Berxwedana li dijî desteserkirina vînê didome

  • rojane
  • 22:45 11 Hezîran 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran berxwedana li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê berdewam dikin. Li Stenbolê peyama, “Em ê li dijî desteserkirinê bi gelên Tirkiyeyê re têkoşînê mezin bikin" hate dayîn.

 
 
Çalakiyên ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ji 3’ê Hezîranê ve li gelek bajaran hatin destpêkirin, didomin.
 
STENBOL
 
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê di roja 4’an de çalakiya xwe ya nobetê li Qada Şîşhane ya li Beyogluyê domandin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û tîşortên “Qeyûm bicehime” li xwe kirin. Pankarta “Stenbol ji bo Colemêrgê di nobetê de ye” hate vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Şaredarî ya me ye, nayê desteserkirin”, “Qeyûm wê here emê bimînin”, “Li ber xwe bide Colemêrg, Stenbol bi te re ye” û “Her der Colemêrg, her der berxwedan” hatin berzkirin.
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Buroyê (BES) Ozer Avanaş got: “Eger hilbijartin û demokrasî hebe; wê demê kesên hatin hilbijartin wê bi biryarên dadgehê dikarin werin derxistin. Destewerdana ji derve nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê wê berxwedana me bidome.”
 
Hevserokê DEM Partî ya Sancaktepe Çetîn Yildiz got ku polîtîkaya qeyûmê bûye polîtîkaya desthilatdariyê û got: “Qeyûm vîn, ziman û ekolojiya Kurdan talan dike. Destkeftiyên gel bi qeyûman tune dikin. Lê Kurd û aliyên demokratîk tu caran serê xwe netewandin.”
 
Çalakiya nobetê bi çepik, dirûşme û tililîyan bi dawî bû.
 
EDENE
 
Bi tevlîbûna Rêxistina Edene ya DEM Partî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr çalakiya bi şîara “Li dijî qeyûmê li nobetê ne” îro jî berdewam kir.
 
Hevserokê DEM Partî ya Edeneyê Seyfettîn Aydemîr desteserkirina vîna gel şermezar kir û anî ziman ku heta vîna gel bê dayîn wê têbikoşin û li qadan bin.
 
WAN
 
Li Wanê xebatên mitîngê ku di 13’ê Hezîranê de li Colemêrgê bê lidarxistin dewam kir. Parlementerên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz û Mahmut Dîndar jî di nav de endamên partiyê li Bazara Mezin a Rûs, Kolana Cumhuriyet û Kolana Hunerê ya navçeya Rêya Armuşê serdana esnafan kirin û banga tevlîbûna mitînga Colemêrgê kirin.
 
Endamê DEM Partiyê Dîndar di serdanê de axivî û diyar kir ku heta qeyûm neyê şandin wê li qadan bin.
 
Li navçeyên Ebex û Bêgirî yên Wanê jî civînên gel hatin kirin û banga tevlîbûna mitîngê hat kirin.
 
AGIRÎ
 
Çalakiya nobetê ya li pêşiya şaredariya Agiriyê di roja 8’an de dewam kir. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
 
ÎZMÎR
 
Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê li pêşiya Sumerbankê hatiye destpêkirin, di roja 6’an de dewam kir. Şaredarê Rîze yê Findikliyê yê CHP’ê Ercumet Şahîn Çervatoglu piştgirî da çalakiyê û destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman bêhiqûqiyê û got: “Em vê qebûl nakin.”
 
Ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Zager Încîn jî got: “Em ê dengê xwe bilind bikin. Ger em îro xwedî li gelê Colemêrgê dernekevin wê sibê hemû welat bi heman pirsgirêkan re rû bi rû bimîne.”
 
ŞIRNEX
 
Çalakiya nobetê ya li ber şaredariya Silopiyayê di roja 8’an de dewam kir. Endamên DEM Partiyê ji bo mitînga ku di 13’ê Hezîranê de li Colemêrgê bê lidarxistin danezan belav kirin. Piştre li pêşiya şaredariyê çalakiya nobetê dan destpêkirin.
 
