'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'

  • rojane
  • 09:08 9 Hezîran 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesenê diyar kir ku hejmara êzdiyên ku vedigerin Şengalê roj bi roj zêde dibe û diyar kir ku PDK’ê ji bo pêşî li vegera êzdiyan bigire, polîtîkayên xwe xistiye meriyetê û got: "Ji bo êzdî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin."
 
Vegera êzdiyên ku di sala 2014’an de ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê neçar man koç bikin, vedigerin ser axa xwe. Êzdîyên ku di kampên Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) de dimînin rastî her zext û êrişan tên. PDK’ê ku ji bo êzdî venegerin Şengalê serî li her cureyê polîtîkayan dan. Lê piştî ku hikûmeta Iraqê biryara valakirina kampên Êzidiyan da, êzdî tevî hemû astengiyan jî vedigerin Şengalê û cihê xwe di pêvajoya avakirinê de digirin. Ji êzdiyên ku vedigerin Şengalê re jî Rêveberiya Xweser hem madî û hem jî manewî alikariyê dide. 
 
Herî dawî Wezîrê Koçberî û Penaberan ê Iraqê Îvan Faîk têkildarî xebatên vegera êzdiyan a li Şengalê daxuyanî da. Faîk diyar kir ku zêdetirî 300 êzdiyên li kampên Dihokê diman, bi koordîneya Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî vegeriyane Şengalê û ev veger didome. Der barê vegera êzdiyan a Şengalê Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen nirxandin kir. 
 
PDK JI BO KU ÊZDÎ VENEGERIN ŞENGALÊ ÎMZEYAN KOM DIKE
 
Hesenê da zanîn ku PDK ji bo ku êzidî venegerin Şengalê serî li her polîtîkayekî dide û wiha axivî: "Rast e, gel koçber bû û gelek ji wan koçî Ewropa û Başûrê Kurdistanê bûn. Tevî vê polîtikaya koçberkirinê polîtikaya ji hebûna xwe dûrketin, xwenenaskirin jî hat meşandin. PDK dixwest ku di nava me de bêtifaqiyê çêbike û li ser civaka êzdî careke din desthilatdariya xwe ava bike. Lê ew tişta ku ev polîtîkaye dane şikandin jî rêxistinbûyina êzdiyan û îradeya wan bû. Vê îradeyê careke din nişan da ku em ê hebin û li ber xwe bidin. Heke ku em hebin jî em ê bi rêxistina xwe hebin, heke ku em hebin em ê bi fikr û ramanê Serok Apo hebin. Fikrê Serok Apo ne tenê ji bo civaka êzidî ji bo tevahiya gelan sîwaneke ku xwe tê de dihewîne û diafirîne ye. Bi fikrê tevahiya pêkhatiyên Şengalê dikarin bi paradigma netewa demokratik bi hevre bijîn. Dema ku ev bû em ê bikarin li hemberî lîstikên ku li ser me tên meşandin xwedî bi helwest bin. Niha vegera Êzidiyan a li Şengalê girînge. Heta niha hejmareke gelek mezin vegeriyan Şengalê. Lêbelê ev tenê jî têra nake. Heta niha gelek ji wan di kampan de mane. Roj bi roj dijminatiya li hemberî êzidiyan zêde dibe û vê jî bi aşkere vedibêjin. Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin. Ji êzidiyên ku li kampan de dimînin re dibêjin,' venegerin Şengalê heke ku hûn biçin wê derê maleke ku hûn tê de bimînin nine, ne ewle ye' ji bo ku nevegerin her tiştek ji wan re tê gotin. Siyaseta xwe ya ku beriya fermanê dabûn meşandin niha dubare dikin."
 
'EM BI HEMÛ DERFETÊN XWE ALIKARIYÊ DIDIN'
 
Hesenê da zanîn ku ew wekî Rêveberiya Xweser her alikariyekî didin malbatên ku ji nûve vedigerin û got: "Çawa ku Rêveberiya Xweser sala destpêkê ya fermanê heta niha dixebite da ku Şengal xwe nas bike û bibe xwedî îrade dixebite vî demî şûnde jî dê bidomîne. Ji ber wê li dijî van polîtîkayan heta ku em nebin yek em ê nekarin bibêjin ku em hene. Divê ku em xwedî li vê rêxistinê derbikevin. Niha hicet hene û pêşiyê li vegeran digirin. Lê li dijî vê polîtîkayê helwesta Iraqê jî gelek lawaze. Ji bo ku vegerin Şengalê alikariyê didin lêbelê di hêla jinûve avakirinê de ti xebatek û alikariyeke wê nîne. Lê em weke Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe alikariyê didin. Pêşiyê di aliyê aborî de em alikariyê didin da ku bikaribin xwe birêve bibin û gel vegere ser xaka xwe û bi keda destê xwe bije. Çawa ku beriya niha me civaka êzidî bi keda destê xwe dijî niha jî bi heman rêbazî em ê xwe birêvebibin a ku em bikaribin rihê komûn ava bikin. Hewledayina me ew e ku bi rihê civakbûnê em ê bi hevre ava bikin. Her wiha şaredarî kar û xebatên xwe yên bi vî rengî didin meşandin. Ji bo ku em mihtacî ti kesekî nebin em derfetên xwe birêvebirinê dikarin ava bikin. Civaka êzidî gihiştiye wê merheleyê. Civak ne mihtacî dewletê dibe û ne jî hêzeke din dibe û em dikari xwe bi xwe rêvebibin."
 
