'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’

  • rojane
  • 11:27 20 Hezîran 2024
  • |
img

ŞIRNEX - Parlamenter Newroz Uysal diyar kir ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di hevdîtina bi malbatên girtiyan re têkildarî çareseriya pirsgirêkan tu dîrokek nedaye destê wan. 

 
Malbatên girtiyan û parlamenterên DEM Partiyê di 12’ê hezîranê de li Enqereyê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdînek rû bi rû pêk anîbûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê û endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê Newroz Uysal Aslan jî di hevdîtinê de amade bû. Uysal behsa hevdîtinê kir û bal kişnd ser pirsgirêkên li girtîgehan. 
 
Uysal anî ziman ku pirsgirêkên li girtîgehan nû nînin û li Tirkiyeyê her pêvajoyek polîtîk bandora xwe li ser girtîgehan dike. Uysal diyar kir ku bi pergala tecrîdê ya li Girtîgeha Îmraliyê ku li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê sepandin, bandora xwe li ser hemû girtîgehan dike û biryarên kêfî û siyasî li ser girtiyan tên ferzkirin. 
 
Newroz Uysal Aslan
 
PIRSGIRÊKA GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
 Uysal da zanîn ku çavkaniya hemû binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ye û got: “Yek ji pirsgirêka herî mezin a girtîgehan rewşa girtiyên nexweş e. Girtiyên nexweş bi tu awayî nayên dermankirin. Li girtîgehan dimirin. An jî dema radikin nexweşxaneyan dimirin. Yan jî dema tên ber mirinê tên berdan. Tu wîjdan viya qebûl nake. Lê herî zêde dewlet vê bê wîjdaniyê dike. Di sala 2023’yan de 42 girtî mirin. Em di 2024’an de ne û heta niha 23 girtî mirin e. Ev cînayetek siyasî ye. Ew ji ber polîtîkaya dewletê dimirin. Divê ku dewlet dest ji polîtîkaya kuştina girtiyan berde.”
 
Uysal bal kişand ser çalakiya girtiyan a ji bo azadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbat ji 4’ê Nîsanê vir ve nikarin agahî ji girtiyan bigirin. Uysal bi bîr xist ku girtî çalakiya derneketina hevdîtina telefonan, malbatan û boykotkirina dadgehan demek dirêj li pey xwe hişt û ji ber vê yekê malbat nikarin agahî ji zarokên xwe bigirin û malbat jî li derve çalakiyan li dar dixin ku dengê girtiyan bidin bihîstandin. 
 
DÎSA WÊ HEVDÎTIN BÊ KIRIN
 
Uysal anî ziman ku têkoşîn û çalakiya girtiyan û malbatên girtiyan kir ku hevdîtin bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re bê kirin û got: Muxatabê vê îşkenceya li girtîgehan Wezîrê Dadê ye. Hem di warê hiqûqî de hem jî di warê meqamî de. Wezîrê Dadê di warê hiqûqî de jî ji tecrîda li ser birêz Ocalan berpirsiyar e. Hevdîtinek 15-20 deqîqe bi Wezîrê Dadê re pêk hat. Malbatan rewşa tecrîda li girtîgehan, îşkenceya li zarokên wan tê kirin, astengkirina azadkirina girtiyan a bi biryarên desteya girtîgehê, nedermankirina girtiyên nexweş ji wezîr pirrsîn. Malbatan hin daxwazên xwe ji wezîr re gotin. Wezaretê daxwazên malbatan li ba xwe nivîsand. Lê wezaret bi terzek burokratîka klasîk nêzî çareserkirina pirsgirêkan bû û ji bo çareseriya pirsgirêkan tu dîrok neda. Hem wan hem jî me got ev hevdîtina bi malbatan re pirr kin e. Ji bo em çarşema piştî cejnê hevdîtinê bikin, dîsa me randevu girt.” 
 
'JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ DEST JI TECRÎDÊ BÊ BERDAN’
 
Uysal da zanîn ku ew hevdîtinê girîng dibînin û lê ji bo gavên şênber bên avêtin van gavan têr nabînin û got: “Ji bo hemû pirsgirêk bên çareserkirin, divê dest ji polîtîkaya girtiyên nexweş, tecrîda li Îmraliyê û îşkenceyê bê berdan.” 
 