Çalakiya nobetê ku li dijî tayînkirin qeyûmê li navçeya Cizîrê hatiye destpêkirin didome. Bi tevlîbûna Parlementerê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez li Kolana Cudî danezan hatin belavkirin.
 

Sernavên din

18/12/2024
15:34 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Tişrînê dikin
14:54 Xelkê Silopiyayê li dijî êrişan meşiya: Rojava rûmeta me ye
14:23 Li gorî wezaretê şanoya Kurdî ‘ewlehiya cemaweriyê’ xerab dike!
13:42 Dadgehê ji parêzeran re got: Kurro hûn çi diaxivin!
13:17 Kesên li Parîsê hatin qetilkirin dê bi girseyî bên bibîranîn
13:01 Meşa ‘azadiyê’ li Dîlokê ye: Şertê ewil ê çareseriyê azadiya Ocalan e
11:41 Bû 23 roj hêj jî wezaretê ji bo Îmraliyê ‘dema guncav’ diyar nekiriye
09:54 Xelkê Agiriyê ji şaredariya xwe razî ye
09:52 'Heke hûn dixwazin bi hev re bijîn modela Rojava esas bigirin'
09:20 Şandeya kesên pispor ji ber HES’ê li Geliyê Zorê keşf kir
09:08 Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin
09:01 'Rojava ji bo jinan û gelan hêvî ye'
09:01 Banga yekitiyê li 4 parçeyên Kurdistanê kirin
09:00 30 sal in manşeta 'Bila mirovahî fedî bike!' ya ji bo kurê xwe vedişêre
09:00 ROJEVA 18’Ê KANÛNA 2024’AN
17/12/2024
21:43 Li navçeyên Rihayê hevdîtinên azadiyê
21:35 Nobeda li sînorê Qamişliyê: Çareserî li Îmraliyê ye
16:03 Li Êlihê li dijî qeyûm berxwedan didome: Em serî natewînin
15:42 Ji damezirînerên ÎHD’ê Husnu Ondul wefat kir
15:17 BES-AR: Sînorê xizaniyê nêzî 80 hezar lîreyan bû
15:10 Dewleta tirk gundên Girê Spî bombebaran kir
14:56 Ji girtiyan re qertên piştevaniyê şandin
14:48 Jiyan Ateş a 8 caran tehliyeya wê hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Dayikên Aştiyê li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
14:01 Nobeta li ser sînor di roja 5’an de didome
13:57 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:47 Hevserokê MED-DER’ê yê berê Rifat Ronî hate berdan
13:26 Bayindir bang li Meclisê kir ku bi ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bicive
12:31 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
12:30 Beriya danişîna Rifat Ronî daxuyanî hate dayin: Ziman, hebûna me ye
11:38 Li Wanê rêya 21 gundan hatin girtin
10:42 'Mûxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye’
10:38 Ji bo çareserî û azadiyê birêketin: Em piştgiriyê bidin meşê
10:25 Serokê Yekitiya Suryanan: Rêveberiya Xweser temînata nasnameyan e
09:51 Jiyan Dêrik: Heta jin hebin dê her li ber xwe bidin
09:44 Bernameya ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê’ ya Edeneyê
09:31 ‘Mesele pirsgirêka kurd nîne meseleya Tirkiyeyê ye’
09:27 Mûrat Karayilan: Li Rojava têkiliya me bi tu rêxistinan re nîne
09:10 Jinên Ereb û Ermen li dijî êrişên Tirkiye û komên paramîlîter li ber xwe didin
09:07 Tirkiye 7 sal in cenazeyê Campbellê nade
09:03 Piştgiriya ji bo berxwedêran: Em jiyaneke wekhev û azad dixwazin
09:00 'Rojava li dijî hêzên emperyalîst û paşverû alternatîf e'
09:00 Di ser mirina Eyşe Şanê re 28 sal derbas bûn
09:00 Şengal ji bo Rojava seferber bûye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2024'AN
16/12/2024
16:14 Ji 4’ê Mijdarê ve li Êlihê nêzî 300 kesan hatin binçavkirin
15:59 Li ser sînorê Qamişloyê daxuyanî: Abdullah Ocalan dikare şer bi dawî bike
15:52 Li Mêrsînê binçavkirin hatin protestokirin