HER SAZÎYEK SEFERBER BÛYE
 
Riham Hesenê bi lêv kir ku ji bo alikarî dayina malbatên ku vedigerin her saziyeke Şengalê seferber bûye û wiha domand: "Ji bo malbatên ku vedigerin bikaribe di hêla aborî de xwe bi ser piyan bigire her saziyeke me yê ku bibe alîkar heye. Ji çand û hüner bigire, aborî bigire, siyasî bigire û her aliyê wê heye. Bi vegera gel ev ê xurtir bibe. Ji ber wê em bang li êzidiyên ku li Kampan û Ewrupayê dikin xwedî li axa bav û kalan derbikevin. Ev ax bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin. Divê ku em nirxê wê xwînê bizanibin û bizanibin ku ji bo ku em bikaribin li vir bijîn wan canê xwe daye. Îro pêdiviya me ya sereke ne tenê aboriye di heman demê de pêdiviya me bi maneviyatê jî heye. Divê ku em çanda xwe û nasnameya xwe bizanibin. Divê ku em hêza xwe ji dîroka xwe, nasnameya xwe û êzdatiya xwe bigirin. Ji ber wê barê me girane û riya me dirêje." 
 
POLÎTÎKAYÊN PDK'Ê DEWREYÊ DE NE
 
Hesenê malbatên ku li kampên PDK'ê de dimînin hişyar kir û daxwaz kir ku guh nedin polîtîkayên PDK'ê û got: "Di wexteke wiha ku herkesek êrişî Şengalê dike divê ku em bibin tifaq. Dİvê ku em bi lîstokan neyên xapandin. Niha jî li ser êzidiyên ku di kampan de dimînin şereke taybet tê meşandin. Ji wan re tê gotin ku,' Şengal ne ewle ye' em ji wan re dibêjin,baweriya xwe ne ji gotinan bînin baweriya xwe ji emelan bînin. Ji ber ku em ne ciheke ku ji rastiyê dûr dijin. Ji ber wê divê ku em bi çavan bawer bikin ne bi gotinan bawer bikin.Em tenê êşa xwe dizanîn û tenê em bi xwe dikarin derman bikin. Tişta ku herî esasî ji me re rêxistinbûyina me ye." 
 
'ŞIYAR BIN Û SERÊ XWE NETEWÎNIN'
 
Hesenê daxwaz kir ku êzidî ji hêz û vîna xwe bi bawer bin û got ku hêza ku Şengalê ji nûve ava bike tifaqiye û ev bang kir: "Li tevî êşan jî em aliyekî serkeftinan jî bi dest dixin. Ev jî bi berxwedana YJŞ'ê, YBŞ'ê û YPG'ê çêdibe. Ferqa me û dewletê ew e ku ev 10 sal derbas bûn lê heta niha yek ji jineke êzidî ya ku hatiye revandin rizgar nekiriye û yek endameke DAIŞ'î bi awayeke edlane nehatiye darizandin. Gelek heval ji bo ku esîrekî rizgar bikin şehîd jî ketine û canê xwe dane. Hikûmet tenê dibêjin lê em dikin. Lê ew ê nikarin êdî civaka êzidî bixapînin. Em ê li berxwe bidin û Şengalê bi hevre ava bikin. Tişta ku me bi ser piyan digire jî ev baweriye. Kesek wê azadiyê nede me divê ku em azadiya xwe bigirin. Ji ber wê banga me ji êzidiyan ew e ku şiyar bin û li dijî van polîtikayan serê xwe netewînin." 
 
 

