‘Kanê ew cejnên berê’

  • rojane
  • 09:08 19 Hezîran 2024
  • |
img

RIHA - Welatiyên ji Rihayê bi kêfa dilê xwe cejnê pîroz nekirin. Gotina mezinan a “Kanê ew cejnên berê” vê carê ji devê ciwanan nakeve. 

 
Li Rihayê Cejna Qûrbanê wekî cejnekî derbas nabe. Welatiyên bi krîza aborî û civakî cejnê pêşwazî dikin di nav xem û pirsgirêkan de ne. Hinek welatiyên ku me mikrofona xwe dirêjî wan dikin ji ber qûrban serjê nekiriye, hinek ji ber nekariye lazimiyên cejnê bistîne, hinek jî ji ber sewalên xwe nefirotine xemgîn in. Ciwan jî derbarê pirsgirêkên ku dijîn de gotina mezinan a ‘Kanê ew cejnên berê’ ji devê xwe naxin.
 
Mahmût Kamçi (44) anî ziman ku ew ji ber bêderfetiyê rojên zehmet derbas dike û wiha axivî: “Min her cejê qûrban serjê dikir lê belê ev 5 cejnin min qûrban serjê nekir. Ji ber bihayê zêde yên qûrbanan kes nekarî qûrbanekî bistîne. Îro bihayê pez bûye 15 hezar lîre. Jixwe ez nikarim qala bihayê dewaran bikim. Dema hûn zewicîbin û 4 zarokên we hebin, hûn tenê dikarin lê binêrin. Bi qasî enflasyon wiha be rewş dê wisa be û em ê nikarin qûrbanê bistînin. Bila Wezîrê Maliyeyê Mehmet Şîmşek di nava gel de bigere û em 17 hezar lîreyan bidin wî, heke karibe debara xwe bike ez ê tevahiya mûçeya xwe bidim wî.”
 
‘CILÊN MIN ESNAFAN DAN MIN’
 
Îbrahîm Karakûzû (47) da zanîn ku ew debara xwe bi tenê muçeya berastengdariyê dike û wiha got: “Mûçeya min a mehane 4 hezar û 196 lîre ye. Berê li kolanan dimam û piştre derbasî malê lênêrînê bûn. Ji ber nêzîkatiya wê derê ji wir jî derketim. Niha di kirê de me. Kirêya min 2 hezar û 500 lîre ye. Ji min re pere namîne. Cilên min esnafên derûdorên min didin min. Weqfek hebû ku lêçûnên cejnê dida min îsal wan jî neda. Ev 3 roj in ez xwarinê naxwim. Goşt çi ye nizanim. Yên ku qûrbaniyan bibirin jî goştê wê nadin me. Dîsa dewlemend di navbera xwe de parve dikin.” 
 
‘KES ŞEKIROKAN NAKIRE’
 
Îzol ê ev 16 sal in li Balikgolê ya dîrokî ya Rihayê dikandariyê dike anî ziman ku her diçe ew bêhtir beriya cejnên berê dike û wiha axivî: “Kar kêm e, em şekirok, lokûman difiroşin. Par hinek kar hebû lê îsal gelek tena ye. Dema fitotin nebe hûn neçar in ku bihayê kêm bikin. Şûna em 5 lîre kar bikin, em bi bihayê stendinê, şekirokan difiroşin. Wekî cejnên bere, kêm û coşa cejnan jî nema.”  
 
SEWAL MAN DI DESTAN DE
 
Mûstafa Tekîn (44) ê di bazara sewalan de sewalkariyê dike diyar kir ku sewalên wî di destê wî de mane. Tekîn ev tişt gotin: “Welatiyên xizan jî tên, em bi erzanî difiroşin wan. Îsal me hinekî baştir sewal firotin lê belê halê cîranên me perişan e. Dahatûya ji firotinan hatiye têrî lêçûnan nake. Gelek mirov nekarîn sewalan serjê bikin. Hinek hatin û destvala vegeriyan. Berê roja duyem de pez di deste kesekî de nediman, her kes tiştên xwe kom dikir û diçû. Niha cejn bi dawî dibe, û halê bazarê li ber çav e. Her der tije sewal in.” 
 
CIWAN: CEJNA HERÎ XIRAB 
 
Mahmût Y. (17) anî ziman ku ew ji ber bêderfetiyê di temenekî biçûk de dest ji dibistanê berdaye, û wiha got: “Min bi malbata xwe ya 11 kesan ve karibûye îsal ji xwe re pezekî bistînin. Ji bo pere bikevin destê min, neçarim ku heya roja erefeyê bixebitim. Bi yewmiyeyê dixebitim û bi pereyê me kom kiriye em man ser piyan. Cejna herî xirab a min dîtiye ev cejn e. Tu coşa berê ser mirovan nemaye. Niha zarokên biçûk jî nagerin. Berê mezinên me ‘Kanê cejnên berê’ digotin, niha jî em dibêjin.”
 
Yûsûf Toprak (18) destnîşan kir ku cejna îsal di nava cejnên ku dîtiye de cejna herî xirab e û wiha got: “Ev cehn ne wekî cejnên berê bû. Her tişt gelek biha ye. Ez zivistanê dixwînim û havînê jî kar dikim. Em 12-13 saetan dixebitin. Piştî kar jî ez ji razanê bêhtir nikarim tiştekî bikim. Niha ji ber cejn e ez xwedî destûr im. Em tenê dikarin ji cejnê heya cejnê ji xwe re hinekî bigerin. 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
15:18 Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin
15:00 Li Çiyayê Mawa piştî operasyona leşkerî şer qewimî
14:46 Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin
14:21 Şewata li Çiyayê Metîna berdewam dike
12:37 Prof. Lemkow: Divê Ocalan azad bibe
12:31 Tedawiya Noam Chomsky dê li malê bê domandin
10:50 Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin
10:32 Li Stenbolê pankarta ‘bicehime qeyûm’ bi keştiyê ve daliqandin
10:27 Konseya Ewropayê: Bila Demîrtaş û Kavala bên berdan
10:27 Ji jinan kampanya ‘Derzîkirina HPV’ê ya belaş’
09:25 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:14 Binpêkirinên mafan ji zarokan re mirin û travmayê tîne
09:08 ‘Kanê ew cejnên berê’
09:02 'Divê em ji bo girtiyan ji xewa giran şiyar bin'
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN
18/06/2024
23:58 ‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda'
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye
19:13 Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn
19:01 Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne
18:42 Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû
17:30 Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin
16:53 Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn
16:42 Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin
16:22 Li Erdexanê barîna gijlokê bandoreke neyînî li trafîkê kir
16:11 Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da
14:50 Gamze Akar a winda hate dîtin
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
17/06/2024
23:09 Di çalakiya li dijî qeyûm a Stenbolê de berteka tecrîda li Îmraliyê
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin
22:18 Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome