Hilbijartina Hîlwanê: Şitlê 45 sal berê dîsa ji nû ve şîn bû

  • rojane
  • 09:51 5 Hezîran 2024
  • |
RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê Oemr Ocalan diyar kir ku tevgera siyaseta kurd piştî 45 salan dîsa şarederiyê bi dest xistiye û got: “Şitlê ku 45 sal berê hatibû çandin, di 2’yê hezîranê de dîsa şîn bû.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navçeya Hîlwana Rihayê ku ji bo tevgera azadî û siyaseta kurd cihek girîng e, piştî 45 salan di hilbijartina xwecihî de bi ser ket. 
 
Li Hîlwanê ji malbata Silêmanan Mehmet Veysî Bayik şaredariyê bi rê ve dibir. Lê di hilbijartina xwecihî ya 6’ê Gulana 1979’an de Nadîr Temel bi ser ket û cara yekem bû ku tevgera siyasî ya gelê kurd şaredariyek bi dest dixe. Piştî darbeya leşkerî ya sala 1980’î qeymeqamê Hîlwanê Taykan Ataman wek qeyûm tayînî Şaredariya Hîlwanê tê kirin. Ji wê rojê ve heta roja me ya îro Şaredariya Hîlwanê di bin rêveberiya malbata Silêmanan de bû. 
 
DEM Partiyê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de ji sedî 33,20’ê dengan wergirt û bi ser ket. AKP îtîrazî hilbijartinê kir û Desteya Hilbijartinê ya Bilind hilbijartin betal kir û biryar girt ku di 2’yê hezîranê de bê nûkirin. 
 
DEM PARTIYÊ DAWÎ LI DESTHILATDARIYA SILÊMANAN ANΠ
 
Di hilbijartina xwecihî ya dubarekirî de ku 2’ê hezîranê pêk hat, Namzetên Hevşaredariya Hîlwanê yên DEM Partiyê Seyhan Paydaş û Garîp Yeşîl vê carê bi rêjeyek bilind bi serketin û 10 hezar û 720 deng wergirtin û bûn hevşaredarên navçeyê. Namzetê AKP’ê Aslan Alî Bayik têk çû û DEM Partiyê piştî 45 salan dawî li desthilatdariya malbata Silêmanan anî. 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihaye Omer Ocalan encam û serketina hilbijartina li Hîlwanê nirxand. 
 
'GEL BI RUHÊ AZADIYÊ ÇÛ SER SINDOQAN’ 
 
Omer Ocalan da zanîn ku gelê Hîlwanê tenê ne raya xwe da di heman demê de bersiv da desthilatdariyê, statûkoperestiyê û got: “Me tenê wek hilbijartina şaredariyê li vê hilbijartinê mêze nekir. Gelê Hîlwanê 45 sal berê ruhê azadiyê li vir çandiye û bi ruhê tevgera azadiya kurd beşdarî vê hilbijartinê bû. Dewletê 45 sal berê piştî qewimandinên li vir hin malbatan kişand cem xwe. 45 sal in ew malbat li dijî kurdan didin şerkirin. Ev ji bo wan şermek giran e. Gelê Hîlwanê jixwe di 31’ê Adarê de bersiv dabû van. Lê dewletê viya qebûl nekir. Rayên gel, îradeya gel hatin şewitandin. Gel roja 2’yê hezîranê bi hin hesasiyet, biryar û seknek xurtir çû ser sindoqan û îradeya xwe bijart.”
 
'ZAROKÊN BERXWEDÊRAN BERSIV DAN DESTHILATDARIYÊ’ 
 
Ocalan destnîşan kir ku encamên hilbijartinê da nîşandan ku ruhê 45 sal berê yê li vir hatiye xurtkirin û got: “Zarok û neviyên berxwedêrên 45 sal berê li vir bedel dan, bersiva her xweşik dan desthilatdariyê. Wê şaredariya me di xizmeta gel de be. Lê belê xelkê tenê ne ji bo xizmetê dengê xwe da, di heman demê xwedî li mîrateya Alî Çat, Cûma Tak û Halîl Çavgûn derket. Em ê jî xwedî li nirxên gelê xwe derkevin.” 
 
 
'GELÊ ME 45 SAL BÛ LI BENDA 2’YÊ HEZÎRANÊ BÛ’ 
 
Ocalan anî ziman ku desthilatdarî-dewlet hemû hêza xwe da Hîlwanê ku AKP bi ser bikeve û got: “Gelek tişt kirin ji bo ku bi ser bikevin lê encam diyar e. Bertîl dan xelkê lê dîsa pere nekir. Gelê Hîlwanê rant û bertîlên wan qebûl nekir. Gelek mirovan kirin navbeynkar lê encam negirtin. Gelê Hîlwanê li benda 2’yê hezîranê bû. Xelkê me yê Hîlwanê digot ev 45 sal in em li benda vê rojê ne. Şitlê ku 45 sal berê li Hîlwanê hat çandin, di 2’yê hezîranê de ji nû ve şîn bû.”
 
‘BILA DEWLET WANÊ BÎNE BÎRA XWE’ 
 
Ocalan bi bîr xist piştî serketina li Hîlwanê dotira rojê desthilatdariyê qeyûm tayînî şaredariya wan a Colemêrgê kir û wiha axivî: “Naxwazin, nahêlin ku gelê kurd kêfxweş û şanaz bibe. Bila desthilatdarî-dewlet berxwedana Wanê bîne bîra xwe. Xwestin îradeya gelê Wanê desteser bikin lê gel bi berxwedana xwe bersiva herî baş da. Gelê Wanê sepanên li wan tên ferzkirin qebûl nekir û herikîna dîrokê guhert. Mafê siyasetê yê kurdan ji destê wan tê girtin. Lê ew çi dikin bila bikin em ê bi hêza gelê xwe siyaseta demokratîk bi pêş ve bibin. Dewlet dixwaze li qada siyaseta demokratîk gelê kurd tasfiye bike. Qeyûm dişînin ser îrade û hebûna gelê kurd. Dem dema gelê kurd e ku bi rola xwe ya dîrokî abe. Gelê me çawa li Wanê xwedî li îradeya xwe derket, dê li Colemêrgê jî xwedî derkeve.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 
 
 
 
 

Sernavên din

10/12/2024
16:33 Li pêşiya Meclisê daxwaza edaletê kirin
16:22 Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn
16:19 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO'yê hatin protestokirin
16:01 Di 11 mehan de 692 serlêdanên îşkenceyê ji bo TÎHV’ê hatin kirin
15:17 DEM Partî: Divê mûçeyê kêmtirîn herî kêm 35 hezar TL be
15:02 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê ji bo mafên mirovan têbikoşin
15:00 Di Hefteya Mafên Mirovan de êrişên ser Rojava hatin protestokirin
14:10 Rojnameger Daştan: Dixwazin hêviya jiyana demokratîk tune bikin
13:49 Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin: Em bi ruhê Kobanê tevbigerin
13:38 Kesên di 10’ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
13:17 Pira Qereqozaqê hate bombebarankirin
13:15 Îstînafê ‘cezayê daxistî’ yê kujerê Hasret Tutalê erê kir
13:03 Doza Mehmet Sîncar ji ber mutalaayê hate taloqkirin
12:56 Li Serêkaniyê ÎHA’yek ket
12:56 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:54 Wezîr Tunç têkildarî serlêdana Îmraliyê daxuyanî da
10:56 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
10:53 Li Farqînê 2 kes bi lêdanê hatin binçavkirin
10:49 'Tirkiye dixwaze hêj pergala nû rûneniştî destkeftiyên kurdan tesfiye bike’
09:40 Li ser rêya Wan-Erdîşê rêzeqeza: 2 kes mirin, 45 kes birîndar bûn
09:30 Bayindir: Dema çareseriyê hatiye û divê ev firsend ji dest neçe
09:21 Bi dehan pirtûkên ku di 30 salên li girtîgehê de nivîsandine li benda çapê ne
09:14 Giliyê polîsên ku tundî kirin hat kirin
09:02 Şêxo: Ji bo bidawîbûna vê hovîtiyê divê raya giştî ya cîhanê tevbigere
09:00 ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2024’AN
09/12/2024
22:49 DBP: Rojava qada jiyana hevpar a gelan e
22:34 Amedspor Şanliûrfasporê 2-1 têk bir
22:27 Li Kobanê 2 zarok hatin qetilkirin
22:24 Berdevka YPJ'ê Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî heye
20:20 Li Til Temirê SÎHA hat xistin
16:46 Wezareta Dadê: Di 11 mehan de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan
16:25 Qeyûmê Êlihê nehişt hevşaredar derbasî avahiya şaredariyê bibin
16:10 Di salekê de ji bo Gergerlîoglû hezar û 700 serlêdanên binpêkirinan hatin kirin
15:58 Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bang li NY’ê kir
15:24 Di êrişa SÎHA’yan de 3 kes birîndar bûn
15:18 Dewleta tirk êrişî gundên Kobanê dike
15:12 DEM Partî: Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer tê kirin
15:04 Heyetê serdana hevşaredarên Mêrdînê kir
14:37 Rewşa dawî ya Minbicê
14:28 TEV-DEM’ê banga ‘Em li rex hêzên HSD’ê cih bigirin’ kir
14:08 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Divê êrişên ser Kurdan bên rawestandin
13:27 Çima êrişî Minbicê dikin?
13:02 Navçeya Zirganê hat bombekirin: Welatiyek hate qetilkirin
12:54 MKG’ê rapora Mijdarê eşkere kir: 38 rojnameger hatin darizandin
12:00 Dîlan Durmuş ji ber ku ‘bijîşkên welidînê’ tune bûn jiyana xwe ji dest da