Sernavên din

10/06/2024
15:35 Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm
14:52 Li dijî qanûna ‘kuştinê’ derketin: Bela xwe ji heywanan vekin
14:35 Doza tecawizê ya cemaetê taloqî 16’ê tîrmehê hate kirin
14:12 Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin
14:08 Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir
13:39 Koçyîgît: Heta ku biryara qeyûm tê betalkirin dê têkoşîna me bidome
12:34 Di hilbijartina PE’yê de partiyên rastgir-nijadperest bi ser ketin
12:30 Berteka bihayê dexl û dan: Cotkar nikarin çandiniyê bikin
12:29 Li Wanê lehî rabû gelek ajal mirin
11:32 Namzetên serokkomariya Îranê diyar bûn
11:02 Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2’yê
10:35 TBB’ê ji 175 wesayîtan 138 jê ji bo şaredariyên AKP’î tehsîs kiriye
10:07 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo rewşa Îmraliyê serlêdana ‘Çalakiya lezgîn’ li NY'ê kir
09:30 Li Rezanê ji bo jinan qursên pîşeyî yên taybet tên dayîn
09:14 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan berdewam dike
09:01 Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e
09:01 Li dora şaredariyên xwe nobedê digirin: Em bên kuştin jî îradeya xwe radestî wan nakin
09:00 Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin
09:00 ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Li dijî înkar û qeyûman BERXWEDAN’ derket
09/06/2024
23:45 Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin
21:24 Nobedariya li dijî qeyûm di roja 6'emîn de berdewam dike
19:30 Gelê Amedê li dijî qeyûm meşiya: Em ê rê nedin qeyûmê Erdogan û Bahçelî
19:19 ‘Meşa Colemêrgê’ sibê ji Şemzînanê dest pê dike
19:00 Li Stenbolê tayînkirina qeyûm hat protestokirin: Bijî berxwedana gelê kurd
17:17 Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn di roja 2’yan de didome
16:52 Yeni Şafakê piştî pere ji ser wê qut bûn DBB ‘terorist’ îlan kir
16:41 ‘Bila kes zorê li sebra kurdan neke'
15:57 Bayindir: Kurd heta ku mafê xwe bi dest nexin gavan paşve navêjin
14:21 '13'ê hezîranê li Colemêrgê roja mezinkirina têkoşînê ye'
14:19 Birûskê li keriyê pez xist: 140 mih mirin
13:24 Li Şirnexê cînayeta kar
12:13 Prof. Norman Peach: Tirkiye hiqûqê binpê dike
11:35 Dadgehê boykot dikin û dernakevin hevdîtina malbatan
11:23 Rojnameger Buldan: Tirkiye serkeftina ku dixwaze bi dest rnaxe
11:06 DEM Partî dê di 13'ê hezîranê de li Colemêrgê mîtîngê li dar bixe
09:55 Girtiyê di rojiya mirinê de ye daket 40 kiloyan
09:36 Hejmara 67'emîn a Kovara Jin derçû
09:15 Ji Dayikên Aştiyê peyam: Êdî kurdên berxwedêr hene
09:08 'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin'
09:04 Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin
09:02 Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin
09:00 ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN
08/06/2024
22:13 Li Amedê wê li dijî qeyûm meş bê lidarxistin
19:14 Stenbolê ji bo Colemêrgê dest bi nobedê kir
18:48 Malbatên kesên hatin qetilkirin li Amedê hatin cem hev
18:45 Hafiz Akdemir hat bibîranîn
17:01 Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket
16:46 Muezîne ku anonsa ‘Deriyên xwe ji DEDAŞ’ê re venekin’ kir hate binçavkirin
16:26 Ji bo girtiyên nexweş Kûday û Îvrendî çalakî
16:01 Piştgiriya jinên femînîst a li dijî qeyûm: Bêyî piştgiriyê yek ji me azad nabe
15:50 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
15:36 Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin
15:35 ÎHD’ê li avahiyê xwe ve pankarta ‘Ji qeyûman re na’ daliqand
15:18 Erol: Îmrali di qada navnetewî de cihê yekem e ku statuya wê ne diyar e
15:07 Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin
14:41 Ji hunermendan berteka qeyûm: Bêdeng nemînin
14:31 Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
14:23 43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
13:45 Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
12:34 DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
12:02 Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
11:06 Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
10:36 Tevî biryara betalkirinê ya Dadgaha Bilind xebatên kanegeriyê didomin
10:31 Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
10:27 Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
10:08 Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
09:33 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
09:30 Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
09:09 Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
09:03 Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
09:02 Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
09:00 Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
07/06/2024
21:22 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
19:35 Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
19:27 Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
16:45 Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
16:36 Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
16:34 Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
16:24 Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
16:00 Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
15:47 ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
15:46 Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
15:45 Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
15:29 Di behrê de cenazeyê jinekê hate dîtin
14:38 Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
14:00 Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
13:54 MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin
13:38 Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
12:52 61 kesan bang li CPT’yê kirin: Şandeyekê bişîne Îmraliyê
12:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:14 Doza êrişa li dijî DEM Partiyê: Bersûcê got ‘serxweş bûm’ hat tehliyekirin
12:09 Encumenên şaredariyê: Em qeyûm red dikin, em ê di xizmeta gelê xwe de bin
11:35 Ji Şivan Perwer banga piştevaniya ji bo Dayikên Şemiyê
11:28 Navê rêveberê rêxistina sûc Çatli li qadekê hate kirin
11:00 Bakirhan: Divê çi kurdên xwedî rûmet ji pêşiya avahiya AKP’ê re jî derbas nebin
10:47 Dadgehan îdianameya hevserokên HDP’ê qebûl nekirin
10:45 JINNEWS: Di gulanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin