Parêzeran di Doza Tahîr Elçî de eywana dadgehê terikand

  • rojane
  • 10:30 12 Hezîran 2024
  • |
img

AMED -Di danişîna 11'emîn a Doza Tahîr Elçî de dozger der barê polîsên bersûc de daxwaza biryara beraetê bê dayîn dubare kir. Parêzeran xwest delîl bên behevkirin. Piştî parastin û axaftinan parêzeran eywana danişînê terk kirin. 

 
Danişîna 11’emîn a doza derbarê Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a navçeya Sûr a Amedê hate qetilkirin de hatiye vekirin li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Di danişîna ku tê payîn dê biryar derkeve de parêzerên dosyayê amade bûn. Hevjîna Elçî Turkan Elçî, Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, gelek serokên baroyan, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan û gelek kes danişînê dişopînin.
 
Polîs Sînan Tabûr, Fûat Tan û Mesût Sevgî ji ber sûcê “biqisûra qestî bûye sedemê mirinê” tên darizandin. Her wiha di dosyayê de tê xwestin ku bersûcê fîrarî Ûgûr Yakişir bi îdiaya “du polîs kuştine û xerakirina yekitiya dewletê” were cezakirin.
 
Polîsên bersûc ku dozger di mutalaya xwe de daxwaza beraeta wan kir, bi ser SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. 
 
Danişîn bi tespîta nasnameyê dest pê kir. 
 
Dozger ango meqamê îdiayê, nêrîna xwe ya der barê esasê de ku pêşkêşî dadgehê kiribû dubare kir. Dozger îdia kir ku Tahîr Elçî bi guleyek nayê zanîn ku ji ku ve hatiye canê xwe ji dest daye û diyar kir ku ne sabît e ku sûc ji aliyê bersûcan ve hatiye kirin. Dozger bi hincetên navborî der barê polîsan de biryara beraetê xwest. 
 
 
 
'DÎMENÊ JI 13 SANIYEYAN PÊK TÊ WINDA YE’ 
 
Birayê Elçî, Mehmet Elçi jî wiha axivî: “Piştî ku Tahîr Elçî got, ‘Ez li vir pevçûn û şer naxwazim’ bi 5 deqîqeyan pevçûn derket. 13 saniyeyê kameraya ku kêliya gule li Tahîr Elçî dikeve hatiye windakirin. Ev dîmen nehatin xwestin. Dozgeran gefê li çend şahidan xwarin û şantajê kirin. Zorê dan şahidan ku dijî Elçî îfade bidin. Ji bo şandeya dadgeha we bûyerê ronî neke çi ji destê wê hat kir. We di danişîna ewil de gefa ku Turkan Elçî ji danişînê derxin xwar. Hûn biryara beraetê dixwazin, lê ev biryara we ne rast e.” 
 
 EREN: EM HEMÛ ŞAHIDÊN CÎNAYETÊ NE 
 
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî destnîşan kir ku ew 4 sal li benda destpêkirina darizandinê sekinîne û wiha got: “Piştî ku darizandin hat destpêkirin, ji bo bûyer were ronîkirin me gelek daxwazan kir. We hemûyan red kir. Dosyeya Tahîr Elçî çima ewqa girîng e? Çimkî cînayet bi xwe gelek tiştan bi me dida îfadekirin. Cînayetek xeternak e. Li pêşberî bi dehan kamerayan, ro li nîvro serokê baroyekê hat kuştin. Em hemû şahidên vê cînayetê ne. Her kes dizane ku vê cînayetê kiriye. Lê hêzên ku vê cînayetê vedişêrin hene.” 
 
‘TAHÎR ELÇÎ DI ENCAMA SÛÎKASTEK SIYASÎ DE HAT KUŞTIN’ 
 
Eren axaftina xwe wiha domand: “Serokwezîrê dema ku cînayet qewimî got, ‘Nabe ku ser vê bûyerê were girtin, nixumandin’. Çima serokwezîrek vê rewşê rave dike. Çimkî li vî welatî tiştên wiha hene. Ewilî li dijî Tahîr Elçî kampanyaya lînckirinê dest pê kir û paşê daraz jî daxilî vê kampanyayê bû. Em wek parêzerên vê dozê dibêjin; ev dozek sûîkasta siyasî ye. Yê ku pênasekirina sûîkasta siyasî dike ne ez im. Serokwezîrê vî welatî viya got. Serokwezîrê wê çaxê got ev doza qetlîamek sûîkasta siyasî ye. We daxwaza guhdariya li serokwezîrek ku vê pênaseyê dike, red kir. We dest ji kifşa li cihê bûyerê berda. Em ne bawerin ku ji vê dadgehê biryarek adil derkeve. Ji bo ev doz were ronîkirin tu tiştek adilane nehat kirin.” 
 
NERAZÎBÛN NÎŞANÎ MUTALAYÊ DA 
 
Eren nerazîbûn nîşanî mutalaya dozger da û got: “Em ê di encama vê darizandinê de mêzina we ya edaletê bibînin. Rêbaza darizandinê ya doza ceza de di vê dozê de nehat dîtin. Ev mutala ne mutalaya ku pêşkêşî dosyeya Tahîr Elçî bê kirinê ye. Ne meseleya darizandina 3 polîsan e jî. Em dixwazin h^n hemû daxwazan bi cih bînin û li gorî vê yekê em dixwazin hûn biryarê bidin.” 
 
CENGÎZ: 20 SAL JÎ BIDOME EM Ê VÊ DOZÊ BIŞOPÎNIN 
 
Ji parêzerên malbata Elçî, Orhan Kemal Cengîz jî wiha axivî: “Dadgeha ku li vê dozê dinêhire û dozgerên ku lêpirsîna vê cînayetê bi rê ve birin, bi teref in û girêdayî ne. Şahidên ku ji aliyê dozgeriyê ve anîne bi xwe gotin; ya îşkence li wan hatiye kirin an jî di bin zextan de îfade dane. Ji bo ser vê cînayetê binuxmînin çi ji destê wan hat kirin. Ji bo cînayeta Tahîr Elçî neyê ronîkirin ji destê kê çi hat kirin. Hemû daxwazên ku wê bandorê li ser dozê bikin, hatin redkirin. Gelek delîl di vê dozê de hatin tunekirin. Baro, rêxistinên sivîl bi israr vê dozê dişopînin. Ev doz 20 sal jî berdewam bike em ê bişopînin. Wê hemû berpirsiyar hesab bidin.” 
 
YALÇIN: LÊKOLÎNA PÊWÎST NEHAT KIRIN 
 
Parêzer Gamze Yalçin jî destnîşan kir ku di Doza Tahîr Elçî de polîtîkaya “bêcezhiştinê” berdewam dike û got: “Dozger di mutalayê de dibêje, ‘tevî hemû lêkolînan jî delîl nehatine bidestxistin’. Em jî dibêjin li gorî vê îfadeya di mutalayê de, ji bo cînayet were ronîkirin tu lêkolîn nehat kirin. Piştî Tahîr Elçî hat kuştin tu meqamê lêpirsîn û lêkolînek pêwîst nekiriye. Heke li cihê bûyerê delîl bihatana nimrekirin, wê guleya li serê Tahîr Elçî ketiye bihata dîtin û faîl bihatana dîtin. Ji ber ku lêkolîna cihê bûyerê nehatiye kirin û delîl nehatin berhevkirin, delîl hemû hatin windakirin. Piştî cînayetê 4 meh şûnve lêkolîn hat kirin. Heke ne ji rapora Zanîngeha Londrayê bûya, wê dosyeya Tahîr Elçî bi dembihûrînê re rû bi rû mabûya û wê dosye faîl nediyar bihata hiştin. Helwesta meqamên lêpirsînê, bandorê li ser meqamê darizandinê kir. Di qonaxa şopandinê, lêpirsînê de daxwazên me yên bandorê li ser esasê bikirina nehat nixandin û delîl nehatin berhevkirin. We hemû daxwazên me red kirin.” 
 
MOLU: LÊPIRSÎNA BI BANDOR NEHAT BIRÊVEBIRIN 
 
Parêzer Benan Molu jî anî ziman ku Tahîr Elçî heta roja hat kuştin jî tevahiya jiyana wî bi têkoşîna li dijî bêcezahiştinê re derbas bû û got: “Dosye binpêkirina hukmê ‘lêpirsîna bibandor’ hat birêvebirin. Mixabin heta niha jî lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin û encam jê nehatiye girtin. Ev dosye tu zemanî wek dosyeya serokê baroyekî ku destnîşanî azadiya derbirînê dikir nehatiye dîtin. Darizandin li gorî vê yekê nehat kirin.”
 
KOKSAL: BÊYÎ NÎQAŞKIRINA DELÎLAN NABE KU MUTALA BÊ DAYÎN 
 
Parêzer Tugçe Duygu Koksal jî li ber mutalaya dozger rabû û got: “Em vê mutalayê qebûl nakin. Dema meriv li mtualayê dinêre qey meriv dibêje mirovek ji rêzê hatiye kuştin û wisa hatiye pênasekirin. Ev dosye ne dosyeya mirovek kuştî ya ji rêzê ye. Heke dadgehê li cihê bûyerê kifşê bikira wê îro bersûcên cuda jî hebûna. Ne diyar e ku kê Tahîr Elçî kuştiye. Gule jî li holê tune ye. Ser hemû delîlan hat girtin. Ji ber vê yekê nabe ku mutala bê ka ev operasyon çawa hatiye kirin, gule kuştinê kî berdaye û delîl neyên nîqaşkirin, were dayîn. Lê belê dozger mutalaya xwe ya beraetê da. Divê dîmen dîsa bihatana temaşekirin. Divê bûyer dîsa bihata zindîkirin. Ev nehatin kirin. Nehat dîtin ku kê Tahîr Elçî kuştiye. Gule hat dîtin, yanî delîl hatin berhevkirin lê delîl hatin veşartin. Bi vê yekê nahêlin ku ceza were sepandin.” 
 
YAZGAN: ZIMANÊ ÎDIANAMEYÊ ŞERMA VÎ WELATÎ YE 
 
Parêzer Aynûr Tuncer Yazgan jî wiha got: “Di vê dozê de maktulek û ji kesekî zêdetir bersûc hene. Polîsên bersûc çi hewldanê nîşan dane ku bi muhtemeliya qestî tên darizandin. Zimanê îdianameya vê dozê şerma vî welatî ye.” 
 
SAGKAN: TU DAXWAZIYEK MIN JI WE TUNE YE 
 
Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan jî wiha axivî: “Cara ewil e ku em dibînin dozgerek bêyî ku der barê bersûcê bûyerê de lêkolîn bike û ji bo bûyer ronî bibe ketiye nava biryarek leha bersûc. Em çûn û hatin em dîsa hatin serê meseleyê. Kesên ku sifata bersûc li ser wan, a rast wek şahid hatin guhdarîkirin. Parêzerên dosyeyê bi salan têkoşiyan ku ji bo polîs sifata bersûciyê bigirin. Ev 11 celse ne em hemû li vir in. Lê tenê bersûc ne li vir in. Di dosyeyek ewqas krîtîk de, ewqas parêzerên ku pirr micid amadekarî kirine hene, we mafê me yê ku ew bersûc bên darizandin û jêpirsîn ji destê me girt. Em dizanin biryara we pirr zelal e. Jixwe biryar belî ye. Heke we hemû lêkolîn kiribin û ev li gorî wîjdana we be, tiştekî em ê bêjin tune ye. Tu daxwaziyek min ji we tune ye. Nexwê em ê vê dosyeyê bibin dadgehên bilindtir.” 
 