11:44 Di qezaya helîkopterê de mîrlîwayek jî di nav de 6 leşker mirin
11:44 ‘Divê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe û birêz Ocalan azad bibe’
10:52 Di êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de 12 sivîl hatin qetilkirin
10:51 Jin li dijî tundiyê teknîkên parastinê hîn dibin
10:09 KCK: Li Sûriyeyê çaraserî bi Neteweya Demokratîk mimkun e
10:00 Sadr’ê ji bo Sûriyeyê banga guftûgoyê kir
09:51 KNK: Têkçûna destkeftiyên Rojava têkçûna statuya Başûrê jî
09:46 Aldar Xelîl: Mudaxileya Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê girantir dike
09:00 ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2024’AN
08:30 Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em derbasî qonaxa duyemîn a parastinê bûn
08:30 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina Rojava Ferz e!’ derket
08/12/2024
16:25 Ji Rûsyayê daxuyaniya der barê Esed de: Ji Sûriyeyê derketiye
15:49 Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrişan li ber xwe dide
13:43 Nêzî 400 malbatên hatin tehliyekirin gihîştin Tebqayê
12:08 Avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê mayî di bin kontrola Hêzên Ewlehiya Hundirîn de ne
11:59 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
11:54 Li Ewropayê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
11:49 Îlham Ahmed: Dawiya despotîzmê, destpêkeke nû
11:04 Kovara hejmara nû ya Jinê derket
10:44 Mazlum Ebdî: Em dibin şahidê kêliyên dîrokî
10:22 Rêveberên Kantona Minbicê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet
10:05 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Îdîayên ku em vekişiyane, nerast in
10:01 Di televizyona fermî ya Sûriyeyê de hat ragihandin ku hikûmeta Şamê hilweşiyaye
09:43 Ji DAIŞ'ê û El Nusrayê ber bi HTŞ'ê ve
09:32 DBP ber bi kongreyê ve diçe: Wê beriya kongreyê konferans û hevdîtin bên lidarxistin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 HTŞ'ê Şamê bi dest xist, rejîma Esad hilweşiya
08:46 Rêveberiya Xweser rewşa awarte îlan kir
07/12/2024
17:17 Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan hate vekirin
17:16 Li Bulamê atolyeya şerê taybet: Li her qadê em xwe birêxistin bikin
17:03 Rêveberiya Xweser: Armanca dewleta tirk qirkirina komî ye
16:52 HSD'ê got ku li Minbicê êrişên komên paramîlîter hatine têkbirin
16:41 Gultan Kişanak: Qedera Rojava qedera kurdên li vê derê ne
16:24 KONGRA-GEL banga seferberiyê kir
16:09 Derket holê ku kesê bi tiryakê hatî girtin cerdevan e
16:00 HDK’ê foruma ‘Ji şer re na’ li dar xist: Banga têkoşîna hevpar
15:35 Li 2 bajaran ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê hate kirin
15:09 TMMOB li Xelfetiyê çû serdana nobeta li dijî qeyûm
15:06 ‘Ji bo çareseriya krîzên piralî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin’
14:24 Li çar bajaran aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:11 Dayikên Şêmiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:20 Platforma Piştevaniya Edaletê hate ragihandin
13:08 Jin li dijî qeyûman meşiyan: Em ê serî netewînin
11:34 Li Dêrsimê xwendekarek hate girtin
11:32 Li Colemêrgê ji bo AKP’iyan îstîhdama kar a taybet
11:31 Doza Narîn Guran: Piraniya rastiya madî derket holê
11:30 Li Bedlisê rêzeqeza: 31 kes birîndar bûn
10:55 Êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter a li ser Minbicê hate şikandin
10:40 Binpêkirinên li Girtîgeha Sulucayê: Nahêlin girtî bi kurdî sihbetê bikin
10:35 Rojnameger Karadaş: Sûriye jinûve tê dîzaynkirin
09:53 Mamosteya qeyûm ji peywirê dûrxistî: Ez piştgiriyê nadim wê zilmê
09:21 Girtiyê di dema tedawiyê de kelemçekirina destan red kir hate derbkirin
09:05 Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin
09:05 'Eleqeya ji bo kurdî baş e, em pêşangehê veguherînin firsendekê'
09:03 Hevserokên KNK'ê: Çareseriya şerê Rojhilata Navîn nexşerêya Abdullah Ocalan e