Hevşaredarê Colemêrgê Akiş: Ez serbilind im, ez ê her têbikoşim

  • rojane
  • 11:08 5 Hezîran 2024
  • |
img

COLEMÊRG - Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş di danişînê de parastina xwe kir û got: “Ez li pey her kirinên xwe me. Di warê siyasî tişta ku ket ser milê min, min pêk anî. Ez li hemberî we bi awayekî serbilind disekinim.”

Danişîna doza Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê dest pê kir. 14 kes ji dozê tên darizandin. Lê tenê Akiş beşdarî dozê bû. Piştî tespîta nasnameyan danişînê dest pê kir. 
 
'EZ Ê TÊKOŞÎNA XWE BI SERBILINDÎ BERDEWAM BIKIM’ 
 
Akiş di danişînê de parastina xwe kir. Akiş destnîşan kir ku dozger, polîs û dadgerê wê demê yên ku dosyeyê amade kirin endamên FETO’yê ne û dosye jî bi awayek siyasî hatiye amadekirin û wiha axivî: “Ez dibêjim; dosyeya ku îro kirine rojev jî siyasî ye. Ez serbilind im. Ez 53 salî me û bi salane ez têdikoşim û ez ê her têbikoşim. Min bihîst ku der barê min de nûçeyên ‘wê bireviya’ hatine amadekirin, lê ez qet û qet nedirevim û ez ê nerevim. Min çi kiribe ez li pey wan hemûyan im. Ez li pey her tiştên xwe me. Di warê siyasî de min wezîfe û erka li ser milê xwe pêk aniye. Ez li hemberî we bi awayek serbilindî sekinîme. Min got aştî, xwişk û biratî, wekhevî, azadî… Min hemû jiyana xwe li derdora van peyvan hûnandiye. Ez ê ji niha şûn ve jî berdewam bikim. Ez ji girtinê û şandina hepsê natirsim. Ez bi serbilindî li hemberî we sekinîme. Ez ji we ne beraetê ne jî tehliyeyê dixwazim.” 
 
Akiş di dawiya parastina xwe de wiha got: “Ez dixwazim ku îdianame ji nû ve bê amadekirin. Çima çar meh berê, salek berê darizandina min nehat kirin, lê gelo niha tê kirin? Ez dizanim ku ev darizandina min siyasî ye. Min heta îro ji bo berjwendiyên gelê xwe her tiştî kir û min ji bo gelê me wezîfeya xwe bi şeref pêk anî.” 
 
‘DOSYE BI SALAN DERENGÎ HAT XISTIN’
 
Piştî beyanên Akiş, parêzeran parastina miwekîlê xwe kirin. Parêzeran diyar kir ku beyanên şahidên veşarî ku li dosyeyê hatine zêdekirin, bi tu awayî ne derbasdar in û şahidan bi awayek derhiqûqî karûbarên teşhîsê kirine. Parêzeran da zanîn ku bi salan ji ber ku li şahidan nehatiye guhdarîkirin, dosyeya dozê bi derengî hat xistin û divê Akiş ji dosyeyê bê beraetkirin. 
 
Parêzeran ji bo parastinê dema zêde daxwaz kirin lê dadgehê daxwaz red kir. Piştî parêzerên din ên siyasetmedarên ji dozê tên darizandin, dozger mutalaya xwe dubare kir. Dozger xwest Siddik Akiş û yên pê re tên darizandin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bên cezakirin. 
 
