Şahidê ku meta wî şewitî ye: Bila derewan nekin sedema şewatê ceyran e

  • rojane
  • 12:24 22 Hezîran 2024
  • |

AMED - Ji şahidên şewatê Hamza Bulbul ê ku li baxçeyê nexweşxaneyê li benda meta xwe Zekiye Erdenli ya ku di şewatê de bi giranî birîndar bûbû disekine, bertek nîşanî nûçeyên ku şewat ji ber pirêzeyan derketiye da û got ku şewat ji ber ceyranê derketiye.

Bîlançoya şewata ku li gundên bi ser navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Merdînê ve derket her kêliya ku diçe girantir dibe. Hejmara kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dane heta niha gihîştiye 14 kesan. Tedawiya welatiyên ku di şewatê de birîndar bûbûn jî li nexweşxaneyan dewam dike. Şahidên bûyerê dibêjin ku şewat ji ber xemsariya DEDAŞ’ê ya ku ceyranê kontrol nekiriye derketiye. 
 
Zekiye Erdenli ya ku li gundê Herberê ya bi ser navçeya Çinara Amedê ve di şewatê de bi giranî birîndar bûbû niha li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tê dermankirin. Xwarziyê Erdenlî, Hamza Bulbul ku li baxçeyê nexweşxaneyê li benda meta xwe sekiniye ji ajansa me re axivî û da zanîn ku dema şewat derketiyê ew jî li gund bûye û got ku sedema şewatê ceyran bûye. 
 
'KESÎ AGIR BI PIRÊZEYAN NEXISTIYE’ 
 
Bulbul anî ziman ku li baxçeyê nexweşxaneyê li benda meta xwe ya ku di şewatê de bi giranî birîndar bûye û der barê sedema şewatê de wiha axivî: “Ceyran qut bû. Dema elektrîk hat, şewat derket. Pirr ba dihat. Li her derê dûman hebû. Ji bo vemirandina agir em beziyan. Dema em gihîştin cihê şewatê, hinek kes şewitîbûn. Me mirovên xwe yên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Di agir de gelek heywan dişewitîn. Me hewl da ku bi derfetên xwe şewatê vemirînin. Lê niha jî rayedar derdikevin û dibêjin ku şewat ji ber pirêzeyan derketiye. Ev ji binî ve derew e. 6 gund şewitîn. Şewat ji ber ceyranê derket. Kesî agir bi pirêzeyan nexistiye.” 
 
'BILA DEREWAN NEKIN’ 
 
Bulbul diyar kir ku ji ber mudaxileyek bi lez û bez nehat kirin boboelat çêbûye û got: “Me hewl da ku em bi derfetên xwe şewatê vemirînin. Me ne helîkopter û ne jî alîkarî nedît. Leşker li wir bûn, qeymeqam li wir bû, lê helîkopter nehat ku agir vemirîne. Piştî ku şewat kêm bû, helîkopterek hat, lê êdî dereng bû û şewat vemirîbû. Daxwaza me tenê ew e ku derewan nekin û şewatê nexin stûye xelkê me. Ez carek din dibêjim; şewat ji ber ceyranê derket."
 
Zekiye Erdenlî ya ku rewşa wê giran e li beşa lênerîna giran a nexweşxaneyê tedawiya wê berdewam dike, malbata wê jî li ber nexweşxaneyê li benda xeberek xêrê sekinî ye. 
 

Sernavên din

04/11/2024
15:30 Meclisa Şaredariya Êlihê civiya: Kolan ên me ne
15:25 Hatîmogullari: Tu derdê van ê 'aştiya navxweyî' tune
Bakirhan:Dîsa înkara kurdan plan kirin
15:12 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:46 Li Mêrsînê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:43 Ozel: Ez ê li cem Ahmet Turk cih bigirim
14:23 CHP dê tev li xebatên Meclisê nebe
14:21 Raportorê PE’yê bertek nîşanî qeyûm da: Êrişeke li dijî demokrasiyê ye
14:15 Bayindir: Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherînin cihê berxwedanê
14:09 Li Wanê çalakiya rûniştinê: Em ê berxwedana Wanê nîşanî we bidin
14:07 Uçar: Ên ku rewatiya wan nemaye darbeyê dikin
14:02 Omer Ocalan: Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin?
13:30 Qeyûm weke karê ewil wêneyê Erdogan daliqand
13:25 Tu eleqeya lêpirsîna hatiye destpêkirin bi hevşaredar Karayilan re nîne!
13:21 Jinên êlihî bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin
13:18 Li Mêrdînê bangî muxalefetê kirin: Divê em milên xwe bidin hev û berxwedanê mezin bikin
12:57 Ji bo meşa li dijî qeyûm a li Amedê banga tevlibûnê hate kirin
12:19 DEM Partî dê civîna koma xwe li Mêrdînê li dar bixe
12:09 Li şûna hevşaredara bi rêjeya herî bilind hatiye hilbijartin qeyûm tayîn kirin
12:03 ‘Em ciwanên Kurdistanê vedixwînin berxwedanê’
12:01 DBP: Li dijî vê zordestiyê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
11:49 Jin li dijî qeyûm li ber xwe didin: Tu hukmê vê biryarê ji bo me tune ye!
11:49 Darbeya 4’ê Mijdarê bi polîtîkaya qeyûm didome
11:34 Dosyaya ku biryara neşopandinê hatibû dayin kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:32 Koçyîgît: Îroj roja berxwedanê ye
11:18 ÎHD: Îktîdar hewl dide şaredariyan bi rêya darbeyê birêve bibe
11:17 Rojnameger Tara û Bahadîn xistin lîsteya UNESCO’yê
11:10 DEM Partiyê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bi ferqekî mezin qezenc kiribû
11:09 Serokê Giştî yê CHP’ê Ozel diçe Êlih û Mêrdînê
10:48 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Em biryarê nas nakin
10:43 Hevserokên giştî dê biçin Mêrdîn û Êlihê
10:42 Li Mêrdînê protestoya qeyûm: Dê gel serî netewîne
10:38 Hevşaredar Sonuk: Em ê bajarê xwe ji rejîma mêtinger rizgar bikin
10:37 Omer Ocalan: Bi heman rêbazan li benda encamên cuda ne, ev xwexapandin e
10:14 Îmamoglû: Îktîdarê êdî kontrola xwe winda kir, bêcidiyet tevdigere
10:05 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da: Ez îktîdarê hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede
10:00 Ahmet Turk ê li şûna wî cara 3’yemîne qeyûm tê tayînkirin: Mînakeke wiha li cîhanê nîne
09:51 DEM Partî: Gelên Tirkiyeyê dê li dijî vê zordestiyê serî netewînin
09:39 Xwebûn bi manşeta ‘Dizdê îradeyî’ derket
09:29 Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Demîr: Li dijî îradeya gel derbe hat kirin
09:26 Li Êlihê berteka ewil dayika Îpek Er nîşan da: Ma qet şerefa we tune ye
09:07 Di salvegera darbeya siyasî de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:06 'Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê polîtîkayek taybet tê meşandin'
09:05 Hunermendên kurd nerazîbûn nîşanî tawanbariya konserên kurdî dan
09:05 Endama DÎB'ê Goz: Cihên Lihevkirina Bajêr di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2024’AN
08:39 Li pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê bi ser kevin
08:32 Hevşaredarê Xelfetiyê Karayilan: Em ê paşvegav neavêjin
08:27 Hevşaredara Êlihê Sonuk: Em ê vê rejîma xespkar qebûl nekin
08:26 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da
07:54 Ahmet Turk: Em ê paşvegavê neavêjin
07:28 Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin
03/11/2024
19:50 Li Çorûmê di avahiyekî de teqîn: Kesek mir, 33 kes birîndar bûn
17:39 Beştaş û Kenanoglû ji bo Hevberdevkiya HDK'ê hatin bijartin
17:03 Dogan ji rayedaran re got: Heke bernameyeke we hebe, navnîşan Abdullah Ocalan e
16:51 Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê bi stranên kurdî bi dawî bû
16:51 Sakik di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:10 CHP li dijî qeyûm ‘Nobeta Esenyurtê’ dide destpêkirin
15:05 ‘Ji Geziyê heta Rojava HDK pêngava têkoşîna yekbûyî ye’
14:50 Li zanîngeheke Îranê protesto
14:49 Bayindir: Ji bo krîzên li cîhanê tenê Ocalan xwedî çareserî ye
13:56 Bakirhan: Divê birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re biaxive
12:28 Dêrsimî li dijî talana ekolojîk civiyan
11:26 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê: Tecrîd li dijî yekitiya gelan e
09:58 Dermanfiroş Baransel: Tirkiye di mijara dermanan de ji sedî 90 girêdayî derve ye
09:33 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şoreşa Jinê’ derket
09:00 Esenyûrtiyan bertek nîşanî qeyûm dan: Bêhiqûqîtî û bêedaletî ye
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2024’AN
08:38 Meteoroliyê ji ber barîna zêde xelkê bakurê Kurdistanê hişyar kir
08:00 Li Meletiyê bi mezinahiya 4,2’yê erdhej çêbû
02/11/2024
21:42 Li Cenevre û Lozanê çalakiyên 'Roja Kobanê'
21:14 Li Stockholm û Malmoyê çalakî: Serkeftin nêzîk e, em têkoşînê mezin bikin
21:07 Li Londonê di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de banga têkoşînê
21:01 EŞÎK:Berpirsan peywira xwe bianiya cih wê îro Şîrîn bijiya
16:56 Kişanakê pirtûka xwe îmze kir: Demokrasî yan heye yan jî nîne
16:53 Zarokan ‘Pîrê û Rovî’ pêşkeş kirin
16:28 Tûncel: Divê kesên ji pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev
15:46 Li Rihayê qeyûm hate protestokirin
15:36 ‘Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire’
15:26 Li Stenbolê 4 kes hatin girtin
15:20 Ji bo girtî Gemîcîoglû yê di beşa lênerîna awarte de banga berdanê hate kirin
14:57 Rapora DFG’ê ya meha cotmehê: Ji 11 rojnamevanan re 19 sal û 8 meh ceza
14:49 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê li dijî tecrîda li Îmraliyê bibin dengê hevpar
14:37 Çawişê Pispor hevjîna xwe qetil kir
14:36 Li Erdîşê du malbatan şer kirin: 2 kes mirin
14:27 Dayikên Şemiyê ji bo Kerboranê edalet xwestin
13:50 Aqûbeta kesên di salên 90’î de hatine windakirin hate pirsîn
13:23 Li Komirê Mihrîcana Zarok û Ciwanan hate lidarxistin
13:07 Li Şirnexê atolyeya zayendî ya civakî
11:50 Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi berxwedanê em bi ser dikevin
11:30 Qeyûm qebûl nekir û îstîfa kir: Divê têkoşîn bê dayîn
11:20 Şirîn Elmas a winda bi awayekî qetilkirî hate dîtin
11:13 Li Wanê komxebata avê: Çavkanî pêşkeşî sermayeyê tên kirin
11:08 Bakirhan: Ocalan dixwaze mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin
10:52 Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê: Ji bo aştiya li Rojhilata Navîn ji Ocalan re azadî
10:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de dest pê dike
10:05 Li Girtîgeha Îdirê mirinên biguman: Dikujin, paşê wekî xwekuştinê nîşan didin
09:52 Gotin 'çareserî' ye, lê kirin; kuştin, zext, binçavkirin, tayinkirina qeyûm e
09:35 Dîsa hevdîtina bi malbatê re li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:00 Keçecî yê ÎHD’î: Mafê jiyanê yê girtiyan tune tê hesibandin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2024'AN