15:48 Li Îzmîrê piştgirî dan kampanyaya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’
14:47 ‘Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê meşa me bidome’
14:42 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome
13:42 Binçavkirin li Wanê hatin protestokirin
13:41 Li Kobanê bi deh hezaran kes li dijî êrişan rabûn ser pêyan
12:36 Rêveberiya Xweser beyannameya diyalogê eşkere kir
11:42 'Divê kesek li ser Kurdan hesabên şaş neke’
11:36 'Wisa xuya dike ku dê HTŞ jî wek rejîma BAAS siyasetê bimeşîne'
11:05 Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
10:54 HDK: Dê jin qedera Rojhilata Navîn diyar bikin
10:53 Oya Baydar: Divê partiyên muxalefetê gav biavêjin
Onûr Hamzaoglû: Weke gava ewil divê tecrîdê rakin
10:52 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
10:52 'Li hemberî şer pêwîstî bi rêxistinbûna jinan heye’
10:51 EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye
10:13 Li dijî êrişan li ber xwe didin: Rojava rûmeta mirovahiyê ye
10:12 Bîrdal: Ji bo Abdullah Ocalan biaxive divê zemîna hiqûqî were amadekirin
09:26 Ji bo 'Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' banga tevlibûnê
09:08 Ji ber krîza aboriyê nikarin xwe germ bikin
09:02 'Nenaskirina mafê hêviyê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye’
09:01 Ji bo doza Hevserokê MED-DER’ê yê berê Ronî banga piştevaniyê
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2024'AN
08:05 Xwebûn bi manşeta ‘Çol de gulêke: Rojava’ derket
15/12/2024
17:07 Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’
16:53 ‘Em jin, ji bo bidawîkirina mafên mirovan aştiyê diparêzin’
16:42 Şivanê ketibû çem mirî hate dîtin
16:41 'Bi qeyûman re dixwazin Kurdan li her qadê tune bikin’
16:08 Li ser sînor bang kirin: Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala Kurdan
16:07 Mazlum Ebdî têkildarî civîna li Urdunê daxuyanî da
14:16 Rêveberiya xweser banga hişyariyê li xelkê herêmê kir
14:09 Di 3 rojan de gelek sivîl bi êrişên dewleta tirk hatin qetilkirin
13:51 Ozel: Bi gotina ‘pirsgirêka Kurd tune ye’ re pirsgirêk çareser nabe
13:37 Nobeta li ser sînorê Qamişloyê di roja 3’yemîn de didome
13:11 Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin
13:10 Rêveberiya Kantona Firatê ji bo Kobanê bang kir
12:21 Encamnameya 3’yemîn Konferansa Jinan a DBP’ê hat eşkerekirin
12:02 Bakirhan bang li şaredariyan kir: Divê astengdar bikarin xwe bigihînin xizmetan
11:59 ‘Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê' sibe dest pê dike
11:28 Budak ê ji DEM Partiyê îstîfa kirî meclisa şaredariyê bêbandor kir
11:14 Hejmara 94’an a Kovara Jinê derket
10:35 Li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê nobet: Em ê rê nedin êrişan
09:58 Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve
09:31 Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire
09:00 Medyaya îktîdarê şer sor dike
09:00 ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN
14/12/2024
18:38 DAIŞ'ê 6 şivan kuştin
18:34 Pinar Aydinlar hat berdan
17:32 Çalakiyên protestokirina êrişan: Parastina Rojava erka her kesî ye
15:50 Xwestin biryara demborî ya doza kesên hatine qetilkirin bê rakirin
15:38 Li Amedê Daîreya Xizmeta Pîr û Kalan hat avakirin
15:30 Jiyana girtiyên nexweş Kaytan û Okur di xetereyê de ye
15:16 Rewşenbîr 'çareseriyê' dixwazin: Aştî ferz e
15:03 Li Geverê operasyona leşkerî