‘JI BO EZ KURD IM TÊM DARIZANDIN’ 
 
Siddik Akiş li dijî mutalayê axivî û wiha got: “Tevahiya axaftina min a bi kurmancî ji aliyê kesên bi kurmancî nizanin ve hatiye wergerkirin. Ez bi îngîlîzî nizanim lê hindik maye hûn bi min wergerînin wî zimanî, gelo tiştek wisa dibe? Ez li axaftina xwe dinêhirim, li wergera hatiye kirin dinêhirim ku qet naçin ber hev, eleqeya wan bi hev re nîne. Qeyda vê axaftinê derxin holê heke heman tişt derkeve ez ê biçim 50 salên din di hepsê de rakevim. Axaftina min werger bikin, heke sûc be ez ê hezar car wî sûcî bikim. Şahidek veşarî ku axaftina xwe bi paş ve kişandiye hûn çima radibin îfadeyên wî dixin nav mutalayê. Dema der heqê min de îfade dide pirsgirêk tune lê dema ne der barê min de îfade dide hûn dibêjin, ‘naxêr hûn gefê dixwin’. Min tu demê vî kesî nedîtiye. Dema wî kesî îfadeyên xwe bi paş ve kişandin, ez di girtîgehê de bûm. Hûn jî nizanin ku ew kes kî ye. Niha li vir tenê sedemek darizandina min heye, ew jî ber ez kurd im. Ez bi kurdbûna xwe şanaz û serbilind im.” 
 
Dadgehê ji bo biryarê navber da danişînê. 
 

