Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin

  • rojane
  • 09:04 9 Hezîran 2024
  • |
ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Abdûlaziz Kolanç ê ku 31 sal in di girtîgehê de tê girtin, tevî cezayê xwe yê girtîgehê xelas kiriye jî, sê carin înfaza wî tê şewitandin. Xwarziyê Kolanç bertek nîşanî vê helwesta rêveberiya girtîgehê ya keyfî da û got: "Em vê neheqiyê qebûl nakin." 
 
Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê zext û êrişên li ser girtiyan her diçe zêde dibin. Girtiyên siyasî ku di bin şert û mercên giran de tên girtin, di bin tecrîdeke giran de têdikoşin. Girtiyên siyasî ku cezayê xwe xelas dikin jî nayên berdan û bi hinceta "cezayê disîplînê" înfaza wan tê şewitandin û cezayê wan tê dirêjkirin. Yek ji van jî girtiyê nexweş Abdülaziz Kolanç ê ku 53 salî ye. Kolanç, di girtîgeha Tîpa T a Afyonê de ye. 
 
Kolanç, di sala 1994'an de li Îzmîrê hat binçavkirin û bi îdiaya"yekîtiya dewletê xera kiriye" cezayê mûebbedê lê hat birin. Kolanç, tevî ku cezayê xwe xelas kiriye jî, salek e nayê berdan û cezayê wî tê dirêjkirin. Kolanç ku di meha Îlona 2023'yan de cezayê xwe xelas kiriye nehat berdan û cezayê wî sê mehan hat dirêjkirin. Kolanç ku sê mehên xwe tije kirin diviyabû ku di meha çileyê de bihata berdan, lê dîsa bi heman hincetê cezayê wî hat dirêjkirin û herî dawî jî di 3'yê hezîranê de înfaza wî hat şewitandin û sê mehên din cezayê wî hat dirêjkirin. 
 
'EV NEHEQIYEKE MEZINE'
 
Xwarziyê Kolanç, Îslam Atça bertek nîşanî şewitandina înfazê da û got ku dewlet bêhiqûqî tevdigere û wiha axivî: "Xalê min girtiyekî nexweş e û ev nêzikî 31 yek sal in di girtîgehê de tê girtin. Sala 1994'an li Îzmîrê hate girtin û cezayê mûebbetê jê re hate birin. Xalê min diviya ku di sala 2023'an de bihata tehliyekirin. Çimkî di sala 2023'an de cezayê wî xelas bû. Lêbelê bi hinceta cezayê disîplînê her carê sê mehan cezayê wî dirêj dikin û infaza wî dişewitînin. Em dixwazin ku xalê min bê berdan. Çimkî girtiyeke nexweşe û di nava van 31 salan de gelek nexweşî lê peyda bûne. Tendûristiya wî ber bi xetereyê ve diçe. Ev neheqiyeke pir mezine. Cezayê ku jê re hatiye birin qedandiye. Ji xwe ew cezayê ku ji wî re hatiye birin jî neqanûniye. Heke ku mirov di vê erdnîgariyê de kurd be her her tiştek li mirovî tê ferzkirin û her tevgereke mirov sûc tê dîtin. Dewleta tirk her carê dibêje ku'ez dewleta heq û hiqûqê me' lêbelê xalê min li tevî ku ev saleke cezayê xwe xelas kiriye jî nayê tehliyekirin. Em dixwazin ku Wezaretê Dadê dengê me bibîhîze û dawî li vê bêhiqûqiyê bîne."
 
SÊ CARIN KU ÎNFAZA WÎ DIŞEWITÎNIN
 
Atça bi lêv kir ku xalê wî nexweşe û di bin şert û mercên giran de tedikoşe û wiha axivî: "Nexweşiyên weke xwîn dirêje ser mîdeyê wî,tansiyon û şeker bi dermanan tedawiyê dibine. Ji xwe miroveke ku 30 salan di girtîgehê de dimîne her nexweşî lê peyda dibin. Gİrtiyên ku di girtîgehan de ragirtînd bindestin. Her carê bi hinceta cezayê disîplînê infaza wan dişewitînin. Keseke ku di girtîgehê de ye dikare sûceke çawa pêk bîne? Em van bêhiqûqiyê şermezar dikin. Çimkî ji ber ku girtiyên siyasîne infaza wan dişewitînin. Her carê ji girtiyan re dibêjin,' hûn poşman in?' ma van mirovan çi kiriye ku poşman bibin? Kî heqê zimanê xwe û hebûna xwe bikeve li ber çavê dewletê 'terorîste'"
 
BANGAWAZÎ
 
Atça daxwaz kir ku xalê wî demildest bê berdan û ev bang kir: "Îro li ser milê saziyên me jî bareke giran heye. Mirovên ku bê sedem hatine girtin û 30 sal cezayê girtîgehê jê re dibirin û li tevî ku cezayê xwe xelas dikin jî nayên berdan. Em dixwazin ku her kes li hemberî vê derkeve û qebûl neke."
 

Sernavên din

10/06/2024
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin
21:24 Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike
19:30 Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî
19:19 ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
19:00 Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd
17:17 Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2’yan de didome
16:52 Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir
16:41 ‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke'
15:57 Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin
14:21 '13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye'
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
14:00 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
13:54 MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
12:52 61 kesan bang li CPT’yê kirin: Şandeyekê bişîne Îmraliyê
12:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:14 Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin
12:09 Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin
11:35 Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
11:28 Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin
11:00 Bakirhan: Divê çi kurdên xwedî rûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebin
10:47 Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin
10:45 JINNEWS: Di gulanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin
09:54 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:53 Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin