Li şaredariyên Kurdistanê gel di nobedê de ne

  • rojane
  • 19:26 4 Hezîran 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariya Colemêrgê, li şaredariyên DEM Partiyê yên li Kurdistanê çalakiyên nobedê hatin destpêkirin. Gel bi dirûşmeyên ‘zext nikarin serî bi me bidin tewandin’ berdewamiya xwe didomînin.
 
Hevşaredarê Colemêgê Mehmet Sidik Akiş hatibû binçavkirin û piştre jî qeyûm tayînê şûna wî hat kirin. Piştî vê li şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çalakiyên nobedê hatin destpêkirin.
 
AMED
 
Li şaredariya bajarê mezin a Amedê, şaredariyên navçeyên wê yên Peyas, Rezan, Bajarê Nû, Sûr Û Bismilê nobed hatin destpêkirin. Hevşaredar, rêveberên DEM Partî û DBP’ê yê navend û navçeyan û gel beşdarî çalakiyê bûn. 
 
REZAN
 
Li ber Şaredariya Rezanê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz, Rêveberên DBP û DEM Partiyê yên bajêr û navçeya Rezanê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Di dema çalakiyê de tim dirûşmeyên "Şaredariay Colemêrgê ya e ye", "Bijî berxwedana gelê kurd" û "Şaredarî ya gel e wê ya gel be" hatin berzkirin. 
 
Beriya çalakiyê Hevşaredara REzanê Leyla Ayaz axivî. Ayazê got: "Em ê tu carî şaredariyên xwe radestî vîna qeyûman nedin." 
 
Piştî daxuyaniyê girse bi çepikan û dirûşmeyan dest bi çalakiya rûniştinê kir. 
 
SÛR 
 
Di çalakiya rûniştinê ya li ber Şaredariya Sûrê hat destpêkirin de Hevşaredar Adnan Orhan û Fatma Gulan Onkol û xebatkarên şaredariyê û rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê û bajêr beşdar bûn. Çalakî didome. Di çalakiyê de tim dirûşmeyê tên berzkirin. 
 
BISMIL 
 
Li ber Şaredariya Bismilê tayinkirina qeyûm bi daxuyaniyekê hat rotestokirin. Daxuyanî li ber avahiya Bismilê hat dayîn. Hevserokên DEM Partî û DBP'ê yên Bismiolê, Hevşaredarên Bismilê, Hevserokên TÛHAD-FEDê, Hevserokên MEBYA-DER'ê, rêveberên partiyê, endamên meclisa şaredariyê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Tevî hilyariyên polîsan jî daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Bismilê Mustafa Kûrt destnîşan kir ku wê ew ê li dijî ferasa qeyûmker a AKP û MHP'ê li ber xwe bidin û qethiyen vîna xwe radestî qeyûman nekin. 
 
Piştî daxuyaniyê girse li ber şaredariyê çalakiya nobedê ku duh dest pê kiribû domand. 
 
ERXENÎ
 
Li ber Şaredariya Erxeniyê jî tevî hevşaredaran, endamên meclisê û nûnerên partiyên siyasî çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Li avahiya şaredariyê pankarta "Şaredarî yên me ne em ê rê nedin xespkirinê." 
 
FARQÎN
 
Li Farqînê jî li ber şaredariyê bi beşdariya Hevşaredar Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen û rêxistina DEM Partiyê ya Farqînê û Serokê CHP'ê yê Farqînê Îhsan Kizilkan û gelek welatiyan daxuyanî hat dayîn. 
 
Hevşaredar Kadrî Esen anî ziman ku DEM Partî di hilbijartinên 31'ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest xistiye û got: "Desthilata AKP-MHP'ê careke din serî li tayinkirina qeyûman dan. Em careke din dibêjin; polîtîkayênw e çi dibin bila bibin, wê nikaribin vîna gelê me û partiya me bişikînin. Ev gel, wê xwedî li vîna xwe derkeve. Heya vîna gel esas bê girtin em ê li ber şaredariya xwe nobedê bigirin." 
 
Hevşaredar Sevîm Bîçîciyê jî bibîr xist ku bi vîna gel şaredariyê bi dest xistine û got: "Ya hatiye kirin binpêkirina destura bingehîn û hiqûqê ye." 
 
Piştî daxuyaniyê dest bi çalakiya nobedê hat kirin. 
 
SÊRT
 
Li avahiya şaredariya Sêrtê jî pankarta ‘şaredarî yên me ne nû nikarin xesp bikin’ hat daliqandin. Hevşaredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî , parlamenter Sabahat Erdogan û welatî tevli bûn. Her wiha li şaredariyê Misirc û Ziyaretê jî çalakî hatin destpêkirin.
 
ÊLIH
 
Li Êlihê jî bi dehan kes li ber avahiyên şaredariyê haitn gel hev û dirûşme berzkirin.Bendewariya gel didome. 

Sernavên din

07/06/2024
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
12:52 61 kesan bang li CPT’yê kirin: Şandeyekê bişîne Îmraliyê
12:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:14 Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin
12:09 Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin
11:35 Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
11:28 Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin
11:00 Bakirhan: Divê çi kurdên xwedî rûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebin
10:47 Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin
10:45 JINNEWS: Di gulanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin
09:54 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin
09:17 Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin
09:12 IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin
09:09 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Partiyên siyasî bertek nîşanî qeyûm dan: Pirsgirêk a her kesî ye, dema têkoşîna hevpar e
09:03 ‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’
09:02 Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:01 Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN
06/06/2024
22:48 Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin
19:50 Çalakiyên nobedê didomin: Em ê rê nedin xespê
18:23 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Akiş
18:08 Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn
17:45 Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin
16:07 Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye
15:36 Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye
15:01 Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin
14:59 Ji bo protestokirina qeyûm bang kir
14:54 Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan
14:41 Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin
14:30 Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan
14:29 Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir
14:19 33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan
14:06 Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin
13:58 DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin
13:45 Li dijî qeyûm meş hat lidarxistin: Bijî berxwedana Colemêrgê
13:20 Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
13:19 Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin
13:08 Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
13:05 Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir in
12:41 Di 2 rojan de 17 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
12:08 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
11:46 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 ‘Ji bo polîs ji sûcê îşkenceyê bên darizandin em ê têbikoşin’
11:30 Hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser hatin taloqkirin
11:22 Qeyûmê berê mexdûrên erdhejê xapand: 160 sal ceza jê re tê xwestin
11:01 Doza Sîncar hate taloqkirin
10:54 Hevserokên giştî bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan: Banga hilbijartina pêşwext
10:32 Berdana girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
10:24 Sêrtiyan li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin
09:49 Bahçecî: Dixwazin bi şerê taybet re jinan bêvîn bihêlin
09:34 Xelkê Îzmîrê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Nayê qebûlkirin
09:24 Îtîrazî cezayê darvekirinê yê Hatem Ozdemîr hat kirin
09:22 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:21 Dîlmek: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe destûra bingehîn a nû nabe
09:02 Hew maye ku çanda tevnê ji navê rabe
09:01 Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê hat birîn
09:00 ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN
05/06/2024
22:21 Ji bo kesên li Qada Stasyonê hatin qetilkirin meşa bimeşale
21:17 Leyla Zana: Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’
20:14 Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayinde bikin
19:11 Çalakiya li ber şaredariyan di roja duyemîn de ye
18:58 Ozel serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê
15:54 Du girtî ji Girtîgeha Sîncanê hatin berdan
15:07 Di hilbijartina Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê de nerazîbûna li dijî qeyûm
14:51 Bi sedan leşker û polîs li Edliyeya Colemêrgê ne!
14:30 Dikandarên Colemêrgê derabe girtin
14:21 Li Wan û Konyayê nerazîbûn: Hevşaredar Akiş îradeya bi milyonan gelê kurd e
14:12 Li Colemêrgê piştî biryara ceza protestoyan dest pê kir: Qesrê li dijî gel şer îlan kir!
14:05 Li Amedê ji şaredariyan kampanyaya paqijiyê
13:49 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Siddik Akiş hat birîn
13:32 Di doza îşkenceya li Licê de li her polîsekî 8 sal ceza hat birîn
13:17 Serkeftina Curnê Reş diyarî berxwedana Colemêrgê kirin
13:11 Nivîskar û ramangerên îslamî ji bo Huda Kaya kampanya îmzeyan dan destpêkirin
12:17 Li ser daxwaza welatiyan ji şaredariyê otobusa bêpere
11:52 Vaye îfadeyên 'Oyun Bozan' ku kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:15 Partiyên siyasî li dijî qeyûm li cem berxwedana colemêrgiyan e
11:08 Hevşaredarê Colemêrgê Akiş: Ez serbilind im, ez ê her têbikoşim
10:54 Di edliyeya dorpêçkirî de danişîna Akiş dest pê kir
10:53 Bakirhan û Zana diçin Colemêrgê
10:40 9 sal in Komkujiya 5’ê Hezîranê nehatiye ronîkirin
10:04 Girtî li dijî girtîgeha ku parêzer çar sal in nikarin bikevinê di çalakiyê de ne
09:51 Li Mêrdînê 10 ciwan hatin berdan
09:51 Hilbijartina Hîlwanê: Şitlê 45 sal berê dîsa ji nû ve şîn bû
09:29 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 192'yan de didome
09:27 Piroglû: Divê têkoşîna civakî bê bilindkirin
Çakmak: Divê CHP bêdeng nemîne
09:25 Ji Amedê berteka qeyûm: Em ê dakevin kuçeyan û xwedî li mafê xwe derkevin
09:13 Ozturk Turkdogan: Asayîbûn divê ji Îmraliyê dest pê bike
09:02 Li dijî asîmilasyonê zarokên xwe dişînin Ma Musicê
09:01 Restorasyon heye lê tedbîr tune ye: Birca Belek hildiweşe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:43 Ciwanên Geverê li dijî qeyûm xwepêşandan li dar xistin