Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e

  • rojane
  • 09:02 8 Hezîran 2024
  • |
ŞIRNEX - Parezerê OHD'î Azat Bayram, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû qadên jiyanê belav bûye û got: "Tecrîda girankirî ya bi awayekî zincîrkirî li girava Îmraliyê dest pê dike, li hemû kolan, tax, sazî, kes û civakê belav dibe. Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hiqûqî ya hevpar e."
 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê  li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 39 meh in di bin şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin û ti agahî jê nayê girtin. Mafê hevdîtina bi malbatên Abdullah Ocalan û 3 kesên din ên li Îmraliyê tên girtin bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tê astengkirin. Di navbera salên 2021-2024’an de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din herî kêm 6 cezayên dîsîplînê hatin birîn û hevdîtina bi malbatên wan re tê asteng kirin. Tevî serlêdan û îtîrazên parêzeran ên ji bo destpêkirina pêvajoya hiqûqî ya li dijî biryarê jî  heta îro der barê  cezayên dîsîplînê ji parêzeran re agahiyek nehatiye parvekirin.Bertekên li dijî rewşa giran a tecrîdê didomin. Çalakiya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya pirsgirêka kurd" ya ji aliyê girtiyên siyasî ve hatiye destpêkirin dewam dike. Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Azat Bayram, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û cezayên dîsîplînê nirxandin kir. 
 
'TECRÎT BI XWE BÊHIQÛQIYE'
 
Parêzer Bayram, diyar kir ku tecrîda girankirî û cezayên dîsîplînê yên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser civakê bandoreke neyînî dike û wiha axivî: "Bi salane li Girava Îmraliyê tecrîdeke giran li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Tecrîda li ser birêz Ocalan li ser tevahiya civakê belav bûye. Heya niha jî bersiveke cidî nehatiye dayîn û ev jî pêşiya zirareke mezin vedike. Ger ku bi birêz Abdullah Ocalan re têkilî û danûstandin çênebe ev tê wateya texrîbateke mezin. Heke ku kesek cezayê disîplînê bigire jî, ev yek biqanûnê bi riya parezeran tê ragihandin. Ji ber cezayê dîsiplînê dibe ku bi telefonê bê sînordar kirin, dibe ku hevdîtinên fizîkî bên kêmkirin. Lêbelê hûn nikarin hevdîtina kesekî ya bi parezer re bi temamî qut bikin. Agahiya ku hûn derbarê cezayê disîplînê de bidin ev e: Parêzer bi muwekîlê xwe re dicive, bi muwekîlê xwe re dişêwire û dibêje: 'Ev bûyer li vir qewimî. Em vê carê dest bi îtîrazên xwe li saziyên pêwendîdar bikin.' Lêbelê ev civat jî ji aliyê Wezareta Dadê ve nayê dayin.  Di sala 2011’an de çend hevdîtin bi awayekî parçebûyî hatin kirin, lê lê rewşa giran a tecrîdê bi salane tê  dirêj kirin. Tecrît bi xwe bêhiqûqiye. Niha, dema ku em tecrîda giran a ku bi salan dom dike dinirxînin, em dibînin ku rewş ber bi qonaxek pir nebaş ve diçe û ev her qadeke jiyanê belav dibe û bi neyînî bandor dike." 
 
GIRÎNGIYA ROL Û MÎSYONA OCALAN
 
Parêzer Bayram bal kişand ser bandora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser civakê û wiha doman: "Me di salên 2014-2015'an de dît ku peyama ku ji Îmraliyê hatî jî bandoreke erênî li ser  milyonan kir. Me bi hev re dît ku çawa gel bi awayekî erênî bertek nîşan da û aştî xwest û li hemberî înkar û îmhayê derket. Li hemberî polîtîkayên şer li qadan ev daxwaza xwe  nîşan da.Tişta herî maqûl ew e ku ji destpêkê ve tecrîda giran a li Îmraliyê bi dawî bibe û bi peyama ku wê were aşitî bê avakirin. Di peyama ku di sala 2023'an de ji Îmraliyê hatî di dil û mejiyê bi milyona kesî de ev derbas dibû, 'Gelo em digihîjin aştiyê' Ji ber wê ji bo avakirina aşitiyeke mayinde tecrîda li girava Îmraliyê bi dawî bibe û li dijî vê jî em têkoşînê xurtir bikin. Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hiqûqî ya hevpar e."
 
'CPT'YÊ MEKANÎZMAYA XWE YA NAVNETEWÎ WINDA DIKE'
 
Bayram, da xuyakirin ku CPT bi neweşandina raporên Îmraliyê pozîsyona xwe ya navnetewî winda dike û ev tişt gotin: "Armanca damezrandina CPT'yê ew e ku bibe mekanîzmayeke navneteweyî ya li dijî pêkanînên xerab û îşkenceyê. Vê saziyê di hin serdeman de  gavên cidî bi saxlem avêtine, lê dema mijar dibe qada Tirkiyeyê û girava Îmraliyê ye ev rola wê guheriye.Rapora xwe ya Îmraliyê parve nake û ev jî dibe sedem ku  em vê carê dest bi nîqaşkirina rewabûna CPT’ê dbikin. Weke mînak hevdîtina ku di sala 2020'an de kiriye radigihine ku ew ê 2025'an de parve bike. Ev 4 salin ku  malbat nikarin xwe bigihînin girtiyan. Jixwe di bin tecrîdeke giran de ne û ev kêmasiya têkiliyan di nava malbatan de nerehetiyek çêdike. CPT'î di van salên dawî de bi van kirinên xwe nişan da ku binket û ew mekanizmaya xwe ya navnetewî wenda kir." 
 
 

Sernavên din

10/06/2024
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin
21:24 Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike
19:30 Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî
19:19 ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
19:00 Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd
17:17 Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2’yan de didome
16:52 Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir
16:41 ‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke'
15:57 Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin
14:21 '13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye'
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
14:00 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
13:54 MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
12:52 61 kesan bang li CPT’yê kirin: Şandeyekê bişîne Îmraliyê
12:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:14 Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin
12:09 Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin
11:35 Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
11:28 Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin
11:00 Bakirhan: Divê çi kurdên xwedî rûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebin
10:47 Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin
10:45 JINNEWS: Di gulanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin
09:54 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin