Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Heya tecrîd ranebe wê têkoşîn bidome

  • rojane
  • 20:06 21 Hezîran 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên "Deng bide azadiyê" de ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî li ber girtîgehan hatin destpêkirin, peyama "Heya tecrîd ranebe em ê bitêkoşin" hat dayîn. 

 
Tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Ocalan û azadiya wî ya fizîkî hatin destpêkirin didomin. Xizmên girtiyan îro jî li gelek bajaran li ber girtîgehan di çalakiya "Deng bide azadiyê" li hev kom bûn. 
 
MÊRSÎN
 
Li Mêrsînê bi pêşengiya xizmên girtiyan, li ber Girtîgeha Kampusê ya Tarsûsê di çarçoveya çalakiyên "Deng bide azadiyê" de çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de ku di hefteya 9’emîn de ye xizmên girtiyan pêşmalkên bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li ser wan nivîsandî li xwe kirin û dirûşmeyên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî berxwedana zindanan"  berz kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan diyar kir ku heta tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî nebin wê çalakiyên xwe bidomînin. 
 
Çalakî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Êlihê çalakiya "Deng bide azadiyê" li dar xistin. Xizmên girtiyan, nûnerên gelek saziyên sivîl û rêveberên partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn. Welatiyan pankarta "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê" vekirin.
 
Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, diyar kir ku tecrîda mutlaq a li girtîgehan didome û got: "Ji zû de ye ji bo bidawîbûna binpêkirinên mafan em tên cem hev. Em ê ji bo berxwedana ku li Girtîgeha Îmraliyê dest pê kiriye û li tevahia girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye, her hefte li vir bin." 
 
Piştî axaftinê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir û dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" berz kir.
 
ÎZMÎR
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (EGE-TÛHAYDER) û xizmên girtiyan di çarçoveya çalakiyên "Deng bide azadiyê" de li ber Girtîgeha Kiriklarê hatin cem hev. Di daxuyaniyê de pêşmalkên li ser "Deng bide zindanan" nivîsandî li xwe hatin kirin û tim dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. 
 
Rêveberê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Bahadir Altan, anî ziman ku ji ber bêhiqûqîtiyên li welêt û bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne û got ku ew ê bêhiqûqîtiyên li welêt qebûl nekin. 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
EDENE
 
Li Edeneyê jî xizmên girtiyan di çarçoveya çalakiya "Deng bide azadiyê" de li ber Girtîgeha Kampusê ya Kurkçulerê kom bûn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn. 
 
 
Li ser navê girseyê Hevserokê AYKAY-DER'ê Mûstafa Yildiz axivî. Yildiz destnîşan kir ku demildest divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û got: "Navnîşana çareseriyê Îmralî ye." 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÎDIR 
 
Xizmên girtiyên li Îdîrê bi tevlîbûna Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Rêveberiya Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parlamenter Yilmaz Hun li ber Girtîgeha Girtî ya Îdirê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî dengê xwe bilind bikin" hate vekirin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.
 
Parlamenter Yilmaz, bal kişand ser tecrîdê û diyar kir ku li her deverên Kurdistan û Tirkiyeyê tecrîd heye. Yilmaz wihat dirêjî da axaftina xwe: “Em ji vir bang li Wezareta Dadê dikin ku bila hiqûqa xwe bixin meriyetê. Em ê heta avakirina komareke demokratîk têkoşîna xwe bidomînin.”
 
WAN
 
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Wanê (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan, di çarçoveya çalakiya "Bila dawî li tecrîdê bînin" li ber Kampusa Girtîgeha Tîpa F a Wanê daxuyanî da çapemeniyê.  Di daxuyaniyê de pankarta "Deng bidin girtîgehan" hatin hilgirtin, hevserokên DEM Partiyê yên bajêr Gulşen Kurt, Veysî Dîlekçî, Hevserokê DBP'ê yê Bajêrê Harûn Okay, Parlamenterên Wanê Mahmut Dîndar, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Abdullah Zeydan, Meclisa Ciwanên DEM Partiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdar bûn.
 
Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar li vir axivî û got, “Daxwaza me ew e ku Wezîrê Dadê van dayikan bibîne. Li hemberî van kiryarên dijhiqûqî bêdeng nemînin. Divê demildest tecrîda mutleq a li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe, bi malbat û parêzeran re hevdîtin pêk werin.”
 
Parlamenter Gulcan jî bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û da zanîn ku divê îktîdar li gorî hiqûq û makeqanûna xwe tevbigere. Gulcan, diyar kir ku mexdûriyeta ku li Şemrex û Çinarê derket holê ji ber nêzîkatiya rayedaran bû û got: “Dema ax dibe Kurdistan helîkopter û ÎHA nikarin tevbigerin.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.
 

Sernavên din

23/06/2024
09:01 Li Rihayê 57 donim zevî ji ber stûnên ceryanê bûye arî!
09:00 ROJEVA 23’YÊ HEZÎRANA 2024’AN
22/06/2024
23:28 Nobeda li Stenbolê di roja 15'emîn de ye
23:17 Di çalakiyên nobetê de banga ‘vîna gel nas bikin’
22:45 Li 8 gundên Hezexê şewat çêbû
21:01 Ji ber bombebaranê li Mawayê şewat
19:29 Li gelek deverên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
16:44 Li Dêrikê ji bo şerê malbatan mezin nebe bang li siyasetmedaran hat kirin
16:20 DEDAŞ’ê giliyê wî welatiyê ku wê berpirsiyar nîşan dabû kir
16:05 Jinan li Baselê 1300 name ji CPT’ê re şandin
16:02 Li dijî cezayê darvekirina lawê xwe banga xwedî derketinê kir
15:30 Cezayê darvekirinê yê repbêj Tumac Salihî hat betalkirin
15:29 Xwestin girtiyên nexweş Ozbay û Taşar bên berdan
15:08 Şewata ku li Bismilê derket hat kontrolkirin
14:49 Ji 3 bajaran bang kirin: Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin
13:54 Hevşaredarê Şemrexê ku 10 xizmên wî di şewatê de mirin: DEDAŞ li vir pirsgirêkek mezin e
13:18 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mehmet Zekî Dogan pirsîn
13:13 DBP û DEM Parti li herêma şewatê ye: Berpirsiyar DEDAŞ e, bila ev der wek ‘herêma afetê’ bê ragihandin
13:11 Dîrekên ku DEDAŞ’ê digot ‘tune’ ne hemû li cihê şewatê ne
12:24 Şahidê ku meta wî şewitî ye: Bila derewan nekin sedema şewatê ceyran e
12:13 Hêzên Îranê kolberek kurd qetil kirin
11:40 Baroya Amedê giliyê parvekirinên nijadperest kir
11:16 Wezareta Karên Navxweyî: Me sedema şewatê tespît nekir
11:10 Li Hîlwanê du malbatan li hev xist: 3 mirî 4 birîndar
10:47 Hejmara miriyên şewatê gihîşt 14 kesan
10:36 Cenazeyê Erdemcî di dorpêça polîsan de hat veşartin
10:32 Guneş: Leşkeran rêya diçû herêma şewatê girtibûn hawar negihîşt wir
09:18 Ji CHP'ê banga mitînga 'em ê rê nedin qeyûm': Em dikarin bi têkoşîna hevpar ji heq wê derên
09:05 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:04 'Heya tecrîd ranebe em ê têbikoşin'
09:02 Li nexweşxaneya bajêr îdiaya 'destavêtinê'
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2024'AN
08:44 Zeynep Ozkan a li Mawayê jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
08:16 Şewata li herêma Omeriyan hat vemirandin
08:03 Hejmara miriyên şewata Çinarê û Şemrexê gihîşt 13 kesan
21/06/2024
23:59 Navê kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan
23:59 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 12
23:11 Nobetên li ber şaredariyan didomin
20:24 Cenazeyên kesên ku li Mawayê jiyana xwe ji dest dan ji nexweşxaneyê hatin girtin
20:15 4 welatiyên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
20:06 Çalakiyên 'Deng bide azadiyê': Heya tecrîd ranebe wê têkoşîn bidome
18:22 Rêveberê DEM Partiyê yê Gimgimê jiyana xwe ji dest da
18:17 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
16:09 Hejmara qurbaniyên şewatê bû 11 kes
15:50 Hasan Demîr ê di şewatê de birîndar bûbû wefat kir
15:47 Şewata li Artûklû û Şemrexê hat kontrolkirin