AKTAR: JI BO KU TAHÎR ELÇÎ KURD E BERSÛC NAYÊN CEZAKIRIN 
 
Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî da zanîn ku wî şahidiya roja bûyerê kiriye û wiha got: “Dosyeya Tahîr Elçî ji roja ewil ve nehat ronîkirin. Roja ewil a bûyerê kes neket nava hewldana berhevkirina delîlan. Dozger radibe dibêje, ‘wê bersûc ji gumanê sûdê bigir’. Ev çawa çêdibe.” 
 
Aktar hin wêneyên aydî kêliya bûyerê nîşanî şandeya dadgehê da. Aktar destnîşan kir ku cînayeta Tahîr Elçî ne bûyerek wisa ye ku serê were girtin û delîlên wê bên veşartin û got: “Ji ber vê yekê neçar man dosyeyê vekin. Mantalîteya bingehîn ku bersûc neyên cezakirin ev e; ji berk u Tahîr Elçî kurd e.” 
 
BIRAZIYA TAHÎR ELÇÎ: EM Ê SEKNA WÎ YA BERXWEDÊR BIDOMÎNIN 
 
Biraziya Elçî, parêzer Berfîn Elçî jî got: “Ji ber ku darizandinek adilane nehat kirin, em tiştek ji we naxwazin. Em ê sekn û berxwedana serbilind a Tahîr Elçî bidomînin.” 
 
GUVEN: BAWERIYA EDALETÊ NEMAYE 
 
Parêzer Yakûp Guven jî got: “Li şûna ku emniyet ewlehiyê pêk bîne lê me dît ku emniyet ketiye bin gefan. Edliye cih û meqamên heq û edaletê ne, lê me îro û gelek carên din jî dît ku dadgeh bûne mekanîzmayên sergirtina bûyeran. Ji ber van sedeman êdî baweriya mirovan bi darazê û pêkanîna edaletê nemaye.” 
 
AYDIN: KUJER Û DARAZ HEMÛ YEK IN 
 
Parêzer Cîhan Aydin jî got: “Ji bo me ferqa kesên ku cînayeta Tahîr Elçî pêk anîne û yên ku kujeran diparêzin nîne, ji bo me hemû yek in. Em dixwazin kujerê Tahîr Elçî were dîtin.” 
 
TOKAY: TAHÎR ELÇÎ NEHAT PARASTIN 
 
Parêzer Azîz Tokay jî bal kişand ser pêvajoya gefên li dijî Tahîr Elçî û pêvajoya wî darizandinê û got: “Tahîr Elçî nehat parastinê. Wê aştiya vî welatî parast, lê ew bi xwe nehat parastin. Roja ku hat kuştin, aştî, edalet û hiqûq hat kuştin. Em hemû daxwazên xwe dîsa dubare dikin. Ji bo ku cînayeta Tahîr Elçî jî tev li karwanê cînayetên faîl nediyar nebe, me sond xwariye ku em ê heta dawiyê têbikoşin.” 
 
YETER: DIXWAZIN BI POLÎTÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ BIQEDE 
 
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter: “Dixwazin bi polîtîkaya bêcezahiştinê vê dosyeyê bigirin. Mafê jiyankirinê yê Tahîr Elçî hebû lê vî mafî ji destê wî girtin. Dibû ku wê rojê her yek ji me jî li wir bûya. Em dixwazin kuştina Tahîr Elçî were ronîkirin. Em tev dizanin mesele çi ye, bila kes kesî nexapîne.” 
 
BEŞTAŞ: DOZ BI DARÊ ZORÊ HAT VEKIRIN 
 
Parêzer Mesût Beştaş: Doza Tahîr Elçî dozek bi darê zorê hat vekirinê ye. Rewşa dozger li ber çavan e. Ev darizandin bi zexta raya giştî tê kirin. Derkevin van kolanan û bipirsin, ‘Kî vê cînayetê kir, çima kir?’ Wê her kes bêje Tahîr Elçî ji ber gotinên anîn ziman, hatiye kuştin. Tu armancek cînayetên siyasî nabe.  
 
Şandeya dadgehê navber da danişînê. 
 
SEROKÊN BAROYAN AXIVÎN 
 
Piştî navbera hat dayîn serokên baroyan axivîn. Seroka Baroya Stenbolê Fîlîz Saraç, Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, Serokê Baroya Enqereyê Mustafa Koroglû, Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, Serokê Baroya Agiriyê Serdar Gunakin jî di danişînê de axivîn û nerazîbûn nîşanî daxwaza ku bersûc bên beraetkirin dan û destnîşan kirin ku ev doz li vê dadgehê naqede û xwestin delîl bên berhevkirin. 
 
XWESTIN HIQÛQ PÊK WERE 
 
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, Serokê Baroya Gîresûnê Soner Karademîr, Serokê Baroya Bûrsayê Metîn Oztosûn, Seroka Baroya Dêrsimê Fatma Kalsen, Serokê Baroya Qersê Fettah Çapkurt, Serokê Baroya Edeneyê Semîh Gokayas, Serokê Baroya Antalyayê Huseyîn Geçilmez, Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn jî axivîn û xwestin hiqûq bi cih were û bê sepandin û li gorî nirxên gerdûnî biryar bê dayîn. 
 
‘WÊ DI DÎROKA DARAZÊ DE BIBE DOZA HERÎ ŞERM’ 
 
Seroka Baroya Bedlîsê Gulhan Bayram Sekmen, Serokê Baroya Ispartayê Unsal Çankaya, Serokê Baroya Zonguldakê Turker Kapkaç, Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, Serokê Baroya Semsûrê Bîlal Dogan, Serokê Baroya Batman Erkan Şenses jî diyar kirin ku delîlên bûyerê nehatine berhevkirin û heke ev doz bêceza were hiştin dê rê li ber cînayetên nû veke. Serokê baroyan destnîşan kirin ku Tahîr Elçî bi awayek nemerdî, bêbext û xayîn hatiye kuştin û wê ev doz di dîroka darazê de bi awayek xerab cihê xwe bigire. Serokê baroyan xwestin ku biryarek bêteref bê dayîn û ew ne li bendê ne ku dadgeh biryarek adilane bide û lê ew ê ji bo kujerên Elçî bên cezakirin dê bi her awayî têbikoşin. 
 
'39 DAXWAZ HATIN REDKIRIN’ 
 
Parêzer Mahsûnî Karamn jî da zanîn ku bêyî dosye bê lêpirsînkirin, di bin “siya dewletê” de hat birêvebirin û destnîşan kir ku divê lêpirsÎn ji nû ve bê birêvebirin. Karaman anî ziman ku di danişînê de heta îro 39 daxwazên wan hatine redkirin û bi tevî îro ve jî dê bibin 40 daxwaz. Karaman got bêhiqûqiya ku di danişînê de diqewime ew ê qebûl nekin. 
 
Parêzer Mahsûn Bati jî diyar kir ku ew bêhiqûqiyê qebûl nakin û ji ber vê bêhiqûqiyê dadgehê protesto dikin. 
 
Parêzer û beşdarên li eywana danişînê li çepikan dan û eywanê terikandin. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

13/06/2024
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye
09:43 Ber bi Colemêrgê ve ketin rê
09:30 Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye
09:29 Parêzer Sevîmlî: Qeyûm rêbirî ye, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye
09:03 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 200 roj in li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:34 Konsera dawî ya 6’emîn Rojên Ma Musicê diyarî Colemêrgê hat kirin
12/06/2024
23:54 Li Stenbolê li dijî xespkirina vînê meş: Em qeyûm qebûl nakin
22:50 Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome: Divê peyama mîtînga Colemêrgê xurt be
20:29 Rêveberê DEM Partiyê Avşar li edliyê hat derbkirin
20:25 Çalakvanên Cenevreyê wê di 25’ê Hezîranê de li pêşiya CPT’yê bin
20:16 Li Wanê 7 kes hatin binçavkirin
17:06 Di doza kuştina Tahîr Elçî de polîsên bersûc hatin beraetkirin
17:03 Derket holê ku yek ji provokatorên li pêşiya şaredariyê namzeta AKP’ê ye
16:38 Meşa Demokrasiyê li Colemêrgê ye: Em ê qeyûm bişînin
16:34 Faîlên tecawizê hatin girtin
16:26 ‘Meşvanên Demokrasiyê’ gihiştin Colemêrgê
16:16 Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin
16:15 Karsazên Amedê bertek nîşanî 'qeyûmperestan' dan: Em kesên îthalkirî naxwazin
16:04 Li bendê ye biryara Doza Tahîr Elçî were eşkerekirin
16:02 Alimên olî: Ji bo ku dengê me bilindtir bibe em ê li Colemêrgê bin
15:51 Dîmenên lêdanê yên melayê ‘sîxûr’ derketin holê
15:28 Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:08 ÎHD: Divê qanûnên ku xebitandina zarokan qedexe dikin bên çêkirin
15:07 Faîlê tundiyê Sînan Akay hate girtin
13:40 Di kongreya MEBYA-DER’ê de bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê dan
13:27 Têkildarî giliya rojnamevan a derbarê lêgerîna tazî de biryara neşopandinê
13:03 Dozger ji bo Samast daxwaza demboriyê kir!
12:17 Ji ber berteka nîşanî tecawizkar dabû ceza dan lîstikvan Ezgî Molayê
12:16 AYM’ê têkildarî şopandina hevdîtina parêzer û muwekîl biryara binpêkirinê da
12:12 Siyasetmedar Ferîdûn Yazar li ser gora xwe hat bibîranîn
11:55 Gerok Ma li Şemrexê şahiya zarokan li dar xist
11:54 Li Stenbolê li dijî nexweşxaneyeke taybet êrişeke çekdarî
11:41 Ji bo ji qeyûm re bêjin ‘raweste’ bi rê ketin
11:25 Danişîna teqîna li Pasûrê hat taloqkirin
11:23 Zarokê wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
11:12 Pisporan ji bo Meclisa Alman pêşniyar kirin: Tirkiyeyê ji konseyê derxînin
11:06 'Li Tirkiyeyê ji her 5 zarokan yek jê weke karker tê xebitandin’
11:03 'Dixwazin ser cînayeta zarokê karker Haskîro binuximînin’
10:42 Parêzer Nîkbakht: Cezayê li Ozdemîr hatiye birîn cezayekî keyfî ye
10:30 Parêzeran di Doza Tahîr Elçî de eywana dadgehê terikand
09:58 Rojnamevan Silêman Ehmed 232 roj in girtî ye
09:02 Malbata Denîz Poyraz: Keça me di dilê gelê kurd de dijî
09:02 Mitînga Colemêrgê li Qada Otogarê ye: Li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin
09:01 Wê sibê biçin mitînga Colemêrgê: Divê gel xwedî li vîna xwe derkeve
09:01 Çalakiya 'Azadkirina Ocalan' ya girtiyan didome
09:01 Hejmara 'karkeriya zarokan'' her sal zêdetir dibe
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:48 Li Amedê 6 siyasetmedar hatin girtin
11/06/2024
22:45 Berxwedana li dijî desteserkirina vînê didome
