Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin

  • rojane
  • 10:17 13 Hezîran 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Di doza Denîz Poyraz de tetîkkêş hatin cezakirin, lê hêzên li pişt nehatin aşkerekirin. Parêzer Turkan Aslan Agaç diyar kir ku dixwazin dosyaya li Dadgeha Bilind e were xerakirin û “faîlên siyasî” yên li pişt bûyerê bên aşkerekirin. 
 
Di 17'ê Hezîrana 2021'ê de Onûr Gencer li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê bi çekê Denîz Poyraz qetil kiribû. Bi ser komkujiyê re 3 sal derbas bûn lê di pêvajoya darizandinê de bûyer nehate ronîkirin û sûcê hatiye kirin di tariyê de hate hiştin. 
 
Piştî bûyerê polîsên hatin ber avahiyê, demekê mudaxileyî bûyerê nekiribûn û gava Gencer daketibû jêrê jê re gotibûn "keko navê te çi ye?" û ew binçav kiribûn. Her wiha wê demê bi hezaran HDP'î jî ber bi avahiya partiyê ve hatibûn. Dayik Fehîme Poyraz jî ku xebera qetilkirina keça xwe bihîstibû, peyama "Denîzek çû, dê hezar Denîz bên" dabû. Gencer ê 24 saetan jî di bin çavan de nehate girtin bi lez û bez şandin Girtîgeha Şakranê. 
 
Kujer Gencer piştî ku hatibû girtin, lêpirsîna der barê wî de di 11'ê Cotmeha 2021'ê de hatibû temamkirin û Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê îdianameya wî amade kiribû. Di îdianameyê de hatibû xwestin ku bi sûcê "kuştina bi qesdî û sêwirandî" cezayê muebeda giran û bi sûcê "binpêkirina parêzbendiya kargehê", "zirardayîna li partiya siyasî û avahiya wê" jî 7 sal ceza li Gencer bê birîn.  
 
Danişîna dozê ya ewil di 29’ê Kanûna 2021’ê de dest pê kiribû û ji roja darizandin dest pê kiribû heta roja biryarê ji bo ku hêzên li pişt kujer dernekevin holê, hewl hat dayîn. Hemû daxwazên malbata Poyrazê û parêzeran ku ji bo hêzên li pişt bûyerê derkevin holê ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin. Dadgehê daxwazên kujer qebûl kiribûn, lê daxwazên malbat û parêzeran red kiribûn. 
 
Beriya danişîna 5’emîn ku di 12’ê Cotmeha 2022’yan de hatibû lidarxistin, serokê heyeta dadgehê hatibû guherandin. Serokê dadgehê yê nû berî ku li ser qoltixa dadgehê rûnê hemû daxwazên parêzeran red kiribû û destûr nedabû ku parêzer bi belgeya rayeyî tev li danişînê bibin. 
 
PARÊZER NEGIRTIN EYWANÊ 
 
Di danişîna 6’emîn de jî ku di 14’ê Cotmeha 2022’yan de hatibû lidarxistin, helwesta heyeta dadgehê ya li hemberî dozê neguherîbû û danişîn bêparêzer hatibû destpêkirin û destûr nehatibû dayîn ku parêzer û yên dixwestin dozê bişopînin bikevin eywana danişînê. Parêzeran bertek nîşanî helwesta dadgehê dabûn û leşkeran bi ava şid û gaza îsotê êrişî parêzeran kiribû. 
 
DANIŞÎNA BIRYARÊ
 
Di danişîna 7'an a biryarê de ku di 27’ê Kanûna 2022’yan de hat lidarxistin, şandeya dadgehê, parêzer, beşdarvan û xebatên çapemeniyê negirtin eywanê. Li Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û parêzerên dozê ku ji bo hevdîtina bi heyeta dadgehê re çûn kampusê, legerîn hate ferzkirin. Parêzerên ku ev pêkanîn qebûl nekirin negirtin eywanê. Beriya danişînê dîsa bi dehan daxwazên parêzerên dozê yên wekî amadekirina îdîanameya zêde ya derbarê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ya wekî tetîkêşê siyasî yê bûyerê hate redkirin. Şandeya ku bêyî bêparêzer danişîn bi rê ve bir ji sûcê "kuştina bi qesdî û sêwirandî" cezayê muebeda giran, ji sûcê "binpêkirina parêzbendiya kargehê" 2 sal, ji sûcê "zirardayîna li partiya siyasî û avahiya wê" 4 sal û ji sûcê “mûxalefeta li dijî qanûnan çekên bigule” jî 3 sal cezayê hefsê li Gencer hate birîn. 
 
DOSYA LI DADGEHA BILIND E
 
Li dijî biryarê hem parêzerên malbata Denîz Poyraz hem dozger hem jî parêzerê Gencer serî li Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê da. 1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Îzmîrê serlêdana ji aliyê parêzerên malbata Poyraz ve hate kirin di 19’ê cotmeha 2023’yan ji esasê red kir. Parêzerên dozê li ser vê yekê îtîrazî Dadgeha Bilind kirin. Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind xwest ku îtîrazên têkildarî dozê hatine kirin bên redkirin. Di mutalaya ji 1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind re hate şandin de hate xwestin ku serlêdanên parêzeran ên têkildarî nekomkirina delîlan, lêpirsîn û peyketineke bi bandor nehatiye kirin bên redkirin. Dosya hêj li Dadgeha Bilind e. 
 
Yek ji parêzerên dozê Turkan Aslan Agaç pêvajoya dozê nirxand. 
 
Parêzer Turkan Aslan Agaç 
 
LÊPIRSÎN JÎ DARIZANDIN JÎ KÊM E
 
Aslan Agaç, diyar kir ku 18 saet di binçavan de hiştina kujer jî dide nîşandan ku pêvajoyeke bi bandor nehatiye birêvebirin û wiha got: “Tevî daxwazên me bi lêpirsîneke bi ser ve ya dozgerê dosyayê îdianame hate amadekirin. Di 7 danişînan de pêvajoya darizandinê hate qedandin. Şandeya dadgehê tevî ku hemû kêmasiyên di pevajoya lêpirsînê de me anîn ziman jî lêgerîna heqîqetê bi nîqaşa belgeya rayeyê paşguhkir. Parêzer ji eywana danişînê hatin dûrxistin. Di du danişînên dawî de ne parêzer ne jî beşdarvan negirtin hundir. Di danişîna ku em nebûn de pêvajoya darizandinê hate bidawîkirin.”
 
Aslan Agaç, bi lêv kir ku îtîrazên ku li îstînafê kirine li ber çavan nehatine girtin û di mehekê de biryar hate dayîn: “Bêyî ku bergê dosyayê were vekirin cezayê li kujer hatiye birîn hate pejirandin. Temamê îtîrazên me hatin paşguhkirin. Dosya niha li 1’emîn Daîreya Dadgeha Bilind e. Di rojên borî de teblîxatnameya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind hat. Di vê teblîxatnameyê de îtîrazên me hincetên temyîzê bi berfirehî cih girtin û hatiye gotin ku daxwazên me li ser esasê hatine redkirin. Em li bendê ne ku li Dadgeha Bilind biryarek were dayîn.”
 
‘DIVÊ FAÎLÊN SIYASÎ BÊN AŞKEREKIRIN’ 
 
Aslan Agaç, destnîşan kir ku ji bo darizandineke rasteqîn divê bêhiqûqiyên hem li dadgeha herêmî hem jî yên di pêvajoya îstînafê de ji aliyê Dadgeha Bilind ve bên tespîtkirin û wiha domand: “Dadgeha dereceya ewil tu darizandinek pêk neanî. Tenê derbarê kesekî ku bi çeka xwe li cihê bûyerê hate girtin de hukum da. Hukmê hate dayîn jî kêm e. Divê ewilî ev veguhere xebateke darizandinê. Ji ber ku rêgeza bingehîn a darizandinên cezayî ew e ku tu li tiştên pişt bûyerê diqewimin digerî. Ji ber vê yekê ez li bendê me ku Dadgeha Bilind rê li ber darizandineke bi vî rengî veke. Em dixwazin dosya were xerakirin û ji dadgeha dereceya ewil re were şandin û bûyer bi tevahiya faîlên wê yên siyasî re bê aşkerekirin.”
 
Aslan Agaç, bi lêv kir ku di serdema Komarê ya Sedsalî de pergaleke hiqûqê ya rast nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ne xwediyê pergaleke ku li heqîqet û edaletê digerin e. Dibe ku bi ûsûl û qanûnan kêmasiyek nebe. Lê feraseta ku xebatên darizandinê bi rê ve dibe veguheriye mekanîzmayeke ku xwegihandina edaleteke rast asteng dike. Di bin navê hiqûqê de bêhiqûqî pêk tên. Heke me hiqûqeke rast û qanûn pêk anîbûna em da hem di pêvajoya lêpirsînê de hem jî ya darizandinê de rêgeza darizandineke adil esas bigirin. Heke darizandineke rast hebûya da ligel bersûc kesên pê dane kirin û lingê siyasî hatibûya aşkerekirin. Ji ber ku li heqîqetê nayê gerîn ne bersûc ne jî kesên pê dane kirin nehatin aşkerekirin.”
 
 ‘DIVÊ MHP BÊ LÊKOLÎNKIRIN’ 
 
Aslan Agaç, bal kişand ku axaftina kujer Gencer a bi serokê Ocaxên Ulku yên MHP’ê re derketiye holê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di van axaftinan de îşaret bi Navenda Giştî ya MHP’ê tê kirin. Dema em ji vê noxteyê bigirin dest divê faîlên esas li Navenda Giştî ya MHP’ê bê gerîn. Di lingê siyasî yê komkujiya Denîz Poyraz de divê MHP bê lêkolînkirin.”
 
MA / Semra Tûran
 

Sernavên din

16/06/2024
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin
10:32 Li Çiyayê Şengalê şewat derket
10:12 Çalakiya girtiyan a 'azadiyê' didome
10:11 Ajokar û muavînê bi dozger re nîqaş kirine bi îdiaya ‘lêdanê’ hatin girtin
09:28 Ji ber krîza aborî gel nikare dan û standina cejnê bike
09:26 Ji bo danişîna diya xwe bang li hemû kesên edaletxwaz kir
09:15 Gelek Denîz li pey Denîzê radibin
09:02 Welatiyên ku beşdarî mitînga Colemêrgê bûn: Polîtîkayên qeyûman li dijî mirovahiyê ye
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2024'AN
14/06/2024
23:34 Nobed di roja 11'an de ne: Bicehime qeyûm
20:49 Girtiyê ku piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hat pêşwazîkirin
16:49 Hatimogûllari serdana Şaredariya Akdenîzê kir
16:42 Derbarê girtiyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:41 Li Wanê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:35 Rêxistinên hiqûqê: Mafê daraza adîlane êdî bûye gotegot
15:09 Rojnamevan Serdar Karakoç bi şert hat berdan
15:09 OHD’ê ji bo Îmraliyê serî li Baroya Wanê da
15:08 Parêzer û malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdana cejnê kirin
14:28 Ji bo betalkirina mufredata nû serlêdan hat kirin
14:21 Polîsan Hevseroka ÎHD’ê şopandiye û tacîz kiriye
13:38 Hozan Şemdîn albûmeke nû derxist: Zozanên me
13:35 DEM Partiyê di salvegera Berxwedana Karkeran de banga têkoşîna hevpar kir
13:06 Dema kuştî kurd be û faîl leşker û polîs bin ‘bêcezakirin’ naguhere
11:52 Bû 6 sal Emîne Şenyaşar hêj nekariye şîna xwe bigire!
11:50 Banga berdana rojnamevan Serdar Karakoç hat kirin
11:18 Li Sêweregê şerê biçek: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
10:38 Ne kesên difiroşin razî ne, ne jî kesên dikirin!
10:17 Partiyên siyasî yên li Sêrtê bertek nîşanî qeyûm dan: Neheqî ye
10:16 Parêzerê Ocalan bersiva Wezîrê Dadê da: Heke tecrîd nebe çima hûn rapora CPT’iyê eşkere nakin?
09:59 Biraziya Tahîr Elçî: Dewletê guleyeke din li Tahîr Elçî da
09:46 Koroya Denîz Poyraz: Em ê bi stranên pirzimanî Denîzê bidin jiyandin
09:45 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:44 Endamê Meclisa ÎBB’ê: Divê hiqûqa li Edîrneyê çi be ya li Colemêrgê jî ew be
09:27 Parêzer Cînbaş: Tiştên li Colemêrgê qewimîn xefikeke hiqûqî ye
09:18 Li Şirnexê di 6 mehan de 20 caran qedexe hat ragihandin
09:05 Wê li ber CPT'yê daxwaza 'azadî ji Ocalan re' biqîrin
09:04 Plana îmarê ya duyem a qeyûm jî li dijî rêziknameyê bûye
09:03 Qeyûm 60 milyon TL bi 75 milyon TL faîzê stendiye
09:01 Li Girtîgeha Şirnexê pirsgirêka ava germ û sewqa nexweşxaneyê
09:01 Li Girtîgeha Tîpa S cezayê hucreyê dan girtiyan
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2024'AN
13/06/2024
20:24 Hatîmogullari: Bila qeyûm demildest dest ji peywirê berde
Bakirhan: Colemêrg em in, hebe hebe ew dagirker in
18:19 Di mîtînga li dijî qeyûm de peyamên berxwedanê: Wê ev polîtîka têk biçe
16:57 Akiş ji mitîngê re peyam şand: Em ê berxwedana xwe bidomînin
16:51 Artêşa Îsraîlê bi ser Cenînê de girt
16:50 Li Şaredariya Sêrtê sepana ‘Jinqertê’
16:41 Di doza ‘Akademiya KCK’ê’ de 12 kesan beraet kir
16:20 Bi deh hezaran kes di mitînga şermezarkirina qeyûm de ne
15:08 Bi hezaran kes hewl didin ji Depînê derbasî nava Colemêrgê bibin
14:31 Li Colemêrgê ji du baskan ve bi hezaran kes diherikin qada mitîngê
14:00 Beriya Cejna Qurbanê li Îdir û Rihayê zem li bihayê nan hate kirin
13:44 Dozger xwest 6 rojnamegerên jin bên cezakirin
13:36 Rêxistinên hiqûqê li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
13:35 Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin
13:20 Rapora Egîtîm Senê: Dixwazin nifşekî napirse û îtîraz nake biafirînin
12:45 Di 5 mehên ewil ên salê de 738 karker mirin
12:19 Şewata li parzîngeha li Hewlêrê derketî nikare were vemirandin
12:11 Xizmeta şaredariyê ya avê bi hinceta ‘teserûfê’ hate astengkirin
11:57 ‘Sîxûrtiya bandorê' ji paketa darazê hate derxistin
11:51 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ‘Planên Stratejîk’ bi gel re amade dike
11:37 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:09 Dozger ji rojnamevan Muftuoglû re ceza xwest
11:08 Çalakvanên li dijî qeyûm ketibûn rê gihiştin Colemêrgê
10:58 Ji ber rapora ATK’ê nehat danişîn hat taloqkirin
10:57 Tirkiye ji bo karkeran di nava 10 welatên herî xerab de ye
10:46 Birayê Omer Hayrî Konar hate binçavkirin
10:28 Helbestên 'talûke' yên girtî Bataray wekî pirtûk hatin çapkirin
10:19 Li 16 bajaran 58 kes hatin binçavkirin
10:18 Piştî meaşê wan hat birîn dest bi provokatoriyê kirin
10:17 Doza Poyrazê li Dadgeha Bilind e: Divê faîlên siyasî bên aşkerekirin
09:58 Çûyîna derveyî welat a hevşaredar Sîncar hate astengkirin
09:56 ‘Heta ku qeyûm diçe em ê li ber xwe bidin’
09:47 ‘Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe’
09:45 Di êrişan de 2 hezar hektar erdên çandiniyê û 19 hezar dar şewitîn
09:44 Hunermendan bertek nîşanî qeyûm dan: Qeyûm dagirkerî, darbe û îpotekirina vînê ye
09:43 Ber bi Colemêrgê ve ketin rê
09:30 Di mirina biguman de rojnivîsk winda ye
09:29 Parêzer Sevîmlî: Qeyûm rêbirî ye, tu bingeheke wê ya qanûnî tune ye
09:03 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 200 roj in li ber xwe didin