MA / Omer Akin 

Sernavên din

22/06/2024
23:17 Di çalakiyên nobetê de banga ‘vîna gel nas bikin’
22:45 Li 8 gundên Hezexê şewat çêbû
21:01 Ji ber bombebaranê li Mawayê şewat
19:29 Li gelek deverên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
16:44 Li Dêrikê ji bo şerê malbatan mezin nebe bang li siyasetmedaran hat kirin
16:20 DEDAŞ’ê giliyê wî welatiyê ku wê berpirsiyar nîşan dabû kir
16:05 Jinan li Baselê 1300 name ji CPT’ê re şandin
16:02 Li dijî cezayê darvekirina lawê xwe banga xwedî derketinê kir
15:30 Cezayê darvekirinê yê repbêj Tumac Salihî hat betalkirin
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Ozbay û Taşar bên berdan
15:08 Şewata ku li Bismilê derket hat kontrolkirin
14:49 Ji 3 bajaran bang kirin: Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin
13:54 Hevşaredarê Şemrexê ku 10 xizmên wî di şewatê de mirin: DEDAŞ li vir pirsgirêkek mezin e
13:18 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Zekî Dogan pirsîn
13:13 DBP û DEM Parti li herêma şewatê ye: Berpirsiyar DEDAŞ e, bila ev der wek ‘herêma afetê’ bê ragihandin
13:11 Dîrekên ku DEDAŞ’ê digot ‘tune’ ne hemû li cihê şewatê ne
12:24 Şahidê ku meta wî şewitî ye: Bila derewan nekin sedema şewatê ceyran e
12:13 Hêzên Îranê kolberek kurd qetil kirin
11:40 Baroya Amedê giliyê parvekirinên nijadperest kir
11:16 Wezareta Karên Navxweyî: Me sedema şewatê tespît nekir
11:10 Li Hîlwanê du malbatan li hev xist: 3 mirî 4 birîndar
10:47 Hejmara miriyên şewatê gihîşt 14 kesan
10:36 Cenazeyê Erdemcî di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:32 Guneş: Leşkeran rêya diçû herêma şewatê girtibûn hawar negihîşt wir
09:18 Ji CHP'ê banga mitînga 'em ê rê nedin qeyûm': Em dikarin bi têkoşîna hevpar ji heq wê derên
09:05 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:04 'Heya tecrîd ranebe em ê têbikoşin'
09:02 Li nexweşxaneya bajêr îdiaya 'destavêtinê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Zeynep Ozkan a li Mawayê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
08:16 Şewata li herêma Omeriyan hat vemirandin
08:03 Hejmara miriyên şewata Çinarê û Şemrexê gihîşt 13 kesan
21/06/2024
23:59 Navê kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
23:59 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 12
23:11 Nobetên li ber şaredariyan didomin
20:24 Cenazeyên kesên ku li Mawayê jiyana xwe ji dest dan ji nexweşxaneyê hatin girtin
20:15 4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
20:06 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Heya tecrîd ranebe wê têkoşîn bidome
18:22 Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê jiyana xwe ji dest da
18:17 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
16:09 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 11 kes
15:50 Hasan Demîr ê di şewatê de birîndar bûbû wefat kir
15:47 Şewata li Artûklû û Şemrexê hat kontrolkirin
15:39 Berdana girtiyê 30 salî 9 meh hat taloqkirin
15:18 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes hatin berdan
14:34 Şeniyên gundê Tobiniya şewitî: Sedema şewatê DEDAŞ û qereqol in
14:29 Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin
14:23 Li Erxeniyê zeviyên çandiniyê şewitîn
13:53 Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin
13:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike
13:19 Şewat li qada 66 kîlometre belav bûye
13:18 Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina
12:29 DEM Partî: Carek din desthilatdarî û dewlet ne li cem gel bû
11:48 Baroya Amedê têkildarî şewatê gilî kir
11:29 Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin
10:53 Rewşa dawî: Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin
10:15 Bîlançoya şewatê: 5 mirî, 10 jê giran 44 kes birîndar bûne
09:41 'Heta azadiya Ocalan em li qadan in'
09:40 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:03 2 welatiyên di şewatê de mirin hatin veşartin
09:02 Li Cizîrê di nava 4 mehan de 6 jin hatin qetilkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:45 Şewatê heta serê sibehê berdewam kir: Rayedar şeveqê hatin cihê bûyerê
07:58 Li Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
02:32 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir
00:42 Şewata ku li Şemrexê çêbû gihaşt jîngehan: Mirî û birîndar hene
20/06/2024
22:32 Berxwedan didome: Em ê rê nedin xespê
21:22 Li Wanê çalakiya nobedê hat destpêkirin
20:59 Înîsyatîfa Malbatên Pirûsê: Em dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin
20:24 Wê ji bo Pîroglû şandeyek biçe Sirbistanê
17:22 6 roj in tu agahî ji Emînî nayê girtin
16:31 Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin
16:21 Operasyona li Çiyayê Agiriyê didome
16:13 Bi girseyî serdana Ozhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket hat kirin
15:57 Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin
15:53 Çiyayê Mensûrê hat bombebarankirin
15:50 Li Geverê jinek hat kuştin
14:11 Dola Qeşûrayê hat qedexekirin
13:51 'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'
13:15 Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn
13:10 Li Qabilcewazê mirineke biguman
13:05 Banga ji bo 'Em rê nadin qeyûm': Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ye
12:02 Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da
11:55 Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar
11:27 'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’
09:25 Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin
09:09 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:06 Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin
09:03 Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
09:00 Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN
19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin
15:42 Li Çiyayê Araratê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:30 Rûsyayê û Koreya Bakur 'peymana parastinê' îmze kirin
15:18 Dadgerê ku krîza mazbataya Wanê derxist hat terfîkirin