20:59 Li Cizîrê mirineke biguman
20:53 Li Colemêrgê kolan bi kolan gel vexwendin mitîngê
20:07 Piştî hevdîtina Ozel-Erdogan MYK'ya CHP'ê civiya
20:00 Di hevdîtina DEM Partî û KE'yê de tecrîd hat gengeşekirin
19:43 Hevdîtina Ozel û Erdogan saet û nîvekê dewam kir
16:23 Bertek nîşanî derbkirina parêzer Kaya dan: Êrişeke li dijî parastinê hatiye kirine
16:22 Nerazîbûn nîşanî êrişa li ser SwingAmedê hat dayîn
16:08 ‘Divê nexweşên Nexweşxaneya Dewletê ya Îluhê neyên mexdûrkirin’
15:39 DBB’ê bertek nîşanî medyaya alîgir da: Em tenê dikarin li pêşberî gel çok deynin
15:31 Sonuk: Qeyûm xizmeta gel nekiriye, ji bo saziyên dewletê xebitî ye
14:09 Danişîna kameraman Akkaya hat taloqkirin
14:08 Ji bo polîsên ku lêgerîna tazî ferzkiribûn daxwaza cezakirinê
14:06 Ji bo mitînga Colemêrgê bang hate kirin
13:11 Zarokê di atolyeya tekstîlê de dihat xebitandin jiyana xwe ji dest da
12:55 Bahçelî dîsa gelê kurd hedef girt
12:46 Bertek nîşanî serokê ku got ‘Em hewl didin şerh deynin ser kurdî’ dan
12:45 Hatîmogûllari ji Erdogan re got: Ma gel tenê dema te hildibijêre dibe gel?
12:28 Di doza Metîn Lokûmcû de daxwaza beraeta polîsan hate kirin
12:27 Ji siyasetmedarên binçavkirî pirsa ‘Kurdistan ku dere’ hate kirin
12:09 Di 10 salan de 695 zarok di cînayetên kar de mirin e
12:00 Doza rojnamevan Gok: Şahidekî ‘nepen’ ê nû li dosyayê hate zêdekirin
11:47 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re dîsa serlêdan kirin
11:11 ‘Meşa Demokrasiyê’ li Geverê ye: Dê îradeya gel bi ser bikeve
10:34 Ketina 2 gundên Geverê hate qedexekirin
10:28 Meşvanên demokrasiyê: Heta ku qeyûm biçe em ê têbikoşin
10:25 Qedexeya derketina derveyî welat a Alagaş nehat rakirin
10:14 Li du bajaran êrişî jinan hate kirin
10:13 Di cînayeta Elçî de roja biryarê sibê ye: Hêj guman hene û delîl nehatine komkirin
09:55 Tanrikûlû: Heke îktidar bi xwe bawer e bila sindoqan deyne
09:49 Li dijî xespkirina îradeyê dê di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê bin
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:29 Ji sala 2021'ê ve tu kes di wextê xwe de ji Girtîgeha Sîncanê nehatiye berdan
09:27 Hefteyeke di nobetê de ne: Qeyûm talan û xespkirine
09:09 Siyasetmedar Lezgîn Botan: Tecrîd dibe sedema krîzên piralî
09:07 Li Stenbolê nobeda li dijî tayinkirina qeyûm: Mecbûr in vîna me esas bigirin
09:04 Feminîst li dijî qeyûm in: Em ê dev ji gotina ‘na’ bernedin
09:01 Du birayên girtî bi salane li ber xwe didin û nexweş in
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:10 Bi sûrên Stenbolê ve pankarta 'bicehime qeyûm' hat daliqandin
10/06/2024
23:59 Li Stenbolê Nobeta Edaletê: Divê têkoşîna rêya sêyem bê xurtkirin
23:09 Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin
22:27 Roja ewil a 'Meşa Demokrasiyê' bi dawî bû
20:37 Berdevkê CHP'ê: Qeyûm, qanûna darbeyê ye
19:27 DEM Partiyê li ser meseleya tayinkirina qeyûman serdana 3 partiyan kir
17:40 Colemêrgiyan vexwendin mîtîngê
16:55 Li pêşiya girtîgehan bang kirin: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
16:44 Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin
16:09 Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
15:45 Hevserok Erol îfade da: Wek qanûnî wêneya Erdogan ne ferz e