15:39 Berdana girtiyê 30 salî 9 meh hat taloqkirin
15:18 Ji girtiyên 1’ê Gulanê 6 kes hatin berdan
14:34 Şeniyên gundê Tobiniya şewitî: Sedema şewatê DEDAŞ û qereqol in
14:29 Têkildarî şewatê lêpirsîn hat destpêkirin
14:23 Li Erxeniyê zeviyên çandiniyê şewitîn
13:53 Ji bo tedawiya sewalên birîndar bang li beytaran hat kirin
13:49 Li Çiyayê Mawa operasyon û şer berdewam dike
13:19 Şewat li qada 66 kîlometre belav bûye
13:18 Şahidê şewatê: Heke zû mudaxile bihata kirin wê ewqas mirov nemirina
12:29 DEM Partî: Carek din desthilatdarî û dewlet ne li cem gel bû
11:48 Baroya Amedê têkildarî şewatê gilî kir
11:29 Girtiyê ku zor lê hat kirin qenata xwe ya der barê Ocalan de eşkere bike berdana wî hat taloqkirin
10:53 Rewşa dawî: Şewat vemirî, xebatên sarkirinê didomin
10:15 Bîlançoya şewatê: 5 mirî, 10 jê giran 44 kes birîndar bûne
09:41 'Heta azadiya Ocalan em li qadan in'
09:40 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:03 2 welatiyên di şewatê de mirin hatin veşartin
09:02 Li Cizîrê di nava 4 mehan de 6 jin hatin qetilkirin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:45 Şewatê heta serê sibehê berdewam kir: Rayedar şeveqê hatin cihê bûyerê
07:58 Li Çinarê û Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
02:32 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rêveberiya krîzê ava kir
00:42 Şewata ku li Şemrexê çêbû gihaşt jîngehan: Mirî û birîndar hene
20/06/2024
22:32 Berxwedan didome: Em ê rê nedin xespê
21:22 Li Wanê çalakiya nobedê hat destpêkirin
20:59 Înîsyatîfa Malbatên Pirûsê: Em dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin
20:24 Wê ji bo Pîroglû şandeyek biçe Sirbistanê
17:22 6 roj in tu agahî ji Emînî nayê girtin
16:31 Li Peravên Kanaryayê cenazeyê 5 koçberan hat dîtin
16:21 Operasyona li Çiyayê Agiriyê didome
16:13 Bi girseyî serdana Ozhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket hat kirin
15:57 Îşkence li 4 ciwanên ku xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hat kirin
15:53 Çiyayê Mensûrê hat bombebarankirin
15:50 Li Geverê jinek hat kuştin
14:11 Dola Qeşûrayê hat qedexekirin
13:51 'Nayê qebûlkirin ku li ser jiyana penaberan bazarî bê kirin'
13:15 Li Amedê trên li wesayîtekê qelibî: 2 kes birîndar bûn
13:10 Li Qabilcewazê mirineke biguman
13:05 Banga ji bo 'Em rê nadin qeyûm': Roj roja bilindkirina têkoşîna yekbûyî ye
12:02 Karkerê sondajê di bin axê de ma û jiyana xwe ji dest da
11:55 Bîlançoya 5 rojên betlaneya cejnê: 36 mirî, 6 hezar birîndar
11:27 'Wezîrê Dadê ji bo çareseriya pirsgirêkên li girtîgehan tu dîrok neda’
09:25 Li dijî qeyûm nobedê digirin: Em ê bêdeng nemînin
09:09 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' berdewam dike
09:06 Xizaniya jinan a li Sûrê wekî pirtûk hat çapkirin
09:03 Girtiyê nexweş Han jiyana xwe ji dest da
09:00 Rojnameger Zagros:PDK'ê ji Şemzînanê heta Avaşînê leşkerên tirk bicihkirine
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2024'AN
19/06/2024
23:05 Çalakiyên nobedê di roja 16'an de ne
22:55 Li Mawayê şer: 2 kesan jiyana xwe ji dest da
22:50 Binarê Qendîl dîsa hat bombekirin
22:28 Li 3 bajarên Swîsreyê bi sedan name ji CPT'yê re hatin şandin
16:49 Welatî û siyasetmedaran li Şaredariya Wanê cejna hev piroz kirin
16:33 Li Stenbolê mitînga li dijî qeyûm dê bê lidarxistin