Sernavên din

07/06/2024
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
12:52 61 kesan bang li CPT’yê kirin: Şandeyekê bişîne Îmraliyê
12:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:14 Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin
12:09 Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin
11:35 Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
11:28 Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin
11:00 Bakirhan: Divê çi kurdên xwedî rûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebin
10:47 Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin
10:45 JINNEWS: Di gulanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin
09:54 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin
09:17 Li Êlihê bi şev qeyûm hate protestokirin
09:12 IHR: Biryara darvekirina Ozdemîr bi zexta civakî dikare bê sekinandin
09:09 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:06 Partiyên siyasî bertek nîşanî qeyûm dan: Pirsgirêk a her kesî ye, dema têkoşîna hevpar e
09:03 ‘Em ji bo Amedeke paqij tev li kampanyayê bibin’
09:02 Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
09:01 Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN
06/06/2024
22:48 Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin
19:50 Çalakiyên nobedê didomin: Em ê rê nedin xespê
18:23 Hevserokên giştî çûn serdana malbata Akiş
18:08 Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn
17:45 Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin
16:07 Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 124’an de ye
15:36 Ji TMMOB’ê berteka qeyûm: Li dijî vîna gel darbeya îdarî ye
15:01 Piştî 32 salan hatin berdan: Em ê rojên xweş bi hev re ava bikin
14:59 Ji bo protestokirina qeyûm bang kir
14:54 Hevserokê HDP’a Bûcayê hate berdan
14:41 Ozel û Erdogan dê di 11’ê hezîranê de hevdîtinê bikin
14:30 Hempîşeyên wî xwestin rojnamevan Karakoç were berdan
14:29 Wezaretê daxwaza lêpirsîna derheqê Baroya Amedê de red kir
14:19 33 rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo Doza Elçî daxuyanî dan
14:06 Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin
13:58 DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin
13:45 Li dijî qeyûm meş hat lidarxistin: Bijî berxwedana Colemêrgê
13:20 Li Wanê 9 kes hatin binçavkirin
13:19 Mexdûrên erdhejê yên li dijî qada rezerve derketin hatin derbkirin
13:08 Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin
13:05 Parlamenterên DEM Partiyê li pêşiya Wezareta Karên Hundir in
12:41 Di 2 rojan de 17 caran çekên qedexe hatin bikaranîn
12:08 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
11:46 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:46 ‘Ji bo polîs ji sûcê îşkenceyê bên darizandin em ê têbikoşin’
11:30 Hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser hatin taloqkirin
11:22 Qeyûmê berê mexdûrên erdhejê xapand: 160 sal ceza jê re tê xwestin
11:01 Doza Sîncar hate taloqkirin
10:54 Hevserokên giştî bi rêxistinên civaka sivîl re civiyan: Banga hilbijartina pêşwext
10:32 Berdana girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
10:24 Sêrtiyan li dijî qeyûman banga têkoşîna hevpar kirin
09:49 Bahçecî: Dixwazin bi şerê taybet re jinan bêvîn bihêlin
09:34 Xelkê Îzmîrê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Nayê qebûlkirin
09:24 Îtîrazî cezayê darvekirinê yê Hatem Ozdemîr hat kirin
09:22 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:21 Dîlmek: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe destûra bingehîn a nû nabe
09:02 Hew maye ku çanda tevnê ji navê rabe
09:01 Li 33 jinên girtî cezayê hucreyê hat birîn
09:00 ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2024’AN
05/06/2024
22:21 Ji bo kesên li Qada Stasyonê hatin qetilkirin meşa bimeşale
21:17 Leyla Zana: Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’
20:14 Hatîmogûllari: Hûn ê nikaribin qeyûman mayinde bikin
19:11 Çalakiya li ber şaredariyan di roja duyemîn de ye
18:58 Ozel serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:53 Banga qebûlkirina daxwazên di greva birçîbûnê de
17:17 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
17:11 Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin
16:36 Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Alokmen hat tehliyekirin
16:28 TAYAD’iyên tecrîda li girtîgehan şermezar kirin hatin binçavkirin
16:13 Bakirhan û Zana gihîştin Colemêrgê
15:54 Du girtî ji Girtîgeha Sîncanê hatin berdan
15:07 Di hilbijartina Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê de nerazîbûna li dijî qeyûm
14:51 Bi sedan leşker û polîs li Edliyeya Colemêrgê ne!
14:30 Dikandarên Colemêrgê derabe girtin
14:21 Li Wan û Konyayê nerazîbûn: Hevşaredar Akiş îradeya bi milyonan gelê kurd e
14:12 Li Colemêrgê piştî biryara ceza protestoyan dest pê kir: Qesrê li dijî gel şer îlan kir!
14:05 Li Amedê ji şaredariyan kampanyaya paqijiyê
13:49 19 sal û 6 meh cezayê hepsê li Siddik Akiş hat birîn
13:32 Di doza îşkenceya li Licê de li her polîsekî 8 sal ceza hat birîn
13:17 Serkeftina Curnê Reş diyarî berxwedana Colemêrgê kirin
13:11 Nivîskar û ramangerên îslamî ji bo Huda Kaya kampanya îmzeyan dan destpêkirin
12:17 Li ser daxwaza welatiyan ji şaredariyê otobusa bêpere
11:52 Vaye îfadeyên 'Oyun Bozan' ku kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:15 Partiyên siyasî li dijî qeyûm li cem berxwedana colemêrgiyan e
11:08 Hevşaredarê Colemêrgê Akiş: Ez serbilind im, ez ê her têbikoşim
10:54 Di edliyeya dorpêçkirî de danişîna Akiş dest pê kir
10:53 Bakirhan û Zana diçin Colemêrgê
10:40 9 sal in Komkujiya 5’ê Hezîranê nehatiye ronîkirin
10:04 Girtî li dijî girtîgeha ku parêzer çar sal in nikarin bikevinê di çalakiyê de ne
09:51 Li Mêrdînê 10 ciwan hatin berdan
09:51 Hilbijartina Hîlwanê: Şitlê 45 sal berê dîsa ji nû ve şîn bû
09:29 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 192'yan de didome
09:27 Piroglû: Divê têkoşîna civakî bê bilindkirin
Çakmak: Divê CHP bêdeng nemîne
09:25 Ji Amedê berteka qeyûm: Em ê dakevin kuçeyan û xwedî li mafê xwe derkevin
09:13 Ozturk Turkdogan: Asayîbûn divê ji Îmraliyê dest pê bike
09:02 Li dijî asîmilasyonê zarokên xwe dişînin Ma Musicê
09:01 Restorasyon heye lê tedbîr tune ye: Birca Belek hildiweşe
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:43 Ciwanên Geverê li dijî qeyûm xwepêşandan li dar xistin