Ahmet Turk: Em li sê wezaretan geriyan gotin ‘helîkoptera me ya bi şev dibîne nîne’

  • rojane
  • 10:33 26 Hezîran 2024
  • |
MÊRDÎN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê têkildarî şewata ku 15 kesan tê de jiyana xwe ji dest da axivî, diyar kir ku dema qeyûm da şaredarî di bin deynî de hatine hiştin lê ji tu yekîneyan re pere nehatiye dayîn û got: “5 milyar lîre deyn hatiye hiştin lê ji tu yekîneyan re nehatiye xerckirin.”
 
 
Di 20’ê hezîranê de li gundê Tobînî û Herberê yên Çinarê yên Amedê û gundên Kelekê û Dirînê yên navçeya Şemrexê ya Mêrdînê şewat derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî tespîta ewil agirê ku bi hezaran dekar zevî şewitandin û hezaran sewal kuştin ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ’ê derket. 
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li gel agahiya şewatê bi 239 personel û 41 wesayîtên agirkujiyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî bi 28 wesayît û 108 personelan mudaxileyî şewatê kirin lê mudaxileya wan tê re nekir. Ji bo ku ji hewayî ve mudaxile bê kirin bang hatin kirin lê ev bang bê bersiv man. Piştî ku şewat dora saetên serê sibê hate kontrolkirin encax helîkopter sewqî herêmê hate kirin. 
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê têkildarî tiştên qewimî ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxandin kir, wiha got: “Bûyereke ku hemû herêm û mirovên me xemgîn kirine. Bi deh hezaran mirov hatin nav şînê. Di dilê hemûyan de êş hebû. Helbet şansê me yê ku em êşan ji holê rakin nîne lê heta ku ji destê me hat ji destpêkê heta dawiyê em li cem malbatên xwe bûn. Hevalên me bi rojan li wir man û hewl dan pêdiviyên malbatan bi cih bînin.”
 
Turk, bi lêv kir ku çawa ku agahiya şewatê wergirt derbasî herêmê bûn û da zanîn ku li Şaredariya Şemrexê Navenda Kordînasyona Krîzê ava kirin. Turk, bi lêv kir ku bi kordînasyonê re bi lez pêdivî û kêmasî tespît kirine û diyar kir ku ji şaredariyên Amed, Wan, Cizîr û Êlihê ji bo ku mudaxileyî şewatê bikin tîmên agirkujiyê hatine. 
 
‘DIVÊ WEKE HERÊMA AFETÊ BÊ ÎLANKIRIN’ 
 
Turk, bi lêv kir ku qasî ku wan tespît kirine û guhdariya şahidan kirine, şewat ji ber DEDAŞ’ê çêbûye û wiha domand: “Di lêpirsîna ku dozgeriyê de hate aşkerekirin ku şewat ji ber DEDAŞ’ê derketiye. Lê belê hêj wezîrên partiya desthilatê û şîrketên wan dibêjin ku ev şewat ji ber pirêzeyan derketî ye. Lê gundiyan û rêxistinên sivîl ên civakî di vê mijarê de xebatên xwe kirin û tespîtkirin ku şewat ji ber DEDAŞ’ê derketî ye. Ez di wê baweriyê de me ku divê ev herêm weke herêma afete were îlankirin.”
 
‘PEYWÎR DIKEVE SER MILÊ HERKESÊ’ 
 
Turk ê got ku “Heke bi rastî hikumet, desthilat bi hestiyar be, divê di vê rewşa ku mexdûriyeteke mezin derketiye holê de piştgiriya pêwîst bide û herêma afetê îlan bike” ev tişt gotin: “Êşa me, xemginiya me mezin e. Em jî xebatên xwe dimeşînin ku em ê bi piştevaniyeke mezin çawa ji van êşan re bibin derman. Helbet kes naxwaze ev karesate çebibe. Ji bo ku ev êş raweste peywîr dikeve ser milê herkesê. Ji bo ku ev êş were kêmkirin divê destê alîkariyê were dirêjkirin. Ji xwe gundekî gelekî xizan e. Bi hezaran donim genimê wan şewitî. Sewalên wan mirar bûn. Hemû boriyên ku ji bo avdana zeviyên xwe anîbûn şewitîn. Divê em hemû bi hev re alîkariyê bikin û di nava xebateke ku vê êşê kêm bikin de bin.”
 
‘GOTIN HELÎKOPTERA KU BI ŞEV DIBÎNE NÎNE’  
 
Turk, da zanîn ku çawa agahî wergirtin 15 wesayîtên agirkujiyê ber bi herêmê ve şandine û wiha pê de çû: “103 personelên me di heman kêliyê de mudaxile kirin. Lê şewateke gelekî mezin bû. Heta ku balafir nebûna ne pêkan bû ku were vemirandin. Em li Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê, Wezareta Sewalkarî û Çandiniyê û Wezareta Karên Hundir geriyan. Gotin ku ‘helîkoptera wan a bi şev dibîne’ nîne û nikarin mudaxile bikin. Tevî vê yekê hem gundiyan hem jî wesayîtên agirkujiyê ji bo şewatê kontrol bikin ketin nava hewldaneke gelekî mezin.” 
 
‘KÊMASIYÊN MEZIN HENE’  
 
Turk, da zanîn ku tevî Şaredariya Bajarê Mezin in şaredariyeke ku binesaziya wê nînin in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şaredariyeke ku bi milyaran lîreyan xistine bin deynan îro di mijara maşîne û ekîpmanan de gelek kêmasiyên wê hene. Niha hûn lê dinêrin; 5 milyar lîre deyn hatiye hiştin, ev pere ji ku re hatiye xerckirin. Em bi matmayî pêşwazî dikin. Ji tu yekîneyan re pere nehatiye xerckirin. Niha 7 dozerên me hene, 5 ji van ji bo tamîrê li makîne îkmalê ne. Ji bo şaredariyê tiştek nehatiye kirin, wê demê ev deyn çawa çêbû? Di 6 mehên dawî de ji Halkbank, Ziraat Bank, Vakifbank û Denîzbankê 500, 600 û 700 milyon lîre kredî kişandine. Em nikarin tespît bikin ku ev ji bo çi hatiye xerckirin. Li holê ne xebatek ne jî projeyek heye. Li Mêrdînê avahiyên 25 qatî hene lê wesayîtên agirkujiyê dikarin heta 10-15 qatan derkevin jor. Heke li qata 25’emîn şewat derkeve şansê wesayîta me ya agirkujiyê nîne ku mudaxile bike. Em di rewşeke wiha de ne.”
 
MA/ Ahmet Kanbal - Omer Akin 
 
 

Sernavên din

07/11/2024
13:36 Polîsan bi kûçikan îşkence li welatiyê astengdar kirin
13:01 Jinan got: Heta faîlên Guranê tên dîtin dê têkoşîna me bidome
12:20 Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin
12:16 Zarokên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:13 Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:10 Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
19:16 Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
16:55 Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
16:51 Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
16:34 Li Qoserê gel dest bi meşê kir
16:00 Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
15:59 Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
13:38 Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin
13:34 Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye
13:19 MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin
13:12 ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
13:01 Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin
12:41 Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome
12:34 Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin
11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin
10:21 Hevşaredar Demîr: Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye
10:19 Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê
10:05 Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne
09:46 Kesên biryara wan a binçavkirinê hebû li malê nedîtin, bavên wan binçav kirin
09:25 Girtî Al: Em bi tacizê û heqaretan re rû bi rû dimînin
09:24 Hemşîreyekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:15 Li Sîncanê 4 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN
08:16 Encamên hilbijartinên DYA’yê diyar dibin
08:12 Li Geverê ciwanan tayînkirina qeyûman protesto kirin
08:10 Li Mêrdînê li dijî qeyûm nobet hate girtin
08:07 Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike
07:57 Ciwanan li Qoserê bi fişekên hewayî qeyûman protesto kirin
07:53 Li Êlihê ji binçavkiriyan 29 kes hatin berdan
05/11/2024
22:15 Qoserî bi sirûda 'Herne Pêş' meşiyan
20:31 Li Êlihê bi hezaran kes li dijî qeyim meşiyan
19:44 Li Xelfetiyê meşa li dijî qeyim: Gel wê bêdeng nemîne
19:14 Gel li ber xwe dide: Em qeyiman nas nakin, em ê li ber xwe bidin
16:15 Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
16:03 Li Dihokê qirkirina daran
15:59 Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide
15:42 Hatimogûllari diçe Xelfetiyê
15:40 Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye
15:05 ‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’
15:02 ‘Nobeta Demokrasiyê’ di roja duyemîn de didome
14:26 Olûç ji parlamenterên AKP’ê re got: Hûn desthilatdariyek darbekar in
14:25 Dosyaya Pexşan Ezîzî ji Dadgeha Bilind re hate şandin
14:11 Berxwedana Xelfetiyê: Wê gelê kurd teslîmî qeyûm nebe
13:54 Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeyê doz vekir
13:53 Li dijî xespkirina îradeyê kampanyaya hashtagê hate destpêkirin
13:24 KCDP: Di mehekê de 48 jin hatine kuştin
13:23 Jinan piştî deklarasyona 25’ê Mijdarê li dijî qeyûm meş li dar xistin
13:22 Îmamoglû: Em li dijî sepanên antîdemokratîk ji îro ve dikevin nava tevgerê
13:14 Sonuk: Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne
13:11 Hatîmogûllari: Em ê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin
Bakirhan: Heke hûn çareseriyê bixwazin, wê demê tecrîdê rakin û qeyûman paşve bikişînin
12:48 Serokê Baroya Bedlîsê yê berê hat binçavkirin
12:42 Berxwedana xelkê Êlihê ya li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
12:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:58 Li Xelfetiyê protestokirina qeyûm di roja duyemîn de ye
11:40 Ji Bahçelî daxuyaniya ‘ez li pişt gotina xwe me’
11:39 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke din jî hate destpêkirin
11:35 Di hevdîtinên bûdçeyê de qeyûm hatin protestokirin
11:25 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Bi ruhê 'Jin, jiyan, azadî' biherikin kolanan
10:55 Li Mêrdînê 9 kes hatin binçavkirin
10:51 Salek û 15 roj ceza li strana kurdî hat birîn!
10:47 Li Amedê berteka li dijî qeyûm: Ji polîtîkayên îflas kirine encamek dernakeve
10:38 ‘Qeyûm kelemçekirina îradeya gel e’
10:24 Danişîna doza Emîne Şenyaşar hate taloqkirin
10:20 Banga têkoşîna hevpar: Dibe ku em qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê jî bibînin
10:17 Cara sêyemîn e ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê tê kirin: Qeyûman Êlihê şêlandiye
10:15 Bîlançoya binçavkirinan