya Weşangerên Kurd: Divê dewlet demildest vê biryara şaş bi paş ve vekişîne
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:09 5 kesên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:56 Li Kayseriyê balafira perwerdeyê ket
10:42 Hevserokê TEV-DEM’ê Hiso: Divê gelê me di 11’ê hezîranê de biçe ser sindoqê
10:41 Ciwanan qeyûm şermezar kirin
10:40 Hevşaredar Akiş bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî: Ez berxwedêran silav dikim
10:18 Îmzevanên Banga Aştiyê: Divê CHP û hêzên demokrasiyê helwestekî zelal raber bikin
10:17 Di nameya xwe de vegot ku çima di çalakiya ‘azadiyê’ de ye
10:16 Li dijî qeyûm nobeda bênavber: Wê berxwedana me qeyûm têk bibe
09:44 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
09:40 Cenazeyê zaroka dihat îdiakirin ketiye Çemê Dîcleyê hate dîtin
09:32 TBB: Divê wezaret dest ji biryara xwe berde û hevşaredar vegere ser wezîfeya xwe
09:22 Turkoğlu: Pêvajoyeke ku statuya civakî ya jinan paş ve dibe hat destpêkirin
09:09 Li Almanyayê çêbû û mezin bû, ji bo xurtkirina kurdiya xwe hat Amedê
09:06 Parêzer Avçîl: Divê baro li dijî tecrîdê serlêdanê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:01 Jinên siyasetmedar ên Botanê: Ji xeynî berxwedanê tu çare nîne
09:00 ROJEVA 4’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:31 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin: Malbatek hate derbkirin
07:59 Li Colemêrgê li dijî desteserkirina şaredariyê heta şeveqê nobet hate girtin
07:51 Li Koln û Winterthûrê xespkirina vîna gel hat protestokirin
07:45 Danişîna Ehmed ê PDK’ê ew revandiye di 30’ê hezîranê de ye
03/06/2024
23:23 Protestoyên li dijî xespkirina vînê didomin
23:08 Colemêrgî li dijî qeyûm li ser pêyan e
22:59 Li hemû navçeyên Amedê tayinkirina qeyûm tê şermezarkirin
20:54 Wê sibê biçin Colemêrgê
20:04 Li Colemêrgê li dijî xespkirina vînê meş
19:48 Ji 28 baroyan daxuyaniya ji bo Colemêrgê: Xwedîderketina li vîna hilbijêran peywira her kesî ye
19:45 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî doza lê hatiye vekirin da
16:57 Ji hevşaredarên Curnê Reş serdana sipasiyê
16:14 Berteka li dijî tayînkirina qeyûm: Darbeya siyasî ye
16:12 Li Pirsûsê kesek hate girtin
16:04 Heta ku tecrîd bi dawî bibe dê li kolanan bin
15:23 ‘Tayînkirina qeyûm tunekirina demokrasiyê ye’
15:12 Li gelek bajaran tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Em rê nadin faşîzmê
15:08 Colemêrgî: Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nemînin
14:53 Ozgur Ozel: Em biryara tayînkirina qeyûm red dikin
14:34 Li Îranê di 5 mehan de herî kêm 68 girtî hatin bidarvekirin
14:21 Pisporên NY’yê banga naskirina dewleta Filîstînê kirin
14:18 Koperatîfa Çandiniyê xwest kargehên biçûk û koperatîf bên destekkirin
13:47 DÎB’ê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist
13:37 Rapora DFG’ê ya meha gulanê: Bi xala ‘sîxûrtiyê bandorkirinê’ dixwazin rojnamegeriyê dorpêç bikin
13:10 Buldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn: Li şûna Torosên spî îro rejîma qeyûm girtiye
12:19 CHP’iyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan: Biryarekî siyasî ye
12:14 Li Mêrsînê serdagirtina malan
12:13 95 kesan ji CPT’yê re name şand: Demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê
12:11 Ji DEM Partiyê li dijî xespa vînê biryara çalakiyên bênavber
11:37 Di dîroka Meksîkayê de cara ewil jinek bû seroka welêt
11:29 TUÎK: Enflasyona salane bû ji sedî 75,45
11:27 Xespkirina vîna xelkê Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin
11:18 DÎB’ê bang li muxalefetê kir: Em li dijî şer helweseteke zelal nîşan bidin
11:09 DEM Partî bi awayekî awarte dicive
10:32 Li Colemêrgê vîna gel hate xespkirin: Qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin
10:30 Parêzerê Hevşaredar Akiş ê di bin çavan de: Lêpirsîneke veşartî heye
10:16 Bertek nîşanî dorpêça li ser Şaredariya Colemêrgê dan
09:54 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê serî li ber zîhniyeta qeyûm netewînin
09:05 Girtiyên siyasî 190 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:04 Herî dawî li qereqolê tê dîtin: Lê belê leşker înkar dikin
09:03 Welatiyên ku nikarin debara xwe bikin, eşyayên xwe difiroşin
09:01 ‘Xweşî û aramî bi şer nabe, daxwazên girtiyan qebûl bikin’
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Ji DEM Partiyê daxuyaniya Colemêrgê: Em herkesê vedixwînin ku li dijî feraseta darbekar helwestê bigirin
08:14 Polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtin, hevşaredar Akiş hate binçavkirin
07:52 Xwebûn bi manşeta ‘Dewleta şerî’ derket
02/06/2024
21:53 Rojnameya Yenî Yaşamê 6 saliya xwe pîroz kir
21:19 Di tûrnûvaya Gulistan Dokû de tîma Generalên Biçûk bi ser ket
20:52 DEM Partî li Hîlwanê bi ser ket
20:03 DEM Partî li Hîlwanê li pêş e
19:22 Encama hilbijartina li Bajaroka Perî diyar bû
18:27 Hevserokên GABB’ê hatin diyarkirin
17:01 Ji Yenîkapiyê bang kirin: Qetilkirin ne çareserî ye
17:00 Hilbijartin bi dawî bû, hejmartina dengan dest pê kir
16:31 Çalakiya Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 120’an de ye: Faîl diyar in
16:09 Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo aktîvîteya dawiya salê
15:48 Têkildarî avahiya li Kuçukçekmeceyê hilweşiya 2 kes hatin binçavkirin
15:43 Li Şirnexê karkerê ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
15:36 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de berteka ‘Tu ferqa we ji Îsraîlê nîne’
15:21 Mamosteyê ku ji ber germê kete çem xeniqî
15:19 DEM Partiyê ji bo dengdayînê bang kir
14:57 Peywîreke nû dan Nûrsesê ku qeyûm 3 midûrtî dabûnê!
13:51 Di avahiya hilweşiyayî de kesek mir, 8 kes birîndar bûn